Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 9

Jîyîna ku Xwedê Daye Te Qîmet ke

Jîyîna ku Xwedê Daye Te Qîmet ke

“Em bi wî dijîn, dimeşin û hene” (KARÊN ŞANDIYA 17:28).

KILAMA 141 Emir Keremeta Mezin e

VÊ GOTARÊDA a

1. Emirê me ber çevê Yehowa çiqas qîmet e?

 BIDE ber çevê xwe ku hevalê te şikilekî kevin pêşkêşî te dike. Lê ew şikil hinekî xirab bûye û hine tiştên biçûk gerekê bêne çêkirinê. Lê dîsa jî, qîmeta vê şikilê digihîje mîlyona dolara. Hilbet tu qîmeta wî şikilî zanî û dixwazî wî biparêzî. Yehowa Xwedê jî pêşkêşeke gelek qîmet daye me. Ev pêşkêş emirê me ye. Belê, gava Yehowa emirê Kurê xwe ça qurban berva da, Ewî nîşan kir ku ew jîyîna me gelek qîmet dike (Yûhenna 3:16).

2. Li gora 2 Korintî 7:1, Yehowa dixwaze ku em çi bikin?

2 Yehowa Xwedê Kaniya jîyînê ye (Zebûr 36:9). Pawlosê şandî jî baweriya xwe vê yekê dianî. Ewî usa got: “Em bi wî dijîn, dimeşin û hene” (Karên Şandiya 17:25, 28). Lema jî em dikarin bêjin, ku emirê me dayîna Xwedê ye. Ew me hiz dike û her tiştê ku bona jîyînê lazim e, dide me (Karên Şandiya 14:15-17). Lê Yehowa seva ku emirê me xwey ke, keremeta nake. Dewsê ew dixwaze wekî em guh bidine sihet-qewata xwe, ku bikaribin berdewam kin jêra xizmet kin (Bixûne 2 Korintî 7:1). Çira em gerekê miqatî sihet-qewata xwe bin û em ça dikarin vê yekê bikin?

EMIRÊ XWE QÎMET KE

3. Menîk ku çira em gerekê miqatî sihet-qewata xwe bin, çi ye?

3 Menîk ku çira em gerekê miqatî sihet-qewata xwe bin, ew e ku em dixwazin heta ku me tê, Yehowara xizmet kin (Marqos 12:30). Em dixwazin “qalibê xwe tesmîlî Xwedê kin çawa qurbaneke sax, pîroz, li Xwedê qebûl” (Romayî 12:1). Lema jî em tiştên usa ku dikarin zirarê bidin sihet-qewata me, nakin. Hilbet, carna destê meda nîne ku em nexweş nekevin. Lê em xîret dikin ku miqatî siheta xwe bin, çimkî em dixwazin Bavê xweyî ezmanara nîşan kin, wekî em qîmet dikin jîyîna ku ewî daye me.

4. Dawid Padşa dixwest çi bike?

4 Dawid Padşa got ku çira ewî emir qîmet dikir. Ewî usa got: “Xûna minê çi karê bide, heger ez bikevim ax-berê sar? Gelo xalîyê pesinê Te bide? Yan rastîya Te wê salix ke?” (Zebûr 30:9). Dibeke Dawid ev gotin xilaziya emirê xweda nivîsî. Lê emirê xweye mezinda jî, ewî nedixwest bimire û heta ku dikaribû dixwest Yehowara xizmet bike. Bêşik, hizreta dilê me jî ev e.

5. Em emirda çiqas mezin bin jî yan çiqas nexweş bin jî, gelo em dikarin çi bikin?

5 Ji bo nexweşî û emirê mezin dibeke em îda nikarin ça berê gelek tişta bikin. Lema jî dibeke em bona halê xwe xemgîn in û berxwe dikevin. Lê dîsa jî, em gerekê heta ku destê me tê, rind miqatî siheta xwe bin. Gelo çira? Çimkî em emirda çiqas mezin bin jî, yan em çiqas nexweş bin jî, em dikarin mîna Dawid Padşa pesinê Yehowa Xwedê bidin. Halê me çawa be jî, emirê me ber çevê Yehowa gelek qîmet e û zanebûna vê yekê dilê me rihet dike! (Metta 10:29-31) Hergê em bimirin jî, hizreta dilê Yehowa ew e, ku me dîsa ji mirinê rake (Îbo 14:14, 15). Belê, heta ku em sax bin, em dixwazin bi dil û can sihet û jîyîna xwe biparêzin.

VAN TIŞTA NEKE ÇI KU DIKARIN ZIYANÊ BIDIN SIHETA TE

6. Xwarin û vexwarinêda, Yehowa dixwaze ku em çi bikin?

6 Rast e Kitêba Pîroz ne kitêbeke şîretên bona sihet-qewat û xwarinê ye. Lê dîsa jî, ew mera dibêje ku Yehowa derheqa van tişta çi difikire. Mesele, Kitêba Pîroz vê şîretê dide me: “Xirabiyê ji bedena xwe dûr bigire” (Waîz 11:10 ÎM). Kitêba Pîroz dibêje ku em gerekê gelek pey xwarin û vexwarina îçkê nekevin. Çimkî tiştên usa dikarin zirarê bidin siheta me û hela hê emirê me jî bikine bin xofê (Metelok 23:20). Yehowa ji me dixwaze wekî em xwarin û vexwarinêda xwe kontrol kin (1 Korintî 6:12; 9:25).

7. Şîreta ji Metelok 2:11 çawa alî me dike, wekî em hindava sihet-qewata xwe safîkirinên baş bikin?

7 Gava em hiş-aqilê xwe didine xebatê, wekî safîkirinên baş bikin, em ji dil razîbûna xwe bona emirê ku Xwedê daye me, nîşan dikin (Zebûr 119:99, 100; bixûne Metelok 2:11). Mesele, em gerekê rind bifikirin ku em çi dixwin. Hergê tu xwarinekê hiz dikî, lê zanî ku ew xwarin dikare zirarê bide te, tuyê wê xwarinê nexwî, usa nîne? Usa jî em serwaxtiyê nîşan dikin, gava êpêce xewa xwe distînin, sportêva mijûl dibin, û mal û bedena xwe temiz xwey dikin.

FESAL BE Û XWE JI QEZIYA DÛR BIGIRE

8. Li gora Kitêba Pîroz, sihet-qewata me ber çevê Yehowa çiqas ferz e?

8 Qanûna ku Yehowa dabû Îsraêliya alî wan dikir, wekî ewana çawa malda, usa jî ciyê xebatê xwe ji qeziyên giran biparêzin (Derketin 21:28, 29; Qanûna Ducarî 22:8). Mesele, hergê merivekî kesekî din nişkêva bê hemdê xwe bikuşta, evê yekê jêra axiriya xirab dianî (Qanûna Ducarî 19:4, 5). Li gora Qanûna Xwedê, kesê ku zirar dida emirê zara nebûyî, dihate cezakirinê (Derketin 21:22, 23). Xebera Xwedê zelal dibêje ku Yehowa dixwaze, wekî em miqatî sihet-qewata xwe bin.

Van aliyada, em çawa dikarin nîşan kin, ku em qedirê jîyînê digirin? (Binihêre abzasa 9)

9. Em çawa dikarin fesal bin û ji qeziya xweykirî bin? (Binihêre usa jî şikil.)

9 Hergê em malda û ciyê xebata xwe miqatî sihet-qewata xwe bin, emê razîbûna xwe bona jîyînê bidine kifşê. Mesele, ew tiştên ku dikarin me birîndar kin, yan jî tiştên xîmî, jer û usa jî derman, em davêjine van ciya, ku zirar negihîje tu kesî. Usa jî, em naxwazin ku ev tişt ber destê zara bin, wekî ewana xwe pê van birîndar nekin. Gava ku em agir vêdixin, avê dikelînin yan jî hacetên ku dikarin ziyanê bidin, didine xebatê, em gerekê gelek fesal bin û tiştên usa pişt guhê xweva nevêjin. Usa jî, hergê em bin hukumê dermanada bin, yan vexwarî bin, yan jî xewa me bê, em gerekê erebê nejon. Û çaxê em erebê dajon, em gerekê têlê destê xweda negirin û pê mijûl nebin.

GAVA TEŞQELE DIQEWIMIN

10. Em dikarin pêşiya û wedê teşqela, çi bikin?

10 Em nikarin xwe ji hemû qeziya xwey kin. Îlahî, gava teşqelên tebiyetê diqewimin, nexweşî bela dibin yan jî şer û zorbetî diqewimin. Lê gava ku tiştên usa nişkêva diqewimin, em dixwazin sax-silametiya xwe biparêzin. Û hergê dewlet qedexe bike ku derkevin derva, yan bêje ku gerekê em mala xwe bihêlin û herin cîkî din, yan jî hergê rêberîke din bide, emê guh bidin vê rêberiyê, wekî emirê xwe nekine bin xofê (Romayî 13:1, 5-7). Em dikarin xwe bona teşqela pêşda hazir kin. Lema jî wê baş be, ku em li gora rêberiya serwêrên dewletê bikin. Mesele, em dikarin nihada av, xwarina ku zû xirab nabe û çentê alîkariya pêşin, xwera hazir kin.

11. Hergê nexweşîk bela bibe, em gerekê çi bikin?

11 Hergê ciyê ku em dijîn nexweşîk bela bibe, em gerekê çi bikin? Em gerekê guh bidin temiyên derheqa şûştina desta, xweykirina dîstansiyayê, xebitandina maskê û karantînê. Hergê em van tişta bikin, emê nîşan bikin wekî em jîyîna ku Xwedê daye me, gelek qîmet dikin.

12. Metelok 14:15 çawa alî me dike, wekî em wedê teşqela bizanibin ku kîjan elametî bi îtbar in?

12 Wedê teşqela, carna em ji hevalên xwe, cînarên xwe yan jî ji nûça xeberên nerast dibihên. Dewsa ku em “her gotinê” bawer bikin, diha baş e em guh bidin gotinên dewletê û doxdira, yên ku bi îtbar in (Bixûne Metelok 14:15). Koma Rêberiyê û Beytel pêşiya ku derheqa civîna û xizmetkirinê rêberiyê bidin, ewana her tiştî dikin, wekî înformasiya rast dest xin (Îbranî 13:17). Hergê em guh bidin vê rêberiyê, emê sax-silametiya xwe û ya kesên din jî biparêzin. Usa jî emê ça Şedên Yehowa ber çevê xelqê navekî baş qazanc kin (1 Petrûs 2:12).

GUH BIDE QANÛNA YEHOWA DERHEQA XÛNÊ

13. Em ça nîşan dikin, wekî em qîmeta jîyînê zanin, çaxê derheqa xûnê gura qanûna Yehowa dikin?

13 Gelek meriv zanin wekî em ça Şedên Yehowa berîdayîna xûnê qebûl nakin, çimkî xûn ber çevê me pîroz e. Em guh didin qanûna Yehowa derheqa xûnê û hela hê halekî çetinda jî, em xûnê berî xwe nadin (Karên Şandiya 15:28, 29). Lê ev nayê hesabê ku em dixwazin bimirin. Jîyîn ber çevê me gelekî qîmet e. Lema jî em diçin bal doxdirên usa ku hazir in qenckirina herî baş bidine me, lê bê berîdayîna xûnê.

14. Em çawa dikarin kêm bikevine qeziya?

14 Hergê em li gora şîretên vê gotarêda jîyîna xwe biparêzin, wî çaxî em dikarin kêm rastî nexweşiyên giran bên, û kêm hewcê opêrasiyayê bin. Lê hergê tiştekî usa lazim be jî, vê yekê bîr neke: Merivê ku rind miqatî siheta xwe dibe, paşî opêrasiyayê zû qenc dibe. Usa jî, hergê em malda û ser xebata xwe fesal bin, û guh bidin qanûnên trafîkê, emê kêm bikevine qeziya.

Em jîyînê qîmet dikin, lema jî blanka bona xûnê tije dikin û timê tevî xwe hildidin (Binihêre abzasa 15) c

15. (a) Çima gelek ferz e ku em blanka xûnê timê cem xwe bihêlin? (Binihêre usa jî şikil.) (b) Çawa ku vîdêoyêda hatibû nîşan kirinê, em çawa dikarin derheqa xûnê safîkirinên baş bikin?

15 Em bona jîyînê gelek razî ne, lema jî em blanka xûnê tije dikin û timê cem xwe dihêlin. Vê blankêda, em xwestina xwe derheqa berîdayîna xûnê û hine cûrên qenckirinê dinivîsin. Gelo ev blanka xûnê cem te tijekirî ye û teze ye? Hergê na, vê yekê zû bike. Hergê em xwestina xwe bi zelalî binivîsin, emê bona xeberdana tevî doxdira wexta xwe unda nekin û qenckirinê zû destpêkin. Usa jî, doxdir wê bivînin ku em kîjan qenckirin yan dermanên ku dikarin zirarê bidine me, qebûl nakin. b

16. Hergê em nizanin ça blanka xûnê tije kin, em dikarin çi bikin?

16 Em cahil bin yan sihet-qewata me baş be, dîsa jî qezî dikarin biqewimin û em dikarin nexweş kevin (Waîz 9:11). Lema jî gelek ferz e ku em blanka bona xûnê tije kin. Hergê tu nizanî ça vê blankê tije kî, tu dikarî ji rûspiyên civata xwe alîkariyê bixwazî. Ewana zanin ku ça vê blankê tije kin. Lê ewana nikarin dewsa te safîkirina bikin. Ev cabdariya te ye (Galatî 6:4, 5). Ewana dikarin tera bêjin ku çi mecal hene û tu çawa dikarî xwestinên xwe binivîsî.

SERWAXT Û BERBIHÊR BE

17. Em çawa dikarin aliyê sihet-qewatêda berbihêriyê nîşan kin?

17 Aliyê sihet-qewat û cûrê qenckirinêda, em gelek safîkirinên xwe li gora îsafa xweye bi Kitêba Pîroz hînkirî dikin (Karên Şandiya 24:16; 1 Tîmotêyo 3:9). Gava em safîkirinên usa dikin, û tevî kesên din derheqa vê yekê xeber didin, wê baş be ku em gotinên ji Fîlîpî 4:5 bîr nekin: “Bira berbihêriya we hemû merivava eyan be”. Hergê em berbihêr û serwaxt bin, emê derheqa sihet-qewata xwe gelek xem nekin. Usa jî, emê zorê nedin kesên din ku ewana nihêrandina me qebûl kin. Hergê xûşk-birên me safîkirinên cude bikin jî, dîsa jî emê wana hiz bikin û qedirê wan bigirin, û nihêrandina xwe hindava wanda neguhêzin (Romayî 14:10-12).

18. Em çawa dikarin nîşan kin ku em bona jîyînê razî ne?

18 Hergê em jîyîna xwe biparêzin û bi dil û can Yehowara xizmet bikin, emê razîbûna xwe wîra nîşan kin. Ew Kaniya jîyînê ye (Eyantî 4:11). Yazix, îro em nexweş dikevin û rastî qeziya tên. Lê Efirandarê me jîyîneke usa bona me nedixwest. Zûtirekê, Xwedê wê jîyîna heta-hetayê bide me. Wî çaxî, tu kes wê êşê nekişîne û nemire (Eyantî 21:4). Lê şikir ji Bavê meyî ezmanara ku em niha dijîn û wîra xizmet dikin!

KILAMA 140 Va Emirê Her-Heyî!

a Eva gotara wê alî me bike ku em diha zêde jîyînê qîmet kin. Gava qezîk biqewime, gelo em çawa dikarin sihet-qewata xwe û jîyîna xwe biparêzin? Gelo em çawa dikarin fesal bin û ji gelek qeziya xwe biparêzin? Gelo em çawa dikarin nihada xwe bona teşqeleke tebiyetê hazir kin. Vê gotarêda, emê cabên van pirsa bistînin.

b Ser jw.org binihêre vîdêo bi navê Ça Safîkirinên Rast Bikin bona Qenckirina Bêxûn.

c ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: Birakî cahil blanka bona xûnê tije dike û timê cem xwe dihêle.