Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 12

Bi Saya Efrîna Derheqa Yehowa Pêbihese

Bi Saya Efrîna Derheqa Yehowa Pêbihese

“Ji efirandina dinyayêda hunurên wiye nexuya, . . . bi efirîna xuya dibin, zelal têne dîtinê” (ROMAYÎ 1:20).

KILAMA 6 Ezman Rûmeta Yehowa Eyan Dike

VÊ GOTARÊDA a

1. Îbo çawa Yehowa diha baş nas kir?

 ÎBO jîyîna xweda tevî gelek meriva xeber dida, lê xeberdana wî tevî Yehowa xeberdaneke lape mexsûs bû. Yehowa dîna Îbo kişande ser çend efrînên xwe. Bi vê yekê, Îbo fem kir ku bîlaniya Xwedê bêqisûr e û ew dikare xizmetkarên xwe bibe xweyî. Mesele, Xwedê anî bîra Îbo, ku hergê Ew bona heywana xem dike, Ewê eseyî bona wî jî xem bike (Îbo 38:39-41; 39:1, 5, 13-16). Îbo rind dîna xwe dida efrîna, lema jî ew derheqa hunurên Yehowa gelek tiştên qîmet hîn bû.

2. Çira carna çetin e ku em dîna xwe bidine tebyetê?

2 Hergê em rind dîna xwe bidine tiştên ku Xwedê efirandine, emê jî derheqa Wî gelek tişta pêbihesin. Lê ev yek carna çetin e. Mesele, hergê em şeherda dimînin em nikarin bi temamî dîna xwe bidine tebiyetê. Lê kesên ku ji şeher der dimînin, kîderê ku tebiyet heye, diqewime wedê wan tune ye, ku dîna xwe bidine tebiyetê. Niha, emê bivînin ku çira lazim e, wekî em wede veqetînin ku rind dîna xwe bidine tebyetê. Usa jî emê pêbihesin ku Yehowa û Îsa çawa efrîn didane xebatê, wekî meriva hîn kin û em ji tebiyetê çi dikarin hîn bin.

ÇIRA EM GEREKÊ DÎNA XWE BIDINE EFRÎNA?

Yehowa dixwest ku Adem ji tebiyetê û ji navkirina heywana şabûnê bistîne (Binihêre abzasa 3)

3. Em ji ku zanin wekî Yehowa dixwest ku Adem ji tebiyetê şabûnê bistîne?

3 Yehowa dixwest ku merivê pêşin, Adem, ji efrîna şabûnê bistîne. Xwedê ew baxçekî bedewda cî-war kir, wekî ew lê bibe xweyî û hêdî-hêdî temamiya erdê bike cinet (Destpêbûn 2:8, 9, 15). Çaxê Adem didît ku toxim çawa şîn dibin û kulîrk çawa vedibin, hewasa wî gelekî wê yekêra dihat. Çi qedirekî mezin bû, ku ewî xweyîtî baxçê Êdênê dikir! Usa jî, Yehowa cabdarî da Adem, ku ew nava dayne ser hemû heywana (Destpêbûn 2:19, 20). Hemikî, Yehowa xwexa dikaribû ev yek bikira. Lê dewsê, ewî ev cabdarî da destê Adem. Bêşik, Adem berî pêşin ça lazim e dîna xwe dida heywana û paşê nav dida ser wan. Ev şixul gelek Adem xweş dihat. Ev yek alî wî dikir wekî ew diha zêde bîlanî, hunur û kirên Bavê xweyî ezmana bişêkirîne.

4. (a) Çima gerekê em dîna xwe bidine efrînên Xwedê? (b) Ji efrînên Xwedê tu herî zêde çi hiz dikî?

4 Gelo çira em gerekê rind dîna xwe bidine efrîna? Çimkî Yehowa dixwaze wekî em vê yekê bikin. Ew mera dibêje: “Çevên xwe hildin û bibînin! Gelo kê ev efirandin?” Caba vê pirsê zelal e (Îşaya 40:26, ÎM). Yehowa ne tenê hemû tiştên ser ezmana, lê hemû tiştên ser erdê û binê berê jî efirandine. Em dikarin ji van karên destê Xwedê gelek tişta hîn bin (Zebûr 104:24, 25). Û bifikire ku Xwedê ça em efirandine. Ewî em usa efirandine ku em dikarin ji bedewbûna tebiyetê şabûnê bistînin. Usa jî Yehowa Xwedê pênc tiştên ferz dane me, em dikarin bivînin, bibihên, bînê hildin, tema têderxin û tişta texmîn kin. Bi saya van tişta, em dikarin ji efrînên Xwedê şabûnê bistînin.

5. Li gora Romayî 1:20 em çi karê distînin gava dîna xwe didine efrînên Yehowa?

5 Kitêba Pîroz mera derheqa menîke din jî dibêje, ku çira gerekê em dîna xwe bidine efrîna. Bi saya efrîna em dikarin diha baş derheqa hunurên Yehowa pêbihesin (Bixûne Romayî 1:20). Mesele, dîna xwe bide efrînên Xwedê û bivîne ku ewana çiqas bedew in. Gelo ev tişt bîlaniya Xwedê nîşan nakin? Usa jî bifikire ku çiqas cûre-cûre xwarin heye ji kîjana em dikarin lezetê bistînin. Ev yek nîşanî me dike, wekî Yehowa çiqas me hiz dike. Çiqas zêde em dîna xwe didine tebiyetê, haqas diha baş em derheqa hunurên Yehowa pêdihesin û nêzîkî wî dibin. Niha emê bivînin ku Yehowa ça bi saya efrînên xwe dersên ferz me hîn dike.

XWEDÊ EFRÎNA DIDE XEBATÊ WEKÎ EM DIHA BAŞ WÎ NAS KIN

6. Em dikarin ji koçkirina teyreda çi hîn bin?

6 Yehowa bona her tiştî wede kifş kiriye. Her sal ji xilaziya meha Sibatê heta nîvê meha Gulanê, Îsraêliya dikaribûn bivînin ku legleg çawa berbi bakurê difirin. Legleg wexta koçkirina xwe rind zanin (Yêremya 8:7). Çawa ku Yehowa bona koçkirina leglega wext daniye, ewî usa jî bona dîwankirina vê dinyayê wext kifş kiriye. Îro, gava em koçkirina teyreda divînin, ev yek dike bîra me, wekî Yehowa bona kutakirina vê dinya xirab jî wext kifş kiriye (Hebaqûq 2:3).

7. Gava em dîna xwe didinê ku teyr çawa difirin, ev yek çi tîne bîra me? (Îşaya 40:31)

7 Yehowa qewatê dide xizmetkarên xwe. Bi saya Îşaya pêxember, Yehowa soz da Îsraêliya ku hergê ewana bê qewat û dilteng bin, ewê qewatê bide wan ku ewana bikaribin mîna ‘teyra baskên xwe vekin û bilind bibin’ (Bixûne Îşaya 40:31). Îsraêliya didîtin ku teyr çawa bi saya hulma hewayê difiriyane jor, û ev yek alî wan dikir wekî qewata wan kêm bê xerckirinê. Çawa ku Yehowa qewatê dide teyra, ew dikare qewatê bide xizmetkarên xwe jî. Gava tu bivînî çawa teyrek bilind difire, bîne bîra xwe ku Yehowa dikare alî te jî bike, wekî tu ber çetinayên xwe sebir kî.

8. Îbo ji efrînên Yehowa çi hîn bû, û em dikarin çi hîn bin?

8 Yehowa hêja ye ku em baweriya xwe wî bînin. Yehowa alî Îbo kir, wekî ew diha zêde baweriya xwe wî bîne (Îbo 32:2; 40:6-8). Wedê xeberdana tevî Îbo, Yehowa dîna wî kişande ser steyrk, ewr û birûskê. Usa jî, Yehowa wîra besa heywana kir, mesele gayê beyanî û hesp (Îbo 38:32-35; 39:9, 19, 20). Ev hemû tişt ne tenê qewata Xwedê, lê hizkirin û bîlaniya wî jî didine kifşê. Paşî vê xeberdanê, Îbo diha zêde îtbariya xwe Yehowa anî (Îbo 42:1-6). Bi vî cûreyî gava em dîna xwe didine efrîna, ev yek tîne bîra me, wekî bîlanî û qewata Yehowa ser ya her kesîra ye. Ew usa jî dikare hemû problêmên me safî ke û wê hema usa jî bike. Zanebûna vê yekê alî me dike, wekî em diha zêde îtbariya xwe Yehowa bînin.

ÎSA BI SAYA EFRÎNA DERHEQA BAVÊ XWE HÎN DIKIR

9-10. Em ji şewqa tevê û baranê, derheqa Yehowa çi pêdihesin?

9 Îsa derheqa tebyetê gelek tişt zanibû. Çawa hoste, wedê efirandina erd û ezmana, ewî tevî bavê xwe hevkarî dikir (Metelok 8:30). Paşê gava Îsa hate ser erdê ewî bi saya efrîna alî şagirtên xwe dikir, wekî ewana Bavê wî nas bikin. Emê niha çend mesela şêwir kin.

10 Yehowa hizkirina xwe her kesîra dide kifşê. Wedê Xizmetiya ser Çiyê, Îsa dîna guhdarên xwe kişande ser şewqa tevê û baranê, kîjan ku bona gelek meriva tiştên ecêbmayî nînin. Jîyîn bê şewqa tevê û bê baranê nabe. Yehowa dikaribû ev tişt nedana merivên ku wîra xizmet nakin, lê ew bi hizkirinê şewqa tevê û baranê dide her kesî (Metta 5:43-45). Bi vê meselê Îsa nîşan kir, wekî Yehowa dixwaze ku em her kesî hiz bikin. Mesele, çaxê ro diçe ava yan jî baraneke xweş dibare, bîne bîra xwe ku Yehowa her kesî hiz dike. Ev yek me hêlan dike, wekî em jî hemû merivara hizkirinê bidine kifşê û her kesîra mizgîniyê bela kin.

11. Gava em dîna xwe didine çivîka, ev yek çawa dilbîniyê dide me?

11 Yehowa tiştên ku bona jîyînê lazim in, dide me. Usa jî wedê Xizmetiya ser Çiyê, Îsa usa got: “Dîna xwe bidine teyredên ezmên. Ewana ne direşînin, ne didirûn û ne jî embarada dicivînin, lê Bavê weyî Ezmana risqê wan digihîne. Ne hûn ji wan qîmettir in?” Diqewime gava Îsa ev yek gote wan, wê demê wana dîna xwe didane çivîkên ezmên (Metta 6:26). Bi van giliyên dilovan, Îsa mera dibêje, wekî Xwedê wê me bibe xweyî û bona hewcên me xem bike! (Metta 6:31, 32) Ev dersa ji tebyetê îro jî dilbîniyê dide me. Îspanyayêda xûşkeke cahil xemgîn bû, çimkî ewê nikaribû xwera malek bidîta. Gava ewê dît ku çivîk çawa toxim dixwin, ewê dilbîniyê stand. Ew dibêje: “Çivîka anîne bîra min, ku hergê Yehowa wana xwey dike, ewê min jî xwey ke”. Hine wext şûnda, xûşka me xwera malek dît.

12. Em ji Metta 10:29-31 derheqa Yehowa çi pêdihesin?

12 Yehowa her kesî ji me qîmet dike. Pêşiya ku Îsa şagirtên xwe şande xizmetiyê, ewî alî wan kir, wekî ewana tirsa ber meriva alt kin (Bixûne Metta 10:29-31). Ewî wanra besa çivîka kir, yên ku Îsraêlêda gelek belabûyî bûn. Rojên Îsada çivîkên usa yên lape erzan bûn. Lê ewî şagirtên xwera got: “Lê yek jî ji wan bêyî emirê Bavê we nakeve erdê”. Paşê ewî zêde kir: “Hûn ji gelek çivîka qîmettir in”. Bi van giliya Îsa dilê şagirtên xwe qewî kir, ku her yek ji wan ber çevê Yehowa qîmet e. Lema jî ne lazim e ku ewana peyketina bitirsin. Bêşik, gava şagirtên Îsa mizgînî li gund û bajara bela dikirin û çivîk didîtin, gotinên Îsa dihatin bîra wan. Niha her car gava tu çivîkên biçûk bivînî, bîne bîra xwe wekî tu ber çevê Yehowa “ji gelek çivîka qîmettir” î. Yehowa tevî te ye, lema jî ne lazim e wekî tu meriva bitirsî (Zebûr 118:6).

EM ÇAWA DIKARIN BI SAYA TEBIYETÊ DIHA BAŞ YEHOWA NAS BIKIN?

13. Seva ku em bikaribin diha zêde Yehowa nas kin, gerekê em çi bikin?

13 Em dikarin ji tebyetê gelek tiştên din jî derheqa Yehowa pêbihesin. Gelo çawa? Ya ewlin, em gerekê wede veqetînin, seva ku dîna xwe bidine tebiyetê. Paşê em gerekê bifikirin ku tebiyet derheqa Yehowa çi eşkere dike. Carna hêsa nîne ku em usa bikin. Jêraldîn, xûşkeke ji Kamêrûnê, usa dibêje: “Ez şeherda mezin bûme, lema jî min her tişt dikir wekî dîna xwe bidime tebiyetê”. Rûspîk bi navê Alfonso usa dibêje: “Min fem kir wekî ez gerekê wede veqetînim seva ku dîna xwe bidime tebiyetê û kûr bifikirim, ku ew derheqa Yehowa çi min hîn dike”.

Dawid dîna xwe dida efrîna û kûr difikirî, ku ewana derheqa Yehowa çi hîn dikin (Binihêre abzasa 14)

14. Gava Dawid ser efrînên Yehowa kûr difikirî, ew çi hîn dibû?

14 Dawid ser efrîna kûr difikirî. Ewî Yehowara got: “Gava ez dîna xwe didime li ezmana, kirên tilî-pêçîyên Te, hîvê û steyrka, kîjan ku Te cî-war kirine, îdî çî ye însan ku Tu bîr tînî?” (Zebûr 8:3, 4). Belê, gava Dawid şev ezman dinihêrî, ew ne tenê vê yekêra firnaq dibû, lê ew usa jî kûr difikirî, ku steyrk derheqa Yehowa çi eyan dikin. Ew hê zêde derheqa qewat û bîlaniya Yehowa pêdihesiya. Usa jî, Dawid difikirî, ku ew çawa zikê dayîka xweda mezin dibû. Gava ew difikirî ku bedena wî çiqas hewas hatiye efirandinê, ew diha zêde bona bîlaniya Yehowa şêkirdar bû (Zebûr 139:14-17).

15. Tu kîjan hunurên Yehowa tebiyetêda divînî? Meselê bîne (Zebûr 148:7-10).

15 Mîna Dawid, em jî dikarin dîna xwe bidine tebiyetê û kûr ser bifikirin. Hergê tu der-dora xwe binihêrî, tuyê ji tebiyetê gelek tişt derheqa Yehowa pêbihesî. Mesele, gava şewqa tevê te germ dike, ser qewata Yehowa bifikire (Yêremya 31:35). Gava tu divînî ku çivîkek çawa hêlûna xwe çêdike, ser bîlaniya Xwedê bifikire. Gava tu divînî ku tûle çawa dide pey poça xwe, bizanibe ku Yehowa heneka hiz dike. Gava tu divînî ku dayîkek çawa tevî zara xwe dilîze, razîbûna xwe bona hizkirina Yehowa bide kifşê. Belê, gelek mecalên me hene ku em bi saya efrîna diha nêzîkî Yehowa bin, çimkî hemû efrînên wî ji biçûk heta mezin, pesinê wî didin (Bixûne Zebûr 148:7-10).

16. Em bi dil û can dixwazin çi bikin?

16 Xwedayê me bîlan, dilovan û qewat e û usa jî ew bi hizkirinê tije ye. Hergê em rind dîna xwe bidine tebiyetê, emê him van hunura him jî gelek hunurên Yehowaye din bivînin. Were em xwera bikine xeyset, wekî dîna xwe bidine efrîna û bifikirin ku ewana derheqa Yehowa çi me hîn dikin. Hergê em usa bikin, emê diha nêzîkî Efirandarê xwe bin (Aqûb 4:8). Gotara dinda emê bivînin, ku dê-bav çawa dikarin alî zarên xwe bikin, wekî ewana bi saya efrîna nêzîkî Yehowa bin.

KILAMA 5 Efirînên Destê Xwedê

a Her efrînên Yehowa mexsûs in. Ji ênêrjiya tevê destpêbûyî heta belgên kulîrkaye nazik, çêkirina destê Xwedê, me zendegirtî dikin. Em dikarin ji efrîna derheqa xeyset-hunurên Yehowa pêbihesin. Vê gotarêda emê bivînin ku çira em gerekê wede bivînin, ku dîna xwe bidine tebiyetê, û çira ev yek wê alî me bike nêzîkî Yehowa bin.