Here Naverokê

Here naverokê

Yehowa wê her tiştî bike ku navê wî her û her bê birûmetkirin

Pirsên Xwendevanan

Pirsên Xwendevanan

Meqaleya “Navê Te Pîroz Be” ya ji Birca Çavdêriyê, Hezîran 2020, fehmkirina me ya li ser navê Yehowa û serweriya wî çawa zelaltir kiriye?

Di wê meqaleyê de, em hîn bûn ku dozeke pir muhîm bi hemû mirovan û bi hemû melekan ve girêdayî ye. Ev doz li ser pîrozkirina navê Yehowa ye. Doza serweriyê – yanî pirsa gelo hukimdariya Yehowa ya herî baş e – qismekî vê doza mezin e. Wekî din, doza dilrastiya mirov qismekî din ê vê doza mezin e.

Gelo navê Yehowa û pîrozkirina navê wî çima meseleya sereke ya vê dozê ye? Ka em li ser sê sebeban lêkolîn bikin.

Ji wexta serhildana li baxçeyê Adenê û vir ve, Îblîs navê Xwedê bi derewan reş dike

A yekê, Îblîs hicûmî navê Yehowa kir. Li baxçeyê Adenê, Îblîs bi niyeta xerab pirsek ji Hewayê kir (1. Mûsa 3:1). Mexseda pirsa Îblîs ew bû ku Yehowa Xwedê wek yekî destgirtî nîşan bide û wek yekî ku ji bo xizmetkarên xwe qedexeyên nemaqûl datîne. Dû re, Îblîs gotinên Yehowa zivirandin û got ku Xwedê yekî derewkar e. Îcar wî navê Yehowa bi derewan reş kir. Ew bû “Îblîs”, yanî “îftiraker” (Yûhenna 8:44). Ji ber ku Hewayê bi derewên Îblîs bawer kir, wê ji Xwedê re îtaet nekir. Bi vî awayî, wê li hemberî serweriya Xwedê serî hilda (1. Mûsa 3:2-6). Ji wê rojê û vir ve, Îblîs navê Xwedê reş dike, û derewan li ser wî belav dike. Yên ku bi van derewan bawer dikin, bi îhtimaleke mezin guh nadin Yehowa. Loma îftiraya li dijî navê Yehowa yê pîroz ji bo xizmetkarên Xwedê neheqiya herî mezin e. Sebebê sereke yê kul û derd û xerabiyê ev e.

A diduyan, ji bo qenciya hemû mirov û melekan, Yehowa wê navê xwe pîroz bike û ji hemû derewan paqij bike. Ev yek ji bo Yehowa tiştê herî muhîm e. Loma, ew wisa dibêje: “Ez ê navê xwe yî mezin … pîroz bikim” (Hêzekîêl 36:23). Û Îsa Mesîh bi zelalî got ku gerek em di duayên xwe de berî her tiştî bibêjin: “Navê te pîroz be” (Metta 6:9). Kitêba Pîroz di gelek ayetan de nîşan dide ku birûmetkirina navê Yehowa çi qas muhîm e. Ka bala xwe bide van mîsalan: “Pesnê berziya [rûmeta] navê Xudan bidin” (Zebûr 96:8; 1. Dîrokan 16:29). “Ji navê wî yê berz [bilind] re lavijan bêjin” (Zebûr 66:2). “Ezê navê te her û her berz bikim” (Zebûr 86:12). Carekê Îsa Mesîh li îbadetgehê ji Yehowa re wisa got: “Bavo, navê xwe bi rûmet bike”. Yehowa ji ezmanan cewab da û got: “Min ew bi rûmet kir û ezê dîsa wî bi rûmet bikim” (Yûhenna 12:28). a

A sisêyan, mexseda Yehowa her tim bi pîrozkirina navê wî ve girêdayî ye. Piştî ceribandina dawîn, ya ku wê li pey Hukimdariya Mesîh ya Hezarsalî bê, çi wê biqewime? Wê çaxê, gelo hemû mirov û melek wê li ser navê Yehowa çi bifikirin? Ji bo cewaba vê pirsê ka em dîsa li ser her du qismên muhîm ên vê doza mezin bifikirin – dilrastiya mirov û serweriya Yehowa. Wê wextê, wê êdî ne hewce be ku mirov dilsoziya xwe îsbat bikin, çimkî ewê bêqisûr bin û dilsoziya wan wê bi temamî hatibe ceribandin. Jiyana bêdawî wê li pêşiya wan be. Wekî din, wê êdî ne hewce be ku heqê Serweriya Yehowa bê îsbatkirin. Wê wextê, hemû melek û mirov wê bi hev re di yekîtiyê de bin û hukimdariya Yehowa qebûl bikin. Lê hingê, gelo navê Yehowa wê ji bo xizmetkarên wî hê jî tiştê herî muhîm be?

Wê wextê, her kes wê rastiya li ser Yehowa bizanibe, û navê wî wê bi temamî bê pîrozkirin. Navê Yehowa wê her tim bala hemû xizmetkarên wî yên li ezmanan û yên li dinyayê bikişîne. Gelo çima? Ji ber ku ewê bibînin ku Yehowa wê bi kirina îşên mezin dewam bike. Ka bifikire: Ji ber ku Îsa Mesîh wê bi dilnizmî hemû hukimdariyê teslîmî Yehowa bike, Xwedê wê ji her kesî re bibe her tişt (1. Korîntî 15:28). Piştî vê, mirovên li dinyayê wê ji “azadiya bilind ya zarokên Xwedê” dilxweşiyê bistînin (Romayî 8:21, KP). Yehowa wê mexseda xwe – ku hemû mirov û melek mîna malbateke mezin bibin yek – bi temamî bîne cih (Efesî 1:10).

Ev hemû tişt wê li ser malbata Yehowa ya li ezmanan û ya li rûyê erdê çawa tesîr bike? Helbet, emê bi dil û can bixwazin ku pesnê navê Yehowa bidin. Bi îlhama Xwedê, Dawid Padîşah wisa nivîsand: “Bila pesnahî ji XUDAN, Xwedê re … be. … Û bila heta bêdawîbûnê pesnahî ji navê wî yê pîroz re be!” (Zebûr 72:18, 19, KP). Ji bo herheyî, emê sebebên nû bibînin ku navê Yehowa birûmet bikin.

Navê Yehowa di heqê wî de her tiştî temsîl dike. Gava em li ser navê Yehowa difikirin, berî her tiştî hezkirina wî tê bîra me (1. Yûhenna 4:8). Emê her tim bînin bîra xwe ku Yehowa em ji ber hezkirina xwe xuliqandine, ku wî ji ber hezkirina xwe fîdyeya Îsa Mesîh tedarek kiriye, û ku wî ji ber hezkirina xwe rastdariya hukimdariya xwe nîşan daye. Emê her û her bibînin ku Yehowa çawa hezkirinê nîşanî me dide. Ji bo heta hetayê, emê bi dil û can bixwazin nêzîktirî Bavê xweyî ezmanî bibin û ji bo navê wî yê birûmet kilaman bibêjin (Zebûr 73:28).

a Wekî din, Kitêba Pîroz nîşan dide ku Yehowa “ji bo xatirê navê xwe” hereket dike. Mesela, ew rêberiya xizmetkarên xwe dike, alîkariya wan dike, wan xelas dike, wan efû dike û diparêze. Ew van hemû tiştan ji bo xatirê navê xweyî mezin Yehowa dike (Zebûr 23:3; 31:3; 79:9; 106:8; 143:11).