Here Naverokê

Here naverokê

1923 – Sed Sal Berê

1923 – Sed Sal Berê

KOVARA Birca Çavdêriyê ya 1ê Çileya 1923yan (bi zimanê Îngilîzî) wisa gotibû: “Di sala 1923yan de, tiştên mezin li benda me ne. Çi îmtiyazeke baş e ku emê ji kesên dilşikestî re bibêjin ku rojên xweş û geş li hêviya me ne.” Wê salê, Lêkolînerên Kitêba Pîroz ji bo derbaskirina îbadetê û karê belavkirina mizgînê guhertinên mezin pêk anîn. Ji ber vê yekê, yekîtiya wan her ku diçû xurttir dibû.

YEKÎTIYA BI XÊRA ÎBADETÊ

Salnameya bi ayet û kilaman

Wê salê, ji bo ku yekîtiya îbadetê di nav Lêkolînerên Kitêba Pîroz de mezintir bibe, teşkîlatê hin tişt guhertin. Êdî di Birca Çavdêriyê de şîroveyên ayetan dihatin weşandin, ên ku her hefte di Civîna Dua, Pesin û Şahidiyê de dihatin lêkolînkirin. Wekî din, Lêkolînerên Kitêba Pîroz di salnameyekê de hem ayetên ku her hefte di civînan de dihatin lêkolînkirin, hem jî kilamên ji bo lêkolîna şexsî yan ji bo îbadeta malbatê çap dikirin.

Di civînan de, Lêkolînerên Kitêba Pîroz “şahidya” xwe dianî zimên. Yanî, wan behsa serpêhatiyeke xwe ya xizmetê dikir, ji Yehowa re şikir dikir, kilamek digot yan jî dua dikir. Xwişka me Eva Barney, ya ku sala 1923yan di 15 saliya xwe de vaftîz bû, wisa gotibû: “Eger yekî bixwesta ‘şahidiyek’ bidaya, lazim bû ku rabûya ser piyan û tiştekî wisa digot: ‘Şikir ji Xudan re ji bo hemû tiştên qenc.’” Hinekan ji vê îmtiyazê pir hez dikir. Xwişka Barney wisa dewam dike: “Birayê me yê kal Godwin ji bo gelek tiştan ji Xudan re şikir dikir. Lê gava xanima wî didît ku bêhna îdarevanê civînê ji ber xeberdana wî ya dirêj teng dibû, wê piçekî çakêtê zilamê xwe dikişand, û ew dû re rûdinişt.”

Mehê carekê, her civatekê bernameyeke xisûsî ji bo Civîna Dua, Pesin û Şahidiyê çêdikir. Di heqê vê civînê de, Birca Çavdêriyê ya 1ê Nîsana 1923yan (bi zimanê Îngilîzî) wisa gotibû: “Gerek nîvê civînê ji bo sohbetên li ser karê xizmetê û ji bo avakirina hevalkaran bê veqetandin. … Em bawer dikin ku ev civînên xweş wê dostan nêzîktirî hev bikin.”

Charles Martin, mizgînvanekî 19 salî yê ji Kanadayê (Vancouver), ji van civînan pir feyde distand. Wî got: “Li wê derê, ez hîn bûm ku di xizmetê de çawa xeber bidim. Gelek caran, kesekî behsa serpêhatiyeke ji xizmeta mal bi mal dikir. Vê yekê fikir dida min ku ez çi bibêjim û çawa bersiva îtirazan bidim.”

YEKÎTIYA BI XÊRA XIZMETÊ

Bulletin (1 Gulan 1923)

“Rojên xizmetê” jî piştgiriya yekîtiyê dikir. Kovara Birca Çavdêriyê ya 1ê Nîsana 1923yan (bi zimanê Îngilîzî) wisa îlan kiribû: “Karê me di nav me de yekîtiyê ava dike … Roja Sêşemê, 1ê Gulana 1923yan ji bo xizmeta tamrojî hatiye hilbijartin. Piştî vê, di her mehê de her Sêşema pêşîn roja xizmetê ye … Divê hemû endamên her civatekê tev li vî karî bibin.”

Kesên ciwan jî tev li vî karî dibûn. Xwişka Hazel Burford, a ku wê demê 16 salî bû, got: “Di bernameya Bulletin a de ji bo xizmetê sohbetên emsal hebûn. Ez û kalikê min, em bi dil û can beşdarî van fealiyetan dibûn.” Lê belê, xwişka Hazel ji ber gotin û fikrên birayekî şaş mabû. Wê got: “Birayekî emirmezin aciz dibû ku ez bi kesên din re dipeyivîm. Wê çaxê, hinekan fehm nekiribû ku divê hemû Lêkolînerên Kitêba Pîroz, heta ‘xortên mêrxas û keç’ jî, pesnê Xaliqê Mezin bidin” (Zebûr 148:12, 13). Lê xwişka Hazel dewam dikir. Paşê ew çû sinifa diduyan a Mekteba Gîleadê û li Panamayê wek mizgînvaneke wezîfedar xizmet dikir. Bi zeman re, wan birayan qebûl kir ku kesên ciwan jî dikarin derkevin xizmetê.

YEKÎTIYA BI XÊRA KOMCIVÎNAN

Komcivînan jî yekîtî ava dikir. Di dema gelek komcivînan de rojên xizmetê dihatin plankirin, mesela wek li Winnipegê (Kanada). Hemû delegeyên wê komcivînê hatin dawetkirin ku di 31ê Adarê de li vî bajarî xizmetê bikin. Bi xêra rojên xizmetê, bingeha ji bo zêdebûnê hat danîn. Di 5ê Tebaxê de, li Winnipegê 7.000 kes beşdarî komcivîneke din bûn. Heta wê çaxê, li Kanadayê di komcivînekê de ew qas kes kom nebûbûn.

Ji 18 heta 26ê Tebaxê, komcivîneke pir muhîm a xelkê Yehowa li Los Angelesê (Kalîforniya) hat lidarxistin. Berî komcivînê bi hefteyan, ev bûyer di rojnameyan de hat îlankirin, û Lêkolînerên Kitêba Pîroz zêdetirî 500.000 belavok dan mirovan. Wekî din, ev îlan bi trên û erebeyan ve hat zeliqandin.

Komcivîna Lêkolînerên Kitêba Pîroz li Los Angelesê (sala 1923yan)

Roja Şemiyê, 25ê Tebaxê, birayê Rutherford gotara bi navê “Mî û Bizin” pêşkêş kir. Wî şîrove kir ku “mî” tê maneya kesên ku niyeta wan rast e û dixwazin li ceneta li ser rûyê erdê bijîn. Wekî din, wî îlana bi navê “Hişyarî” xwend û kesên dêrê mehkûm kirin û kesên dilpak teşwîq kirin ku ji “Babîla Mezin” derkevin (Peyxam 18:2, 4). Paşê, Lêkolînerên Kitêba Pîroz bi milyonan kopyayên vê îlanê li seranserê dinyayê belav kirin.

“Ev civînên xweş wê dostan nêzîktirî hev bikin”

Di roja dawîn a komcivînê de, zêdetirî 30.000 kesî guh da gotara birayê Rutherford ya bi navê “Hemû Milet ber bi Harmegedonê ve Dimeşin, lê bi Milyonan Kes wê Qet Nemirin”. Lêkolînerên Kitêba Pîroz ji bo vê komcivînê li hêviya gelek kesan bûn. Ji ber vê yekê, wan stadyûma nû ya Los Angeles Coliseum kirê kir. Ji bo ku her kesî bername baş bibihîsta, wan sîstema deng a stadyûmê bi kar anî. Ji bo wê çaxê, ev teknolojiyeke nû bû. Gelek kesên din jî bi rêya radyoyê guhdarî kir.

MEZINBÛNA CÎHANÎ

Di sala 1923yan de, karê belavkirina mizgînê li Afrîkayê, Ewropayê, Hindistanê û Amerîkaya Başûr berfireh bû. Li Hindistanê, birayê me A. J. Joseph zewicî bû û bavê şeş zarokan bû. Lê dîsa jî, ew hem li mala xwe hem jî li çapkirina weşanan a bi zimanê Hindî, Tamîl, Telûgû û Urdû xwedî derdiket.

William R. Brown û malbat wî

Li Sierra Leoneyê, Lêkolînerên Kitêba Pîroz Alfred Joseph û Leonard Blackman bi rêya nameyekê alîkarî ji merkeza cîhanî ya li Brooklynê (New York) xwest. Di 14ê Nîsana 1923yan de bersiv hat. Alfred got: “Roja Şemiyê di derengiya şevê de ji nişka ve telefon hat.” Bi dengekî bilind got: “Ê ku ji bo mizgînvanan ji Watch Tower Society’yê re nivîsand tu yî?” Alfred got: “Erê.” Dû re birayê William R. Brown got: “Ezê alîkariya we bikim.” Wê rojê, ew, xanima wî û keçên wan Louise û Lucy ji Karayîbê hatin wê derê. Piştî demeke kin, xwişk û birayan ew nas kirin.

Alfred dû re got: “Sibehê, wek her hefte gava min û Leonard lêkolîna Kitêba Pîroz dikir, ji nişka ve zilamekî dirêj ket derî. Ew birayê William Brown bû. Ew di rastiyê de ew qas jêhatî bû ku dixwest roja din gotarekê pêşkêş bike.” Teqrîben di mehekê de, birayê William hemû weşanên ku bi xwe re anîbûn belav kirin. Di demeke nêzîk de, zêdetirî 5.000 kitêb ji wî re hatin, û hê jî zêdetir ji wî re lazim bûn. Dîsa jî birayê William ne wek pirtûkfiroş, lê di temamiya jiyana xwe de wek xizmetkarekî Yehowa yê jêhatî dihat naskirin. Di gotarên xwe de, wî xwe her tim dispart Nivîsarên Pîroz. Ji ber vê yekê, xelkê ew wek Brownê Kitêba Pîroz bi nav dikir.

Beytela Magdeburgê (salên 1920an)

Di eynî demê de, buroya li Barmenê (Almanya) nema têra wan dikir. Wekî din, leşkerên Fransayê xîret dikir ku wî bajarî bin dest bikin. Lêkolînerên Kitêba Pîroz ji bo karê çapkirinê li Magdeburgê avahiyeke minasib dît. Di 19ê Hezîranê de, makîneyên çapkirinê û tiştên din ji bo barkirinê hazir bûn. Merkeza cîhanî xeber stand ku îşê barkirinê xelas bûye. Tenê piştî rojekê, rojnameyan îlan kir ku Fransayê bajarê Barmenê xistiye bin kontrola xwe. Birayan dît ku Yehowa bi wan re ye û wan diparêze.

George Young bi Sarah Ferguson (aliyê rastê) û xwişka wê re

Li Brezîlê, George Young, ê ku ji bo belavkirina xebera xêrê diçû cihên dûr, buroyeke nû ava kir û dest bi weşandina Birca Çavdêriyê ya bi zimanê Portekîzî kir. Di hundirê çend mehan de, wî zêdetirî 7.000 heb weşan belav kirin. Bi hatina wî ya Brezîlê, rêyeke nû li ber Sarah Fergusonê vebû. Wê ji sala 1899an ve Birca Çavdêriyê dixwend û jiyana xwe dabû destê Yehowa, lê hîn vaftîz nebûbû. Piştî çend mehan, xwişka me Sarah û her çar zarokên wê vaftîz bûn.

“BI KÊFXWEŞÎ JI XWEDÊ RE XIZMETÊ BIKIN”

Di dawiya salê de, Birca Çavdêriyê ya 15ê Kanûna 1923yan (bi zimanê Îngilîzî) bandora yekîtiya Lêkolînerên Kitêba Pîroz wisa anî zimên: “Bi rihetî tê xuyakirin ku civatên me … ji aliyê ruhî ve xurt in. … Bila em ji bo îşekî mezintir hazir bin û di sala nû de bi xîret û bi kêfxweşî ji Xwedê re xizmetê bikin.”

Di sala 1924an de jî, pêşketinên balkêş li benda Lêkolînerên Kitêba Pîroz bûn. Nêzîkî merkeza cîhanî ya li Brooklynê, birayên ji Beytelê bi gelek mehan li Staten Islandê li ser erdekî kar dikir. Di destpêka 1924an de, lêkirina vê avahiyê temam bû. Vê projeyê piştgiriya biratiyê kir û deriyên nû ji bo karê belavkirina mizgînê vekirin.

Xebatkarên avakirinê li Staten Islandê

a Îro Wek Îsa Mesîh Bijî û Xizmet Bike – Bernameya Civînê.