Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 42

Gelo Tu “ji bo Îtaetkirinê Hazir” î?

Gelo Tu “ji bo Îtaetkirinê Hazir” î?

“Hîkmeta ji jor … ji bo îtaetkirinê hazir e” (AQÛB 3:17, NWT).

KILAM 101 Yekîtiyê Biparêze

PÊŞGOTIN a

1. Çima carinan zor e ku em îtaet bikin?

 GELO carinan ji bo te zor e ku tu îtaet bikî? Ev yek ji bo Dawid Padîşah jî ne hêsan bû, loma wî ji Xwedê re dua kir: “Daxwaza min zêde bike ku ez guh bidim te” (Zebûr 51:12, NWT). Dawid ji Yehowa hez dikir. Lê dîsa jî, ji bo Dawid carinan ne hêsan bû ku guh bide rêberiyê, û ev yek carinan ji bo me jî ne hêsan e. Gelo çima? A yekê, daxwaza bêîtaetiyê bi mîrasî derbasî me bûye. A diduyan, Îblîs her tim hewl dide ku em jî wek wî li ber Xwedê serî hildin (2. Korîntî 11:3). A sisêyan, em “di nav mirovên neguhdar de” dijîn (Efesî 2:2). Gerek em pir xîret bikin ku li hemberî daxwaza gunehkariyê û bandora Îblîs û dinyaya wî bisekinin. Wekî din, gerek em pir xîret bikin ku guh bidin Yehowa û kesên ku wî otorîte daye wan.

2. Maneya “îtaetkirinê” çi ye? (Aqûb 3:17)

2 Aqûb 3:17 (NWT) dibêje: “Hîkmeta ji jor berî her tiştî paqij e, paşê aştîhez û maqûl e, ji bo îtaetkirinê hazir e, bi dilovanî û kirinên qenc ve tije ye, cihêtiyê nake, ne jî durû ye.” Bifikire ku maneya vê yekê çi ye. Gerek em ji dil hazir bin ku guh bidin kesên ku Yehowa otorîte daye wan. Helbet, eger kesek ji me bixwaze ku em ji emrên Xwedê derkevin, Yehowa ji me naxwaze ku em bi ya wî bikin (Karên Şandiyan 4:18-20).

3. Yehowa çima dixwaze ku em guh bidin kesên biotorîte?

3 Belkî ji bo me hêsantir e ku em ji mirovan zêdetir guh bidin Yehowa. Gelo çima? Çimkî Yehowa her tim rêberiya bêqisûr dide me (Zebûr 19:7). Lê mirovên biotorîte kesên qisûrdar in. Dîsa jî, Bavê me yê li ezmanan otorîte û mesûliyet daye dê û bavan, memûrên dewletê û rîspiyên civatê (Methelokên Silêman 6:20; 1. Selanîkî 5:12; 1. Petrûs 2:13, 14). Gava em guh didin wan, bi eslê xwe em guh didin Yehowa. Eger carinan ne hêsan be jî, em çawa dikarin guh bidin rêberiya kesên biotorîte?

GUH BIDE DÊ Û BAVÊ XWE

4. Gelek zarok çima guh nadin dê û bavê xwe?

4 Îro gelek kesên ciwan guh nadin dê û bavê xwe (2. Tîmotêyos 3:1, 2). Gelo çima? Ew difikirin ku dê û bavê wan tiştên ku bi xwe nakin ji zarokên xwe dixwazin. Hinek jî difikirin ku şîretên dê û bavê wan bi kêrî dema îro nayên yan jî pir sert in. Tu jî carinan wisa difikirî? Belkî ne hêsan e ku kesên ciwan guh bidin vî emrê Yehowa: “Zarokno, li gor Xudan li ber dê û bavê xwe serî deynin, çimkî ev rast e” (Efesî 6:1). Çi dikare alî te bike ku tu guh bidî dê û bavê xwe?

5. Çima pir balkêş e ku Îsa Mesîh guh dida dê û bavê xwe? (Lûqa 2:46-52).

5 Tu dikarî ji mînaka herî baş, yanî ji Îsa Mesîh bielimî ku îtaet bikî (1. Petrûs 2:21-24). Ew yekî bêqisûr bû, lê dê û bavê wî biqisûr bûn. Gava wan şaşî dikirin û carinan wan Îsa fehm nedikir jî, wî dîsa jî qedrê dê û bavê xwe digirt (2. Mûsa 20:12). Ka bala xwe bidê ku di 12 saliya Îsa Mesîh de çi qewimîbû (Lûqa 2:46-52 bixwîne). Dê û bavê wî piştî cejnê ji Orşelîmê vedigeriyan malê, lê wan Îsa li wê derê ji bîr kir. Bi eslê xwe, gerek wan hemû zarokên xwe bi xwe re bibirana. Piştî ku Îsa hat dîtin, Meryem bi wî re xeyidî! Îsa dikaribû ji wan re bigota ku ew neheq in. Li şûna vê, wî cewabeke hêsan û bi hurmet da wan. “Lê wan maneya gotinên wî fêm nekir.” Dîsa jî, Îsa Mesîh “bi ya wan dikir”.

6-7. Çi dikare alî kesên ciwan bike ku guh bidin dê û bavê xwe?

6 Ciwanno, gava dê û bavê we şaşiyan dikin yan jî we fehm nakin, gelo ji bo we zor e ku hûn guh bidin wan? Çi dikare alî we bike? A yekê, bifikirin ku Yehowa çi hîs dike. Kitêba Pîroz dibêje ku gava hûn ji dê û bavê xwe re îtaet dikin, “ev li Xudan xweş tê” (Kolosî 3:20). Yehowa dizane ku dê û bavê we carinan we fehm nakin yan jî qaîdeyên ku li we xweş nayên datînin. Lê dîsa jî, gava hûn guh didin wan, hûn dilê Xwedê şa dikin.

7 A diduyan, bifikirin ku dê û bavê we çi hîs dikin. Gava ku hûn guh didin dê û bavê xwe, hûn dilê wan xweş dikin û baweriya wan qezenc dikin (Methelokên Silêman 23:22-25). Wekî din, hûnê nêzîktirî hevdû bibin. Birayê me Alexandre, yê ku ji Belçîkayê ye, dibêje: “Ji wexta ku ez zêdetir guh didim dê û bavê xwe û vir ve, em nêzîktirî hev bûne û dilxweştir bûne.” b A sisêyan, bifikirin ku îtaeta we çawa ji bo pêşeroja we jî bifeyde ye. Paulo, ê ku li Brezîlê rûdine, dibêje: “Ji ber ku ez hîn bûme ku guh bidim dê û bavê xwe, îro ji bo min hêsantir e ku ez guh bidim Yehowa û kesên biotorîte.” Peyva Xwedê dibêje ku çima gerek hûn guh bidin dê û bavê xwe. Ew wisa dibêje: “Da ku qencî li te bibe û li ser erdê emrê te dirêj be” (Efesî 6:2, 3).

8. Gelek kesên ciwan çima guh didin dê û bavê xwe?

8 Gelek kesên ciwan dîtiye ku îtaet çi qas bifeyde ye. Luiza, ji Brezîlê, pêşî fehm nedikir ku dê û bavê wê ji bo demekê çima îzin nedida ku telefona wê hebe. Wê anîbû zimên ku piraniya kesên di emrê wê de xwedî telefon bûn. Lê dû re wê fehm kir ku dê û bavê wê dixwazin wê biparêzin. Ew niha dibêje: “Min îtaetkirina ji dê û bavê xwe re, ne wek çakêtekî teng, lê wek qayîşeke emniyetê didît.” Ji bo Elizabethê, xwişkeke ciwan a ji Amerîkayê, carinan ne hêsan e ku guh bide dê û bavê xwe. Ew şîrove dike: “Gava ez tam fehm nakim ku dê û bavê min çima qaîdeyekê datînin, ez tînim bîra xwe ku qaîdeyên wan ez berê çawa diparastim.” Monica, ya ku li Ermenistanê dijî, dibêje ku gava wê guh dida dê û bavê xwe, netîce her tim baştir dibûn.

GUH BIDE HUKÛMETÊ

9. Gelek kes li ser qanûnan çi difikirin?

9 Gelek kes qebûl dikin ku em hewceyî hukûmetekê ne û gerek em bi ya hin qanûnên hukûmetê bikin (Romayî 13:1). Lê eynî kes belkî guh nadin qanûnên ku ew ji wan hez nakin yan jî qanûnên ku li ber çavê wan bêedalet xuya dikin. Ka li ser dayîna bacê bifikire. Li welatekî Ewropayê, gelek kes di wê baweriyê de ne ku “eger tu bifikirî ku bac bêedalet e, ne hewce ye ku tu wê bidî”. Ji ber vê yekê, welatiyên wê derê ne hemû bacan, lê tenê ji sedî şêşt û heft didin.

Em ji Ûsiv û Meryemê li ser îtaetkirinê çi dielimin? (Li paragrafên 10 heta 12an binêre) c

10. Çima em guh didin qanûnên ku ne li gor dilê me ne jî?

10 Kitêba Pîroz dibêje ku hukûmetên mirovan dibin sebebên kul û derdan, ew di bin kontrola Îblîs de ne û wê di demeke nêzîk de bên tunekirin (Zebûr 110:5, 6; Waiz 8:9; Lûqa 4:5, 6). Wekî din, li gor Peyva Xwedê, “yê ku li hember desthilatiyê derkeve”, bi eslê xwe ew li dijî tertîba Xwedê radibe. Ji bo parastina nîzam û emniyetê, Yehowa niha îzna hukimdariyê dide hukûmetan. Loma, gerek em “heqê her kesî bidinê”. Yanî, gerek em bacê bidin, qedrê hukûmetê bigirin û ji qanûnan re îtaet bikin (Romayî 13:1-7). Belkî em qanûnekê bêmantiq û bêedalet dibînin û loma li me zor tê ku em guh bidinê. Lê dîsa jî, heta ku ew qanûn ne li dijî qanûnên Yehowa be, em guh didinê, çimkî Yehowa vê yekê ji me dixwaze (Karên Şandiyan 5:29).

11-12. Li gor Lûqa 2:1-6, ji bo ku Ûsiv û Meryem guh bidin qanûnê, wan çi kir, û netîce bû çi? (Li resiman jî binêre.)

11 Em dikarin ji Ûsiv û Meryemê bielimin. Her çi qas zehmet bû jî, ew hazir bûn ku guh bidin qanûnên dewletê (Lûqa 2:1-6 bixwîne). Gava Meryem di hemlebûna xwe de nêzîkî neh mehan bû, ew û Ûsiv rastî ceribandinekê hatin. Awgûstosê ku hukimdarê Împaratoriya Romayê bû qanûn derxist ku gerek her kes ji bo qeydkirinê here bajarê xwe. Ji bo vê yekê, Ûsiv û Meryemê rêyeke 150 kîlometreyî da ber xwe û çûn Beytlehemê. Ev rêya dûr û dirêj bi xisûsî ji bo Meryemê gelek zehmet bû. Belkî wan ji bo saxî û selametiya Meryemê û zarokê nebûyî xem dixwar. Eger di rê de sancî bihata wê, wanê çi bikira? Mesîhê sozdayî wê ji Meryemê bihata dinyayê. Ma wan ev yek ji xwe re kir sebeb ku guh nedin hukûmetê?

12 Her çi qas xemên Ûsiv û Meryemê hebûn jî, wan dîsa jî guh da qanûnê. Yehowa îtaeta wan bibereket kir. Meryem sax û selamet gihîşt Beytlehemê, wê kurê xwe bi saxlemî anî dinyayê û bi saya vê yekê piştgiriya bicihanîna soz û wehdeke Kitêba Pîroz kir! (Mîka 5:2).

13. Îtaeta me li ser xwişk û birayên me çawa tesîr dike?

13 Gava em bi ya hukûmetê dikin, ev yek hem ji bo me hem jî ji bo kesên din bifeyde ye. Gelo çawa? Kesên ku guh nadin qanûnan tên cezakirin. Lê ji ber ku em îtaet dikin, em ji vê yekê tên parastin (Romayî 13:4). Dema ku em ji dewletê re îtaet dikin, memûr dibînin ku Şahidên Yehowa welatiyên baş in. Mesela, berî hin dehsalan li Nîjeryayê, leşker di dema civînê de ketin Salona Îbadetê. Ew li kesên ku bac red dikir digeriyan. Lê serleşker ji leşkeran re emir kir ku derkevin û got: “Şahidên Yehowa her tim bacê didin.” Belê, her cara ku tu guh didî qanûnê, tu dikarî nav û dengê xizmetkarên Yehowa bilind bikî. Di rewşeke acîl de, ev yek dikare xwişk û birayên me biparêze (Meta 5:16).

14. Çi alî xwişka me Joanna kir ku “ji bo îtaetkirinê hazir” be?

14 Lê dîsa jî, carinan ne hêsan e ku em guh bidin hukûmetê. Li Amerîkayê, xwişka me Joanna wisa dibêje: “Dewletê tehde û neheqî li hin ferdên malbata min kir. Ji ber vê yekê, li min zor dihat ku ez qedrê hukûmetê bigirim.” Lê Joanna xîret dikir ku fikrên xwe biguherîne. A yekê, wê dev ji xwendina nûçeyên înternetê, yên ku di dilê wê de hîsên negatîf li dijî hukûmetê zêde dikirin, berda (Methelokên Silêman 20:3). A diduyan, li şûna ku ew li benda guhertina hukûmetê bimîne, wê ji Yehowa re dua dikir ku ew xwe bispêre wî (Zebûr 9:9, 10). A sisêyan, wê di weşanên me de meqaleyên li ser bêterefbûnê xwendin (Yûhena 17:16). Joanna dibêje ku niha “dilê wê rihet e”, çimkî ew guh dide hukûmetê û qedrê wê digire.

GUH BIDE RÊBERIYA TEŞKÎLATA YEHOWA

15. Çima carinan ji bo me zor e ku em rêberiya teşkîlata Yehowa qebûl bikin?

15 Yehowa ji me re dibêje: “Guh bidin kesên ku di nav we de rêberiyê dikin” (Îbranî 13:17, NWT). Rêberê me Îsa Mesîh bêqisûr e, lê birayên ku ji bo rêberiya me hatine tayînkirin biqisûr in. Belkî carinan li me zor tê ku em guh bidin wan, bi xisûsî eger ew tiştekî ne li gor dilê me ji me bixwazin. Carekê melekekî ji Petrûsê şandî re ev yek got: Gerek ew goştê heywanên ku li gor Qanûna Mûsa qedexekirî bûn, bixwe. Petrûs ev yek ne tenê carekê, lê sê caran red kir! (Karên Şandiyan 10:9-16). Gelo çima? Ji bo wî, ev rêberiya nû tiştekî nemaqûl bû. Di temamiya emrê xwe de, wî tiştekî wisa qet nekiribû. Ji bo Petrûs pir zehmet bû ku rêberiya melekekî bêqisûr qebûl bike. Îcar hesab bike ku qebûlkirina rêberiya zilamên biqisûr ji bo me çi qas zehmet e!

16. Pawlosê şandî çawa guh da rêberiyeke ku nemaqûl xuya dikir? (Karên Şandiyan 21:23, 24, 26)

16 Pawlosê şandî her çi qas ev rêberiya ku standibû belkî nemaqûl didît jî, ew “ji bo îtaetkirinê hazir” bû. Xizmetkarên Xwedê yên Cihû bihîstibû ku Pawlos hurmetê nade Mûsa pêxember û mirovan teşwîq dike ku dev ji Qanûna Mûsa berdin (Karên Şandiyan 21:21). Rîspiyên li Orşelîmê ji Pawlos re got ku bila ew bi çar zilaman re here îbadetgehê. Ji ber vê yekê, ew çû wê derê û xwe li gor adetê paqij kir. Bi vî şeklî, wî nîşan da ku ew hurmetê dide Qanûnê. Lê Pawlos dizanibû ku êdî hukmê Qanûna Mûsa li ser xizmetkarên Xwedê tune bû. Wî tu şaşiyek nekiribû. Lê dîsa jî, Pawlos zû hereket kir. Wî “zilam hildan, dotira rojê li gor adetan xwe paqij kir” (Karên Şandiyan 21:23, 24, 26 bixwîne). Pawlos bi îtaeta xwe piştgiriya yekîtiyê kir (Romayî 14:19, 21).

17. Tu ji serpêhatiya Stephanieyê çi dielimî?

17 Ji bo xwişkeke bi navê Stephanie zor bû ku li welatê xwe, qerara birayên mesûl qebûl bike. Wê û zilamê wê bi kêfxweşî destek dida komeke zimanê xerîb. Dû re, buroyê ev kom belav kir û ew ji bo civateke bi zimanê dayikê hatin tayînkirin. Stephanie dibêje: “Ez xemgîn bûm. Min bawer nekir ku bi zimanê dayikê hewcedariyeke mezin hebû.” Lê dîsa jî, wê qerar da ku piştgiriya vê rêberiya nû bike. Ew dibêje: “Bi zeman re, min fehm kir ku di vê qerarê de hîkmetek hebû. Di civata nû de, gelek kes bi tena serê xwe di rastiyê de ne. Em ji wan re bûn malbat û me ew teşwîq kirin. Wekî din, xwişkeke ku berî niha dev ji xizmetê berdabû, ez pê re lêkolîn dikim. Êdî zêdetir wexta min ji bo lêkolîna şexsî heye. Û wijdanê min rihet e, çimkî min xîret kir ku guh bidim rêberiyê.”

18. Îtaetkirin çima ji bo xêra me ye?

18 Em dikarin hînî îtaetê bibin. Îsa Mesîh “ji cefayên ku kişandin hînî guhdanê bû” (Îbranî 5:8). Mîna Îsa Mesîh, em gelek caran di rewşên zehmet de hînî îtaetê dibin. Mesela, di destpêka pandemiya koronavîrûsê de, gava civînên di Salonên Îbadetan de û xizmeta mal bi mal hatin betalkirin, gelo li te zor hat ku tu vê qerarê qebûl bikî? Belê, ji ber ku te guh da vê rêberiyê, te xwe û kesên din parastin, te piştgiriya yekîtiya civatê kir û dilê Yehowa şa kir. Em gişt êdî baştir hazir in ku di dema tengasiya mezin de guh bidin rêberiyê. Xelasiya me bi îtaeta me ve girêdayî ye! (Eyûb 36:11).

19. Tu çima dixwazî îtaetkar bî?

19 Di vê meqaleyê de, em elimîn ku îtaet ji bo feydeya me ye. Lê ji ber ku em ji Yehowa hez dikin û dixwazin ku ew ji me razî be, em guh didin wî (1. Yûhena 5:3). Yehowa ji bo me hemûyan gelek tiştên qenc kirine. Em tu caran nikarin van qenciyan li wî vegerînin (Zebûr 116:12). Lê em dikarin guh bidin wî û kesên ku otorîteya wan li ser me heye. Eger em wisa bikin, emê hîkmeta xwe nîşan bidin. Û kesê bihîkmet dilê Yehowa şa dike (Methelokên Silêman 27:11).

KILAM 89 Guh Bide û Guhdar Be!

a Ji ber ku em qisûrdar in carinan li me zor tê ku em îtaet bikin û guh bidin kesên biotorîte. Çima muhîm e ku em guh bidin dê û bavê xwe, hukûmetê û birayên ku rêberiya civatê dikin? Di vê meqaleyê de, emê bibînin ku feydeya vê yekê çi ye?

b Eger tu bixwazî bi dê û bavê xwe re li ser qaîdeyên ku wan danîne xeber bidî, li ser malpera jw.org (bi Kurmanciya Qafkasyayê) li meqaleya “Çi Bikim Hergê Dê-Bav Sînorên Sert Minra Datînin?” binêre.

c RESIM: Ûsiv û Meryemê guh da emrê Qeyser ku li Beytlehemê xwe qeyd bikin. Îro xizmetkarên Xwedê guh didin qanûnên trafîkê, bacê û sihetê.