Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 43

Xwedê wê Te “Qewî ke”

Xwedê wê Te “Qewî ke”

“[Xwedê] wê xwexa we kamil ke, bişidîne, qewat ke, xweyîbingeh ke” (1 PETRÛS 5:10).

KILAMA 38 Ew wê Te Qewî ke

VÊ GOTARÊDA a

1. Yehowa xizmetkarên xweye amin çawa diha qewî dike?

 XEBERA Xwedêda gelek car mêrên amin ça kesên qewî têne navkirinê. Lê cara wana jî xwe bê qewat texmîn dikir. Mesele, hine derecada Dawid Padşa xwe mîna çiyakî qewî texmîn dikir, lê hine derecada xof û tirs dikete dilê wî (Zebûr 30:7). Yehowa bi saya ruhê pîroz qewateke mezin dabû Şimşon. Lê Şimşon zanibû ku bê qewata Xwedê, ewê sist be û bibe mîna merivên din (Hakimtî 14:5, 6; 16:17). Ev mêrên amin qewî bûn, çimkî Yehowa qewat dida wan.

2. Pawlosê şandî çira got, ku ew him sist bû, him jî qewî bû? (2 Korintî 12:9, 10)

2 Pawlosê şandî zanibû, wekî ew jî hewcê qewata Yehowa bû (Bixûne 2 Korintî 12:9, 10). Mîna geleka ji me, Pawlos jî rastî çetinayên sihet-qewatêva girêdayî dihat (Galatî 4:13, 14). Cara wîra jî çetin bû tiştên rast bike (Romayî 7:18, 19). Û cara ew ber xwe diket, ku axiriya wî wê çawa be (2 Korintî 1:8, 9). Lê, gava Pawlos sist dibû, ew dîsa jî qewî dibû. Gelo çawa? Yehowa haqas qewat dida wî, çiqas wîra lazim bû. Ewî Pawlos qewî dikir.

3. Vê gotarêda, emê cabên kîjan pirsa bistînin?

3 Yehowa soz dide, wekî Ewê me jî qewî ke (1 Petrûs 5:10). Lê bona vê yekê, em jî gerekê aliyê xweda tiştekî bikin. Were em dîna xwe bidine meselekê: Erebe bi saya qewata motorê dikare bixebite. Lê seva ku erebe pêşda here, gerekê em pêlî pêdala gazê bikin. Qewata Yehowa jî em dikarin beramberî vê yekê bikin. Seva ku em vê qewatê bistînin, gerekê em gavên lazim bavêjin. Dêmek em gerekê kar bikin, wekî Yehowa me kerem ke. Gelo Yehowa çawa qewatê dide me? Em gerekê çi bikin, wekî vê qewatê bistînin? Seva ku cabên van pirsa pêbihesin, emê derheqa sê serhatiya ji Kitêba Pîroz şêwir kin, dêmek dereca Ûnis pêxember, Meryema diya Îsa û Pawlosê şandî. Emê usa jî şêwir kin, ku ça Yehowa îro qewatê dide xizmetkarên xwe.

DUA Û LÊKOLÎN QEWATÊ DIDINE ME

4. Em çawa dikarin ji Xwedê qewatê bistînin?

4 Cûrek ku çawa em dikarin ji Yehowa qewatê bistînin, ew e, wekî Wîra dua bikin. Ew dikare qewateke usa bide me, kîjan ku ji qewata me der e (2 Korintî 4:7). Usa jî, gava em Xebera Xwedê dixûnin û kûr ser difikirin, em qewatê distînin (Zebûr 86:11). Xebera Xwedê “zor e” (Îbranî 4:12). Hergê tu Yehowara dua bikî û Xebera wî bixûnî, Ewê qewatê bide te wekî tu çetinayada ser kevî, şabûna xwe unda nekî, yan jî cabdarîke mezin bînî sêrî. Emê niha bivînin, ku çawa Yehowa alî Ûnis pêxember dikir.

5. Ûnis pêxember çira hewcê qewatê bû?

5 Carekê Yehowa cabdarîke ne hêsa da Ûnis, lê ewî ev cabdarî înkar kir û pê gemiyê çû cîkî din. Lema jî, ji bo vê safîkirinê hindik mabû ew û merivên ku tevî wî gemiyêda bûn, firtonêda bimirana. Çaxê ew ji gemiyê hate avîtinê, mesîkî gelek mezin wî daqurtand, û ew kete ciyê terî, dêmek zikê mesî. Gelo halê Ûnis çawa bû? Gelo ew difikirî ku ewê wêderê bimire? Gelo ew difikirî ku Yehowa pişta xwe daye wî? Bê şik, ew pirs gelek Ûnis diçerçirandin.

Mîna Ûnis pêxember, gava em dikevine tengasiyê, em çawa dikarin qewatê bistînin? (Binihêre abzasa 6-9)

6. Li gora kitêba Ûnis 2:1, 2, 7, çaxê Ûnis zikê mesîda bû, çi wî qewî dikir?

6 Gelo Ûnis çi kir, çaxê ew vê ciyê terî û xofda bû? Seva ku qewatê bistîne, ewî Xwedayê xwe Yehowara dua kir (Bixûne Ûnis 2:1, 2, 7). Rast e Ûnis guh neda Xwedê, lê dîsa jî ew bawer bû, wekî Yehowa wê guh bide duayê wî, çimkî ewî bi milûktî şaşiya xwe anî rûyê xwe. Usa jî, Ûnis ser Nivîsarên Pîroz kûr difikirî. Çira em dikarin vê yekê bêjin? Duayê wî nivîsî ye kitêba Ûnis serê 2-da, û giliyên vî cûreyî kitêba Zebûrda jî hene (Mesele, beramber ke Ûnis 2:2, 5 û Zebûr 69:1; 86:7). Eyan e, wekî Ûnis van rêza rind zanibû. Vê dereca çetinda, ev rêz baweriya Ûnis vê yekêda qewî dikirin, ku Yehowa wê ese wî xilaz ke. Çaxê mesiya mezin Ûnis avîte ber devê berê, ew hazir bû ev cabdarî, kîjan ku Yehowa dabû wî, bîne sêrî (Ûnis 2:10–3:4).

7-8. Wedê çetinda, birakî ji Teûwanê ça qewat distand?

7 Serhatiya Ûnis dikare alî me bike, gava em jî rastî çetinaya tên. Mesele, birê me Zîmîng b, kîjan ku ji Teywanê ye, ji bo sihet-qewata xweye xirab, gelek çetinaya dikişîne. Usa jî neferên malbeta wî, hindava wîda nebaş in, çimkî ew Yehowara xizmet dike. Gava ew dua û lêkolîna dike, ew qewatê ji Yehowa distîne. Ew dibêje: “Cara, gava çetinayî pêşda tên, ez usa dilteng dibim, ku qewata min tune wekî lêkolîna şexsî bikim”. Lê ew xwe dispêre Yehowa. Ew usa jî dibêje: “Pêşiyê, ez Yehowara dua dikim. Paşê, ez pê berguhka kilamên Padşatiyê dibihêm. Cara ez hela hê jî wan kilama pê dengê nimiz distirêm, heta ku dilê min rihet be. Û paşî vê yekê, ez destpêdikim lêkolîna şexsî bikim”.

8 Lêkolîna şexsî qewat dida birê me Zîmîng, wekî ew himberî çetinayên xwe sebir ke. Mesele, paşî opêrasiya giran, alîkarçiya hekîm got, wekî wîra berîdayîna xûnê lazim e, çimkî êrîtrosît xûna wîda kêm in. Şeva pêşiya opêrasiya wî, Zîmîng serhatiya xûşkekê xwend, dereca kîjanê mîna ya wî bû, lê êrîtrosît xûna wêda diha kêm bûn. Yeke, ewê berîdayîna xûnê qebûl nekir û axiriyêda qenc bû. Ev serhatî Zîmîng qewî kir, wekî ew amin bimîne.

9. Hergê tu ji bo çetinayîkî sist bûyî, tu dikarî çi bikî? (Binihêre usa jî şikil.)

9 Gelo cara usa dibe, wekî tu ji bo çetinaya, gelek ber xwe dikevî û nikarî Yehowara dua bikî? Yan jî tu usa diwestî, ku qewata te tune ye lêkolînê bikî? Bîr neke, Yehowa halê te gelek baş fem dike. Duayên te çiqas kin bin jî, tu dikarî bawer bî wekî Yehowa wê bona te xem bike (Efesî 3:20). Hergê tu ji bo sihet-qewata xweye nebaş, yan jî ji bo diltengiyê nikaribî bixûnî û lêkolîna bikî, tu dikarî guh bidî aûdîoya Kitêba Pîroz yan jî edebyetên me. Tu usa jî dikarî ser jw.org guh bidî kilamên me, yan jî vîdêo binihêrî. Çaxê tu Yehowara dua dikî û caba duayê xwe edebyetada digerî, bi vê yekê tu mecalê didî Yehowa, wekî Ew te qewî ke.

XÛŞK Û BIRA ME QEWÎ DIKIN

10. Xûşk-birên me ça me qewî dikin?

10 Yehowa dikare bi saya xûşk-bira me qewî ke. Gava em dikevine tengasiyê, yan jî mera çetin e cabdarîkê bînin sêrî, xûşk-birên me dikarin bona me bibine kaniya berdiliyê (Kolosî 4:10, 11). Îlahî wedê “oxirmê giran” em hewcê hevala ne (Metelok 17:17). Gava em xwe sist texmîn dikin, xûşk-birên me dikarin him fîzîkîda, him jî êmosiyalî û ruhanîda alî me bikin. Were em dîna xwe bidinê, ku Meryema diya Îsa, ça ji kesên din qewat distand.

11. Çira Meryemêra qewat lazim bû?

11 Seva ku Meryemê xwestina Yehowa bianiya sêrî, jêra qewat lazim bû. Meryem hê mêrkirî nîbû, lê melekê Xwedê, Cibrayîl, jêra got ku ewê hemle derkeve. De bidine hesabê xwe, ku jêra çiqas çetin bû. Rast e Meryem qe zar mezin nekiribû, lê ewê gerekê bona kurekî xem kira, kîjan ku wê bibûya Mesîh. Xêncî vê yekê, Meryem bikir bû, û ewê gerekê dergîstiyê xwe, Ûsivra bigota, ku zar wê jêra bê bûyînê. Ev yek bi rastî jî hêsa nîbû (Lûqa 1:26-33).

12. Li gora Lûqa 1:39-45, Meryemê qewata ku jêra lazim bû, çawa stand?

12 Seva ku Meryemê ev cabdariya çetin bianiya sêrî, gelo ewê ji kê qewat stand? Ewê ji kesên din alîkarî stand. Mesele, ewê bona vê cabdariyê rêberî ji Cibrayîl xwest (Lûqa 1:34). Paşî wedekî kin, ew çû deşta çiyayê Cihûdayê, seva ku meriva xwe, Êlîzabêtê bivîne. Ev rêwîtî kar jêra anî. Êlîzabêtê payê Meryemê da û ji bîna ber Yehowa, derheqa axiriya kurê wêye nebûyî, pêxembertîke xweş got (Bixûne Lûqa 1:39-45). Meryemê got, ku Yehowa “qewata destê xwe” jêra da kifşê (Lûqa 1:46-51). Belê, Yehowa bi saya Cibrayîl melek û Êlîzabêtê, Meryemê qewî kir.

13. Xûşka me Dasûrî çawa ji xûşk-bira alîkarî stand?

13 Mîna Meryemê, tu jî dikarî ji xûşk-bira qewatê bistînî. Xûşkeke ji Bolîvyayê bi navê Dasûrî, hewcê qewateke usa bû. Gava bavê wê ji bo nexweşîke ku qenc nabe, kete nexweşxanê, ewê dixwest cem wî bimîne wekî bona wî xem bike (1 Tîmotêyo 5:4). Ev yek cara hêsa nîbû. Ew dibêje: “Gelek car qewata min tune bû û min xwe bêçare texmîn dikir”. Gelo ewê ji kesekî alîkarî xwest? Sêrîda na. Ew dibêje: “Min nedixwest bona xûşk-bira bibime bargiranî. Min xwera digot: ‘Yê ku wê alî min bike, Yehowa ye’. Lê paşê min fem kir, ku hergê ez ji tu kesî alîkarî nexwazim, ev yek tê hesabê ku ez dixwazim tik-tenê çetinayên xwe safî kim” (Metelok 18:1). Dasûrî safî kir hine hevalên xwera besa dereca xwe bike. Ew dibêje: “Xeber têra min nakin bêjim, ku Xûşk-bira çiqas min qewî kirin. Wana xwarin dianî nexweşxanê û bi saya Kitêba Pîroz ber dilê minda dihatin. Em çiqas bextewar in ku em tenê nînin. Em para malbeta Yehowaye mezin in. Xûşk-birên me timê hazir in alî me bikin, tevî me bigirîn û piştgiriya me bikin”.

14. Çima gerekê em alîkariya rûspiya qebûl kin?

14 Yehowa bi saya rûspiya jî qewatê dide me û me dişidîne. Rûspî bona me pêşkêşên ji Xwedê ne (Îşaya 32:1, 2). Çaxê tu ber xwe dikevî, dilê xwe wanra veke. Alîkariya wan bi dil û can qebûl ke. Bi saya wan, Yehowa dikare te qewî ke.

GUMANA AXIRIYA BAŞ DIKARE TE QEWÎ KE

15. Kîjan guman xizmetkarên Xwedê qewî dike?

15 Sozên Kitêba Pîroz gumanê didine me û me qewî dikin (Romayî 4:3, 18-20). Çawa xizmetkarên Xwedê, gumana me ew e, ku heta-hetayê yan cinetêda ser erdê, yan jî ser ezmana bijîn. Guman alî me dike, wekî em ber çetinaya sebir kin, mizgîniyê bela kin û cabdariyên civatêda bînin sêrî (1 Têsalonîkî 1:3). Ew guman Pawlosê şandî jî qewî dikir.

16. Çira Pawlosê şandî hewcê qewatê bû?

16 Pawlos hewcê qewatê bû. Gava ewî Korintiyara neme nivîsî, ewî xwe beramberî derdaneke nazik kir, ku ji heriyê bû. Ew “telî-tengiyada” bû, “derecê bêgumanda” bû, rastî peyketina dihat û “lêdayî-ketî” bû. Û cara emirê wî hela hê bin xofêda bû jî (2 Korintî 4:8-10). Pawlos wedê rêwîtiya xweye sisiya ev gilî nivîsîn. Paşî nivîsandina van giliya jî, tiştên diha xirab hatin serê wî. Komeke meriva hicûmî ser wî kir, ew hate girtinê, gemiya ku ew têda bû, nuqî avê bû û hindik mabû ew bixeniqe û usa jî wî avîtine kelê.

17. Li gora 2 Korintî 4:16-18, rojên çetinda çi qewat dida Pawlos?

17 Pawlos dîna xwe dida hêviya xwe û ew yek qewat dida wî, wekî sebir ke (Bixûne 2 Korintî 4:16-18). Ewî Korintiyara nivîsî, ku bedena wî çiqas birize jî, ewê mêrxasiya xwe unda neke. Pawlos timê dîna xwe dida axiriyê. Hêviya wîye jîyîna ser ezmana “xweyiyê rûmeta” giran bû. Ev hêvî hêjayî her qurbana bû. Pawlos derheqa vê hêviyê kûr difikirî. Lema jî ew “roj bi roj nûyejiyîn” dibû.

18. Hêviya derheqa axiriyê çawa alî Tîxomîr û malbeta wî dikir?

18 Birê me bi navê Tîxomîr, yê ku ji Bûlgaristanê ye, bi saya gumanê qewat stand. Çend sal pêşda, birê wîyî biçûk Zdravko, kete qeziyê û mir. Paşî vê yekê, wextekî ji bo vê derdê giran, Tîxomîr êşeke mezin dikişand. Wedê çetinda, ewî tevî malbeta xwe rabûna miriya didane ber çevê xwe. Ew dibêje: “Mesele, me derheqa vê yekê xeber dida, ku emê kîderê rastî Zdravko bên, kîjan xwarinê jêra çêkin, kê teglîfî ser kêfê kin û derheqa rojên paşin, emê çi jêra gilî kin”. Tîxomîr dibêje, ku hêvî alî malbeta wî dike sebir kin û hîviya wê rojê bin, ku çaxê Yehowa birê wî ji mirinê rake.

Tu çawa emirê xwe diniya tezeda didî ber çevê xwe? (Binihêre abzasa 19) c

19. Seva ku tu hêviya xwe qewî kî, tu çi dikarî bikî? (Binihêre usa jî şikil.)

19 Tu ça dikarî hêviya xwe diha qewî kî? Hergê hêviya te ew e, ku heta-hetayê ser erdê bijîyî, gotinên Kitêba Pîroz derheqa Cinetê bixûne û kûr ser bifikire (Îşaya 25:8; 32:16-18). Bifikire ku emir dinya tezeda wê çawa be. Bide ber çevê xwe, ku tu jî wêderê yî. Tu kê divînî wêderê? Çi deng têne te? Tu ça xwe texmîn dikî? Seva ku ew hemû tiştî bidine ber çevê xwe, edebyetên meda dîna xwe bidine şikilên Cinetê, yan jî van vîdêo-miqama binihêrin, Dinya Teze Nêzîk e, Ew Roj Ber Şêmîkê ye!, yan jî Bide ber Çevê Xwe. Hergê em timê wede bivînin ku dinya teze bidine ber çevê xwe, problêmên me wê wedelû û sivik bêne kifşê (2 Korintî 4:17). Yehowa wê bi saya vê hêviyê, te qewî ke.

20. Gava em sist in jî, em çawa dikarin qewatê bistînin?

20 Cara qewata me tune, lê “emê pê Xwedê mêrxasîyê” bistînin (Zebûr 108:13). Seva ku tu qewatê bistînî, Yehowa gelek tişt bona te hazir kiriye. Gava tu cabdarîke xwe tînî sêrî û rastî çetinayîkî têy, bi dil û can Yehowara dua bike û bi saya lêkolîna şexsî rêberiya wî bigere. Bê şik, Ewê alî te bike, wekî tu şabûna xwe unda nekî. Alîkariya xûşk-bira qebûl ke. Timê wede bivîne, wekî derheqa hêviyê bifikirî. Paşê “hûn anegorî temamiya wê qewata [Xwedê] ku ji zorayiya wiye xweyîrûmet tê qewat bin, ku hûn her tiştîda bi dûmika dirêj sebir bikin” (Kolosî 1:11).

KILAMA 33 Barê Xwe Bide ser Yehowa

a Eva gotara wê alî wan meriva bike, yên ku wedê çetinaya xwe bêçare texmîn dikin, yan jî difikirin ku cabdariya wan ji qewata wan der e. Emê pêbihesin, ku Yehowa çawa dikare me diha qewî ke û em çi dikarin bikin, seva ku alîkariya Wî bistînin.

b Hine nav hatine guhastinê.

c ŞIROVEKIRINA ŞIKILA: Xûşkeke ker ser zimanê ker-lala vîdêo-miqam bi navê “Dinya Teze Nêzîk e” dinihêre û derheqa dinya teze difikire. Ew dide ber çevê xwe, ku ça ew tevî kesên din, pê haceteke mûzîkê miqamê dixe.