Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 44

Peyva Xwedê Hûr û Kûr Lêkolîn Bike

Peyva Xwedê Hûr û Kûr Lêkolîn Bike

“Firehî, dirêjahî, bilindahî û kûrahiya vê … fêm bikin” (EFESÎ 3:18).

KILAM 95 Ronahî Her ku Diçe Zêde Dibe

PÊŞGOTIN a

1-2. Ji bo xwendin û lêkolîna Kitêba Pîroz rêya herî baş çi ye? Mîsalekê bide.

 BERÎ KU te xaniyek bikiriya, ma bes e ku te tenê sûretekî xênî bidîta? Helbet na! Teyê bixwesta bi çavên xwe xanî û derdora wî bidîta. Wekî din, teyê hemû ode kontrol bikirana û li her quncikê xênî mêze bikira. Belkî teyê bipirsiya ku xanî kengê û çawa hatiye avakirin. Bê guman, teyê bixwesta mala xwe ya nû ji her aliyê ve nas bikira.

2 Em dikarin bi eynî awayî Kitêba Pîroz bixwînin û lêkolîn bikin. Zanyarekî got ku Kitêba Pîroz dişibe “avahiyeke mezin, a ku li ser bingeheke saxlem hatiye avakirin”. Îcar em çawa dikarin Kitêba Pîroz baştir nas bikin? Eger em zû bi zû bixwînin, emê tenê “dersên pêşî yên peyva Xwedê”, yanî rastiyên esasî bielimin (Îbranî 5:12). Lê çawa ku mirov bi dîqat li her quncikê xaniyekî nû mêze dike, gerek em jî Kitêba Pîroz bi dîqat lêkolîn bikin, da ku em wê rind fehm bikin. Ji bo vê yekê, gerek em bibînin ku hemû rastiyên Kitêba Pîroz çawa bi hev ve girêdayî ne. Wekî din, gerek em baş fehm bikin ku em bi kîjan rastiyan û ji bo çi bi wan bawer dikin.

3. Pawlosê şandî xizmetkarên Xwedê teşwîqî çi kirin, û çima? (Efesî 3:14-19)

3 Ji bo ku em Peyva Xwedê ji her aliyî ve fehm bikin, gerek em rastiyên kûr ên Kitêba Pîroz bielimin. Pawlosê şandî ji xwişk û birayan re got ku bila ew Peyva Xwedê wisa bixwînin ku ew firehî, dirêjahî, bilindahî û kûrahiya” rastiyê fehm bikin. Bi saya vê yekê, baweriya wan wê kok bigirta û saxlem bibûya (Efesî 3:14-19 bixwîne). Bi vî awayî, gerek em jî Kitêba Pîroz bixwînin. Emê niha bibînin ku em çawa dikarin Peyva Xwedê hûr û kûr lêkolîn bikin.

RASTIYÊN KÛR KEŞF BIKE

4. Ji bo ku em nêzîktirî Yehowa bibin, em dikarin çi bikin?

4 Ne bes e ku em tenê rastiyên esasî yên Kitêba Pîroz fehm bikin. Bi alîkariya ruhê pîroz, em ji dil dixwazin “tiştên Xwedê yên kûr jî” bielimin (1. Korîntî 2:9, 10). Ji bo ku tu nêzîktirî Yehowa bibî, tu dikarî dest bi projeyeke lêkolînê bikî. Mesela, ev mijar hêjayî lêkolînê ne: Xwedê ji xizmetkarên xwe yên berê re çawa hezkirin nîşan dida? Ev yek çawa îsbat dike ku ew ji te jî hez dike? Wekî din, Xwedê ji Îsraîliyan îbadeteke çawa dixwest? Ev yek çawa dişibe îbadeta me ya îro? Yan jî, tiştên ku pêxemberan ji berê ve li ser Îsa Mesîh gotibûn çawa di dema jiyan û xizmeta wî de hatin cih?

5. Li ser çi mijarê, tu dixwazî lêkolîna şexsî bikî?

5 Ji hin kesên ku Kitêba Pîroz bi dilxweşî dixwînin hat pirsîn ku ew di Peyva Xwedê de li ser çi dixwazin hûr û kûr lêkolîn bikin. Hin tiştên ku wan gotin di çarçoveya “ Mijarên ji bo Lêkolîna Şexsî” de hatine nivîsandin. Bi alîkariya Rêberiya Lêkolînê ya Şahidên Yehowa, tu dikarî li ser van mijaran kûr bifikirî û zewqê jê bistîne. Eger tu Kitêba Pîroz baş lêkolîn bikî, baweriya te wê xurttir bibe û tuyê “Xwedê, ji nêzîk” ve nas bikî (Methelokên Silêman 2:4, 5). Emê niha bala xwe bidin hin rastiyên kûr ên Kitêba Pîroz.

LI SER MEXSEDA XWEDÊ KÛR BIFIKIRE

6. (a) Ferqa di navbera plan û mexsedê de çi ye? (b) Mexseda Yehowa çima herheyî ye? (Efesî 3:11)

6 Bala xwe bidê ku Kitêba Pîroz li ser mexseda Xwedê çi dibêje. Di navbera plan û mexsedê de ferqeke mezin heye. Plan dişibe rêyeke diyarkirî ku mirov ber bi hedefeke hilbijartî ve dibe. Lê eger di rê de astengek derkeve, belkî plan xera bibe û mirov negihîje hedefa xwe. Ji aliyê din ve, mexsed bala mirov rasterast dikişîne ser hedefê. Mirov ji sedî sed dizane ku ew dixwaze here ku derê, lê rê nehatiye hilbijartin. Eger lazim be, ew dikare berê rêya xwe biguherîne. Di Kitêba Pîroz de, Yehowa mexseda xwe ya herheyî gav bi gav zelal kiriye (Efesî 3:11). Yehowa dikare gelek rêyên cuda bi kar bîne. Ew her tim serkeftî ye, çimkî ew “her tiştî li gor armanca xwe çê dike” (Methelokên Silêman 16:4). Û netîceyên kirinên Yehowa her û her dimînin. Îcar armanca Yehowa çi ye? Ji bo ku armanca wî here serî, gava şert û merc tên guhertin, ew çi dike?

7. Piştî ku mirovên pêşîn serî hilda, ji bo ku Yehowa bigihîje mexseda xwe, wî rêya xwe çawa guhert? (Meta 25:34)

7 Xwedê ji mirovên pêşîn re gotibû ku armanca wî ya ji bo wan çi ye. Wî dixwest ku ew “berdar bibin, zêde bibin, rûyê erdê dagirin” û serweriya “hemû bicanên ku li rûyê erdê” ne bikin (1. Mûsa 1:28). Lê Adem û Hewayê li hemberî Yehowa serî hilda. Bi vî awayî, wan guneh derbasî hemû mirovan kir. Lê belê, mexseda Yehowa qet nehat guhertin. Wî rêya gihîştina mexseda xwe li gor rewşa nû guhert. Di cih de, wî qerar da ku li ezmanan Padîşahiyekê ava bike, da ku armanca wî ya eslî bê cih (Meta 25:34 ji wergera NWT bixwîne). Di wexta xwe de, Yehowa Kurê xwe yê yekta şand dinyayê. Yehowa dixwest ku Îsa Mesîh mirovan di heqê Padîşahiyê de bielimîne û jiyana xwe wek fîdye bide, ji bo ku em ji guneh û mirinê xelas bibin. Dû re, Îsa Mesîh ji bo jiyana li ezmanan hat rakirin, da ku bibe Padîşahê Hukimdariya Xwedê. Lê gerek em di heqê armanca Xwedê de hê zêdetir bielimin.

Xeyal bike ku hemû xizmetkarên Yehowa yên li ezmanan û yên li ser rûyê erdê dibin yek û bi dilsozî ji Yehowa re xizmetê dikin! (Li paragrafa 8an binêre)

8. (a) Mijara sereke ya Kitêba Pîroz çi ye? (b) Wek Efesî 1:8-11 şîrove dike, armanca Yehowa ya herheyî çi ye? (Li resmê li rûyê kovarê binêre.)

8 Mijara sereke ya Kitêba Pîroz ev e: Yehowa wê bi destê Padîşahiya xwe ya di bin hukimdariya Mesîh de mexseda xwe bîne cih. Bi vî awayî, navê wî wê bê pîrozkirin û ji hemû derewan bê paqijkirin. Armanca Yehowa nayê guhertin. Wî soz daye ku hemû gotinên wî wê bên cih (Îşaya 46:10, 11; Îbranî 6:17, 18). Dinya wê bibe cenet û mirovên bêqisûr û rastdar wê “her û her” li ser rûyê erdê bijîn (Zebûr 22:26). Lê armanca Yehowa ji vê yekê mezintir e. Ewê hemû xizmetkarên xwe yên li ezmanan û yên li dinyayê bike yek. Dû re, her kes wê bi dilsozî destekê bide Serweriya Yehowa (Efesî 1:8-11 bixwîne). Ji bo ku Yehowa armanca xwe pêk bîne, wî rêyeke pir xweş dîtiye. Ma tu ji vê yekê re heyran namînî?

LI SER PÊŞEROJA XWE KÛR BIFIKIRE

9. Gava em Kitêba Pîroz dixwînin, çi qas dûr em dikarin li pêşerojê binêrin?

9 Ka bala xwe bide wehda ku Yehowa li baxçeyê Adenê gotibû b (1. Mûsa 3:15). Bi vê wehdê, Xwedê ji berê ve eşkere kiribû ku mexseda wî wê bi destê kîjan bûyeran bê cih. Lê ev bûyer wê piştî hezaran salan bihatana cih. Mesela, Xwedê ji Birahîm pêxember re gotibû ku piştî gelek nesilan, ji zuriyeta wî yek wê bibe Mesîh (1. Mûsa 22:15-18). Dû re, piştî mîladê di sala 33yan de, wek ku ji berê ve hatibû gotin, “pahniya” Îsa Mesîh bi awayekî mecazî hat birîndarkirin (Karên Şandiyan 3:13-15). Qismê dawîn ê vê wehdê, wê piştî zêdetirî 1.000 salî, gava Îsa Mesîh “serê” Îblîs biperçiqîne, bê cih (Peyxam 20:7-10). Û Kitêba Pîroz eşkere dike ku dijminahiya di navbera sîstema Îblîs û teşkîlata Yehowa de wê çawa bi dawî bibe.

10. (a) Di demeke nêzîk de, çi wê biqewime? (b) Em çawa dikarin hiş û dilê xwe hazir bikin? (Li jêrenotê binêre.)

10 Ka bîne ber çavê xwe ku Kitêba Pîroz ji berê ve behsa çi bûyerên ecêb kiribû. A yekê, serokên dinyayê wê bibêjin: “Dinya aştî û ewledarî ye!” (1. Selanîkî 5:2, 3). Ji nişka ve, koalîsyoneke miletan wê hicûmî dînê sexte bike û tengasiya mezin wê dest pê bike (Peyxam 17:16). Piştî vê, belkî wê bê dîtin ku Kurê Mirov çawa “li ser ewrên ezmanan” tê û hêza xwe bi awayekî ecêb nîşan dide (Meta 24:30, NWT). Îsa Mesîh wê li ser mirovan hukim bide û miyan ji bizinan veqetîne (Meta 25:31-33, 46). Wê demê, Îblîs wê li dijî Yehowa têkeve hereketê. Ji ber ku ew ji xizmetkarên Yehowa nefret dike, ewê li ser koalîsyoneke miletan, a ku Kitêba Pîroz wek Gogê ji welatê Magogê bi nav dike, tesîr bike ku ew êrîşî îbadeta pak bike (Hêzekîêl 38:2, 10, 11). Di wexta rast de, hilbijartiyên mayî wê herin ezmanan, da ku bi Mesîh û ordiya wî re beşdarî şerê Harmegedonê bibin. Ev şer dawiya tengasiya mezin e c (Meta 24:31; Peyxam 16:14, 16). Dû re, Hukimdariya Mesîh ya Hezarsalî wê li ser rûyê erdê dest pê bike (Peyxam 20:6).

Piştî ku tu bi milyaran salan li ser Yehowa bielimî, tuyê ji Yehowa çi qas hez bikî? (Li paragrafa 11an binêre)

11. Maneya jiyana bêdawî ji bo te çi ye? (Li resim jî binêre.)

11 Ka em bi nêrîneke dûr û fireh li pêşerojê mêze bikin. Kitêba Pîroz dibêje ku Xaliqê me daxwaza jiyana bêdawî kiriye dilê me (Waiz 3:11). Bifikire ku maneya vê ji bo te û dostaniya te ya bi Yehowa re çi ye. Kitêba Nêzîkî Yehowa Bibe (rûpel 319, bi zimanê Îngilîzî) vî tiştê xweş dibêje: “Piştî jiyaneke bi sed, hezar, milyon û heta milyaran salan, emê ji îro hê zêdetir di heqê Yehowa Xwedê de hîn bibin. Lê dîsa jî, hê gelek tiştên xweş hene ku em dikarin li ser wî bielimin. … Jiyana bêdawî wê ji xeyalên me pir xweş û rengîntir be. Xelata herî mezin ew e ku emê her û her nêzîktirî Yehowa bibin.” Wekî din, gava em Peyva Xwedê lêkolîn dikin, em dikarin çi keşf bikin?

LI SER EZMANAN ZÊDETIR BIELIME

12. Em çawa dikarin li ser ezmanan zêdetir bielimin? Mîsalekê bide.

12 Peyva Xwedê hinekî behsa hizûra Yehowa ya li ezmanan dike (Îşaya 33:5). Kitêba Pîroz li ser Yehowa û qismê teşkîlata wî ya ezmanî tiştên pir xweş eşkere dike (Îşaya 6:1-4; Danîêl 7:9, 10; Peyxam 4:1-6). Mesela, Hêzekîêl nivîsandiye ku “ezman vebû û [wî] xewn û xeyalên” ji Xwedê dîtin (Hêzekîêl 1:1).

13. Tu li ser tiştên ku Îsa Mesîh li ezmanan dike, çi difikirî? (Îbranî 4:14-16?)

13 Wekî din, bifikire ku Îsa Mesîh li ezmanan wek Padîşah û Serokkahînekî dilovan çi dike. Bi xêra wî, em dikarin nêzîkî “textê keremê” yê Xwedê bibin û bi destê duayê alîkarî û dilrehmiyê ji wî rica bikin (Îbranî 4:14-16 bixwîne). Lazim e ku em her roj li ser tiştên ku Yehowa û Îsa Mesîh ji ezmanan ji bo me kirine û hê jî dikin, bifikirin. Gerek hezkirina wan tesîreke kûr li ser hiş û dilê me bihêle û me teşwîq bike ku em bi xîret ji Yehowa re xizmetê bikin (2. Korîntî 5:14, 15).

Van rojên xweş bîne ber çavê xwe: Di dinyaya nû de, em alî kesên din dikin ku ew bibin Şahidên Yehowa û şagirtên Îsa Mesîh! (Li paragrafa 14an binêre)

14. Ji bo ku em şikirdariya xwe ji Yehowa û Îsa re nîşan bidin rêyeke baş çi ye? (Li resiman jî binêre.)

14 Em dikarin ji Xwedê û Kurê wî re nîşan bidin ku em çi qas şikirdar in. Yek ji rêyên herî baş ew e ku em alî kesên din bikin ku ew bibin Şahidên Yehowa û şagirtên Îsa Mesîh (Meta 28:19, 20). Pawlosê şandî jî eynî wisa dikir. Wî dizanibû ku Yehowa “dixwaze ku hemû mirov xilas bibin û bigihîjin zanîna rastiyê” (1. Tîmotêyos 2:3, 4). Wî di xizmetê de pir xîret dikir, da ku hinekan xelas bike (1. Korîntî 9:22, 23).

JI XWENDINA PEYVA XWEDÊ TEHMÊ BISTÎNE

15. Li gor Zebûr 1:2, çi wê me bextewar bike?

15 Di Zebûran de li ser zilamekî serkeftî û bextewar wisa tê gotin: “Ew tenê zewqa xwe ji şerîeta Xudan distîne, û bi şev û bi roj kûr li ser wê difikire” (Zebûr 1:1-3). Tercûmanekî Kitêba Pîroz ê bi navê Joseph Rotherham li ser van ayetan wisa got: Kesê ku “xwe hewceyî rêberiya Xwedê bibîne, ewê li vê rêberiyê bigere, lêkolîn bike û li ser wê gelek bifikire”. Wekî din, wî got ku “eger rojek bêyî xwendina Kitêba Pîroz derbas bibe, ew roj vala derbas bûye” (kitêba Studies in the Psalms). Eger tu Kitêba Pîroz hûr û kûr lêkolîn bikî û bifikirî ku her tişt çawa bi hev ve girêdayî ne, tuyê tehmê jê bistînî. Belê, pir hêja ye ku em Peyva Xwedê ji her aliyî ve baş lêkolîn bikin!

16. Di meqaleya din de, emê çi bielimin?

16 Yehowa di Peyva xwe de rastiyên biqîmet dane nivîsandin. Fehmkirina wan ne pir zehmet e. Di meqaleya din de, emê bielimin ku Pawlosê şandî di nameyekê de li ser îbadetgeha ruhî ya mezin çi nivîsandibû. Ev rastiya kûr wê dilê me ava bike!

KILAM 94 Em ji bo Peyva Xwedê Şikurdar in

a Xwendina Kitêba Pîroz di temamiya emrê me de dikare dilxweşiyê bide me. Ev yek ji bo feydeya me ye û me nêzîktirî Bavê me yê li ezmanan dike. Di vê meqaleyê de, emê bibînin ku em çawa dikarin “firehî, dirêjahî, bilindahî û kûrahiya” Peyva Xwedê fehm bikin.

b Li meqaleya bi navê “Wehdeke Kevn Tê Cih” binêre (Birca Çavdêriyê, Tîrmeh 2022).

c Ji bo ku tu hiş û dilê xwe ji bo bûyerên pêşerojê hazir bikî, li kitêba Padîşahiya Xwedê Hukim Dajo! (rûp. 230, bi zimanê Îngilîzî) binêre.