Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 35

Her Tim Sebir Bike

Her Tim Sebir Bike

“Bîhnfirehiyê [sebirê] li xwe bikin” (KOLOSÎ 3:12).

KILAM 114 “Sebir Bikin”

PÊŞGOTIN a

1. Tu çima qîmetê didî kesên bisebir?

 EM GIŞT qedir û qîmetê didin kesên bisebir. Gelo çima? Çimkî ew bi bêhnfirehî li benda tiştekî disekinin. Gava em şaşiyan dikin û kesên din li hemberî me bisebir in, ev yek ji bo me biqîmet e. Wexta ku li me zor dihat ku em rastiyeke Kitêba Pîroz fehm bikin, qebûl bikin yan bînin cih, em pir şikirdar bûn ku mamosteyê me li me sebir dikir. Berî her tiştî, em spasdarê Yehowa Xwedê ne ku ew li hemberî me bisebir e! (Romayî 2:4).

2. Di kîjan rewşan de, dibe ku ne hêsan e ku em sebir bikin?

2 Her çi qas em qîmetê didin sebra kesên din carinan ne hêsan e ku em bi xwe sebir bikin. Mesela, gava em di trafîkê de asê dimînin û bi derengî dikevin, dibe ku bêhna me pir teng dibe. Gava kesên din me aciz dikin, dibe ku em diqehirin. Û car caran ne hêsan e ku em bisebir li hêviya dinyaya nû bisekinin. Gelo tu dixwazî sebra xwe zêde bikî? Di vê meqaleyê de, emê bibînin ku em çawa dikarin sebra xwe nîşan bidin û ev yek çima ew qas muhîm e. Wekî din, emê bielimin ku çi dikare alî me bike ku em hê zêde sebir bikin.

MANEYA SEBIRKIRINÊ ÇI YE?

3. Gava kesekî bisebir tê acizkirin yan biçûkxistin, ew çi dike?

3 Bi çar awayan, em dikarin sebra xwe nîşan bidin. A yekê, kesekî bisebir zû hêrs nabe. Di rewşên zehmet de û gava kesên din wî aciz dikin yan biçûk dixin, ew xîret dike ku dilrihet bimîne û heyfa xwe nastîne. Di Kitêba Pîroz de, gotina “zû hêrs nabe” cara pêşîn ji bo Yehowa hatibû gotin. 2. Mûsa 34:6 (NWT) wisa dibêje: “Yehowa, Yehowa, Xwedayekî dilrehm û dilşewat, zû hêrs nabe, hezkirina wî ya dilsoz û rastiya wî zêde ye.”

4. Kesekî bisebir gava li benda tiştekî disekine çi dike?

4 A diduyan, kesekî bisebir bi dilrihetî dikare li hêviya tiştekî bisekine. Eger tiştek zêde wextê bistîne, mirovekî bisebir dîsa jî xîret dike ku bêhna xwe fireh bike û aciz nebe (Metta 18:26, 27). Di gelek rewşan de, gerek em bi dilekî rihet li hêviya tiştekî bimînin. Mesela, gava kesek xeber dide, gerek em bisebir guhdarî bikin û xeberdana wî nebirin (Eyûb 36:2). Wekî din, gava em alî kesekî dikin ku ew rastiyeke Kitêba Pîroz baştir fehm bike yan dev ji adeteke xerab berde, sebir ji me re lazim e.

5. Ji bo ku em sebra xwe nîşan bidin, rêyeke din çi ye?

5 A sisêyan, kesekî bisebir bi lez nakeve. Helbet, di hin rewşan de gerek em zû hereket bikin. Lê belê, gava kesekî bisebir karekî muhîm dike, ew karê xwe bi lez û bez nake. Li şûna vê, ew karê xwe bi têra xwe plan dike. Paşê ji bo ku ew karê xwe bi rêk û pêk bike, ew wexta lazim vediqetîne.

6. Kesekî bisebir gava rastî tengasiyan tê çi dike?

6 A çaran, kesekî bisebir bêyî ku gazinan bike hewl dide ku di rewşeke zehmet de tehemûl bike. Peyva sebirkirinê ji aliyê maneyê ve pir nêzîkî peyva tehemûlkirinê ye. Helbet ne şaş e ku em dilê xwe ji dostekî nêzîk re vekin û bibêjin ku çi hatiye serê me. Lê belê, kesekî bisebir li ser tiştên qenc ên di jiyana xwe de difikire, û çi ji destê wî tê dike ku her tim bi dilxweşî ji Yehowa re xizmetê bike (Kolosî 1:11). Wek xizmetkarên Xwedê, gerek em di van hemû waran de sebirê nîşan bidin. Gelo çima? Emê niha bala xwe bidin çend sebeban.

SEBIRKIRIN ÇIMA EW QAS MUHÎM E?

Çawa ku cotkar bisebir li benda berê erdê xwe disekine, em jî bisebir li benda Yehowa disekinin û bawer in ku ewê hemû sozên xwe di wexta rast de bîne cih (Li paragrafa 7an binêre)

7. Li gor Aqûb 5:7, 8, sebirkirin çima ew qas muhîm e? (Li resim jî binêre.)

7 Bê sebirkirinê em nikarin jiyana bêdawî bi dest bixin. Mîna xizmetkarên Xwedê yên berê, heta ku Xwedê sozên xwe bîne cih, gerek em bisebir li hêviyê bimînin (Îbranî 6:11, 12). Kitêba Pîroz rewşa me dişibîne rewşa cotkarekî (Aqûb 5:7, 8 bixwîne). Cotkar ji bo çandin û avdana toxim gelekî dixebite, lê ew tam nizane ku toxim wê kengê şîn bibe. Ew bisebir li benda berê erdê xwe disekine. Mîna vê yekê, her çi qas em “nizanin [ku] Xudanê [me] wê kîjan rojê bê”, em bi fealiyetên ruhî mijûl dimînin (Metta 24:42). Em bisebir li bendê disekinin û bawer in ku Yehowa wê hemû sozên xwe di wexta rast de bîne cih. Eger sebra me nemîne, dibe ku em biwestin û gav bi gav ji rastiyê dûr bikevin. Wekî din, dibe ku em bidin pey tiştên ku tenê îro dilê me xweş dikin. Lê eger em sebirê bikişînin, emê heta dawiyê li ber xwe bidin û bên xelaskirin (Mîka 7:7; Metta 24:13).

8. Sebirkirin çawa alî me dike ku em ji kesên din re qenc bin? (Kolosî 3:12, 13)

8 Sebirkirin alî me dike ku em ji kesên din re qenc bin û bi dîqat guh bidin xeberdana wan (Aqûb 1:19). Sebirkirin piştgiriya aştiyê dike. Eger sebra me tune be, emê di rewşeke zor de pir zû hereket bikin û gotinên tehl bibêjin. Lê eger em bêhnfireh bin, gava kesek dilê me biêşîne, emê zû nexeyidin. Li şûna ku em heyfa xwe hilînin, emê “li hember hev bîhnfireh bin” û hevdû efû bikin (Kolosî 3:12, 13 bixwîne).

9. Sebirkirin çawa alî me dike ku em qerarên baş bidin? (Methelokên Silêman 21:5)

9 Wekî din, sebirkirin dikare alî me bike ku em qerarên baştir bidin. Li şûna ku em bi ecele qerarekê bidin, emê kûr lêkolîn bikin û paşê qerara herî baş bidin (Methelokên Silêman 21:5 bixwîne). Mesela, gava em ji xwe re li karekî digerin, belkî em teklîfa pêşîn zû qebûl dikin. Ji ber vê yekê, dibe ku em carinan neçin civînan yan kêmtir herin xizmetê. Lê belê, eger em bisebir bin, emê bi têra xwe bifikirin ku karê nû li ku derê ye û emê çend saetan bişixulin. Ji xwe bipirse: “Karê min wê li ser malbata min û dostaniya min a bi Yehowa re çawa tesîr bike?” Sebirkirin dikare me ji qerarên nebaş biparêze.

EM ÇAWA DIKARIN SEBRA XWE ZÊDE BIKIN?

10. Em çawa dikarin sebra xwe zêde bikin û sebirdar bimînin?

10 Ji bo sebra zêde dua bike. Sebir yek ji sifetên berê ruhê pîroz e (Galatî 5:22, 23, KP). Loma em dikarin ji bo ruhê pîroz dua bikin û ji Yehowa bixwazin ku em sebra xwe zêde bikin. Eger sebra me di rewşekê de bê ceribandin, emê bi destê duayê ruhê pîroz “bixwazin” (Lûqa 11:9, 13). Wekî din, em dikarin ji Yehowa rica bikin ku ew alî me bike ku em li gor nêrîna wî bifikirin. Piştî ku me dua kir, gerek em çi ji destê me tê bikin ku em her roj sebir bikin. Her ku em ji bo sebirkirinê dua dikin û xîret dikin ku yekî bisebir bin, ev sifet wê di kûrahiya dilê me kok berde û bibe qismekî şexsiyeta me.

11-12. Yehowa sebra xwe çawa nîşan daye?

11 Li ser serpêhatiyên di Kitêba Pîroz de kûr bifikire. Kitêba Pîroz behsa gelek kesên bisebir dike. Gava em van serpêhatiyan dixwînin û li ser wan kûr difikirin, em dielimin ku sebir bikin. Berî ku em bala xwe bidin hin ji van mîsalan, emê bala xwe bidin Yehowa Xwedê, yê ku herî zêde sebir dike.

12 Li baxçeyê Adenê, Îblîs navê Yehowa bi derewan reş kir, û pirsa ku gelo Xwedê Hukimdarekî adil û dilovan e avêt meydanê. Yehowa dikaribû Îblîsê îftiraker di cih de helak bikira. Li şûna vê, Yehowa sebir kir û xwe girt, çimkî wî dizanibû wext lazim e, da ku bê îsbatkirin ku hukimdariya wî ya herî baş e. Ji wê wextê heta îro, wî li hemberî hemû derewên ku li ser nav û dengê wî hatine belavkirin sebir kiriye. Ji xeynî vê, Yehowa bisebir li bendê maye ku zêdetir mirov bikaribin jiyana bêdawî bistînin (2. Petrûs 3:9, 15). Bi saya vê yekê, bi milyonan mirov êdî wî nas dikin. Eger em rind bala xwe bidin netîceyên baş ên sebra Yehowa, wê ji me re hêsantir be ku em heta dawiyê sebir bikin.

Gava kesên din me biçûk bixin, sebirkirin wê alî me bike ku em zû hêrs nebin (Li paragrafa 13an binêre)

13. Îsa Mesîh sebra Bavê xwe Yehowa çawa bi awayekî bêqisûr nîşan dida? (Li resim jî binêre.)

13 Îsa Mesîh sebra Bavê xwe Yehowa bi awayekî bêqisûr nîşan dide. Dema ew li dinyayê bû, wî ev sifet nîşan dida. Sebra Îsa Mesîh gelek caran – bi xisûsî ji aliyê qanûnzan û Fêrisiyan ve – hat ceribandin (Yûhenna 8:25-27). Lê mîna Bavê xwe Yehowa, Îsa Mesîh zû hêrs nediket. Gava kesên din ew aciz dikir û biçûk dixist, wî heyfa xwe nedistand (1. Petrûs 2:23). Îsa Mesîh bê gazin li hemberî tengasiyan sebir dikir. Loma Kitêba Pîroz dibêje ku gerek em “li ser wî bifikirin”, ê ku li hemberî gotinên dijminane yên gunehkaran sebir kiriye (Îbranî 12:2, 3). Bi alîkariya Yehowa, em jî dikarin li hemberî hemû tengasiyên xwe sebir bikin.

Eger em mîna Birahîm sebir bikin, em dikarin bawer bin ku Yehowa wê me hem niha hem jî di dinyaya nû de xelat bike (Li paragrafa 14an binêre)

14. Em ji sebra Birahîm çi dielimin? (Îbranî 6:15) (Li resim jî binêre.)

14 Gelo em ji zû de li benda dawiyê disekinin? Belkî em ditirsin ku emê wê rojê bi çavê xwe nebînin. Çi dikare alî me bike ku em bisebir li bendê bisekinin? Bala xwe bide mîsala Birahîm pêxember. Gava ew 75 salî bû û zarokê wî tune bû, Yehowa soz da wî: “Ezê te bikim miletekî mezin” (1. Mûsa 12:1-4, Mizgînî). Gelo Birahîm bi çavê xwe dît ku ev soz çawa hat cih? Piştî ku ew di Çemê Firatê re derbas bû û 25 salan li hêviyê ma, Birahîm dît ku kurê wî Îshaq bi mucîze hat dinyayê. Û piştî 60 salên din, neviyên wî Esaw û Aqûb hatin dinyayê (Îbranî 6:15 bixwîne). Lê Birahîm qet nedît ku neviyên wî çawa bûn miletekî mezin û li Welatê Sozdayî cihwar bûn. Dîsa jî, Birahîm dilsoz ma û bû dostê Xwedê (Aqûb 2:23). Û gava Birahîm ji mirinê bê rakirin, ewê gelekî şa be ku hemû miletên dinyayê ji ber bawerî û dilsoziya wî hatin bibereketkirin! (1. Mûsa 22:18). Dersa ji bo me çi ye? Belkî em bi çavê xwe nabînin ku hemû sozên Yehowa bi temamî tên cih. Lê belê, eger em mîna Birahîm sebir bikin, em dikarin bawer bin ku Yehowa wê me hem niha hem jî di dinyaya nû de xelat bike (Marqos 10:29, 30).

15. Di wexta lêkolîna şexsî de, em dikarin bala xwe bidin çi?

15 Di Kitêba Pîroz de, gelek serpêhatiyên kesên bisebir hene (Aqûb 5:10). Tu dikarî li ser van serpêhatiyan kûr lêkolîn bikî. b Mesela, gava Dawid di emrê xweyî ciwan de wek Padîşahê Îsraêlê hatibû hilbijartin, lazim bû ku ew gelek salan li bendê bisekine heta ku bû Padîşah. Gava Şimûn û Hanna li hêviya Mesîhê sozdayî bûn, wan bi dilsozî ji Yehowa re îbadet dikir (Lûqa 2:25, 36-38). Wexta ku tu li ser van serpêhatiyan lêkolîn dikî, ji xwe bipirse: “Çi alî wî kesî dikir ku ew sebir bike? Ev yek çima ji bo xêra wî bû? Ez çawa dikarim mîna wî bikim?” Ji serpêhatiyên kesên bêsebir jî, tu dikarî hin tiştan hîn bibî (1. Samûyêl 13:8-14). Ji xwe bipirse: “Sebra wan çima tune bû? Di netîceyê de, çi hat serê wan?”

16. Hin feydeyên sebirkirinê çi ne?

16 Li ser feydeyên sebirkirinê bifikire. Gava em bisebir bin, dilxweşî û dilrihetiya me wê zêde bibe. Sebirkirin dikare hem li ser hîs û fikrên me hem jî li ser siheta me tesîreke baş bihêle. Gava bêhna me fireh be, em û kesên din, emê baştir li hev bikin. Di civata me de, wê zêdetir îtifaq û yekîtî hebe. Eger kesek me aciz bike û hêrsa me zû ranebe, problem wê mezintir nebe (Zebûr 37:8; Methelokên Silêman 14:29). Lê ya herî muhîm, gava em bisebir in, em Bavê xweyî ezmanî ji xwe re dikin mînak û nêzîktirî wî dibin.

17. Em bi dil û can dixwazin çi bikin?

17 Sebirkirin sifetekî pir biqîmet û bifeyde ye! Carinan ne hêsan e ku em bisebir bin, lê bi alîkariya Yehowa, em dikarin sebra xwe zêde bikin. Em bisebir li benda dinyaya nû disekinin. Em emîn in ku “çavê Xudan li ser wan e ku ji wî ditirsin, li ser wan e ku hêviya xwe bi kerema wî ve girê didin” (Zebûr 33:18). Wek ku Kitêba Pîroz dibêje, em bi dil û can her tim dixwazin “sebirê” li xwe bikin!

KILAM 41 Bavo, Guh Bide Me

a Di dinyaya Îblîs de, gelek mirov bêsebir in. Lê Kitêba Pîroz ji me re dibêje ku gerek em “sebirê” li xwe bikin. Ev meqale nîşan dide ku ev sifet çima ew qas muhîm e û em çawa dikarin hê zêde bisebir bin.

b Ji bo ku tu li ser mijara sebirkirinê zêdetir hîn bibî, li ser jw.org peyva “Sebir” di qutiya lêgerînê de binivîse.