Here Naverokê

Here naverokê

Tewsiyeyên ji bo Bikaranîna JW.ORG

Tewsiyeyên ji bo Bikaranîna JW.ORG

Tiştên ku di Rûpela Serî de Derketibûn Dîsa Bibîne

Gelek xwişk û birayên me tiştên ku di rûpela serî de derdikevin ji bo xizmetê bi kar tînin. Di van vîdeo û meqaleyan de gelek caran tê şîrovekirin ku halê dinyayê çawa nîşan dide ku sozên Kitêba Pîroz tên cih. Lînkên wan dikarin bi hêsanî bên parvekirin. Birayekî nivîsand ku vîdeo û meqaleyên di rûpela serî de “ji bo xizmeta me ya niha tam tiştê herî rast e”.

Lê ji ber ku rûpela serî tim tê nûkirin, ev pirs tê meydanê: Gelo tu çawa dikarî tiştên ku di rûpela serî de derketibûn dîsa bibînî?

  • Di rûpela serî de nêzîkî tiştên “Rojane”, li ser lînka “Zêdetir Nîşan Bide” bitikîne. Ev lînk cihê “Rûpela Serî – Tiştên Nû” vedike. Li wir, tu dikarî tiştên ku berê di rûpela serî de derketibûn dîsa bibînî.

  • Li ser jw.org yan di JW Library® de, pêşî “Kitêbxane”, paşê “Rêzên Meqaleyan” û paşê jî “Mijarên Din” hilbijêre. Ev qisim gelek tiştên ku berê di rûpela serî de derketibûn di nav xwe de dihewîne.