Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 44

Xebera Xwedê Kûr Lêkolîn ke

Xebera Xwedê Kûr Lêkolîn ke

“Fireyî, dirêjayî, bilindayî û kûraya vê . . . fem bikin” (EFESÎ 3:18, ÎM).

KILAMA 95 Ronayî Hê Zelal Dibe

VÊ GOTARÊDA a

1-2. Em ça dikarin bi cûrê lape baş Kitêba Pîroz bixûnin û lêkolîn kin? Meselê bîne.

 PÊŞIYA ku tu malekê bikirî, gelo bes e ku tenê şikilê vê malê bivînî? Hemikî na! Teyê bixwesta bi çevê xwe ev mal û der-dora wê bidîta. Usa jî, teyê dîna xwe bida hemû otaxa û her qulçên van. Dibeke teyê bipirsiya ku ev mal kengê û ça hatiye avakirinê. Bê şik, teyê bixwesta hûr bi hûr derheqa vê malê pêbihesî.

2 Em dikarin hema bi wî cûreyî hûr bi hûr Kitêba Pîroz bixûnin û lêkolîn bikin. Zandarekî got, ku Kitêba Pîroz mîna “avayîkî mezin e, yê ku ser hîmê qewî hatiye avakirinê”. Lê gelo em ça dikarin Kitêba Pîroz diha baş fem kin? Hergê em leze-lez bixûnin, emê tenê “ji gotinên Xwedê dersên pêşine sade hîn bin”, dêmek rastiyên sereke (Îbranî 5:12). Lê çawa ku meriv rind dîna xwe dide her qulçên mala teze, hema bi vî cûreyî em jî gerekê Kitêba Pîroz kûr lêkolîn bikin, wekî rind fem bikin. Ji bo vê yekê, em gerekê bivînin ku hemû rastiyên Kitêba Pîroz çawa hevva girêdayî ne. Usa jî, bes nîne tenê bizanibin van rastiya, kîjana em bawer dikin, lê em gerekê fem bikin ku çira em wan rastiya bawer dikin.

3. Pawlosê şandî xizmetkarên Xwedê berbi çi hêlan dikir û çira? (Efesî 3:14-19)

3 Seva ku em Xebera Xwedê ji her aliyava fem bikin, em gerekê rastiyên kûr ji Kitêba Pîroz, pêbihesin. Pawlosê şandî xûşk-birara got, ku ewana Xebera Xwedê usa bixûnin, wekî “bikaribin fem bikin, ku berayî, dirêjayî, bilindayî û kûrayiya” rastiyê çi ye. Bi saya vê yekê, wê hîmê baweriya wan qewî bûya (Bixûne Efesî 3:14-19). Hema bi vî cûreyî, em jî gerekê Kitêba Pîroz bixûnin. Emê niha bivînin, ku em çawa dikarin Xebera Xwedê kûr lêkolîn kin.

RASTIYÊN KITÊBA PÎROZ KÛR LÊKOLÎN BIKE

4. Seva ku em diha nêzîkî Yehowa bin, em dikarin çi bikin?

4 Bes nîne ku em tenê rastiyên sereke yên Kitêba Pîroz fem kin. Em ji dil dixwazin bi alîkariya ruhê pîroz “nêt-meremên Xwedêye kûr jî” hîn bin (1 Korintî 2:9, 10). Tu dikarî têmeke usa lêkolîn bikî, ya ku wê te diha nêzîkî Yehowa ke. Mesele, ev têma hêjayî lêkolînê ne: Çawa Xwedê hezkirina xwe xizmetkarên xweye berêra dida kifşê? Ev yek çawa îzbat dike, wekî ew te jî hez dike? Usa jî, tu dikarî lêkolîn kî, ku Yehowa dixwest wekî Îsraêlî çawa Wî bihebînin, û beramber ke, ku Ew çawa dixwaze wekî em îro jêra xizmet kin. Yan jî, tiştên ku pêxembera pêşda derheqa Îsa Mesîh gotibûn, çawa wedê jîyîn û xizmetiya wî ser erdê, hatine sêrî?

5. Tu derheqa çi dixwazî lêkolîna şexsî bikî?

5 Ji hine meriva, ku Kitêba Pîroz bi xîret dixûnin, pirs kirin, ku ewana dixwazin Xebera Xwedêda çi diha kûr lêkolîn bikin. Hine tiştên ku wana got, vê çargoşêda hene, bi navê “ Têmên bona Lêkolîna Şexsî”. Tu dikarî têmên vî cûreyî bi alîkariya Îndêksa Edebiyeta Birca Qerewiliyê, yan jî bi saya Rêberiya Lêkolînkirinê bona Şedên Yehowa, kûr lêkolîn kî û ji vê yekê şabûnê bistînî. Hergê tu Kitêba Pîroz kûr lêkolîn kî, baweriya te wê diha qewî be û tuyê diha baş Xwedê nas bikî (Metelok 2:4, 5). Emê niha dîna xwe bidine hine rastiyên kûr yên Kitêba Pîroz, kîjan ku em dikarin diha hûr bi hûr lêkolîn bikin.

DERHEQA NÊTA XWEDÊ KÛR BIFIKIRE

6. (a) Firqiya orta plan û nêtê çi ye? (b) Em çira dikarin bêjin, ku nêta Yehowa hindava meriva û erdê, heta-hetayê ye? (Efesî 3:11)

6 Dîna xwe bidê ku Kitêba Pîroz derheqa nêta Xwedê çi dibêje. Orta plan û nêtêda firqîke mezin heye. Plan mîna rêkî ye, ku te dibe berbi vî cîyî, kîjan ku te bijartiye. Lê hergê rêda çetinayîk pêşda bê, diqewime plan xirab be û meriv wê negihîje ciyê xwe. Ji aliyê dinva jî, nêt dîna meriv raste-rast dikişîne ser ciyê ku ew dixwaze bigihîjê. Meriv sed selefî zane ku ew dixwaze here kuderê, lê ew bona vê yekê dikare cûre-cûre riya bijbêre. Hergê lazim be, ew dikare riya xwe biguhêze. Kitêba Pîrozda, Yehowa nêta xweye her-heyî gav bi gav zelal kiriye (Efesî 3:11). Yehowa dikare gelek riyên cude bide xebatê. Ew hertim serdikeve, çimkî cem wî her tişt “merem kirîye” (Metelok 16:4). Û çi ku Yehowa dike, ev yek her-heyî dimîne. Lê gelo nêta Yehowa çi ye û Ewî çi hine guhastin kiriye, seva ku bigihîje nêta xwe?

7. Çaxê merivên pêşin miqabilî Yehowa derketin, Ewî çi rê bijart, seva ku bigihîje nêta xwe? (Metta 25:34)

7 Xwedê merivên pêşinra gotibû, ku nêta wî bona wan çi ye. Ewî dixwest ku ew “şîn bin û li hev zêde bin, erdê tijî kin û xweyîtîyê lê bikin, hukumî li ser . . . hemû heywanên li ser erdêye ku dihejin bikin” (Destpêbûn 1:28). Lê Adem û Hêwa himberî Yehowa derketin. Usa wana gune derbazî hemû meriva kir. Lê nêta Yehowa nehate guhastinê. Seva ku ew bigihîje nêta xwe, ewî rêke din bijart. Yehowa derbêra safî kir, ku ser ezmana Padşatî saz ke, wekî nêta xweye pêşin bîne sêrî (Bixûne Metta 25:34). Wedê kifşkirîda, Yehowa Kurê xweyî tayê tenê şande ser erdê. Yehowa dixwest, wekî Îsa derheqa Padşatiyê meriva hîn ke û emirê xwe ça qurban bide, seva ku em ji gune û mirinê xilaz bin. Paşê, Yehowa Îsa ji mirinê rakir û dîsa vegerande ser ezmana, wekî ew bibe Padşê Padşatiya Xwedê. Lê em gerekê derheqa nêta Xwedê hê zêde pêbihesin.

Bide ber çevê xwe, ku hemû xizmetkarên Yehowa yên li ezmana û ser erdê, bi aminî Yehowara xizmet dikin! (Binihêre abzasa 8)

8. (a) Têma Kitêba Pîroze sereke çi ye? (b) Çawa ku Efesî 1:8-11-da tê gotinê, nêta Yehowa ya herheyî çi ye? (Binihêre şikilê ser rûyê pêşin.)

8 Têma sereke ya Kitêba Pîroz ev e, ku Yehowa wê bi saya Padşatiya xwe, kîjanêda Mesîh serwêrtiyê dike, nêta xwe bîne sêrî. Bi vî cûreyî, navê Wî wê bê pîrozkirinê û ji hemû derewa bê paqijkirinê. Nêta Yehowa nayê guhastinê. Ewî soz daye ku hemû gotinên wî, wê ese bêne sêrî (Îşaya 46:10, 11; Îbranî 6:17, 18). Dinya wê bibe cinet û merivên bêqisûr û rast wê “heta-hetayê” ser rûyê erdê bijîn (Zebûr 22:26). Lê nêta Yehowa ne tenê ew e. Ewê hemû xizmetkarên xweye ser ezmana û yên ser erdê, bike yek. Paşê, her kes wê bi aminî piştgiriya Serwêrtiya Yehowa bike (Bixûne Efesî 1:8-11). Seva ku Yehowa nêta xwe bîne sêrî, Ewî rêke lape baş bijartiye. Gelo tu vê yekêra firnaq nabî?

DERHEQA AXIRIYA XWE KÛR BIFIKIRE

9. Gava em Kitêba Pîroz dixûnin, em derheqa axiriyê çi dikarin pêbihesin?

9 Were em dîna xwe bidine vê yekê, ku baxçê Êdênêda Yehowa çi pêxembertî kiribû, ya ku em Destpêbûn 3:15-da b dixûnin. Bi vê pêxembertiyê, Xwedê pêşda eşkere kir, ku nêta wî wê ça bê sêrî. Û ev yek wê bi hezara sala şûnda bihata sêrî. Mesele, Xwedê Birahîm pêxemberra gotibû, ku paşî gelek nisila, ji zureta wî wê Mesîh bê bûyînê (Destpêbûn 22:15-18). Paşê, sala 33 D.M.-da, çawa ku hatibû pêxembertîkirinê, “penîya” Îsa hate gezkirinê (Karên Şandiya 3:13-15). Qewimandina paşin ya vê pêxembertiyê, wê paşî zêdetirî 1 000 sala bê sêrî, gava Îsa Mesîh “serê” Mîrê-cina bihincirîne (Eyantî 20:7-10). Û Kitêba Pîroz eşkere dike, ku kîjan derece wê bive berbi kutabûna dijminatiya orta sîstêma Mîrê-cina û teşkîleta Yehowa.

10. (a) Zûtirekê çi wê biqewime? (b) Em çawa dikarin hiş û dilê xwe hazir kin? (Binihêre spartin.)

10 Were em dîna xwe bidine wan qewimandina, kîjan ku Kitêba Pîroz pêxembertî kiribû. Ya pêşin, serwêrên dinyayê wê elam kin: “Dinê seqirî û bêxofî ye!” (1 Têsalonîkî 5:2, 3). Nişkêva, koalîsya mileta wê hicûmî ser rêlîgiyên qelp bike û tengasiya mezin wê destpêbe (Eyantî 17:16). Paşî vê yekê, diqewime wê bê dîtinê wekî Kurê Însan çawa “ser ewrên ezmên bi qewat û rûmeta mezin tê” (Metta 24:30). Îsa Mesîh wê dîwana meriva bike û peza ji bizina veqetîne (Metta 25:31-33, 46). Wê demê, Mîrê-cina wê miqabilî Yehowa derê. Ew xizmetkarên Yehowa nefret dike, lema jî ewê ser koalîsya mileta hukum ke, kîjan ku Kitêba Pîroz nav dike ça Gog ji welatê Magogê, ku ew hicûmî ser hebandina rast bike (Hezeqêl 38:2, 10, 11). Wexta rastda, kesên bijartî ku ser erdê mane, wê herin ser ezmana, wekî tevî Mesîh û ordiya wî şerê Harmegedonêda kar bikin. Bi vê yekê tengasiya mezin wê kuta be c (Metta 24:31; Eyantî 16:14, 16). Paşê, Serwêrtiya Mesîhe Hezarsalî wê destpêbe (Eyantî 20:6).

Çaxê tu bi mîlyarda sala derheqa Yehowa pêbihesî, gelo tuyê diha nêzîkî Wî nebî? (Binihêre abzasa 11)

11. Emirê heta-hetayê bona te çi tê hesabê? (Binihêre usa jî şikil.)

11 Niha were em derheqa axiriyê bifikirin. Kitêba Pîroz dibêje wekî Efirandarê me xwestina jîyîna heta-hetayê kiriye dilê me (Waîz 3:11). Bifikire, ku ev yek bona te û dostiya te tevî Yehowa, çi tê hesabê. Vê kitêbêda, bi navê Nêzîkî Yehowa bin, ser rûpêla 319, usa tê gotinê: “Paşî jîyîna bi seda, hezara, mîlyona û hela hê bi mîlyarda sala jî, emê diha zêde derheqa Yehowa Xwedê hîn bin. Lê dîsa jî, hê gelek tiştên xweş hene, ku em dikarin derheqa Wî pêbihesin. . . . Emirê heta-hetayê wê diha xweş û bedew be, ne ku em niha dikarin bidine ber çevê xwe. Lê xelata herî mezin ew e, ku emê herheyî diha nêzîkî Yehowa bin”. Dîsa çi em dikarin pêbihesin, hergê berdewam kin Xebera Xwedê lêkolîn kin?

DERHEQA EZMANA DIHA ZÊDE PÊBIHESE

12. Em çawa dikarin hê zêde pêbihesin, ku ser ezmana çi diqewime? Meselekê bîne.

12 Xebera Xwedê derheqa Yehowa ser ezmana, hine tişt eyan dike (Îşaya 33:5). Kitêba Pîroz derheqa Yehowa û teşkîleta wîye ezmana, tiştên pir xweş eşkere dike (Îşaya 6:1-4; Daniyêl 7:9, 10; Eyantî 4:1-6). Mesele, em dikarin derheqa vê yekê bixûnin, çi ku Hezeqêl dîtibû. Ewî got: “Ezman vebû û xewn û xeyalên Xwedê dîtim” (Hezeqêl 1:1).

13. Li gora Îbranî 4:14-16, kirên Îsa me hêlan dikin çi bikin?

13 Usa jî, bifikire ku Îsa ser ezmana ça Padşa û Kahînê Mezine dilovan, çi dike. Bi saya wî, em dikarin duada “nêzîkî textê Xwedêyî keremê bin”, wekî alîkarî û dilremiyê ji wî reca bikin (Bixûne Îbranî 4:14-16). Em gerekê her roj bifikirin ser van tişta, çi ku Yehowa û Îsa ji ezmana bona me kirine û heta niha jî dikin. Gerekê hezkirina wan ser hiş û dilê me kûr hukum kin û me hêlan kin, wekî bi xîret Yehowara xizmet kin (2 Korintî 5:14, 15).

Bide ber çevê xwe, ku tuyê şabûneke çiqas mezin bistînî, gava dinya tezeda wan meriva bivînî, alî kîjana te kiriye ku bibine Şedên Yehowa û şagirtên Îsa! (Binihêre abzasa 14)

14. Seva ku em razîbûna xwe Yehowa û Îsara bidine kifşê, mecaleke baş kîjan e? (Binihêre usa jî şikil.)

14 Mecaleke baş, wekî Xwedê û Kurê wîra razîbûna xwe bidine kifşê, ew e, ku alî meriva bikin, wekî ewana bibine Şedên Yehowa û şagirtên Îsa (Metta 28:19, 20). Pawlosê şandî jî bi vî cûreyî razîbûna xwe dida kifşê. Ewî zanibû wekî Yehowa “dixwaze hemû meriv xilaz bin û rastiyê nas kin” (1 Tîmotêyo 2:3, 4). Pawlos xizmetiyêda gelek xîret bû, çimkî dixwest hema “hineka xilaz” ke (1 Korintî 9:22, 23).

JI XWENDINA XEBERA XWEDÊ LEZETÊ BISTÎNE

15. Li gora Zebûr 1:2, çi wê me bextewar ke?

15 Zebûrbêj derheqa merivekî bextewar û pêşdaçûyî usa got: “Şabûna wî hînkirina Xudanda ye, şev û roj ser wê hînkirinê kûr difikire” (Zebûr 1:1-3). Welgerekî Kitêba Pîroz bi navê Cosêf Rotêrham, kitêbeke xweda derheqa van rêza got, ku xwestina meriv “wekî rêberiya Xwedê bivîne, gerekê usa mezin be, ku ev yek lê hêlan ke rêberiya Wî bigere, vê rêberiyê lêkolîn ke û wede bivîne, wekî derheqa vê yekê kûr bifikire”. Ewî usa jî got, ku “hergê roj usa derbaz be, ku meriv Kitêba Pîroz nexûne, ev tê hesabê wekî ev roj boş-betal derbaz bû” (kitêba Studies in the Psalms). Hergê tu Kitêba Pîroz hûr bi hûr lêkolîn kî û bifikirî ku her tişt çawa hevva girêdayî ye, tuyê lezeteke mezin bistînî. Belê, bi rastî jî hêja ye ku em Xebera Xwedê ji her aliyava rind lêkolîn bikin!

16. Gotara dinda emê derheqa çi pêbihesin?

16 Rastiyên qîmet ku Yehowa Xebera xweda dane nivîsarê, çetin nîne fem kin. Gotara dinda, emê şêwir kin derheqa rastîke mexsûs, dêmek derheqa paristgeha ruhaniye girîng, ku Pawlosê şandî nema xweye Mesîhiyên Îbranîra nivîsî. Bira ev rastiya kûr, lezeteke mezin wera bîne!

KILAMA 94 Razî ne seva Xebera Xwedê

a Xwendina Kitêba Pîroz temamiya emirê meda dikare şabûneke mezin mera bîne. Ev yek bona kara me ye û me diha nêzîkî Bavê meyî ezmana dike. Vê gotarêda, emê bivînin ku em çawa dikarin “fireyî, dirêjayî, bilindayî û kûraya” Xebera Xwedê fem bikin.

b Binihêre gotara bi navê “Pêxembertiya Berê Tê Sêrî”, ji Birca Qerewiliyê, Tîrmeh, 2022.

c Seva ku tu hiş û dilê xwe bona wan qewimandina hazir kî, yên ku wê demeke nêzîkda bêne sêrî, binihêre kitêba Padşatiya Xwedê Serwêrtiyê Dike!, rûp. 230.