Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 45

Qîmetê Bide Xizmeta di Îbadetgeha Ruhî de

Qîmetê Bide Xizmeta di Îbadetgeha Ruhî de

“Biperizin wî yê ku erd û ezman … afirandine”(PEYXAM 14:7).

KILAM 93 Em ji bo Civînan Spasdar in

PÊŞGOTIN a

1. Melekek çi dibêje, û ev yek ji bo me tê çi maneyê?

 EGER melekek bi te re bipeyive, tuyê guhdariya wî bikî? Îro, melekek ji “her milet, bavik, ziman û gelan” re wisa dibêje: “Ji Xwedê bitirsin û rûmetê bidin wî … Biperizin wî yê ku erd û ezman … afirandine” (Peyxam 14:6, 7). Yehowa Xwedayê rast e, û tenê ew hêjayî îbadetê ye. Wî fersend daye ku em di îbadetgeha ruhî ya mezin de ji wî re xizmetê bikin. Ev yek ji bo me rûmeteke pir mezin e!

2. Îbadetgeha ruhî çi ye? (Li çarçoveya “ Îbadetgeha Ruhî Nayê Çi Maneyê?” binêre)

2 Îbadetgeha ruhî çi ye û di Kitêba Pîroz de çawa tê şîrovekirin? Îbadetgeha ruhî ne avahiyeke herfî ye. Bi destê vê tertîbê, Yehowa îbadeta xizmetkarên xwe li ser esasê fîdyeya Îsa Mesîh qebûl dike. Di sedsala yekê de, Pawlosê şandî ji xizmetkarên Xwedê yên Îbranî re nameyek nivîsand û ev yek zelal kir. b

3-4. Pawlos şandî çima xema xizmetkarên Xwedê yên li Cihûstanê dixwar, û wî çawa alî wan kir?

3 Pawlos ev name ji Îbraniyên Cihûstanê re çima nivîsand? Belkî ji bo du sebebên sereke. A yekê, wî dixwest wan teşwîq bike. Gelek kes ji wan li gor dîn û baweriya Cihû mezin bûbûn. Belkî rêberên dînî qerf û henekên xwe bi wan dikirin ku ew bûbûn şagirtên Îsa Mesîh. Gelo çima? Ji ber ku îbadetgeha wan, qurbangeha wan û kahînên ji bo vê xizmetê tune bûn. Vê yekê dikaribû bibûya sebebê şikandina cesaret û baweriya wan (Îbranî 2:1; 3:12, 14). Hin ji wan belkî difikirîn ku dîsa vegerin dînê Cihûyan.

4 A diduyan, Pawlosê şandî ji wan xizmetkarên Xwedê yên Îbranî re got ku ew bi têra xwe xîret nakin ku “xwarina giran” bistînin, yanî rastiyên nû yan jî yên kûr fehm bikin (Îbranî 5:11-14). Wisa xuya dikir ku hin ji wan hê jî di rêya Qanûna Mûsa de diçûn. Lê Pawlos ji wan re şîrove kir ku qurbanên li gor Qanûnê nikarin gunehên wan bi temamî ji holê rakin. Ji ber vê yekê, hukmê vê Qanûnê “betal bû”. Îcar Pawlos çend rastiyên kûr hînî wan dikirin. Wî anî bîra wan ku Xwedê “hêviyeke hê çêtir” daye wan, yanî wan dikaribû li ser esasê qurbanbûna Îsa Mesîh bi rastî “nêzîkî Xwedê” bibin (Îbranî 7:18, 19).

5. Ji bo ku em gotinên di kitêba Îbranî de fehm bikin, gerek em çi bikin?

5 Pawlos ji xizmetkarên Xwedê re zelal kir ku îbadeta şagirtên Îsa Mesîh çima ji îbadeta wan a berê baştir bû. Xisûsiyetên dînê Cihû tenê siya wan tiştên ku wê bên in, lê ya rast Mesîh e” (Kolosî 2:17). Sî tenê şeklê tiştekî nîşan dide. Bi eynî awayî, rêya îbadeta Cihû tenê siya îbadeta rast bû. Ji bo ku îbadeta me ji aliyê Xwedê ve bê qebûlkirin, gerek em fehm bikin ku ew li ser çi esasî gunehên me efû dike. Emê niha “siya wan tiştên ku wê bên” (yanî îbadeta xizmetkarên Yehowa ya berê) û “ya rast” (yanî îbadeta xizmetkarên Yehowa ya îro) bidin ber hev. Bi vî awayî, emê maneya îbadetgeha ruhî û qîmeta wê baştir fehm bikin.

KONÊ ÎBADETÊ

6. Konê îbadetê çawa dihat bikaranîn?

6 Îbadeta xizmetkarên Yehowa ya berê. Pawlos di şîroveya xwe de behsa konê îbadetê kir. Konê îbadetê berî mîladê di sala 1512an de ji aliyê Mûsa pêxember ve hatibû avakirin (li cedwela “Îbadeta Xizmetkarên Yehowa ya Berê – Îbadeta Xizmetkarên Yehowa ya Îro” binêre). Gava Îsraîlî ji cihekî derbasî cihekî din dibûn, wan konê îbadetê bi xwe re dibir. Heta ku îbadetgeha li Orşelîmê hat avakirin, konê îbadetê nêzîkî 500 salî hat bikaranîn (2. Mûsa 25:8, 9; 4. Mûsa 9:22). Ev konê civînê ji bo Îsraîliyan merkeza îbadeta Yehowa bû. Li wir, wan qurban pêşkêş dikirin (2. Mûsa 29:43-46). Lê belê, konê îbadetê tiştekî hê mezintir, yê ku di dema şagirtên Îsa Mesîh de derket meydanê, temsîl dikir.

7. Îbadetgeha ruhî kengê derket meydanê?

7 Îbadeta xizmetkarên Yehowa ya îro. Di demên berê de, konê îbadetê “sûret û siya ezmanî” bû û îbadetgeha ruhî ya mezin temsîl dikir. Pawlos got ku konê îbadetê “ji bo dema niha mînakek e” (Îbranî 8:5; 9:9). Wexta ku wî nameya ji Îbraniyan re nivîsand, îbadetgeha ruhî jixwe hatibû avakirin û piştî mîladê di sala 29an de derket meydanê. Wê salê, Îsa Mesîh vaftîz bû, bi ruhê pîroz hat hilbijartin, û di îbadetgeha ruhî de wek ‘Serokkahînê mezin’ dest bi xizmetê kir c (Îbranî 4:14; Karên Şandiyan 10:37, 38).

SEROKKAHÎN

8-9. Li gor Îbranî 7:23-27, di navbera serokkahînên Îsraîlê û Serokkahînê mezin Îsa Mesîh de çi ferqa mezin heye?

8 Îbadeta xizmetkarên Yehowa ya berê. Serokkahîn miletê Îsraîl li ber Xwedê temsîl dikir. Gava konê îbadetê hat avakirin, serokkahînê pêşîn Harûn ji aliyê Yehowa ve hat tayînkirin. Lê belê, wek Pawlos zelal kir, “kahînên din gelek bûn, çimkî mirinê nehişt ku ew bidomînin” d (Îbranî 7:23-27 bixwîne). Û ji ber ku ew serokkahîn însanên qisûrdar bûn, hewce bû ku ew ji bo gunehên xwe qurbanan pêşkêş bikin. Di navbera serokkahînên Îsraîlê û Serokkahînê mezin Îsa Mesîh de ev ferqa mezin hebû.

9 Îbadeta xizmetkarên Yehowa ya îro. Serokkahînê me Îsa Mesîh xizmetkarê “konê rastîn e, ku ne mirovan, lê Xudan daniye” (Îbranî 8:1, 2). Pawlos wisa şîrove kir: “Ji ber ku Îsa her û her dimîne, kahîntiya wî xilas nabe.” Wî got ku Îsa Mesîh “bêqusûr” e û “ji gunehkaran veqetiyayî” ye. Wekî din, ne hewce bû ku ew wek serokkahînên Îsraîlê “her roj … di ber gunehên xwe de” qurbanan pêşkêş bike. Emê niha qurban û qurbangehên îbadeta xizmetkarên Yehowa ya berê û ya îro bidin ber hev.

QURBAN Û QURBANGEH

10. Qurbanên li ser qurbangehê bala xelkê dikişand ser çi?

10 Îbadeta xizmetkarên Yehowa ya berê. Li ber konê îbadetê qurbangeheke sifirîn hebû. Li ser wê, qurban ji Yehowa re dihatin pêşkêşkirin (2. Mûsa 27:1, 2; 40:29). Lê belê, li ser esasê van qurbanan, gunehên xelkê nikaribû bi temamî bihatana efûkirin (Îbranî 10:1-4). Van qurbanên dewamî bala xelkê dikişand ser qurbana ku wê hemû mirov ji gunehan xelas bikirana.

11. Îsa Mesîh li ser qurbangeheke çawa canê xwe wek fîdye da? (Îbranî 10:5-7, 10)

11 Îbadeta xizmetkarên Yehowa ya îro. Îsa Mesîh dizanibû ku Yehowa ew şand dinyayê, da ku ew canê xwe wek fîdye di ber hemû mirovan de bide (Meta 20:28). Bi vaftîzbûna xwe, Îsa Mesîh nîşan da ku ew ji bo bicihanîna daxwaza Yehowa hazir e (Yûhena 6:38; Galatî 1:4). Qurbangeha mecazî, ya ku Îsa Mesîh canê xwe li ser wê pêşkêş kir, “daxwaza” Xwedê temsîl dikir. Daxwaza Yehowa ew bû ku Îsa Mesîh canê xwe yê bêqisûr fedayî mirovan bike. Îsa Mesîh jiyana xwe tenê bi carekê ji bo hemû caran feda kir, da ku gunehê her kesê ku baweriyê pê tîne bê efûkirin (Îbranî 10:5-7, 10 bixwîne). Niha emê bala xwe bidin hundirê konê îbadetê.

CIHÊ PÎROZ Û CIHÊ HERÎ PÎROZ

12. Îzna kê hebû ku bikeve odeyên konê îbadetê?

12 Îbadeta xizmetkarên Yehowa ya berê. Konê îbadetê û îbadetgehên ku paşê li Orşelîmê hatin avakirin dişibiyan hev. Di hundir de du ode hebûn: “Cihê Pîroz” û “Cihê Herî Pîroz”. Di navbera wan de perdeyek hebû (Îbranî 9:2-5; 2. Mûsa 26:31-33). Di hundirê Cihê Pîroz de şamdanka zêrîn, qurbangeheke ji bo bixûrê û sifreya nanê aramiyê hebûn. Tenê îzna kahînên hilbijartî hebû ku derbasî Cihê Pîroz bibin, da ku xizmeta xwe ya pîroz bikin (4. Mûsa 3:3, 7, 10). Di Cihê Herî Pîroz de sindoqa peymanê ku hizûra Yehowa temsîl dikir, hebû (2. Mûsa 25:21, 22). Tenê îzna serokkahîn hebû ku her sal di Roja Kefaretê de ji perdeyê derbasî Cihê Herî Pîroz bibe (3. Mûsa 16:2, 17). Li wir, wî sal bi sal xwîna heywanên qurbankirî ji bo gunehên xwe û yên xelkê pêşkêş dikir. Dû re, Yehowa bi destê ruhê pîroz zelal kir ku ev xisûsiyeta konê îbadetê bi rastî tê çi maneyê (Îbranî 9:6-8).

13. Cihê Pîroz û Cihê Herî Pîroz di îbadeta xizmetkarên Yehowa ya îro de çi temsîl dikin?

13 Îbadeta xizmetkarên Yehowa ya îro. Tenê 144.000 kes ji nav şagirtên Îsa Mesîh bi destê ruhê pîroz hatine hilbijartin. Ew dibin xwediyê dostaniyeke xisûsî ya bi Yehowa re, û ewê li ezmanan bi Îsa Mesîh re wek kahîn xizmetê bikin (Peyxam 1:6; 14:1). Cihê Pîroz ê konê îbadetê halê kurên Xwedê yên hilbijartî, heta ku ew hê li dinyayê ne, temsîl dike (Romayî 8:15-17). Cihê Herî Pîroz ê konê îbadetê ezmanên ku Yehowa lê dimîne, temsîl dike. Perdeya ku Cihê Pîroz ji Cihê Herî Pîroz vediqetand bedena Îsa Mesîh temsîl dike. Heta ku bedena wî ya însanî hebû, wî nikaribû derbasî ezmanan bibe û bibe Serokkahînê mezin ê îbadetgeha ruhî. Gava ku Îsa Mesîh bedena xwe fedayî hemû mirovan kir, wî ji bo xizmetkarên Xwedê yên hilbijartî rêya ji bo jiyana li ezmanan vekir. Ji bo ku ew xelata xwe ya li ezmanan wergirin, gerek ew jî bedena xwe ya însanî ji dest bidin (Îbranî 10:19, 20; 1. Korîntî 15:50). Piştî rabûna xwe, Îsa Mesîh di îbadetgeha ruhî de derbasî Cihê Herî Pîroz bû. Rojekê, hemû kesên hilbijartî wê herin wê derê.

14. Li gor Îbranî 9:12, 24-26, tertîba îbadetgeha ruhî çima ji îbadeta di bin Qanûna Mûsa de çêtir e?

14 Bi zelalî tê dîtin ku tertîba Yehowa ya ji bo îbadeta rast li ser esasê fîdyeya Îsa Mesîh û kahîntiya Îsa Mesîh hatiye avakirin. Serokkahînê Îsraîlê bi xwîna qurbanên heywanan derbasî Cihê Herî Pîroz, yê ku ji aliyê mirovan ve hatibû çêkirin, dibû. Lê Îsa Mesîh “ket ezmên bi xwe”, yanî cihê ku ji hemû cihên din pîroztir e, ji bo ku bikeve hizûra Yehowa. Li wê derê, wî qîmeta jiyana xwe ya însanî û bêqisûr pêşkêş kir, “da ku bi xwegorîkirinê guneh ji holê rake” (Îbranî 9:12, 24-26 bixwîne). Qurbanbûna Îsa Mesîh ew qas biqîmet e ku ewê gunehên me her û her ji holê rake. Emê niha bielimin ku em gişt dikarin di îbadetgeha ruhî de ji Yehowa re xizmetê bikin – ferq nake ku emê li erdê yan li ezmanan bijîn.

HEWŞ

15. Di hewşa konê îbadetê de, kê xizmet dikir?

15 Îbadeta xizmetkarên Yehowa ya berê. Di konê îbadetê de, tenê hewşek hebû. Ew meydaneke fireh bû û li dora wê çeper hebû. Li wir, kahînan wezîfeyên xwe dianîn cih. Li hewşê, qurbangeheke sifirîn hebû. Li ser vê qurbangeha mezin, qurbanên şewitandî dihatin pêşkêşkirin. Wekî din, berî ku kahînan dest bi xizmeta xwe ya pîroz dikir, wan li cem hewza sifirîn dest û lingên xwe dişûştin (2. Mûsa 30:17-20; 40:6-8). Li îbadetgehên ku paşê hatin avakirin, hewşeke derve jî hebû. Li wê derê, kesên ku ne kahîn bûn dikaribû ji Xwedê re îbadetê bikin.

16. Kî li hewşa hundirîn û kî li hewşa derve xizmetê dikin?

16 Îbadeta xizmetkarên Yehowa ya îro. Berî ku kesên hilbijartî derbasî ezmanan bibin û bi Îsa Mesîh re kahîntiyê bikin, ew li dinyayê bi dilsozî li hewşa hundirîn a îbadetgeha ruhî xizmetê dikin. Hewza mezin tîne bîra wan û xizmetkarên Xwedê yên din ku gerek ew ji aliyê ruhî û exlaqî ve pak bimînin. Lê ferdên ‘elaleta mezin’ bi dilsozî li ku derê îbadetê dikin û piştgiriya birayên Mesîh dikin? Yûhenayê şandî dît ku ew “li ber text” sekinî ne, yanî li hewşa derve. Li wê derê, ew “şev û roj” ji Xwedê re îbadetê dikin (Peyxam 7:9, 13-15). Em pir serbilind in ku di îbadetgeha ruhî de cihê me jî heye!

ÎBADETA JI YEHOWA RE ÎMTIYAZEKE MEZIN E

17. Em dikarin çi pêşkêşî Yehowa bikin?

17 Îro fersenda me hemûyan heye ku em wext, qewet û îmkanên xwe ji bo Padîşahiya Xwedê feda bikin. Pawlosê şandî wisa nivîsandibû: “Her tim ji Xwedê re qurbanên pesnahiyê, yanê, mêwa lêvên ku navê wî îqrar dikin pêşkêş bikin!” (Îbranî 13:15, KP). Gava çi ji destê me tê em dikin ku ji Yehowa re xizmetê bikin, em nîşan didin ku îbadeta Yehowa ji bo me îmtiyazeke mezin e.

18. Li gor Îbranî 10:22-25, gerek em çi îhmal nekin, û gerek em çi ji bîr nekin?

18 Îbranî 10:22-25 bixwîne. Pawlosê şandî di dawiya nameya xwe de nivîsand ku gerek em çend xisûsiyetên muhîm ên îbadetê îhmal nekin. Mesela, gerek em her tim dua bikin, ji kesên din re qala hêviya xwe bikin, herin civînên xwe û “çawa ku [em] dibînin Roja Xudan nêzîk dibe, hê zêdetir cesaretê bidin hevdû”. Di dawiya kitêba Peyxamê de, melekê Yehowa du caran got ku gerek em ji Xwedê re îbadetê bikin (Peyxam 19:10; 22:9). Bila em van rastiyên kûr ên di heqê îbadetgeha ruhî ya mezin de qet ji bîr nekin û qîmetê bidin îmtiyaza îbadeta ji Xwedê re!

KILAM 88 Rêyên Xwe Nîşanî Me Bide

a Peyva Xwedê qala îbadetgeha ruhî ya mezin dike. Gelo ew çi ye? Ev meqale zelal dike ku kitêba Îbranî li ser vê îbadetgehê çi dibêje. Ev yek wê alî me bike ku em vê mijarê baştir fehm bikin û zêdetir qedir û qîmetê bidin îbadeta ji Yehowa re.

b Ji bo zêdetir melûmata li ser kitêba Îbranî, li ser jw.org li vîdeoya Pêşxebera Derheqa Îbranî (bi Kurmanciya Qafkasyayê) temaşe bike.

c Di Nivîsarên Pîroz ên Yûnanî de, tenê kitêba Îbranî Îsa Mesîh wek Serokkahîn bi nav dike.

d Li gor çavkaniyekê, heta ku îbadetgeha li Orşelîmê piştî mîladê di sala 70yî de hat wêrankirin, li Îsraîlê nêzîkî 84 serokkahîn hebûn.