Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 45

Xizmetiya Xweye Paristgeha Ruhanîda Qîmet ke

Xizmetiya Xweye Paristgeha Ruhanîda Qîmet ke

“Serê xwe ber wî daynin, yê ku erd û ezman, . . . efirandine”(EYANTÎ 14:7).

KILAMA 93 Civatên Me Kerem ke

VÊ GOTARÊDA a

1. Melekek çi dibêje û ev yek bona me çi tê hesabê?

 HERGÊ melekek tera xeber da, teyê guh bida wî? Îro, melekek dibêje “hemû mileta, bereka, zimana û cimeta”: “Ji Xwedê bitirsin û şikiriyê bidine wî, . . . Serê xwe ber wî daynin, yê ku erd û ezman, . . . efirandine” (Eyantî 14:6, 7). Yehowa Xwedayê rast e, û tenê ew hêjayî hebandinê ye. Ewî mecal daye ku em paristgeha ruhanîda wîra xizmet bikin. Ev yek bona me qedirekî gelek mezin e!

2. Paristgeha ruhanî çi ye? (Binihêre usa jî çargoşe “ Paristgeha Ruhanî Çi Nayê Hesabê”.)

2 Gelo paristgeha ruhanî çi ye û em ji kîderê dikarin hûr bi hûr derheqa vê yekê pêbihesin? Paristgeha ruhanî avayîke rêalî nîne. Lê ew heye sazkirineke usa, bi saya kîjanî ku Yehowa hebandina xizmetkarên xwe, ser hîmê qurbana Îsa Mesîh qebûl dike. Qirna yekêda, Pawlosê şandî xizmetkarên Xwedê yên Îbranîra neme nivîsî û derheqa paristgeha ruhanî zelal kir. b

3-4. Pawlosê şandî çira bona Mesîhiyên Îbranî, yên ku Cihûstanêda diman, ber xwe diket û ewî çi cûre alî wan dikir?

3 Gelo çira Pawlos ev neme Mesîhiyên Îbranîra nivîsî, yên ku Cihûstanêda diman? Diqewime ji bo van du meniyên sereke. Ya pêşin, ewî dixwest wana hêlan ke, çimkî gelek ji wan li gora dîn û baweriya Cihû mezin bibûn. Dibeke serwêrên rêlîgî qerfên xwe wana dikirin ku ewana bibûne şagirtên Îsa Mesîh. Gelo çira? Çimkî ne paristgeha wan, ne qurbangeha wan û ne jî kahîn hebûn wekî wêderê xizmet kin. Ev yek dikaribû Mesîhiya dilteng kira û baweriya wan sist kira (Îbranî 2:1; 3:12, 14). Hine ji wan diqewime difikirîn, wekî vegerin nava dînê Cihûya.

4 Ya duda, Pawlosê şandî wan xizmetkarên Xwedê yên Îbranîra got, wekî ewana xîret nakin ku “xwarina giran” bistînin, dêmek rastiyên teze, yan jî yên kûr fem bikin (Îbranî 5:11-14). Usa dihate kifşê, wekî hinek ji wan hê pey Qanûna Mûsa diçûn. Lê Pawlos wanra şirovekir, wekî qurbanên li gora Qanûnê, nikarin gunên wan bi temamî bidine hildanê. Lema jî, hukumê vê Qanûnê “hate betalkirinê”. Paşê, Pawlos çend rastiyên kûr wana hîn kir. Ewî anî bîra wan, wekî Xwedê “gumaneke hê qenc” daye wan, dêmek wana dikaribû ser hîmê qurbankirina Îsa Mesîh bi rastî “nêzîkî Xwedê” bin (Îbranî 7:18, 19).

5. Seva ku em giliyên ji kitêba Îbranî fem bikin, em gerekê çi bikin?

5 Pawlos Mesîhiyên Îbranîra zelal kir, ku çira hebandina wane Mesîhîtî ji hebandina wane berê çêtir bû. Hebandina dînê Cihûya li gora Qanûnê, tenê siya wan tişta ne, yên ku wê bên, lê rastî Mesîh e” (Kolosî 2:17). Sî tiştekî rêalî nîne, ev tenê forma tişta dide kifşê. Hema bi wî cûreyî hebandina Cihûya tenê siya hebandina rast bû. Seva ku Xwedê hebandina me qebûl ke, em gerekê fem bikin, ku ew ser hîmê çi gunên me dibaxşîne. Emê niha beramberî hev kin “siya wan tişta” (dêmek hebandina xizmetkarên Yehowaye berê) û “rastî”, (dêmek hebandina xizmetkarên Yehowaye îro). Usa emê diha baş fem bikin, ku paristgeha ruhanî çi ye û ev seva me çi tê hesabê.

KONÊ PÎROZ

6. Konê pîroz ça dihate xebitandinê?

6 Cûrê hebandina berê. Pawlos derheqa vê konê pîroz xeber dida, ya ku sala 1512 B.D.M.-da, Mûsa saz kiribû (Binihêre dîagrama “Hebandina Xizmetkarên Yehowaye Berê û Hebandina Xizmetkarên Yehowaye Îro”). Gava Îsraêlî ji cîkî derbazî cîkî din dibûn, wana konê pîroz tevî xwe dibir. Heta ku Orşelîmêda paristgeh bihata avakirinê, konê pîroz weke 500 salî hate xebitandinê (Derketin 25:8, 9; Jimar 9:22). Ev “Konê Civînê” bona Îsraêliya ciyê sereke bû, kîderê ku Yehowa Xwedê dihebandin. Wêderê, wana qurban dianîn (Derketin 29:43-46). Lê konê pîroz usa jî tiştek diha mezin dihate hesabê.

7. Paristgeha ruhanî kengê eyan bû?

7 Cûrê hebandina îro. Wedê berê, konê pîroz “sî û sûretê” tiştên ezmanî bû û dida kifşê paristgeha ruhaniye girîng. Pawlos got, wekî konê pîroz “sûretek e bona zemanê niha” (Îbranî 8:5; 9:9). Çaxê ewî neme Îbraniyara nivîsî, paristgeha ruhanî sala 29 D.M.-da îda hatibû avakirinê. Wê salê, Îsa Mesîh hate nixumandinê, bi ruhê pîroz hate bijartinê, û paristgeha ruhanîda çawa Kahînê Mezin hate kifşkirinê c (Îbranî 4:14; Karên Şandiya 10:37, 38).

KAHÎNÊ MEZIN

8-9. Li gora Îbranî 7:23-27, orta kahînên mezin Îsraêlêda û Kahînê Mezin, Îsa Mesîhda çi firqî heye?

8 Cûrê hebandina berê. Kahînê Mezin li ber Xwedê orteçiyê cimeta Îsraêlê bû. Gava konê pîroz hate tesmîlkirinê, Yehowa Harûn ça kahînê mezine pêşin kifş kir. Lê çawa ku Pawlos zelal kir, kahîn timê dihatine guhastinê “çimkî mirinê nehiştiye ku ewana timê bimana” d (Bixûne Îbranî 7:23-27). Ew kahînên mezin merivne qisûrdar bûn, lema jî hewce bû wekî wana bona gunên xwe qurban baniyana. Orta kahînên mezin yên Îsraêlê û Kahînê Mezin Îsa Mesîhda, firqîke mezin hebû.

9 Cûrê hebandina îro. Îsa Mesîh çawa Kahînê meye Mezin, “konê rastda” xizmet dike, kîjan ku Yehowa saz kiriye, “ne ku meriva” (Îbranî 8:1, 2). Pawlos usa şirovekir: “Kahîntiya [Îsa] xilaz nabe, çimkî ew heta-hetayê dimîne”. Ewî got ku Îsa Mesîh yekî “bêqusûr, ji gunekara cudebûyî” ye. Usa jî ewî got, wekî “ne lazim e ku ew her roj . . . bona gunên xwe” qurbana bide, çawa ku kahînên mezin dikirin. Emê niha beramberî hev kin firqiya orta qurban û qurbangeha xizmetkarên Yehowaye berê û ya îro.

QURBAN Û QURBANGEH

10. Qurbanên ser qurbangehê dîna meriva didane ser çi?

10 Cûrê hebandina berê. Ber konê pîroz qurbangeheke ji sifir hebû. Ser vê qurbangehê, heywan çawa qurban Yehowara dianîn (Derketin 27:1, 2; 40:29). Lê bi saya van qurbana, gunên cimetê bi temamî nikaribûn bihatana baxşandinê (Îbranî 10:1-4). Qurbanên ku timê dihatine dayînê, ev qurbana tek didane kifşê, ya ku axiriyêda wê hemû meriv ji guna xilaz kira.

11. Îsa ser kîjan qurbangehê emirê xwe ça qurban da? (Îbranî 10:5-710)

11 Cûrê hebandina îro. Îsa Mesîh zanibû ku Yehowa ew şande ser erdê, wekî ew emirê xwe ça qurban bona hemû meriva bide (Metta 20:28). Bi nixumandina xwe Îsa nîşan kir, wekî ew hazir e xwestina Yehowa bîne sêrî (Yûhenna 6:38; Galatî 1:4). Qurbangeha sîmbolîk, ser kîjanê Îsa emirê xwe çawa qurban berva da, dihate hesabê “xwestina” Xwedê. Xwestina Yehowa ew bû, wekî Îsa emirê xweyî bêqisûr bona meriva berva bide. Îsa “carekê bona her tim bedena xwe kire qurban”, wekî gunê her kesê ku baweriya xwe wî tîne, bê baxşandinê (Bixûne Îbranî 10:5-7, 10). Niha emê dîna xwe bidine ser tiştên hindurê konê pîroz.

CIYÊ PÎROZ Û CIYÊ HERÎ PÎROZ

12. Îzina kê hebû bikeve odên konê pîroz?

12 Cûrê hebandina berê. Konê pîroz û paristgehên ku paşê Orşelîmêda hatine avakirinê, mîna hev bûn. Hindurda du ode hebûn, “Ciyê Pîroz” û “Ciyê Herî Pîroz”, û orta wanda perdek hebû (Îbranî 9:2-5; Derketin 26:31-33). Hindurê Ciyê Pîrozda şemdana zêrîn, qurbangeha bona bixûrê û sifreke bona nanê qurbankirî hebû. Tenê îzina kahînên bijartî hebû, ku bikevine Ciyê Pîroz, wekî xizmetiya pîroz bînin sêrî (Jimar 3:3, 7, 10). Ciyê Herî Pîrozda sindoqa peymanê hebû, ku dida kifşê wekî Yehowa wêderê ye (Derketin 25:21, 22). Tenê îzina kahînê mezin hebû, ku her sal Roja Kewandinê pişt perdêva bikeve Ciyê Herî Pîroz (Qanûna Kahîntiyê 16:2, 17). Wêderê ewî sal bi sal xûna heywanên qurbankirî bona gunên xwe û yên cimetê dianî. Paşê, Yehowa bi saya ruhê pîroz zelal kir, ku ev her tişt bi rastî çi tê hesabê (Îbranî 9:6-8). e

13. Ciyê Pîroz û Ciyê Herî Pîroz, bona Mesîhiya çi tê hesabê?

13 Cûrê hebandina îro. Tenê 144 000 meriv, ji nava Mesîhiya bi saya ruhê pîroz hatine bijartinê. Ewana bona heleqetiya xweye mexsûs tevî Yehowa, gelek şa dibin, û ewana wê ser ezmana tevî Îsa ça kahîn xizmet bikin (Eyantî 1:6; 14:1). Konê pîrozda, Ciyê Pîroz tê hesabê halê kurên Xwedê yên bijartî, heta ku ewana ser erdê ne (Romayî 8:15-17). Lê Ciyê Herî Pîroz konê pîrozda, tê hesabê ezmanên kîderê ku Yehowa dimîne. Perda ku Ciyê Pîroz ji Ciyê Herî Pîroz vediqetand, tê hesabê bedena Îsa Mesîh. Heta ku bedena wîye fîzîkî hebûya, ew nikaribû derbazî ezmana bûya û paristgeha ruhanîda bibûya Kahînê Mezin. Çaxê Îsa bedena xwe bona hemû meriva berva da, ewî bona xizmetkarên Xwedêye bijartî riya jîyîna ser ezmana vekir. Seva ku ewana xelata xweye ezmana war bin, ewana gerekê bedena xweye fîzîkî bihêlin (Îbranî 10:19, 20; 1 Korintî 15:50). Çaxê Îsa hate saxkirinê, paşê ew paristgeha ruhanîda derbazî Ciyê Herî Pîroz bû. Rojekê, hemû kesên bijartî wê herin wêderê.

14. Li gora Îbranî 9:12, 24-26, çira hebandina paristgeha ruhanîda ji cûrê hebandina berê çêtir e?

14 Çawa me dît, îro em bi saya qurbana Îsa û bi saya vê yekê ku ew Kahînê Mezin e, dikarin Yehowa bihebînin. Îsraêlêda kahînê mezin pê xûna qurbanên heywana dikete Ciyê Herî Pîroz, yê ku pê destê meriva hatibû çêkirinê. Lê Îsa “hema xût kete ezmên”, dêmek ciyê ku ji hemû ciyên din pîroztir e, seva ku ber Yehowa bisekine. Wêderê ewî qîmeta emirê xweye fîzîkî û bêqisûr, Xwedêra eyan kir, û “pê xwequrbankirinê” gunê me hilda (Bixûne Îbranî 9:12, 24-26). Qurbanbûna Îsa usa qîmet e, wekî ew dikare me bi temamî ji guna paqij ke. Emê niha pêbihesin, ku em gişk jî dikarin paristgeha ruhanîda Yehowara xizmet kin, firqî tune emê ser erdê, yan ser ezmana bijîn.

HEWŞ

15. Kê hewşa konê pîrozda xizmet dikir?

15 Cûrê hebandina berê. Hewşeke konê pîroz hebû. Ew cîkî gelek fire bû û dora wê sûrkirî bû. Wêderê kahîna cabdariyên xwe dianîne sêrî. Hewşêda qurbangeheke ji sifir hebû. Ser vê qurbangeha mezin, qurbanên şewitandî dianîn. Usa jî, pêşiya ku kahîna xizmetiya xweye pîroz destpêkirana, wana hewza sifirda dest-nigên xwe dişûştin (Derketin 30:17-20; 40:6-8). Paristgehên ku paşê hatine avakirinê, hewşa wane derva jî hebû. Wêderê kesên ku ne kahîn bûn jî, dikaribûn Xwedêra xizmet kirana.

16. Kê hewşên paristgeha ruhanîda xizmet dike?

16 Cûrê hebandina îro. Pêşiya ku kesên bijartî herin ser ezmana û tevî Îsa kahîntiyê bikin, ewana ser erdê bi aminî hewşa hindurda ya paristgeha ruhanîda xizmet dikin. Hewza mezin, çawa wanra usa jî xizmetkarên Xwedêye dinra dida kifşê, ku ewana gerekê ruhanîda û nav-namûsiyêda xwe temiz xwey kin. Lê gelo ‘elaleta mezin’ kîderê bi aminî xizmet dikin û piştgiriya birên Mesîh dikin? Yûhennayê şandî dît, ku ewana “li ber text” sekinî ne, dêmek li hewşa derva. Wêderê, ewana “şev û ro” Xwedêra xizmet dikin (Eyantî 7:9, 13-15). Em gelek dişêkirînin ku Yehowa mecal daye me, wekî em paristgeha wîye ruhanîda jêra xizmet kin!

QEDIREKÎ MEZIN E KU YEHOWARA XIZMET KIN

17. Em bona Yehowa çi dikarin bikin?

17 Îro me hemûyara qedir hatiye dayînê, wekî wext, qewat û mecalên xwe bona Padşatiya Xwedê xerc kin. Pawlosê şandî usa nivîsî: “Timê qurbana pesindayînê bidine Xwedê, awa gotî berê zar-zimanê xwe, yên ku navê wî îqrar dikin!” (Îbranî 13:15). Gava em her tiştî dikin, wekî Yehowara xizmetê kin, bi vê yekê em ji aliyê xweda ya lape baş bona wî qurban dikin.

18. Li gora Îbranî 10:22-25, em gerekê çi pişt guhê xweva nevêjin û çi bîr nekin?

18 Bixûne Îbranî 10:22-25. Pawlosê şandî xilaziya nema xweye Îbraniyara, derheqa çend tişta nivîsî, yên ku em gerekê tu car bîr nekin û bînin sêrî. Mesele, em gerekê hertim dua bikin, kesên dinra derheqa gumana xwe bêjin, herin civîna, hevdu hêlan û qewî kin, heta ku Roja Xwedê bê. Xilaziya kitêba Eyantî, melekê Yehowa du cara got, wekî em gerekê Xwedêra xizmet kin (Eyantî 19:10; 22:9). Were em van rastiyên kûr derheqa paristgeha ruhanî, qe bîr nekin, û bişêkirînin wekî mecala me heye Xwedêyê Himzorra xizmet kin!

KILAMA 88 Riya Xwe Nîşanî Min ke

a Hînkirineke ferz Xebera Xwedêda, ew heye hînkirina derheqa paristgeha ruhaniye girîng. Gelo ew çi ye? Vê gotarêda tê zelalkirinê, ku kitêba Îbranî derheqa vê paristgehê çi dibêje. Ev yek wê alî me bike, wekî em vê têmayê diha baş fem kin, û diha zêde bişêkirînin wekî mera mecal hatiye dayînê Yehowara xizmet kin.

b Seva ku hê zêde derheqa kitêba Îbranî pêbihesî, ser jw.org binihêre vîdêo bi navê Pêşxebera Derheqa Îbranî.

c Nivîsarên Pîroze Yûnanîda, tenê kitêba Îbranîda derheqa Îsa tê gotinê ça Kahînê Mezin.

d Kanîkekêda tê gotinê, wekî pêşiya ku sala 70 D.M.-da paristgeha Orşelîmê bihata wêrankirinê, Îsraêlêda nêzîkî 84 kahînên mezin hebûn.

e Seva ku pêbihesin wekî bi sîmbolîk kirên kahînê mezin Roja Kewandinê çi tê hesabê, ser jw.org binihêrin vîdêo bi navê Konê Pîroz.

g Binihêre çargoşe bi navê “Çawa Ruh Eşkere kir, ku Paristgeha Ruhanî Çi Tê Hesabê”, ji Birca Qerewiliyê ya 15 Tîrmehê, sala 2010, rûp. 22.