Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 12

Bi Rêya Tiştên Xuliqandî Nêzîktirî Yehowa Bibe

Bi Rêya Tiştên Xuliqandî Nêzîktirî Yehowa Bibe

“Hê ji afirandina dinyayê ve hêza wî ya herheyî û Xwedêtiya wî, bi ser ku nayên dîtin jî, bi tiştên ku hatine çêkirin bi zelalî tên dîtin” (ROMAYÎ 1:20).

KILAM 6 Ezman Mezinahiya Xwedê Eyan Dike

PÊŞGOTIN a

1. Eyûb çawa Yehowa baştir nas kir?

 EYÛB di jiyana xwe de bi gelek kesan re sohbet kiribû, lê sohbeta wî ya bi Yehowa Xwedê re ya herî bitesîr bû. Yehowa bala Eyûb kişand ser çend tiştên ku di tebîetê de bêemsal in. Bi vî awayî, Eyûb fehm kir ku hîkmeta Xwedê bêqisûr e û ew dikare li xizmetkarên xwe xwedî derkeve. Mesela, Xwedê ev yek anî bîra Eyûb: Çawa ku Ew li heywanan xwedî derdikeve, ew dikare li Eyûb jî xwedî derkeve (Eyûb 38:39-41; 39:1, 5, 13-16). Ji ber ku Eyûb baş bala xwe dida tiştên afirandî, ew li ser sifetên Yehowa gelek tiştên biqîmet hîn bû.

2. Çima carinan zehmet e ku em baş bala xwe bidin tebîetê?

2 Eger em baş bala xwe bidin tiştên ku Xwedê çêkirine, emê jî di heqê wî de gelek tiştan bielimin. Lê ev yek carinan zehmet e. Mesela, belkî fersenda kesên ku li bajaran dimînin kêm e ku her roj li tebîetê mêze bikin. Kesên ku li gundan dijîn jî, belkî wextê nabînin ku baş li tebîetê binêrin. Niha, emê bibînin ku çima hêja ye ku em wextê veqetînin û baş bala xwe bidin tebîetê. Wekî din, emê bibînin ku Yehowa û Îsa Mesîh çawa bi rêya tiştên xuliqandî hîn dikir û ji bo ku em ji tebîetê hîn bibin, gerek em çi bikin.

ÇIMA GEREK EM BALA XWE BIDIN TIŞTÊN XULIQANDÎ?

Yehowa dixwest ku Adem ji tebîetê û ji navlêkirina heywanan kêfê bistîne (Li paragrafa 3yan binêre)

3. Em ji ku dizanin ku Yehowa dixwest ku Adem ji tebîetê kêfê bistîne?

3 Yehowa dixwest ku mirovê pêşîn, yanî Adem, ji tebîetê kêfê bistîne. Xwedê ew di baxçeyekî xweşik de cihwar kir, da ku ew lê bigere, lê xwedî derkeve û cenetê li dinyayê mezintir bike (1. Mûsa 2:8, 9, 15). Adem, gava didît ku toxim çawa şîn dibin û kulîlk çawa vedibin, gelekî kêfa wî dihat. Çi îmtiyazeke mezin bû ku wî bala xwe dida baxçeyê Adenê! Wekî din, Yehowa wezîfe da Adem ku navan li hemû heywanan bike (1. Mûsa 2:19, 20). Helbet, Yehowa bi xwe dikaribû ev kar bikira. Li şûna vê, wî ev kar da Adem. Bê şik, Adem ewilî baş li hal û hereketên her heywanekî mêze dikir û paşê nav li wan dikir. Gelek kêfa Adem ji vî karî re dihat. Bê guman, vî karî alî Adem dikir ku ew ji bo hîkmet, huner û îşên Bavê xweyî ezmanî zêdetir şikirdar be.

4. (a) Çima gerek em bala xwe bidin tiştên ku Xwedê xuliqandine? (b) Ji nav tiştên ku Xwedê xuliqandine, tu herî zêde ji çi hez dikî?

4 Gelo çima gerek em rind bala xwe bidin tiştên xuliqandî? Ji ber ku Yehowa vê yekê ji me dixwaze. Ew ji me re dibêje: “Çavên xwe hildin û bibînin! Ma kê ev afirandin?” Cewaba vê pirsê eşkere ye (Îşaya 40:26, Mizgînî). Yehowa ne tenê hemû tiştên li ezmanan, lê hemû tiştên li erdê û di behrê de jî afirandine. Em dikarin ji van îşên Xwedê gelek tiştan hîn bibin (Zebûr 104:24, 25). Û bifikire ku Xwedê çawa em xuliqandine. Wî em wisa xuliqandine ku em dikarin ji xweşikiya tebîetê kêfê bistînin. Wekî din, Yehowa Xwedê pênc awayên pêhesînê dane me – dîtin, bihîstin, destdayîn, tehmkirin û bêhnkirin. Bi van pêhesînan, em dikarin ji tiştên ku Xwedê xuliqandine gelek kêfê bistînin.

5. Çima gelek bifeyde ye ku em li ser tiştên xuliqandî kûr bifikirin? (Romayî 1:20)

5 Kitêba Pîroz ji me re sebebekî din ê muhîm dibêje ku çima gerek em bala xwe bidin tiştên xuliqandî. Bi rêya tiştên xuliqandî, em dikarin sifetên Yehowa baştir nas bikin (Romayî 1:20 bixwîne). Mesela, li tiştên ku Xwedê xuliqandine binêre û bibîne ku ew çi qas xweşik in. Ma ev tişt hîkmeta Xwedê nîşan nadin? Wekî din, ka bifikire ku çi qas xwarinên cuda hene ku em dikarin ji wan kêfê bistînin. Ev yek nîşanî me dide ku Yehowa çi qas ji me hez dike. Wexta ku em sifetên Yehowa di tebîetê de bibînin, emê wî baştir nas bikin û nêzîktirî wî bibin. Niha, emê bibînin ku Yehowa çawa bi destê tiştên xuliqandî dersên muhîm dide me.

XWEDÊ XWE BI RÊYA TIŞTÊN XULIQANDÎ DIDE NASKIRIN

6. Em dikarin ji koçkirina teyran çi bielimin?

6 Yehowa ji bo her tiştî wext daniye. Her sal di navbera meha Sibat û nîvê Gulanê de, Îsraêliyan dikaribû bibînin ku legleg çawa di ser welatê wan re ber bi bakur ve difiriyan. Legleg wexta koçkirina xwe rind dizanin (Yêremya 8:7). Çawa ku Yehowa ji bo koçkirina leglegan wext daniye, wî ji bo bicihanîna hukmê xwe jî wext daniye. Îro, gava em koçkirina teyran dibînin, tê bîra me ku Yehowa ji bo dawiya vê dinyaya xerab wext daniye (Habaqûq 2:3).

7. Mêzekirina li firîna teyran çi tîne bîra me? (Îşaya 40:31)

7 Yehowa qewetê dide xizmetkarên xwe. Bi destê Îşaya pêxember, Yehowa soz da Îsraêliyan ku eger ew bê qewet û bê cesaret bin, ewê qewetê bide wan ku ew bikaribin ‘mîna qertelan baskên xwe vekin û bilind bibin’ (Îşaya 40:31 bixwîne). Îsraêliyan didît ku qertel çawa bi qeweteke kêm per û baskên xwe li ba dixistin û difiriyan. Çawa ku Yehowa qewetê dide van teyran, ew dikare qewetê bide xizmetkarên xwe jî. Gava tu bibînî ku teyrek bi baskên xwe bilind bilind difire, bîne bîra xwe ku Yehowa dikare alî te jî bike ku tu li hemberî problemên xwe bi ser bikevî.

8. Eyûb ji tiştên ku Yehowa xuliqandine çi elimîbû, û em dikarin çi bielimin?

8 Yehowa hêja ye ku em baweriya xwe pê bînin. Yehowa alî Eyûb kir ku ew zêdetir baweriya xwe pê bîne (Eyûb 32:2; 40:6-8). Di sohbeta tevî Eyûb de, Yehowa bala wî kişand ser stêrk, ewr û birûskan. Wekî din, Yehowa ji wî re behsa heywanên wek gayên kovî û hesp jî kir (Eyûb 38:32-35; 39:9, 19, 20). Ev hemû tişt ne tenê qudreta Xwedê, lê hezkirin û hîkmeta wî jî nîşan didin. Piştî vê sohbetê, Eyûb zêdetir îtibara xwe bi Yehowa anî (Eyûb 42:1-6). Bi eynî awayî, mêzekirina li tiştên afirandî tîne bîra me ku hîkmet û qudreta Yehowa di ser ya her kesî re ye. Ew wisa jî dikare hemû problemên me çareser bike. Ev fikra hanê dikare baweriya me ya bi wî xurttir bike.

ÎSA MESÎH BI RÊYA TIŞTÊN XULIQANDÎ BAVÊ XWE DIDA NASKIRIN

9-10. Em ji şewqa rojê û ji baranê li ser Yehowa çi dielimin?

9 Îsa Mesîh di heqê tebîetê de gelek tişt dizanibûn. Wek “hoste”, wî di dema afirandina erd û ezmanan de bi bavê xwe re hevkarî dikir (Methelokên Silêman 8:30). Paşê, gava Îsa Mesîh li dinyayê bû, wî bi rêya tiştên afirandî alî şagirtên xwe dikir ku ew Bavê wî nas bikin. Emê niha li çend mîsalan binêrin.

10 Yehowa hezkirina xwe ji her kesî re nîşan dide. Di Weaza li ser Çiyê de, Îsa Mesîh bala guhdarên xwe kişand ser du tiştên xuliqandî, yên ku ji bo gelek kesan ne tiştên xisûsî ne: şewqa rojê û baran. Bê şewqa rojê û bê baranê jiyan nabe. Yehowa dikaribû ev tişt nedana mirovên ku ji wî re xizmetê nakin. Li şûna vê, ji ber ku Yehowa ji me hez dike, wî şewqa rojê û baran daye her kesî (Metta 5:43-45). Bi vê mîsalê, Îsa Mesîh nîşan da ku Yehowa dixwaze ku em ji her kesî hez bikin. Gava roj diçe ava yan piştî baraneke hênik, bîne bîra xwe ku Yehowa ji her kesî hez dike. Mîsala wî dilê me xurt dike ku em eynî hezkirinê ji hemû mirovan re nîşan bidin û bê ferq ji her kesî re behsa xebera xêrê bikin.

11. Mêzekirina li teyran çawa dikare dilê me rihet bike?

11 Yehowa tiştên ku ji bo jiyanê lazim in dide me. Di eynî Weaza li ser Çiyê de, Îsa Mesîh gotibû: “Li teyrên ezmanan binêrin! Ew ne diçînin, ne didirûn û ne jî di embaran de dicivînin. Dîsa jî Bavê we yê li ezmanan wan têr dike. Ma hûn ne di ser wan re ne?” (Metta 6:26). Gava Îsa Mesîh ev tişt ji guhdaran re digotin, dibe ku wan didît ku teyr di ser wan re difirin. Bi van gotinên dilovan, Îsa Mesîh ji me re dibêje ku Xwedê wê li me xwedî derkeve (Metta 6:31, 32). Ev dersa ji tebîetê îro jî qewetê dide me. Li Spanyayê, xwişkeke ciwan xemgîn bû, çimkî wê nikaribû ji xwe re malek bidîta. Gava wê dît ku çivîk çawa toximan dixwin, halê wê baştir bû. Ew dibêje: “Çivîkan ev yek anî bîra min: Çawa ku Yehowa wan xwedî dike, ewê min jî xwedî bike.” Piştî wexteke kin, xwişka me ji xwe re malek dît.

12. Em ji Metta 10:29-31 li ser Yehowa çi dielimin?

12 Yehowa qîmetê dide her yekî ji me. Berî ku Îsa şagirtên xwe şandin xizmetê, wî alî wan kir ku ew ji tirsa muxalefetê xelas bibin (Metta 10:29-31 bixwîne). Wî behsa çivîkeke ku li Îsraêlê gelek hebû kir. Di rojên Îsa Mesîh de, qîmeta van çivîkan pir kêm bû. Lê wî ji şagirtên xwe re got: “Dîsa jî bê destûra Bavê we yek ji wan nakeve erdê. … Loma netirsin, hûn ji gelek çivîkan hêjatir in.” Bi van gotinan, Îsa Mesîh dilê şagirtên xwe xurt kir ku her yek ji wan li ber çavê Yehowa biqîmet e. Loma ne hewce ye ku ew ji xelkê bitirsin. Bê guman, gava şagirtên Îsa Mesîh xebera xêrê li gund û bajaran belav dikir û çivîk didîtin, gotinên Îsa Mesîh dihatin bîra wan. Îcar her cara ku tu çivîkên biçûk dibînî, bîne bîra xwe ku tu jî li ber çavê Yehowa pir biqîmet î, çimkî tu “ji gelek çivîkan hêjatir” î. Ji ber ku Yehowa bi te re ye ne hewce ye ku tu ji kesên din bitirsî (Zebûr 118:6).

EM ÇAWA DIKARIN BI RÊYA TEBÎETÊ YEHOWA BAŞTIR NAS BIKIN?

13. Ji bo ku em bikarin ji tebîetê bielimin, gerek em çi bikin?

13 Em dikarin ji tebîetê gelek dersên din li ser Yehowa hîn bibin. Gelo çawa? Ewilî, gerek em wexta xwe ji bo mêzekirina li tebîetê veqetînin. Dû re, gerek em bifikirin ku tebîet di heqê Yehowa de çi eşkere dike. Carinan ne hêsan e ku em wisa bikin. Gêraldine, xwişkeke ji Kamerûnê, wisa dibêje: “Ez li bajêr mezin bûm, loma min pir xîret dikir ku ez bala xwe bidim tebîetê.” Rîspiyekî bi navê Alfonso wisa dibêje: “Min ev yek fehm kir: Ji bo ku ez bi tena serê xwe li tebîetê mêze bikim û kûr bifikirim ku ew li ser Yehowa çi eşkere dike, lazim e ku ez wexta xwe veqetînim.”

Dawid li tiştên afirandî mêze dikir û kûr difikirî ku ew li ser Yehowa çi nîşan didin (Li paragrafa 14an binêre)

14. Gava Dawid li ser tiştên ku Yehowa çêkirine kûr difikirî, ew çi hîn bû?

14 Dawid li ser tiştên xuliqandî kûr difikirî. Wî ji Yehowa re got: “Gava ku ez dinêrim li ezman, karê destê te, heyv û stêran, hingê dipirsim ez ji xwe: ‘Mirov çi ye ku tu wî bibîr bînî?’” (Zebûr 8:3, 4). Erê, gava Dawid bi şev li ezmanan mêze dikir, dilê wî bi stêrkan şa dibû. Ji xeynî vê, ew kûr difikirî ku stêrk li ser Yehowa çi nîşanî wî didin. Ew hîn bû ku qudret û hîkmeta Yehowa çi qas mezin e. Wekî din, Dawid dianî ber çavê xwe ku ew çawa di zikê dayika xwe de mezin bûbû. Gava ew difikirî ku bedena wî çi qas balkêş hatiye afirandin, şikirdariya wî ji bo hîkmeta Xwedê zêdetir dibû (Zebûr 139:14-17).

15. Tu kîjan sifetên Yehowa di tebîetê de dibînî? Mîsalan bide (Zebûr 148:7-10).

15 Mîna Dawid, em jî dikarin li tiştekî ku di tebîetê de heye mêze bikin û kûr li ser wî bifikirin. Eger tu li derdora xwe mêze bikî, tuyê gelek sifetên Yehowa di tebîetê de bibînî. Mesela, gava şewqa rojê te germ dike, li ser qudreta Yehowa bifikire (Yêremya 31:35). Gava tu dibînî ku çivîkek çawa hêlîna xwe çêdike, li ser hîkmeta Xwedê bifikire. Gava tu mêze dikî ku cewrik çawa hewl dide ku dûvika xwe bigire, bîne bîra xwe ku Yehowa ji henekan hez dike. Gava tu dibînî ku dayikek çawa bi zarokê xwe re dilîze, ji Yehowa re ji bo hezkirina wî şikir bike. Belê, gelek fersendên me hene ku em bi rêya tiştên xuliqandî nêzîktirî Yehowa bibin, çimkî hemû îşên wî – çi mezin, çi biçûk, çi nêzîk, çi dûr – pesnê wî didin (Zebûr 148:7-10 bixwîne).

16. Em bi dil û can dixwazin çi bikin?

16 Xwedayê me bihîkmet, dilovan, biqudret û xwedî huner e. Eger em baş li tebîetê mêze bikin, emê van hemû sifetan û yên din jî bibînin. Em dikarin ji xwe re bikin adet ku em li tebîetê mêze bikin û bifikirin ku ew li ser Yehowa çi dielimîne. Eger em wisa bikin, emê nêzîktirî Xaliqê xwe bibin (Aqûb 4:8). Di meqaleya din de, emê bibînin ku dê û bav çawa dikarin alî zarokên xwe bikin ku ew bi rêya tiştên xuliqandî nêzîkî Yehowa bibin.

KILAM 5 Karên Ecêb ên Xwedê

a Yehowa her tişt bi awayekî bêemsal xuliqandiye. Ji enerjiya rojê bigire heta pelên kulîlkan, îşên Xwedê me ecêbmayî dihêlin. Em dikarin ji tiştên xuliqandî bielimin ku şexsiyeta Yehowa çawa ye. Di vê meqaleyê de, emê bibînin ku çima gerek em wexta xwe ji bo mêzekirina li tebîetê veqetînin û ev yek çawa dikare alî me bike ku em nêzîktirî Xwedê bibin.