Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 36

Barê Lazim Hilgire û Yê Nelazim Bavêje

Barê Lazim Hilgire û Yê Nelazim Bavêje

“Em hemû giraniyê . . . ji xwe dûr xin û bi teyax lecmeydana pêşiya xweda birevin” (ÎBRANÎ 12:1).

KILAMA 33 Barê Xwe Bide ser Yehowa

VÊ GOTARÊDA a

1. Li gora Îbranî 12:1, seva ku em reva jîyînêda bigihîjine xilaziyê, em gerekê çi bikin?

 KITÊBA Pîroz jîyîna xizmetkarên Xwedê beramberî revê dike. Revokên ku digihîjine xilaziyê, wê bi emirê heta-hetayê bêne xelatkirinê (2 Tîmotêyo 4:7, 8). Em gerekê çi ji destê me tê bikin, wekî berdewam kin birevin, çimkî xilazî gelek nêzîk e. Pawlosê şandî, yê ku reva jîyînêda ser ket, gotibû ku çi wê alî me bike, wekî em jî vê yekêda serkevin. Ewî usa gotibû: “Hemû giraniyê . . . ji xwe dûr xin û bi teyax lecmeydana pêşiya xweda birevin” (Bixûne Îbranî 12:1).

2. Çi tê hesabê ku em gerekê “hemû giraniyê . . . ji xwe dûr xin”?

2 Pawlosê şandî got, ku em gerekê hemû giraniyê . . . ji xwe dûr xin”. Gelo ewî dixwest bigota ku gerekê xizmetkarên Xwedê tu barekî hilnedin ser xwe? Na! Nêta giliyên wî ew bû, ku em gerekê hemû giraniyên nelazim ji ser xwe bavêjin. Barên usa dikarin mera bibine kevirê likumandinê û me gelekî biwestînin. Seva ku em sebir kin, em gerekê zû têderxin ku kîjan barên nelazim ser pişta me ne û wana ji ser xwe bavêjin. Lê dîsa jî em naxwazin barên ku gerekê em hildin, ji ser xwe bavêjin. Hergê em barên lazim hilnedin, emê nikaribin revê berdewam kin (2 Tîmotêyo 2:5). Gelo em gerekê kîjan bara hildin?

3. (a) Li gora Galatî 6:5, em gerekê kîjan bara hildin ser xwe? (b) Vê gotarêda, emê derheqa çi şêwir kim û çira?

3 Bixûne Galatî 6:5. Pawlosê şandî nivîsî, ku “her kesê xurca xwe hilgire”. Bi vê yekê, Pawlosê şandî besa cabdariyên meye ber Xwedê dikir. Tu kes nikare dewsa me vî barî hilde. Vê gotarêda, emê bivînin ku kîjan barên me hene û em çawa dikarin wana hildin. Usa jî, emê pêbihesin ku kîjan barên nelazim ser pişta me ne û em çawa dikarin wana ji ser xwe bavêjin. Hergê em barên xwe hildin ser xwe û barên nelazim ji ser xwe bavêjin, emê reva jîyînêda serkevin.

BARÊN KU EM GEREKÊ HILGIRIN

Barên xwe hildin tê hesabê, ku em gerekê li gora sonda tesmîlbûyînê bijîn, cabdariyên malbetê bînin sêrî û axiriya safîkirinên xwe qebûl kin (Binihêre abzasa 4-9)

4. Sonda tesmîlbûnê çira barekî giran nîne? (Binihêre usa jî şikil.)

4 Sonda tesmîlbûnê. Gava me jîyîna xwe tesmîlî Yehowa kir, me soz da wî ku emê jêra xizmet kin û xwestina wî bînin sêrî. Em gerekê xweyê sozê xwe bin. Jîyîna li gora sonda tesmîlbûnê cabdarîke gelek ferz e, lê barekî giran nîne, çimkî Yehowa em efirandine wekî em li gora xwestina wî bijîn (Eyantî 4:11). Ewî em sûretê xweda efirandine û xwestin kiriye dilê me, wekî em jêra xizmet kin. Lema jî, em dikarin nêzîkî wî bin û ji pêkanîna xwestina wî şabûnê bistînin (Zebûr 40:8). Usa jî, gava em li gora xwestina Xwedê dijîn û çev didine Îsa, em “rihetiyê” distînin (Metta 11:28-30).

(Binihêre abzasa 4-5)

5. Çi dikare alî te bike, wekî tu sonda tesmîlbûnê bînî sêrî? (1 Yûhenna 5:3)

5 Tu ça dikarî vî barî hildî? Ya pêşin, hezkirina xwe hindava Yehowada diha qewî ke. Li ser hemû tiştên ku Yehowa bona te kirine, û ser qencî û keremên ku ewê ser teda bibarîne, kûr bifikire. Gava hezkirina hindava Xwedê dilê teda diha mezin be, wê tera diha hêsa be xwestina wî bînî sêrî (Bixûne 1 Yûhenna 5:3). Ya duda, çev bide Îsa. Ewî xwestina Xwedê anî sêrî, çimkî bona alîkariyê Yehowara dua dikir û dîna xwe dida keremên ku hîviya wî bûn (Îbranî 5:7; 12:2). Mîna Îsa, duada qewatê ji Yehowa bixwaze û jîyîna heta-hetayê bide ber çevê xwe. Gava hezkirina te hindava Xwedê diha mezin be û tu çev bidî Îsa, tuyê sonda tesmîlbûnê bînî sêrî.

6. Çira em gerekê cabdariyên malbetê bînin sêrî? (Binihêre usa jî şikil.)

6 Cabdariyên malbetê. Reva jîyînêda, em gerekê Yehowa û Îsa ji merivên xwe zêdetir hez bikin (Metta 10:37). Lê ev yek nayê hesabê ku em gerekê cabdariyên malbetê neynin sêrî. Seva ku Xwedê û Îsa ji me razî bin, em borcdar in cabdariyên malbetê bînin sêrî (1 Tîmotêyo 5:4, 8). Hergê em usa bikin, emê şabûnê bistînin. Yehowa dixwaze ku jin-mêr hevdu hez bikin û qedirê hev bigirin. Ew dixwaze wekî dê-bav zarên xwe hez bikin û wana hîn kin. Usa jî ew dixwaze, ku zar gura dê-bavê xwe bikin. Bi vî cûreyî malbetêda wê edilayî hebe (Efesî 5:33; 6:1, 4).

(Binihêre abzasa 6-7)

7. Tu ça dikarî cabdariyên xwe malbetêda bînî sêrî?

7 Tu çawa dikarî vî barî hildî? Malbet gerekê xwe bispêrin bîlaniya Kitêba Pîroz. Îzinê nede wekî nihêrandina van meriva, zanebûna kîjana ku heye, edet û hestên we, ser safîkirinên we hukum kin (Metelok 24:3, 4). Edebyetên meda, şîretên baş hene. Wana rind lêkolîn bike. Ewana wê alî te bikin, wekî tu prînsîpên Kitêba Pîroz emirê xweda bidî xebatê. Mesele, rêza gotarada “Alîkarî Bona Malbetê”, şîretên baş bona jin-mêra, dê-bava û zara hene. b Hergê neferên te vê yekê nekin jî, tu xîret bike wekî gotinên Kitêba Pîroz bi dil û can bînî sêrî. Gava tu usa bikî, malbeta te wê ji vê yekê karê bistîne û keremên Yehowa wê li ser weda bibarin (1 Petrûs 3:1, 2).

8. Safîkirinên me ça dikarin ser me hukum kin?

8 Em bona safîkirinên xwe cabdar in. Yehowa azaya bijartinê daye me û dixwaze wekî em ji safîkirinên baş şabûnê bistînin. Lê ew me ji axiriya safîkirinên nebaş xwey nake (Galatî 6:7, 8). Lema jî em xwexa bona gilî, safîkirin û kirên xweye nebaş, cabdar in. Kirên me dikarin îsafa me biçerçirînin. Lê zanebûna vê yekê, ku em bona safîkirinên xwe cabdar in, alî me dike wekî em gunên xwe bînin rûyê xwe, şaşiyên xwe rast kin û dîsa van şaşiya nekin. Hergê em usa bikin, emê reva jîyînêda serkevin.

(Binihêre abzasa 8-9)

9. Hergê te safîkirineke nebaş kiriye, tu dikarî çi bikî? (Binihêre usa jî şikil.)

9 Tu ça dikarî vî barî hildî? Hergê te safîkirineke nebaş kiriye, tu çi dikarî bikî? Tiştê çû nede dû. Wede û qewata xwe ser vê yekê xerc neke, wekî xwe heq derxî yan jî kesên din sûcdar kî. Dewsa vê yekê, şaşiyên xwe qebûl ke û li gora dereca xwe, safîkirinên baş bike. Hergê tu xwe neheq dikî, bi milûktî Yehowara dua bike, şaşiya xwe wîra bêje û ji wî reca bike, ku ew bibaxşîne te (Zebûr 25:11; 51:3, 4). Ji kesên ku te dilê wan êşandiye, baxşandinê bixwaze. Hergê lazim be, ji rûspiya alîkariyê bixwaze (Aqûb 5:14, 15). Ji şaşiyên xwe hîn be, wekî dîsa van şaşiya nekî. Hergê tu usa bikî, tu dikarî bawer bî wekî Yehowa wê hindava teda dilrem be û alî te bike (Zebûr 103:8-13).

BARÊN KU GEREKÊ EM “JI XWE DÛR XIN”

10. Çawa tiştên pûç dikarin bona me bibine bargiranî? (Galatî 6:4)

10 Pey tiştên pûç nekevin. Hergê em xwe beramberî kesên din bikin, barê me wê diha giran be (Bixûne Galatî 6:4). Ev yek dikare hiş û dilê meda çevnebarî û hêrsê pêşda bîne (Galatî 5:26). Hergê em çev didine meriva û dixwazin wan tişta bikin çi ku ewana dikin, lê ev yek ji qewata me der e, vî çaxî em dikarin ziyanê bistînin. Kitêba Pîroz dibêje: “Gumana ku derengî dibe, dil dêşîne”. De bidine hesabê xwe, wekî safîkirinên nebaş dikarin gelek dilê me bêşînin (Metelok 13:12). Tiştên usa dikarin me biwestînin û bibin menî, ku em reva jîyînêda hêdî-hêdî sist bin (Metelok 24:10).

11. Çi dikare alî te bike wekî tu tiştên ji qewata xwe der, ji xwe dewa nekî?

11 Tu çawa dikarî vî barî ji xwe dûr xî? Yehowa tiştekî ji qewata me der ji me dewa neke. Gerekê em jî wan tişta nexwazin, çi ku ji qewata me der e (2 Korintî 8:12). Yehowa tu car me beramberî kesên din nake (Metta 25:20-23). Xizmetiya te, aminiya te û sebira te, ber çevê wî gelek qîmet e. Bi milûktî qebûl ke wekî emir, sihet-qewat û dereca te, dikarin mecalên te sînor kin. Mîna Barzîllay, gava sihet-qewata me xirab be, em gerekê qebûl kin, ku hine tişt emê îda nikaribin bikin (2 Samûyêl 19:35, 36). Mîna Mûsa, alîkariyê qebûl ke û hergê dibe, hine cabdariya bide kesên din (Derketin 18:21, 22). Merivê milûk tiştên ji qewata xwe der ji xwe dewa nake, çimkî ev yek dikare bibe menî, ku ew reva jîyînêda hal bikeve.

12. Gelo em bona safîkirinên nebaş yên kesên din cabdar in? Şiroveke.

12 Çaxê bona safîkirinên nebaş yên merivên din, xwe cabdar texmîn dikin. Em nikarin dewsa kesên din safîkirina bikin û wana ji axiriya kirên wane xirab biparêzin. Mesele, dibeke kur yan qîza te safî ke îda Yehowara xizmet neke. Ev safîkirin dikare dilê dê-bava gelekî bêşîne. Lê dê-bavên ku xwe ji bo safîkirinên nebaş yên zarên xwe sûcdar dikin, barekî giran datînin ser pişta xwe. Yehowa naxwaze wekî ewana barekî usa hildin ser xwe (Romayî 14:12).

13. Dê-bav gerekê derheqa safîkirinên nebaş yên zarên xwe çawa bifikirin?

13 Tu ça dikarî vî barî ji xwe dûr xî? Bîr neke ku Yehowa azaya bijartinê daye me hemûya, wekî em xwexa safîkirina bikin. Mesele, her kes gerekê safî ke hela ew dixwaze Yehowara xizmet ke yan na. Yehowa zane ku dê-bav bêqisûr nînin, lê Ew dixwaze wekî hûn çi ji destê we tê bikin. Safîkirinên ku zarên wê dikin, cabdariya wane şexsî ye, ne ku ya we (Metelok 20:11). Lê dîsa jî dibeke dê-bav ji bo şaşiyên ku wana berê kiribûn, xwe neheq kin. Hergê usa ne, dilê xwe Yehowara veke û baxşandinê ji wî bixwaze. Ew zane wekî hûn nikarin tiştê çûyî paşda vegerînin. Û zar çi biçîne, wê evê yekê jî biçine. Dêmek, Yehowa ji we naxwaze ku hûn zarên xwe ji axiriya nebaş biparêzin. Hergê zara we bixwaze vegere bal Yehowa, Ewê ji dil wî qebûl ke (Lûqa 15:18-20).

14. Çira em gerekê bi zêdeyî xwe sûcdar nekin?

14 Xwesûcdarkirina zêde. Çaxê em gune dikin û bona vê yekê xwe sûcdar dikin, ew tiştekî normal e. Lê Yehowa qe naxwaze wekî em xwe gelek sûcdar kin. Em gerekê vî barî ji ser milê xwe bavêjin. Hergê em gunê xwe bidine rûyê xwe, tobe kin û gavên lazim bavêjin wekî dîsa wî guneyî nekin, em dikarin bawer bin, ku Yehowa wê bibaxşîne me (Karên Şandiya 3:19). Paşî vê yekê, Yehowa naxwaze ku em berdewam kin xwe bona vî guneyî sûcdar kin. Ew zane ku hergê em berdewam kin xwe bona vê yekê sûcdar kin, ev yek dikare zirareke mezin bide me (Zebûr 31:10). Hergê em gelek xemgîn bin, dibeke em sist bin û reva jîyînê berdewam nekin (2 Korintî 2:7).

Hergê tu ji dil gunên xwe tobe bikî, Yehowa wê gunên te bîr ke, û gerekê tu jî wana îda neynî bîra xwe (Binihêre abzasa 15)

15. Hergê tu bi zêdeyî xwe sûcdar dikî, çi dikare alî te bike? (1 Yûhenna 3:19, 20) (Binihêre usa jî şikil.)

15 Tu ça dikarî vî barî ji xwe dûr xî? Hergê em bi zêdeyî xwe sûcdar dikin, hingê em gerekê dîna xwe bidine vê yekê, ku Xwedê bi rastî dibaxşîne me (Zebûr 130:4). Gava Xwedê dibaxşîne kesê ku ji dil tobe kiriye, ew soz dide wî: “Êdî ez yê sûcên wan ne di bîra xweda bînim!” (Yêremya 31:34). Ev yek tê hesabê, ku Yehowa wê gunên teye berê nede rûyê te. Lema jî nefikire ku axiriya xirab ya gunê te îzbat dike, ku Yehowa nebaxşandiye te. Û hergê şaşiyên teye berê xizmetiya teye niha sînor dikin, dilteng nebe. Yehowa îda derheqa gunên te nafikire û gerekê tu jî ser wan nefikirî (Bixûne 1 Yûhenna 3:19, 20).

BIREVE WEKÎ SERKEVÎ

16. Mîna revoka em gerekê çi têderxin?

16 Reva jîyînêda em gerekê usa birevin, wekî “xelatê bistînin” (1 Korintî 9:24, ÎM). Hergê em barên zêde û yên nelazim têderxin, emê xwe bargiran nekin û bikaribin serkevin. Vê gotarêda, me bi saya hine mesela dît, wekî em gerekê çi barî hildin û çi barî ji ser xwe bavêjin. Lê hine meselên din jî hene. Îsa got: “Miqatî xwe bin, nebe ku dilê we xwarin, vexwarinê û xemên vê dinyayêva girêdayî be” (Lûqa 21:34). Gelek rêzên Kitêba Pîroz dikarin alî te bikin, wekî tu guhastinên lazim bikî, ku bikaribî reva jîyînêda serkevî.

17. Em çira dikarin bawer bin, ku emê reva jîyînêda serkevin?

17 Em bawer in ku emê reva jîyînêda serkevin, çimkî Yehowa wê qewatê bide me (Îşaya 40:29-31). Lema jî bireve û mîna Pawlosê şandî çi ji destê te tê bike, wekî tu xelatê bistînî! (Fîlîpî 3:13, 14) Tu kes nikare dewsa te bireve, lê bi alîkariya Yehowa tu dikarî bigihîjî nêtê xwe. Yehowa dikare alî te bike, wekî tu barê ferz hildî û yên nelazim ji xwe dûr xî (Zebûr 68:19). Bi qewata Yehowa, tu dikarî reva jîyînêda serkevî! Netirse, Yehowa tevî te ye!

KILAMA 65 Timê Pêş!

a Eva gotara wê alî me bike, wekî em reva jîyînêda birevin. Mîna revokekî, em gerekê hine bar hildin ser xwe. Mesele, em gerekê li gora sonda tesmîlbûnê bijîn, cabdariyên malbetê bînin sêrî û xweyê sozê xwe bin. Lê em gerekê her barê nelazim ji ser xwe bavêjin. Vê gotarêda emê pêbihesin, ku ev yek çi tê hesabê.

b Hûn dikarin vê rêza gotarê bivînin, “Alîkarî Bona Malbetê” ser jw.org. Hine gotarên bona cotên zewacê, ew in: “Çawa Qedir Bidine Kifşê” û “Çawa Razîbûnê Bidine Kifşê”; seva dê-bava, “Zara Xwe Hîn kin ku Têlêfonê bi Bîlanî Bide Xebatê” û “Çawa Cahilara Ziman Bivînin”; û bona cahila, “Ça Nekevime bin Hukumê Hevalên Xwe?” û “Çawa Tenêbûnê Alt kin”.