Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 9

Qîmetê Bide Jiyana ku Xwedê Daye Me

Qîmetê Bide Jiyana ku Xwedê Daye Me

“Em bi wî dijîn, bi wî dilivin û bi wî hene” (KARÊN ŞANDIYAN 17:28).

KILAM 141 Jiyan Hediyeyeke Mezin e

PÊŞGOTIN a

1. Jiyana me di çavê Yehowa de çi qas biqîmet e?

 XEYAL bike ku dostê te xaniyekî kevn diyarî te dike. Lê xanî hinekî xera bûye û hin tiştên biçûk gerek bên tamîrkirin. Lê dîsa jî, qîmeta xanî digihîje milyonan dolaran. Helbet tu qîmeta wî xanî dizanî û dixwazî wî biparêzî. Yehowa Xwedê jî hediyeyeke pir biqîmet daye me. Ev hediye jiyana me ye. Belê, gava ku Yehowa jiyana Kurê xwe wek fîdye di ber me de da, wî nîşan da ku ew gelek qîmetê dide jiyana me (Yûhenna 3:16).

2. Li gor 2. Korîntî 7:1, Yehowa dixwaze ku em çi bikin?

2 Yehowa Xwedê Çavkaniya jiyanê ye (Zebûr 36:9). Pawlosê şandî jî bi vê yekê bawer dikir. Wî wisa gotibû: “Em bi wî dijîn, bi wî dilivin û bi wî hene” (Karên Şandiyan 17:25, 28). Loma em dikarin bibêjin ku jiyana me dayîna Xwedê ye. Ew ji me hez dike û her tiştê ku ji bo jiyanê lazim e, dide me (Karên Şandiyan 14:15-17). Lê Yehowa ji bo parastina jiyana me mucîzeyan çênake. Li şûna vê, ew dixwaze ku em baş li siheta xwe binêrin û bi dewamî jê re xizmetê bikin (2. Korîntî 7:1 bixwîne). Çima gerek em hay ji sihet û jiyana xwe hebin, û em çawa dikarin vê yekê bikin?

QÎMETÊ BIDE JIYANÊ

3. Sebebekî ku gerek em çima baş li siheta xwe binêrin çi ye?

3 Sebebekî ku çima em baş li siheta xwe dinêrin ew e ku em dixwazin heta ku ji destê me tê ji Yehowa re xizmetê bikin (Marqos 12:30). Em dixwazin “bedena xwe wek goriyeke zindî, pîroz û ji bo Xwedê meqbûl pêşkêş bikin” (Romayî 12:1). Ji ber vê yekê, em tiştên ku dikarin zerarê bidin siheta me nakin. Helbet, carinan ne di destê me de ye ku em nexweş nekevin. Lê em xîret dikin ku baş li siheta xwe binêrin, çimkî em dixwazin ji Bavê xweyî ezmanî re nîşan bidin ku em qîmetê didin jiyana ku wî daye me.

4. Dawid Padîşah dixwest çi bike?

4 Dawid Padîşah anî zimên ku wî çima qîmet dida jiyanê. Wî wisa gotibû: “Dê çi qenciya xwîna minî rijandî ji te re bibe, ger ez dakevim kortala mirinê? Ma qey ax dê pesnahiyê pêşkêşî te bike? Dê dilsoziya te bang bike?” (Zebûr 30:9KP). Belkî Dawid Padîşah ev gotin di dawiya emrê xwe de nivîsandine. Lê di vî emrê mezin de jî, dilê wî dixwest li jiyanê bimîne û heta ku mumkin be ji Yehowa re xizmetê bike. Bê şik, hesreta dilê me jî ev e.

5. Emrê me çi be yan em çi qas nexweş bin jî, gelo em dikarin çi bikin?

5 Ji ber nexweşî û emrê mezin dibe ku em êdî nikarin wek berê gelek tiştan bikin. Loma, belkî em ji ber halê xwe xemgîn in û diqehirin. Lê dîsa jî, gerek em heta ku ji destê me tê baş li siheta xwe binêrin. Gelo çima? Çimkî emrê me çi be yan em çi qas nexweş bin jî, em dikarin wek Dawid Padîşah pesnê Yehowa Xwedê bidin. Halê me çawa be jî, jiyana me di çavê Yehowa de gelek biqîmet e. Zanîna vê yekê dilê me rihet dike! (Metta 10:29-31). Eger em bimirin jî, hesreta dilê Yehowa ew e ku me dîsa ji mirinê rake (Eyûb 14:14, 15). Belê, heta ku em sax bin, em dixwazin bi dil û can sihet û jiyana xwe biparêzin.

TIŞTÊN KU DIKARIN ZERARÊ BIDIN SIHETA TE NEKE

6. Di warê xwarin û vexwarinê de, Yehowa dixwaze ku em çi bikin?

6 Erê rast e, Kitêba Pîroz ne kitêbeke şîretan a ji bo sihet û xwarinê ye. Lê dîsa jî, ew ji me re dibêje ku Yehowa li ser van tiştan çi difikire. Mesela, Kitêba Pîroz vê şîretê dide me: “Xerabiyê ji bedena xwe dûr bigire” (Waiz 11:10). Kitêba Pîroz dibêje ku gerek em pir zêde xwarinê nexwin û serxweş nebin. Çimkî tiştên wisa dikarin zerarê bidin siheta me û heta me bikujin jî (Methelokên Silêman 23:20). Yehowa ji me dixwaze ku em di warê xwarin û vexwarinê de xwe bigirin (1. Korîntî 6:12; 9:25).

7. Şîreta ji Methelokên Silêman 2:11 çawa alî me dike ku em di warê sihetê de qerarên baş bidin?

7 Gava em bi saya hunera fikirînê qerarên baş didin, em ji dil şikirdariya xwe ji bo jiyana ku Xwedê daye me nîşan didin (Zebûr 119:99, 100; Methelokên Silêman 2:11 bixwîne). Mesela, gerek em baş bifikirin ku em çi dixwin. Eger dilê me biçe xwarinekê, lê em bizanin ku ew dikare zerarê bide siheta me, emê wê xwarinê nexwin. Wekî din, kesê biaqil xîret dike ku bi têra xwe rakeve, bi dewamî hereket bike û baş bala xwe bide paqijiya mal û bedena xwe.

RÊ LI BER ÇÊBÛNA QEZAYAN BIGIRE

8. Li gor Kitêba Pîroz, saxî û selametiya me li ber çavê Yehowa çi qas muhîm e?

8 Qanûnên ku Yehowa dabûn Îsraêliyan alî wan dikir ku ew xwe li malê û li cihê karê xwe ji qezayên giran biparêzin (2. Mûsa 21:28, 29; 5. Mûsa 22:8). Mesela, eger însanekî kesekî din bêhemdî bikuşta, vê yekê netîceyên xerab bi xwe re dianîn (5. Mûsa 19:4, 5). Li gor Qanûna Xwedê, kesên ku zerar dida jiyana zarokê di zikê dayikê de dihatin cezakirin (2. Mûsa 21:22, 23). Peyva Xwedê bi zelalî dibêje ku Yehowa dixwaze ku em hay ji saxî û selametiya xwe hebin.

Di van waran de, em çawa dikarin nîşan bidin ku em qedrê jiyanê digirin? (Li paragrafa 9an binêre)

9. Em çawa dikarin rê li ber çêbûna qezayan bigirin? (Li resiman jî binêre.)

9 Eger em li malê û li cihê karê xwe hay ji saxî û selametiya xwe hebin, emê nîşan bidin ku em ji bo jiyanê şikirdar in. Mesela, em tiştên ku dikarin me birîndar bikin, madeyên kîmyewî yên bijehr yan jî dermanên tibî wisa diavêjin ku zerar negihîje tu kesî. Wekî din, em naxwazin ku zarok van tiştan bibînin û xwe pê birîndar bikin. Gava ku em agir vêdixin, avê dikelînin yan jî hacetên din bi kar tînin, gerek em pir bidîqat bin. Gerek em tiştên wisa bêxwedî nehêlin. Wekî din, eger em di bin tesîra dermanên tibî yan alkolê de bin yan jî xewa me bê, gerek em erebeyê neajon. Û dema ku em erebeyê dajon, gerek em telefonê di destê xwe de negirin û pê mijûl nebin.

GAVA FELAKET ÇÊDIBIN

10. Em dikarin berî û di dema felaketekê de çi bikin?

10 Carinan, em nikarin rê li ber tiştên ku dikarin jiyana me bixin xeterê bigirin. Bi xisûsî, gava felaketên tebîetê çêdibin, nexweşî belav dibin yan jî şer û pevçûn derdikevin. Lê belê, gava ku tiştên wisa ji nişka ve diqewimin, em xîret dikin ku saxî û selametiya xwe biparêzin. Û eger dewlet qedexeya derketina derve îlan bike, yan bibêje ku gerek em mala xwe terk bikin û herin cihekî din, yan jî eger rêberiyeke din bide, emê guh bidin vê rêberiyê, da ku em ji talûkeya mirinê bifilitin (Romayî 13:1, 5-7). Em dikarin xwe ji bo felaketên ku dikarin çêbin, hazir bikin. Loma, wê baş be ku em li gor rêberiya hukûmetê hereket bikin. Mesela, em dikarin ji niha ve av, xwarina ku zû xera nabe û çenteyê alîkariya pêşîn ji xwe re peyda bikin.

11. Eger nexweşiyek belav bibe, gerek em çi bikin?

11 Eger li cihê ku em lê dimînin nexweşiyek belav bibe, gerek em çi bikin? Gerek em guh bidin telîmatên li ser şuştina destan, hiştina mesafeyê, lixwekirina maskeyê û karantînayê. Eger em van tiştan bi dilxwazî bikin, emê nîşan bidin ku em gelek qîmetê didin jiyana ku Xwedê daye me.

12. Methelokên Silêman 14:15 çawa alî me dike ku em di dema felaketan de bizanibin ku kîjan melûmat pêbawer in?

12 Di dema felaketan de, carinan em ji hevalên xwe, cîranên xwe yan jî ji nûçeyan xeberên nerast dibihîzin. Li şûna ku em “bi her gotinê” bawer bikin, a baştir ew e ku em guh bidin gotinên dewletê û çavkaniyên tibî yên pêbawer (Methelokên Silêman 14:15 bixwîne). Koma Rêberiyê û Beytel berî ku li ser civînan û belavkirina xebera xêrê rêberiyê bidin xîret dikin ku melûmatên pêbawer bi dest bixin (Îbranî 13:17). Eger em guh bidin vê rêberiyê, emê saxî û selametiya xwe û ya kesên din jî biparêzin. Bi vî awayî, civata me wê di nav xelkê de navekî baş qezenc bike (1. Petrûs 2:12).

GUH BIDE QANÛNA YEHOWA YA LI SER XWÎNÊ

13. Em çawa dikarin di meseleya xwînê de nîşan bidin ku em qîmeta jiyanê dizanin?

13 Gelek mirov dizanin ku em wek Şahidên Yehowa neqla xwînê qebûl nakin, çimkî xwîn li ber çavê me pîroz e. Em guh didin qanûna Yehowa ya li ser xwînê û di halekî acîl de jî, em neqla xwînê qebûl nakin (Karên Şandiyan 15:28, 29). Lê belê, ev nayê maneya ku em dixwazin bimirin. Jiyan li ber çavê me gelekî biqîmet e. Loma, em diçin ba doktorên ku hazir in tedawiya herî baş bidin me, lê bê neqla xwînê.

14. Em çawa dikarin îhtimala emeliyateke giran kêm bikin?

14 Eger em li gor şîretên di vê meqaleyê de jiyana xwe biparêzin, wê çaxê belkî em îhtimala tedawiyeke giran yan emeliyateke giran kêm bikin. Lê eger emeliyat lazim be jî, vê yekê ji bîr neke: Mirovê ku baş li siheta xwe dinêre, halê wî zûtir baş dibe. Wekî din, eger em li malê yan li cihê karê xwe çêbûna qezayan kêm bikin û bi cidî guh bidin qanûnên trafîkê, emê îhtimala emeliyateke acîl kêm bikin.

Ji ber ku em qîmetê didin jiyanê, em wekaletnameya daîmî ya sihetê tije dikin û her tim li cem xwe dihêlin (Li paragrafa 15an binêre) c

15. (a) Çima pir muhîm e ku em wekaletnameya daîmî ya sihetê tim li cem xwe bihêlin? (Li resim jî binêre.) (b) Wek ku di vîdeoyê de hat nîşandayîn, em çawa dikarin li ser meseleya xwînê qerarên baş bidin?

15 Ji ber ku em ji bo jiyanê şikirdar in, em wekaletnameya daîmî ya sihetê tije dikin û tim li cem xwe dihêlin. Di vê wekaletnameyê de, em daxwazên xwe yên li ser neqla xwînê û yên li ser hin tedawiyên tibî jî dinivîsin. Gelo wekaletnameya daîmî ya sihetê li cem te heye û te ew nû kiriye? Eger na, vê yekê zû bike. Eger em xwestinên xwe bi zelalî binivîsin, emê ji bo xeberdana bi doktoran re wexta xwe winda nekin û zûtir bên tedawîkirin. Wekî din, doktor wê bibînin ku em kîjan tedawî yan dermanên ku dikarin zerarê bidin me qebûl nakin. b

16. Eger em nizanibin wekaletnameya daîmî ya sihetê çawa tije bikin, em dikarin çi bikin?

16 Em ciwan bin yan siheta me çi qas baş be jî, qeza dikarin biqewimin û em dikarin nexweş bikevin (Waiz 9:11, NWT). Ji ber vê yekê, pir muhîm e ku em ji xwe re wekaletnameya daîmî ya sihetê tije bikin. Eger tu nizanibî wekaletnameyê tije bikî, tu dikarî ji rîspiyên civata xwe alîkariyê bixwazî. Ew dizanin ku wekaletname çawa tê tijekirin. Lê ew nikarin li şûna te qeraran bidin. Ev mesûliyeta te ye (Galatî 6:4, 5). Ew dikarin ji te re bibêjin ku çi îmkan hene û tu çawa dikarî daxwazên xwe binivîsî.

MAQÛL BE

17. Em çawa dikarin di warê sihetê de maqûliya xwe nîşan bidin?

17 Di warê sihet û tedawiyên tibî de, em gelek qerarên xwe li gor tiştên ku ji Kitêba Pîroz hîn bûne, didin (Karên Şandiyan 24:16; 1. Tîmotêyos 3:9). Gava ku em qerarên wisa didin û bi kesên din re li ser wan xeber didin, wê baş be ku em gotinên ji Filîpî 4:5 (NWT) ji bîr nekin: “Bila maqûliya we ji aliyê hemû mirovan ve bê dîtin.” Eger em maqûl bin, emê di heqê siheta xwe de gelek xeman nexwin. Wekî din, emê zorê nedin kesên din ku ew nêrîna me qebûl bikin. Eger xwişk û birayên me qerarên cuda bidin jî, dîsa jî em ji wan hez dikin û qedrê wan digirin (Romayî 14:10-12).

18. Em çawa dikarin nîşan bidin ku em ji bo jiyanê şikirdar in?

18 Eger em jiyana xwe biparêzin û bi dil û can ji Yehowa re xizmetê bikin, emê şikirdariya xwe ji wî re nîşan bidin. Ew Çavkaniya jiyanê ye (Peyxam 4:11). Mixabin, îro em nexweş dikevin û felaket tên serê me. Lê Xaliqê me jiyaneke wisa ji bo me naxwaze. Di demeke nêzîk de, Xwedê wê jiyana herheyî bide me. Wê çaxê, tu kes wê êşê nekişîne û nemire (Peyxam 21:4). Heta hingê, şikir ji Bavê meyî ezmanî re ku em dijîn û ji wî re xizmetê dikin!

KILAM 140 Jiyana Bêdawî Nêzîk e

a Ev meqale wê alî me bike ku em zêdetir qîmetê bidin jiyanê. Gava felaketek biqewime, gelo em çawa dikarin sihet û jiyana xwe biparêzin? Gelo em çawa dikarin çêbûna qezayan kêm bikin? Gelo em çawa dikarin xwe ji niha ve ji bo halekî acîl ê tibî hazir bikin? Di vê meqaleyê de, emê cewabên van pirsan bistînin.

b Li ser jw.org li vîdeoya Di Warê Tibî de li ser Meseleya Xwînê Qerarên Bihîkmet temaşe bike.

c RESIM: Birayekî ciwan wekaletnameya daîmî ya sihetê tije dike û tim li cem xwe dihêle.