Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 42

Gelo Tu Hazir î Guhdar bî?

Gelo Tu Hazir î Guhdar bî?

“Lê serwaxtiya jorin, . . . [guhdar e, DT]” (AQÛB 3:17).

KILAMA 101 Bi Yektî Kar Bikin

VÊ GOTARÊDA a

1. Çira cara çetin e guhdar bin?

 GELO qe usa dibe ku cara tera çetin e guhdar bî? Ev yek bona Dawid Padşa jî ne hêsa bû, lema jî ewî Xwedêra dua kir: “Bi ruhekî razî [hazirbûnê, DT] min bingeh ke” (Zebûr 51:12). Dawid Yehowa hez dikir. Lê dîsa jî, bona Dawid cara ne hêsa bû guh bide rêberiyê, û ev yek cara bona me jî ne hêsa ye. Gelo çira? Ya pêşin, neguhdarîbûn derbazî ser me hemûya bûye. Ya duda, Mîrê-cina timê her tiştî dike, wekî em çev bidine wî û miqabilî Yehowa derên (2 Korintî 11:3). Ya sisiya, em nava merivên usada dijîn, “yên ku ne gura Xwedêda” nin (Efesî 2:2). Em gerekê ji aliyê xweda her tiştî bikin, wekî ne ku tenê himberî xwestinên xweye gunekar şer bikin, lê usa jî himberî hukumê Mîrê-cina û dinya wî. Usa jî, em gerekê guh bidine Yehowa û wan meriva, kîjanara Ewî hukum daye.

2. Çi tê hesabê guhdar bin? (Aqûb 3:17)

2 Bixûne Aqûb 3:17. Aqûb ji bîna ber Xwedê nivîsî, wekî merivên bîlan hazir in guhdar bin. Bifikire ev yek çi tê hesabê. Em gerekê ji dil hazir bin guh bidine wan meriva, kîjanara Yehowa hukum daye. Hemikî, Yehowa naxwaze wekî em guh bidine wî merivî, yê ku ji me dewa dike, wekî em qanûnên Wî biteribînin (Karên Şandiya 4:18-20).

3. Yehowa çira dixwaze wekî em guh bidine kesên xweyîhukum?

3 Dibeke mera diha hêsa ye guh bidine Yehowa, ne ku meriva. Gelo çira? Çimkî Yehowa timê rêberiya bêqisûr dide me (Zebûr 19:7). Lê merivên xweyîhukum qisûrdar in. Dîsa jî, Bavê meyî ezmana hukum û cabdarî daye dê-bava, serwêrên dewletê û rûspiyên civatê (Metelok 6:20; 1 Têsalonîkî 5:12; 1 Petrûs 2:13, 14). Gava em guh didine wan, bi vê yekê em guh didine Yehowa. Hergê cara mera hêsa nîbe jî, em ça dikarin guh bidine rêberiya merivên xweyîhukum?

GUH BIDE DÊ-BAVÊ XWE

4. Çira gelek zar guh nadine dê-bavê xwe?

4 Îro dor-berê cahila gelek cahilên usa hene, yên ku “ne gura dê-bavada” nin (2 Tîmotêyo 3:1, 2). Gelo çira? Ewana difikirin, wekî dê-bav tiştên ku xwexa nakin, ji wana dewa dikin. Hinek jî difikirin ku şîretên dê-bavê wan îda kêrhatî nînin, çimkî dinya hatiye guhastinê, yan jî difikirin ku şîretên wana gelek sert in. Hergê tu cahil î, gelo tu jî usa difikirî? Diqewime cahilara hêsa nîne guh bidine vê temiya Yehowa: “Çawa bawermendên Xudan gura dê û bavê xweda bin, çimkî ev yek rast e” (Efesî 6:1). Lê çi dikare alî te bike, wekî guh bidî dê-bavê xwe?

5. Çira Îsa meseleke baş e vê yekêda, ku ça guh bidine dê-bavê xwe? (Lûqa 2:46-52).

5 Tu dikarî ji Îsa, dêmek ji mesela herî baş, derheqa guhdarîbûnê hîn bî (1 Petrûs 2:21-24). Ew yekî bêqisûr bû, lê dê-bavê wî merivne qisûrdar bûn. Cara wana Îsa nerast fem dikir, yan jî şaşî berdidan, lê dîsa jî ewî qedirê wan digirt (Derketin 20:12). Were em dîna xwe bidine vê derecê, ku çi qewimî gava Îsa 12 salî bû (Bixûne Lûqa 2:46-52). Çaxê dê-bavê wî paşî cejinê, ji Orşelîmê vedigeriyane mal, wana dîna xwe nedayê ku Îsa tevî wan nîbû. Ewana borcdar bûn ku dîna xwe bidinê, hela hemû zarên wan tevî wan in, yan na. Çaxê Ûsiv û Meryemê Îsa dîtin, Meryemê Îsa neheq kir, ku rûyê wîda ewana tirsiyan û ber xwe ketin! Îsa dikaribû wanra bigota, ku ewana neheq in. Dewsa vê yekê, ewî rihet û bi qedir caba wan da, “lê wana fem nekir ewî çi got”, dîsa jî Îsa “gura wanda bû”.

6-7. Çi dikare alî cahila bike, wekî guh bidine dê-bavê xwe?

6 Cahilno, gava dê-bavê we şaşiya dikin, yan jî we fem nakin, gelo wera çetin e guh bidine wan? Hergê çetin e, çi dikare alî we bike? Ya pêşin, bifikirin ku Yehowa çi ser xwe texmîn dike, gava hûn gura dê-bavê xwe dikin. Kitêba Pîroz dibêje, ku ev yek “li Xudan xweş tê” (Kolosî 3:20). Yehowa zane ku dê-bavê we cara we fem nakin, yan jî qeydên usa datînin, ku wera hêsa nîne guh bidine wan qeyda. Lê dîsa jî, gava hûn guh didine dê-bavê xwe, hûn dilê Xwedê şa dikin.

7 Ya duda, bifikirin ku dê-bavê we çi ser xwe texmîn dikin, gava hûn gura wan dikin. Çaxê hûn guh didine wan, hûn dilê wan şa dikin û ewana diha zêde îtbariya xwe we tînin (Metelok 23:22-25). Usa jî, hûnê diha nêzîkî hevdu bin. Birê me bi navê Alêksandir, yê ku ji Bêljîkê ye, dibêje: “Çaxê min destpêkir diha zêde guh bidime dê-bavê xwe, em hê nêzîkî hev bûn û diha bextewar bûn”. b Ya sisiya, bifikirin ku guhdarîbûna we çawa axiriyêda jî wê karê wera bîne. Paûlo, yê ku Brazîlyayêda dijî, dibêje: “Ez hîn bûme guh bidime dê-bavê xwe, lema jî îro minra diha hêsa ye guh bidime Yehowa û kesên xweyîhukum”. Xebera Xwedê menîke ferz dide, ku çira hûn gerekê guh bidine dê-bavê xwe. Ew usa dibêje: “Wekî çerxa te rast be û ser erdê emirê te dirêj be” (Efesî 6:2, 3).

8. Gelek cahil çira guh didine dê-bavê xwe?

8 Gelek cahila têderxistiye, ku guhdarîbûn gelek kêrhatî ye. Lûîza, ya ku Brazîlyayêda dijî, pêşiyê fem nedikir ku çira dê-bavê wê îzin nedidan, wekî ser wextekî têla wê hebe. Ewê zanibû ku heçî zef cahilên qasî wê, têlê didine xebatê. Lê paşê ewê fem kir, ku dê-bavê wê dixwazin wê biparêzin. Niha ew zane ku gava ew gura dê-bavê xwe dike, ev yek ne ku lê sînor dike, lê karê jêra tîne. Xûşkeke cahilra, bi navê Êlizabêt, ya ku Amêrîkayêda dijî, heta niha cara çetin e gura dê-bavê xwe bike. Ew dibêje: “Gava ez bi temamî fem nakim, ku dê-bavê min çira qeyda datînin, ez tînim bîra xwe ku ev qeyde berê çawa min xwey dikirin”. Monîka, ya ku Ermenîstanêda dijî, dibêje ku gava ewê guh dida dê-bavê xwe, her tişt timê baş bû.

GUH BIDE MERIVÊN XWEYÎHUKUM

9. Gelek meriv derheqa qedandina qanûna çi difikirin?

9 Gelek meriv qebûl dikin, ku em hewcê serwêra ne û em gerekê hema gura hine qanûnên wan bikin (Romayî 13:1). Lê dibeke ew meriv gura van qanûna nekin, tevî kîjana ewana razî nînin, yan jî kîjan ku ewana hesab dikin, ku bi heqî nînin. Mesele were em dîna xwe bidine xercdayînê. Welatekî Ewropayêda gelek meriv hesab dikin, ku “hergê tu difikirî wekî xercdayîn bi heqî nîne, tuyê rast bikî hergê vî xercî nedî”. Lema jî, ecêbmayî nîne, wekî bajarvanên wî welatî ne hemû xerca didin, kîjan ku serwêrên dewletê ji wan dewa dikin.

Em ji Ûsiv û Meryemê derheqa guhdarîbûnê çi hîn dibin? (Binihêre abzasa 10-12) c

10. Çira em gura wan qanûna jî dikin, kîjan ku dilê me xweş nayên?

10 Kitêba Pîroz dibêje, wekî serwêrên meriva dibin sebebên kul-derda, ewana bin kontrola Mîrê-cinada nin û wê demeke nêzîkda bêne qirkirinê (Zebûr 110:5, 6; Waîz 8:9; Lûqa 4:5, 6). Usa jî, li gora Xebera Xwedê, “kî ku ber hukumetiyê radibe, ew ber emirê Xwedê radibe”. Yehowa îzinê dide serwêrên dewletê, wekî serwêrtiyê bikin, seva ku her tişt bi terbetî be, û ew dixwaze ku em gura wan bikin. Lema jî, em gerekê “kêra çi dikeve” bidin, dêmek xerc, qedir û guhdarîbûn (Romayî 13:1-7). Diqewime em qanûnekê ne hêsa hesab kin û bifikirin ku ev bi heqî nehatiye dayînê û wê giran ser me rûnê. Lê dîsa jî, heta ku ew qanûn miqabilî qanûnên Yehowa nîne, em guh didinê, çimkî Yehowa vê yekê ji me dixwaze (Karên Şandiya 5:29).

11-12. Li gora Lûqa 2:1-6, seva ku Ûsiv û Meryem guh bidine qanûnê, wana çi kir û axirî çi bû? (Binihêre usa jî şikil.)

11 Em dikarin ji mesela Ûsiv û Meryemê hîn bin. Wanra çiqas çetin bû jî, yeke ewana hazir bûn guh bidine qanûnên dewletê (Bixûne Lûqa 2:1-6). Gava Meryem hemlebûna xweda nêzîkî neh meha bû, ew û Ûsiv rastî cêribandinekê hatin. Awgûsto, yê ku serwêrê Împêriya Romê bû, qanûn derxist, wekî her kes here bajarê xwe ku bê navnivîsarê. Bona vê yekê, Ûsiv û Meryem ketine rêke dirêj û çûne Beytlehmê, kîjan ku weke 150 kîlomêtr dûr bû. Ev riya dûr û dirêj, îlahî bona Meryemê gelek zemet bû. Diqewime wana bona sihet-qewata Meryemê û zara nebûyî xem dikirin. Hergê rêda sancû lê bigirta, gelo wana wê çi bikira? Ewana gerekê vê zarê bibûna xweyî, çimkî ew Mesîhê sozdayî bû, yê ku wê ji Meryemê bihata bûyînê. Gelo wana ev yek kire menî, seva ku guh nedin serwêr?

12 Çiqas jî xemên Ûsiv û Meryemê hebûn, wana dîsa jî gura vê qanûnê kir. Yehowa guhdarîbûna wan kerem kir. Meryem sax-silamet gihîşte Beytlehmê, ewê kurê xwe xêr-silamet anî, û bi saya vê yekê pêxembertiya Kitêba Pîroz hate sêrî! (Mîxa 5:2)

13. Guhdarîbûna me ça ser xûşk-birên me hukum dike?

13 Gava em gura serwêra dikin, ev yek him mera him jî kesên dinra karê tîne. Gelo çawa? Merivên ku guh nadin qanûna, têne cezakirinê, lê em merivne guhdar in, lema jî ji vê yekê xweykirî ne (Romayî 13:4). Çaxê em gura serwêrên dewletê dikin, merivên xweyîhukum dibêjin, ku Şedên Yehowa merivne baş in. Mesele, gelek sal pêşda, li Nîjeryayê, esker ketine Oda Civatê, çaxê civat derbaz dibû. Wana merivên usa digeriya, yên ku nedixwestin xercên dewletê bidin. Lê seresker eskerara got, ku ji wêderê derên û usa jî got: “Şedên Yehowa timê xercên dewletê didin”. Belê, her car gava tu guh didî qanûnê, tu dikarî navê xizmetkarên Yehowa bilind kî. Dereceke çetinda, ev yek dikare xûşk-birên me biparêze (Metta 5:16).

14. Çi alî xûşka me Coana kir, wekî guh bide serwêrên dewletê?

14 Lê dîsa jî, cara hêsa nîne ku em guh bidin serwêra. Xûşka me Coana, ya ku ji Amêrîkayê ye, usa dibêje: “Hine neferên malbeta min, ji aliyê serwêrên dewletê rastî neheqiyê hatin. Lema jî minra çetin bû qedirê serwêra bigirim”. Lê Coana ser xwe dixebitî, wekî fikirên xwe biguhêze. Pêşiyê, seva ku dilê wêda nefretî hindava serwêrên dewletê pêşda neyê, ewê safî kir wan nûçeya întêrnêtêda nexûne, yên ku derheqa serwêrên dewletê elametiyên nebaş bela dikirin (Metelok 20:3). Ya duda, dewsa ku ji Yehowa lava ke, wekî serwêrê dewletê bê guhastinê, ewê dua dikir, ku Yehowa alî wê bike diha zêde îtbariya xwe Wî bîne (Zebûr 9:9, 10). Ya sisiya, ewê edebyetên meda gotarên derheqa tevnebûyînê xwend (Yûhenna 17:16). Coana dibêje, ku niha “dilê wê rihet e”, çimkî ew gura serwêrên dewletê dike û qedirê wan digire.

GUH BIDE RÊBERIYA TEŞKÎLETA YEHOWA

15. Çira cara mera çetin e rêberiya teşkîleta Yehowa qebûl kin?

15 Yehowa mera dibêje: “Guhdariya rêberên xwe bikin” (Îbranî 13:17). Rêberê me Îsa bêqisûr e, lê ew birên, kîjana ku ew dide xebatê wekî rêberiya me bikin, merivne qisûrdar in. Dibeke cara mera çetin e guh bidine wan, îlahî hergê ewana ne li gora dilê me tiştekî ji me dixwazin. Carekê, Petrûsê şandî ji melekê Xwedê rêberî stand, kîjan ku pêşiyê ewî nexwest bîne sêrî. Ewî gerekê goştê heywanên ku li gora Qanûna Mûsa qedexekirî bûn, bixwara. Petrûs ev rêberî ne tenê carekê, lê sê cara înkar kir! (Karên Şandiya 10:9-16) Gelo çira? Çimkî ev rêberiya teze, bona wî tiştekî netebiyetî bû. Temamiya emirê xweda, ewî tiştekî usa qe nekiribû. Hergê bona Petrûs gelek çetin bû rêberiya melekekî bêqisûr qebûl ke, de bidine hesabê xwe, ku bona me çiqas çetin e gura rêberiya birên cabdar bikin, yên ku qisûrdar in!

16. Pawlosê şandî ça guh da rêberiya, ku bona wî ne tebiyetî bû? (Karên Şandiya 21:23, 2426)

16 Pawlosê şandî hazir bû wî çaxî jî guh bide rêberiyê, gava ew yek bona wî ne tebiyetî bû. Mesîhiyên Cihû bihîstibûn, ku Pawlos hurmetê nade Mûsa pêxember û meriva hêlan dike, wekî pişta xwe bidine Qanûna Mûsa (Karên Şandiya 21:21). Orşelîmêda, mêrên emirda mezin ku Mesîhî bûn, Pawlosra gotin, wekî ew tevî çar mêra here paristgehê û wêderê xwe li gora Qanûnê paqij ke. Bi vê yekê Pawlos wê bida kifşê, wekî ew Qanûnê qebûl dike. Lê ewî zanibû ku Mesîhî îda bin hukumê Qanûna Mûsada nînin. Û ewî tu şaşî nekiribû. Lê dîsa jî, Pawlos derbêra gav avît. Ewî “ew merî roja dinê hildan, tevî wan paqij bû” (Bixûne Karên Şandiya 21:23, 24, 26). Pawlos guh da rêberiyê û bi vê yekê yektî xwey kir (Romayî 14:19, 21).

17. Tu ji serhatiya Stêfanî çi hîn dibî?

17 Xûşkekêra bi navê Stêfanî, çetin bû safîkirinên birên cabdar qebûl ke. Ewê tevî malxê xwe bi şabûnê komeke ser zimanê xerîbda xizmet dikir. Paşê, fîlîalê ew kom bela kir, û ewana civatekêda hatine kifşkirinê, ya ku ser zimanê wan bû. Stêfanî dibêje: “Ez gelek ber xwe ketim. Ez qayîl nîbûm wekî ser zimanê me hewcetîke mezin hebû”. Lê dîsa jî, xûşka me safî kir, wekî piştgiriya vê rêberiya teze bike. Ew dibêje: “Wede şûnda min fem kir, wekî ew safîkirineke bîlan bû. Civata tezeda hebûn hine xûşk-birên usa, yên ku ji malbeta xwe tenê ewana nava rastiyêda bûn, û em bona wan bûne dê-bavê ruhanî. Min destpêkir tevî xûşkekê hînbûnê derbaz kim, kîjan ku dîsa vegeriya civatê. Niha îda hê zêde wedê min heye bona lêkolîna şexsî. Û îsafa min rihet e, çimkî min her tişt kir, seva ku guh bidime rêberiyê”.

18. Guhdarîkirin çi karê mera tîne?

18 Em dikarin hîn bin wekî guhdar bin. Îsa “bi wan cefayên xwe guhdariyê hîn bû” (Îbranî 5:8). Mîna Îsa, em jî gelek car derecên çetinda hînî guhdariyê dibin. Mesele, destpêka pandemiya koronavîrûsêda, gava civatên me Odên Civatada û xizmetiya mal bi mal hatine sekinandinê, gelo tera çetin bû vê safîkirinê qebûl kî? Belê, ev yek ku te guh da vê rêberiyê, te çawa xwe, usa jî kesên din parast, piştgiriya yektiya civatê kir û dilê Yehowa şa kir. Belê, niha îda her kes ji me hê baş hazir e guh bide hemû rêberiya, kîjana ku emê wedê tengasiya mezin bistînin. Hergê em guh bidine wan rêberiya, emê xilaz bin! (Îbo 36:11)

19. Tu çira dixwazî guhdar bî?

19 Vê gotarêda em pêhesiyan, wekî guhdarîbûn mera kareke mezin tîne. Lê em guh didine Yehowa, çimkî em Wî hez dikin û dixwazin wekî Ew ji me razî be (1 Yûhenna 5:3). Yehowa bona me hemûya, gelek tiştên qenc kiriye û emê tu car nikaribin bin qenciya Wî derên (Zebûr 116:12). Lê em dikarin guh bidine Wî û kesên xweyîhukum. Hergê em usa bikin, emê bîlaniyê bidine kifşê. Û ew merivê ku bîlaniyê dide kifşê, dilê Yehowa şa dike (Metelok 27:11).

KILAMA 89 Guh Bide û Guhdar Be

a Em merivne qisûrdar in, lema jî cara mera çetin e guhdar bin û gura merivên xweyîhukum bikin. Vê gotarêda emê şêwir kin ku çira kar e guh bidine dê-bavê xwe, serwêrên dewletê û birên ku rêberiya civatê dikin.

b Seva ku pêbihesî ça tevî dê-bavê xwe xeber dî derheqa qeydên ku tera çetin e bînî sêrî, ser malpera jw.org binihêre gotara bi navê “Çi Bikim Hergê Dê-Bav Sînorên Sert Minra Datînin?”

c ŞIROVEKIRINA ŞIKILA: Ûsiv û Meryemê guh dane fermana Qeyser û çûne Beytlehmê bona navnivîsarê. Îro xizmetkarên Xwedê guh didin qanûnên trafîkê, xerca û sihet-qewatê.