Here Naverokê

Here naverokê

Tewsiyeyên ji bo Lêkolînê

Tewsiyeyên ji bo Lêkolînê

Fehmkirina Herî Nû Bişopîne

Di dema me de, Yehowa alî me dike ku em Peyva wî gav bi gav zelaltir fehm bikin (Danîêl 12:4). Lê carinan ne hêsan e ku em fehmkirina herî nû ya rastiyên Kitêba Pîroz di bîra xwe de bihêlin. Ev fehmkirina herî nû û şîroveya wê li ku derê tên dîtin?

• Di Rêberiya Lêkolînê ya Şahidên Yehowa de, lîsteyeke li gor mijaran heye. Bi Kurmanciya Qafkasyayê, li mijara “Şedên Yehowa”, dû re “Nihêrandin û Bawerî”, û dû re “Zelalkirina Hînkirinên Kitêba Pîroz” bigere.

Di dema lêkolîna şexsî de, tu dikarî li ser fehmkirineke herî nû lêkolîn bikî. Bifikire ku li gor Kitêba Pîroz sebebê vê guhertinê çi ye.