Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 35

Timê Sebir kin

Timê Sebir kin

“Sebirê li xwe wergirin” (KOLOSÎ 3:12).

KILAMA 114 “Sebira Mezin”

VÊ GOTARÊDA a

1. Em çira kesên bi sebir qîmet dikin?

 EM GIŞK qedirê wan meriva digirin, yên ku sebirê didine kifşê. Gelo çira? Çimkî ewana bi sebir hîviya tiştekî disekinin. Gava em şaşiya dikin û merivên din hindava meda sebirê didine kifşê, em vê yekê dişêkirînin. Çaxê mera çetin bû rastiya Kitêba Pîroz fem kin, qebûl kin yan bînin sêrî, em gelek razî bûn ku dersdarê me hindava meda sebir dida kifşê. Lê heçî zef em ji Yehowa Xwedê razî ne, wekî ew hindava meda bi sebir e! (Romayî 2:4)

2. Kîjan derecada dibeke hêsa nîne sebir kin?

2 Rast e, em qîmet dikin gava merivên din hindava meda bi sebir in, lê carna hêsa nîne ku em xwexa sebirê bidine kifşê. Mesele, gava em dikevine trafîkê, dêmek kîderê gelek avto ne, îlahî çaxê derengî dikevin, dibeke em sebira xwe unda dikin. Gava kesên din me eciz dikin, dibeke em gelek hêrs dikevin. Cara jî hêsa nîne wekî em bi sebir hîviya dinya teze bisekinin. Gelo tu dixwazî sebira xwe zêde bikî? Vê gotarêda emê şêwir kin, ku em çawa dikarin sebirê bidine kifşê û ev yek çira ferz e. Usa jî emê pêbihesin ku çi dikare alî me bike, wekî em hê zêde sebir kin.

ÇI TÊ HESABÊ BI SEBIR BIN?

3. Gava hêrsa merivê bi sebir tînin, ew ça xwe dide kifşê?

3 Were em çar gava şêwir kin, bi saya kîjana em dikarin sebirê bidine kifşê? Ya pêşin, merivê bi sebir zû hêrs nakeve. Derecên çetinda, gava kesek hêrsa wî radike, ew rihet dimîne û heyfê hilnade. Kitêba Pîrozda, gotina “sebir-sikanê”, cara ewlin derheqa Yehowa tê gotinê. Ew dibêje: “Xudan, Xudan im! Xwedêyê rem û keremê, sebir-sikanê, bi hub û aminîyêda xinêyo” (Derketin 34:6).

4. Gava merivê bi sebir hîviya tiştekî ye, ew çi dike?

4 Ya duda, merivê bi sebir bi dilrihetî dikare hîviya tiştekî bisekine. Gava tiştek derengî dikeve, merivê bi sebir dîsa jî her tiştî dike, wekî bînteng û eciz nebe (Metta 18:26, 27). Gelek derecada, em gerekê bi dilekî rihet hîviya tiştekî bin. Mesele, gava kesek xeber dide, em gerekê bi sebir guh bidine wî û xeberdana wî nebirin (Îbo 36:2). Usa jî, çaxê em alî kesekî dikin, wekî ew rastiya Kitêba Pîroz diha baş fem bike, yan jî xeysetekî xirab biterikîne, mera sebir lazim e.

5. Dîsa çi cûreyî em dikarin sebira xwe bidine kifşê?

5 Ya sisiya, merivê bi sebir lez nakeve. Hemikî, hine derecada em gerekê zû tiştekî bikin. Lê gava kesekî bi sebir şixulekî ferz dike, ew vê yekê lez-bez nake wekî yaxa xwe lê xilaz ke. Dewsê, ew wede bona wî şixulî kifş dike, wekî paşê ça lazim e evî şixulî bike.

6. Merivê bi sebir gava rastî çetinaya tê, çi dike?

6 Ya çara, merivê bi sebir derecên çetinda jî bê gazina sebir dike. Hemikî tiştek ne rast vê yekêda tune ye, ku dilê xwe hevalekî xweye nêzîkra vekin û bêjin, ku em rastî çi çetinayê hatine. Lê merivê bi sebir dîna xwe dide ser tiştên pozîtîv, û çi ji destê wî tê dike, wekî timê bi şabûnê Yehowara xizmet ke (Kolosî 1:11). Çawa xizmetkarên Xwedê, em gerekê van hemû derecada sebirê bidine kifşê. Gelo çira? Emê niha dîna xwe bidine çend meniya.

SEBIRKIRIN ÇIRA USA FERZ E?

Çawa ku cotkar bi sebir hîviya berê erdê xwe disekine, em jî bi sebir hîviya Yehowa disekinin û bawer in, ku Ewê hemû sozên xwe wededa bîne sêrî (Binihêre abzasa 7)

7. Li gora Aqûb 5:7, 8, sebirkirin çira haqas ferz e? (Binihêre usa jî şikil.)

7 Bê sebirkirinê em nikarin emirê heta-hetayê bistînin. Mîna xizmetkarên Xwedêyê berê, em jî gerekê bi sebir hîviyê bin, heta ku Xwedê sozên xwe bîne sêrî (Îbranî 6:11, 12). Kitêba Pîroz halê me beramberî halê cotkarekî dike (Bixûne Aqûb 5:7, 8). Cotkar bona çandin û avdayîna toxim, gelekî dixebite, lê ew nizane ku toxim wê kengê şîn be. Ew bi sebir hîviya berê erdê xwe disekine. Mîna vê yekê, rast e em “nizanin Xudanê [me] kîjan rojê bê”, dîsa jî em şixulên ruhanîda kar dikin (Metta 24:42). Em bi sebir hîviya vê rojê ne û bawer in, ku Yehowa wê hemû sozên xwe wededa bîne sêrî. Hergê sebira me nemîne, dibeke em biwestin û hêdî-hêdî ji rastiyê dûr kevin. Usa jî dibeke em pey wan tişta kevin, kîjan ku tenê wedelû dikarin dilê me şa kin. Lê hergê em sebir kin, emê heta xilaziyê teyax kin û bêne xilazkirinê (Mîxa 7:7; Metta 24:13).

8. Sebirkirin çawa alî me dike wekî em hindava merivada qenc bin? (Kolosî 3:12, 13)

8 Sebirkirin alî me dike, ku em hindava merivada qenc bin û çaxê kesek tevî me xeber dide, rind guh bidine xeberdana wan (Aqûb 1:19). Sebirkirin usa jî edilayê pêşda tîne. Hergê sebira me tune be, emê zû hêrs kevin. Lê hergê sebira me hebe, gava kesek dilê me bêşîne, emê zû nexeyîdin. Dewsa ku em heyfê hildin, emê “li hev sebir kin û li hev bibaxşînin” (Bixûne Kolosî 3:12, 13).

9. Sebirkirin çawa alî me dike, wekî em safîkirinên baş bikin? (Metelok 21:5)

9 Usa jî sebirkirin dikare alî me ke, wekî em safîkirinên diha baş bikin. Dewsa ku em bi êmosiya, leze-lez tiştekî bikin, emê kûr lêkolîna bikin û paşê safîkirina lape baş bikin (Bixûne Metelok 21:5). Mesele, gava em xwera xebatekê digerin, dibeke em hema kîjan xebatê bidine me, pêra-pêra qebûl kin. Ji bo vê yekê, dibeke em cara civata jî berdin. Lê hergê em bi sebir bin, emê rind bifikirin ku xebata teze kîderê ye, û emê çend siheta bixebitin. Ji xwe bipirse: “Xebata min wê ser malbeta min û dostiya min tevî Yehowa çawa hukum ke?” Sebirkirin dikare me ji safîkirinên nebaş biparêze.

ÇAWA SEBRA XWE ZÊDE KIN

10. Em çawa dikarin sebira xwe zêde kin û unda nekin?

10 Dua bike wekî Xwedê sebira te zêde ke. Sebir hunurê berê ruhê pîroz e (Galatî 5:22, 23). Lema jî em dikarin bona ruhê pîroz dua kin û ji Yehowa bixwazin ku alî me bike, wekî em sebira xwe zêde kin. Hergê sebira me bê cêribandinê, emê duada ruhê pîroz ji Xwedê “bixwazin”, wekî bikaribin sebir kin (Lûqa 11:9, 13). Usa jî em dikarin ji Yehowa reca kin, wekî ew alî me bike ku em li gora nihêrandina wî bifikirin. Paşî duakirinê, em gerekê çi ji destê me tê bikin, wekî her roj sebir kin. Em çiqas bona sebirkirinê dua bikin û her tiştî bikin ku bi sebir bin, ev hunur wê kûraya dilê meda koka xwe berde û bibe para xeysetê me.

11-12. Yehowa sebira xwe çawa nîşan kiriye?

11 Derheqa serhatiyên Kitêba Pîroz kûr bifikire. Kitêba Pîroz besa gelek merivên bi sebir dike. Gava em van serhatiya dixûnin û li ser wan kûr difikirin, em hîn dibin ku sebir kin. Pêşiya ku em dîna xwe bidine hine ji van mesela, emê dîna xwe bidine mesela Yehowa Xwedê, yê ku herî zêde sebir dike.

12 Baxçê Êdênêda, Mîrê-cina buxdan avîte Yehowa, û remtî û dilovaniya Xwedê çawa Hukumdar, kire bin şikê. Yehowa dikaribû Mîrê-cinaye derewîn derbêra qir kira. Dewsa vê yekê, Yehowa sebir kir, çimkî ewî zanibû ku wext lazim e, wekî bê îzbatkirinê ku hukumdariya wî ya here baş e. Ji wî çaxîva, ew wan derewa ku ser navê wî hatine gotinê, sebir dike. Xêncî vê yekê, Yehowa bi sebir hîviyê ye, wekî diha zêde meriv bikaribin jîyîna heta-hetayê bistînin (2 Petrûs 3:9, 15). Bi saya vê yekê, bi mîlyona meriv îda wî nas dikin. Hergê em rind dîna xwe bidinê, ku sebira Yehowa çi karê tîne, wê mera diha hêsa be heta xilaziyê sebir kin.

Gava kesek hêrsa me radike, sebirkirin wê alî me bike, wekî em zû hêrs nekevin (Binihêre abzasa 13)

13. Îsa çawa bi temamî çev dida sebira Bavê xwe? (Binihêre usa jî şikil.)

13 Îsa bi temamî çev dide sebira Bavê xwe Yehowa. Çaxê ew ser erdê bû, ewî sebir dida kifşê. Îsara timê hêsa nîbû sebirê bide kifşê, îlahî gava ew ji aliyê qanûnzan û Fêrisiyava dihate cêribandinê (Yûhenna 8:25-27). Lê mîna Bavê xwe Yehowa, Îsa zû hêrs nediket. Gava kesên din ew eciz û nimiz dikirin, ewî kînê ne dajot (1 Petrûs 2:23). Îsa bê gazina himberî tengasiya sebir dikir. Lema jî Kitêba Pîroz derheqa Îsa dibêje, ku em gerekê “ser wî bifikirin, ku çawa li wan gunekarên miqabilî xwe sebir kir” (Îbranî 12:2, 3). Bi alîkariya Yehowa, em jî dikarin himberî hemû tengasiya sebir kin.

Hergê em mîna Birahîm sebir kin, em dikarin bawer bin, ku Yehowa wê me ça niha, usa jî dinya tezeda xelat ke (Binihêre abzasa 14)

14. Em ji sebira Birahîm çi hîn dibin? (Îbranî 6:15) (Binihêre usa jî şikil.)

14 Hergê em zûdava nava rastiyêda nin, dibeke em difikirin ku xilaziya vê dinya xirab gerekê îda bihata. Yan jî dibeke em bifikirin, ku diqewime em nejî dikarin pêra bigihînin pê çevê xwe wan qewimandina bivînin. Lê çi dikare alî me bike, wekî em bi sebir hîviya vê rojê bin? Were em dîna xwe bidine mesela Birahîm. Gava ew 75 salî bû û zarên wî tune bûn, Yehowa soz da wî: “Ezê te bikim miletekî mezin” (Destpêbûn 12:1-4). Gelo Birahîm bi çevê xwe dît, ku ev soz çawa hate sêrî? Ne bi temamî. Çaxê Birahîm Çemê Feratêra derbaz bû û 25 sala hîviyê ma, ewî dît wekî kurê wî Îshaq bi keremetî hate bûyînê. Û 60 sal şûnda, nebiyên wî, Esaw û Aqûb jêra hatine bûyînê (Bixûne Îbranî 6:15). Lê Birahîm qe nedît ku nebiyên wî ça bûne miletekî mezin û Erdê Sozdayîda cîwar bûn. Lê dîsa jî Birahîm amin ma û bû dostê Xwedê (Aqûb 2:23). Û gava Birahîm ji mirinê bê rakirinê, ewê gelekî şa be ku hemû miletên dinyayê bi saya bawerî û aminiya wî hatine keremkirinê! (Destpêbûn 22:18) Em ji vê yekê çi hîn dibin? Dibeke emê bi çevê xwe nevînin ku ça hemû sozên Yehowa wê bi temamî bêne sêrî. Lê hergê em mîna Birahîm sebir kin, em dikarin bawer bin, wekî Yehowa wê me him niha, him jî dinya tezeda xelat ke (Markos 10:29, 30).

15. Wedê lêkolîna şexsî, em dikarin dîna xwe bidine çi?

15 Kitêba Pîrozda gelek serhatiyên merivên bi sebir hene (Aqûb 5:10). Tu dikarî van serhatiya kûr lêkolîn kî. b Mesele, gava Dawid cahiltiyêda ça Padşê Îsraêlê hatibû bijartinê, lazim bû wekî ew gelek sala hîviyê bûya, heta ku bibûya Padşa. Gava Şimhûn û Hana hîviya Mesîhê sozdayî bûn, wana bi aminî Yehowara xizmet dikir (Lûqa 2:25, 36-38). Çaxê tu derheqa van serhatiya lêkolîn bikî, ji xwe bipirse: “Çi alî wî merivî dikir ku ew sebir ke? Sebir çi kar jêra anî? Ez ça dikarim çev bidime wî?” Ji serhatiyên merivên bê sebir jî tu dikarî hine tişta hîn bî (1 Samûyêl 13:8-14). Ji xwe bipirse: “Sebira wan çira tune bû? Axiriyêda çi hate serê wan?”

16. Sebirkirin çi karê tîne?

16 Derheqa kara sebirkirinê bifikirin. Gava em bi sebir in, em diha bextewar û dilrihet in. Sebirkirin dikare him ser hest û fikirên me, him jî ser sihet-qewata me baş hukum ke. Gava em hindava merivada sebirê didine kifşê, ev yek heleqetiya me tevî wan, diha baş dike. Usa jî bi saya sebirê, civata meda wê diha zêde tifaqî û yektî hebe. Hergê kesek me eciz bike, lê em zû hêrs nekevin, problêm wê mezin nebe (Zebûr 37:8; Metelok 14:29). Lê ya lape ferz ev e, ku gava em bi sebir in, em çev didine Bavê xweyî ezmana û diha nêzîkî wî dibin.

17. Em bi dil û can dixwazin çi bikin?

17 Sebirkirin hunurekî gelek qîmet û kêrhatî ye! Carna hêsa nîne sebirê bidine kifşê, lê bi alîkariya Yehowa, em dikarin sebira xwe zêde kin. Em bi sebir hîviya dinya teze ne. Em bawer in, ku “çevê Xudan li ser xofkêşên Wî ne û li ser wane ku hîvîya huba Wî ne” (Zebûr 33:18). Werên em timê her tiştî bikin, wekî berdewam kin sebirê bidine kifşê!

KILAMA 41 Bavo, Duayê Min Bibihê

a Dinya Mîrê-cinada gelek meriv bêsebir in. Lê Kitêba Pîroz mera dibêje, ku em gerekê sebirê li xwe kin. Ev gotar nîşan dike, ku çira ev hunur haqas ferz e û em ça dikarin hê zêde sebirê bidine kifşê.

b Seva ku hê zêde serhatiyên derheqa sebirkirinê bivînî, “Îndêksa Edebyeta Birca Qerewiliyê”, lêgerînêda, xebera “Sebir” binivîse.