Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 43

Xwedê wê Te Xurt Bike

Xwedê wê Te Xurt Bike

“[Xwedê] wê we nûvejen bike, xurt bike, hêzdar bike û we li ser bingehê qayîm bike” (1. PETRÛS 5:10).

KILAM 38 Ewê Me Xurt Bike

PÊŞGOTIN a

1. Yehowa xizmetkarên xwe yên dilsoz çawa xurttir dikirin?

 PEYVA Xwedê gelek caran zilamên dilsoz wek kesên xurt bi nav dike. Lê carinan wan jî xwe bêqewet hîs dikir. Mesela, di hin rewşan de Dawid Padîşah qeweta xwe wek çiyayekî didît, lê di hin rewşên din de xof û tirs diket dilê wî (Zebûr 30:7). Yehowa bi destê ruhê xwe yê pîroz hêzeke mezin da Şîmşon. Lê Şîmşon dizanibû ku bêyî qeweta Xwedê, ewê sist bibe û bibe wek zilamên din (Serweran 14:5, 6; 16:17). Ev zilamên dilsoz xurt bûn, çimkî Yehowa çavkaniya qeweta wan bû.

2. Pawlosê şandî çima got ku “kengê ez lewaz bim, hingê ez hêzdar im”? (2. Korîntî 12:9, 10)

2 Pawlosê şandî dizanibû ku qeweta Yehowa ji wî re lazim e (2. Korîntî 12:9, 10 bixwîne). Wek me gelekan, Pawlos jî problemên sihetê dikişandin (Galatî 4:13, 14). Carinan ji bo wî zor bû ku ya rast bike (Romayî 7:18, 19). Û carinan ew dilteng dibû û xema pêşerojê dixwar (2. Korîntî 1:8, 9). Belê, gava Pawlos sist dibû jî, ew dîsa jî biqewet dibû. Ev yek çawa mumkin bû? Yehowa qeweta ku jê re lazim bû didayê. Wî ew xurt dikir.

3. Di vê meqaleyê de, emê cewabên kîjan pirsan bistînin?

3 Yehowa soz dide ku ewê me jî xurt bike (1. Petrûs 5:10). Lê ji bo vê, ked û xîret lazim e. Ka bala xwe bide vê mîsalê: Erebeyek bi hêza motor tê şixulandin. Lê ji bo ku erebe bi pêş ve here, gerek em pêlî pedala gazê bikin. Qeweta Yehowa jî wek vê mîsalê ye. Ji bo ku em vê qewetê bistînin, gerek em gavên lazim bavêjin. Yanî ji me hereket ji Xwedê bereket. Gelo Yehowa çawa qewetê dide me? Û ji bo ku em vê qewetê bistînin, gerek em çi bikin? Ji bo cewabên van pirsan, emê li ser sê serpêhatiyên Kitêba Pîroz lêkolîn bikin: Ûnis pêxember, Meryema diya Îsa Mesîh û Pawlosê şandî. Wekî din, emê bibînin ku Yehowa îro çawa hêzê dide xizmetkarên xwe.

DUA Û LÊKOLÎN QEWETÊ DIDIN ME

4. Em çawa dikarin ji Xwedê qewetê bistînin?

4 Ji bo ku Yehowa qewetê bide me rêyek ew e ku em ji wî re dua bikin. Ew dikare “hêzeke ku ji normalê zêdetir e” bide me (2. Korîntî 4:7, NWT). Wekî din, gava em Peyva Xwedê dixwînin û li ser gotinên wê kûr difikirin, em qewetê distînin (Zebûr 86:11). Peyva Xwedê bitesîr e (Îbranî 4:12). Gava tu ji Yehowa re dua bikî û Peyva wî bixwînî, ewê hêzê bide te ku tu li hemberî tengasiyên xwe bi ser bikevî, kêfxweş bimînî yan jî wezîfeyeke zehmet pêk bînî. Emê niha bibînin ku Yehowa çawa alî Ûnis pêxember dikir.

5. Ûnis pêxember çima hewceyî qewetê bû?

5 Carekê Yehowa wezîfeyeke zehmet da Ûnis, lê wî ew wezîfe red kir û bi gemiyê reviya cihekî din. Ji ber vê yekê, hindik mabû ku ew û kesên din di firtoneyekê de bimirana. Piştî ku ew ji gemiyê hat avêtin, masiyekî pir mezin ew daqurtand. Êdî ew di zikê masî de li cihekî reş û tarî bû. Gelo halê Ûnis çawa bû? Gelo ew li benda mirina xwe bû? Gelo ew difikirî ku Yehowa ew terikandiye? Bê şik hindik mabû ku ziravê Ûnis biqete.

Wek Ûnis pêxember, gava em dikevin tengasiyê, em çawa dikarin qewetê bistînin? (Li paragrafên 6 heta 9an binêre)

6. Dema ku Ûnis di zikê masî de bû, çi qewet dida wî? (Ûnis 2:1, 2, 7)

6 Dema ku Ûnis di vê tengasiyê de bû, wî çi kir? Ji bo ku ew qewetê bistîne, wî ji Xwedayê xwe Yehowa re dua kir (Ûnis 2:1, 2, 7 bixwîne). Her çi qas wî bi ya Yehowa nekir jî, Ûnis bawer bû ku Yehowa wê guh bide duaya wî, çimkî ew poşman bûbû û bi dilnizmî berê xwe dabû Yehowa. Wekî din, Ûnis li ser Nivîsarên Pîroz kûr difikirî. Em çima dikarin vê yekê bibêjin? Duaya wî ya di beşa 2yan a kitêba Ûnis de dişibe gotinên di Zebûran de (Mesela, Ûnis 2:2, 5 û Zebûr 69:1; 86:7 bide ber hev). Xuya ye ku Ûnis ev ayet baş dizanibûn. Di vê tengasiyê de, van ayetan alî Ûnis dikir ku Yehowa wê wî xelas bike. Dû re, piştî ku masiyê mezin Ûnis avêt ser erdê, ew hazir bû ku wezîfeya xwe bîne cih (Ûnis 2:10–3:4).

7-8. Di rewşên zehmet de, çi qewet dida birayekî li Taywanê?

7 Di rojên zehmet de, em dikarin mîna Ûnis bikin. Mesela, birayê me Zîmîng b, ji Taywanê, derdê nexweşiyên giran dikişîne. Wekî din, ji ber ku ew baweriya xwe bi Yehowa tîne, malbata wî tehdeyê li wî dike. Gava ew dua dike û lêkolîn dike, ew qewetê ji Yehowa distîne. Ew dibêje: “Carinan, gava problem derdikevin, ez ew qas dilteng dibim ku qeweta min têra lêkolîna şexsî nake.” Lê ew xwe dispêre Yehowa. Ew wisa dewam dike: “Pêşî, ez ji Yehowa re dua dikim. Piştre, ez kilamên Padîşahiyê guhdarî dikim. Îcar heta ku bêhna min fireh dibe, ez carinan bi dengekî nizm kilaman dibêjim. Dû re, ez dest bi lêkolînê dikim.”

8 Lêkolîna şexsî qewet dida birayê me Zîmîng ku ew li hemberî problemên xwe bisekine. Piştî emeliyateke mezin, hemşîreyekê ji wî re got ku neqla xwînê jê re lazim e, çimkî giroverkên wî yên sor kêm bûn. Di şeva berî vê emeliyatê de, Zîmîng serpêhatiya xwişkeke ku eynî emeliyat derbas kiribû, xwend. Giroverkên wê yên sor ji yên wî hê kêmtir bûn. Lê her çi qas wê neqla xwînê qebûl nekiribû jî, ew dîsa qenc bûbû. Vê serpêhatiyê hêz dida Zîmîng ku dilsoz bimîne.

9. Eger tu di rojên zehmet de biwestî, tu dikarî çi bikî? (Li resiman jî binêre.)

9 Tu carinan di nav xem û derdan de xwe bêçare hîs dikî û nizanî çawa dua bikî? Yan jî, gelo carinan qeweta te ji bo lêkolînê tune ye? Ji bîr neke: Yehowa ji halê te pir baş fehm dike. Duayên te çi qas kin bin jî, tu dikarî emîn bî ku Yehowa wê li te xwedî derkeve (Efesî 3:20). Eger tu ji ber siheta xwe ya nebaş yan ji ber diltengiya xwe nikaribî bixwînî û lêkolîn bikî, tu dikarî qeydên deng ên Kitêba Pîroz yan ên weşanên me guhdarî bikî. Wekî din, tu dikarî li ser jw.org guh bidî kilamên me yan li vîdeoyekê temaşe bikî. Gava tu ji Yehowa re dua dikî, tu fersendê didî wî ku te xurt bike. Dû re, di Kitêba Pîroz û weşanên me de li cewaba duaya xwe bigire. Bi vî awayî, Yehowa wê hêzê bide te.

XWIŞK Û BIRA ME XURT DIKIN

10. Xwişk û birayên me çawa dikarin me xurttir bikin?

10 Yehowa dikare bi destê xwişk û birayan qewetê bide me. Gava em dikevin tengasiyê yan jî ji bo me zehmet be ku em wezîfeyekê bînin cih, xwişk û birayên me dikarin ji me re bibin çavkaniya teseliyê (Kolosî 4:10, 11). Bi xisûsî “di roja teng de” ji me re dostên qenc lazim in (Methelokên Silêman 17:17). Gava em xwe sist hîs dikin, xwişk û birayên me dikarin teseliyê bidin me, baweriya me xurttir bikin û ji aliyê madî ve alî me bikin. Ka bala xwe bidê ku Meryema diya Îsa Mesîh çawa qewet ji kesên din distand.

11. Çima ji Meryemê re hêz û qewet lazim bû?

11 Ji bo ku Meryemê daxwaza Yehowa bîne cih, qewet jê re lazim bû. Meryem hê azib bû, lê melek Cibrayîl jê re got ku ewê bihemle bibe. Îcar xeyal bike ku rewşa wê çi qas zor bû. Ji ber ku ew hê ne dê bû, tecrûbeya wê tune bû ku zarokan xwedî bike, lê gerek wê Mesîhê sozdayî mezin bikira. Wekî din, ew destgirtiya Ûsiv bû. Gelo Meryemê wê çawa jê re zelal bikira ku ew li hêviya zarokekî ye? (Lûqa 1:26-33).

12. Li gor Lûqa 1:39-45, Meryemê qeweta ku jê re lazim bû çawa stand?

12 Ji bo ku Meryem vê wezîfeya zor pêk bîne, kê qewet da wê? Wê ji kesên din alîkarî stand. Mesela, wê ji bo vê wezîfeyê rêberî ji Cibrayîl xwest (Lûqa 1:34). Piştî wexteke kin, ew ji bo dîtina meriva xwe Êlîzabêtê çû deşta çiyayê Cihûdayê. Ev rêwîtî ji bo xêra wê bû. Êlîzabêtê pesnê Meryemê da û bi îlhama Yehowa li ser pêşeroja kurê wê yê nebûyî tiştekî xweş got (Lûqa 1:39-45 bixwîne). Meryemê got ku Yehowa “bi zendê xwe qudreta xwe nîşan da” (Lûqa 1:46-51). Belê, Yehowa bi destê melek Cibrayîl û Êlîzabêtê qewet dida Meryemê.

13. Xwişka me Dasuri ji xwişk û birayan çawa alîkarî stand?

13 Mîna Meryemê, tu jî dikarî hêz û qewetê ji xwişk û birayan bistînî. Xwişka me Dasuri, ya ku ji Bolîvyayê ye, hewceyî qeweteke wisa bû. Gava bavê wê ji ber nexweşiyeke bêderman ketibû nexweşxaneyê, wê dixwest li cem wî bimîne û lê binêre (1. Tîmotêyos 5:4). Ev yek carinan ne hêsan bû. Ew dibêje: “Gelek caran ez kêmqewet dibûm û min nikaribû dewam bikira.” Gelo wê ji kesî alîkarî xwest? Di destpêkê de na. Ew îzah dike: “Min nedixwest ji xwişk û birayan re bibim bar. Min ji xwe re digot: ‘Yê ku wê alî min bike Yehowa ye.’ Lê dû re min ev yek fehm kir: Eger ez ji tu kesî alîkariyê nexwazim, ev yek tê maneya ku ez hewl didim ku derdê xwe bi tena serê xwe safî bikim” (Methelokên Silêman 18:1). Dasuriyê qerar da ku ji hin hevalên xwe re behsa halê xwe bike. Ew dibêje: “Xwişk û bira ketin bin çengê min û ez xurt dikirim. Wan xwarin dianî nexweşxaneyê û bi destê Kitêba Pîroz teselî dida min. Gava mirov dizane ku ew ne tikî tenê ye, dilê wî rihet dibe. Em hemû aîdî malbata Yehowa ya mezin in. Xwişk û birayên me her tim hazir in ku alî me bikin, bi me re bigirîn û li pişta me bin.”

14. Çima gerek em alîkariya rîspiyan qebûl bikin?

14 Yehowa bi destê rîspiyan jî hêz û cesaretê dide me. Rîspî ji bo me diyariyên ji Xwedê ne (Îşaya 32:1, 2). Dema ku tu xemgîn dibî, xem û derdê xwe ji wan re bibêje. Alîkariya wan bi dil û can qebûl bike. Bi destê wan, Yehowa dikare te xurt bike.

HÊVIYA PÊŞEROJEKE RONÎ QEWETÊ DIDE ME

15. Çi hêvî li benda xizmetkarên Xwedê ne?

15 Sozên di Kitêba Pîroz de dilê me xurt dikin (Romayî 4:3, 18-20). Wek xizmetkarên Xwedê, hêviya me ew e ku heta hetayê yan li ceneta li ser rûyê erdê yan jî li Padîşahiya Ezmanan bijîn. Hêviya me alî me dike ku em li hemberî zor û zehmetiyan li ber xwe bidin, xebera xêrê belav bikin û wezîfeyên di civatê de bînin cih (1. Selanîkî 1:3). Vê hêviyê hêz dida Pawlosê şandî jî.

16. Çima Pawlosê şandî hewceyî qewetê bû?

16 Pawlos hewceyî qewetê bû. Gava wî ji Korîntiyan re nameyek nivîsand, wî xwe şiband cerekî nazik. Ew “di tengahiyê de” bû, “heyirî” mabû, zilm lê hatibû kirin û “li erdê” hatibû xistin. Û carinan jiyana wî diket talûkeyê (2. Korîntî 4:8-10). Pawlos ev gotin di sefera xwe ya sisêyan de nivîsand. Piştî nivîsandina van gotinan, gelek tişt hatin serê wî: Komeke mirovan êrîşî wî kir, ew hat girtin, gemî qulipî û ew ket hebsê.

17. Li gor 2. Korîntî 4:16-18, di rojên giran de çi qewet dida Pawlos?

17 Pawlos bala xwe dida hêviya xwe. Vê yekê hêz dida wî ku tehemûl bike (2. Korîntî 4:16-18 bixwîne). Wî ji Korîntiyan re nivîsand ku bedena wî her çi qas “birize jî”, ewê cesareta xwe winda neke. Pawlos her tim berê xwe dida pêşeroja xwe. Wî hêviya xwe ya ji bo jiyana li ezmanan wek “rûmeteke giran” bi nav kir. Wî hêviya xwe hêjayî her fedakariyê didît. Pawlos li ser vê hêviyê kûr difikirî. Ji ber vê yekê, ew “roj bi roj nûvejen” dibû.

18. Hêviya ji bo pêşerojê çawa alî Tîhomîr û malbata wî dikir?

18 Birayê me Tîhomîr, yê ku ji Bulgaristanê ye, di hêviya xwe de hêz dît. Berî çend salan, birayê wî yê jê biçûktir Zdravko di qezayekê de wefat kir. Ji bo demekê, Tîhomîr di şîneke giran de ma. Di vê wexta zehmet de, wî û malbata wî rabûna miriyan dianî ber çavê xwe. Ew şîrove dike: “Mesela, me li ser vê sohbet dikir: Gava Zdravko rabe, emê li ku derê wî bibînin, çi xwarinê jê re çêkin, kê ji bo şahiya bixêrhatina wî dawet bikin û li ser rojên dawîn jê re qala çi bikin.” Tîhomîr dibêje ku hêviya wan alî malbata wî dike ku ew sebir bikin û li benda wê rojê bimînin ku Yehowa birayê wî rake.

Tu jiyana xwe di dinyaya nû de çawa xeyal dikî? (Li paragrafa 19an binêre) c

19. Ji bo ku tu hêviya xwe xurttir bikî, tu dikarî çi bikî? (Li resim jî binêre.)

19 Tu çawa dikarî hêviya xwe xurttir bikî? Eger hêviya te ew be ku tu heta hetayê li dinyayê bijî, gotinên Kitêba Pîroz ên li ser Cenetê bixwîne û li ser wan kûr bifikire (Îşaya 25:8; 32:16-18). Jiyana li dinyaya nû bîne ber çavê xwe. Xwe li wê derê xeyal bike. Tu kê li wir dibînî? Dengê çi tê te? Tu çi hîs dikî? Ji bo ku tu xeyalên xwe zindî bikî, li sûretên Cenetê ên di weşanên me de binêre yan jî li van muzîk-vîdeoyan temaşe bike: Bi Bawerî, Aştiya Bêdawî yan jî Jiyaneke Xweş Gelekî Nêzîk e. Eger em hêviya dinyaya nû li ber çavê xwe zindî bikin, problemên me wê “sivik û ji bo demekê” xuya bikin (2. Korîntî 4:17). Hêviya pêşerojeke ronî me li ser lingan dihêle.

20. Gava em sist bin jî, em çawa dikarin qewetê bistînin?

20 Carinan em bêqewet in, lê “bi alîkariya Xwedê, emê bi ser kevin” (Zebûr 108:13). Ji bo ku tu hêzê bistînî, Yehowa gelek tişt hazir kirine. Gava tu wezîfeyeke xwe tînî cih û rojên giran derbas dikî, bi dil û can ji Yehowa re dua bike û bi destê lêkolîna şexsî li rêberiya wî bigere. Bê guman ewê alî te bike û tuyê kêfxweş bimînî. Bihêle ku xwişk û bira te teşwîq bikin. Hêviya pêşerojeke ronî li ber çavê xwe zindî bihêle. Dû re Yehowa wê te “xurt” bike û alî te bike ku tu “her tiştî bi bîhnfirehî … û bi şahî” ragirî (Kolosî 1:11).

KILAM 33 Barê Xwe ji Yehowa re Bihêle

a Ev meqale wê alîkariyê bide kesên ku di rojên giran de xwe bêçare dihesibînin yan jî difikirin ku wezîfeya wan zêdeyî qeweta wan e. Emê bielimin ku Yehowa çawa dikare me xurttir bike û ji bo ku em alîkariyê bistînin, divê em çi bikin.

b Hin navên di vê meqaleyê de hatine guhertin.

c RESIM: Xwişkeke ker li ser sozên Kitêba Pîroz kûr difikire û li muzîk-vîdeoyekê temaşe dike. Bi vî awayî, ew xwe di dinyaya nû de xeyal dike.