Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Rêberî bona Lêkolînê

Rêberî bona Lêkolînê

Femkirina Teze Lêkolîn ke

Qedirekî çiqas mezin e, ku em wedekî usada dijîn, gava Yehowa hêdî-hêdî Xebera Xwe mera zelal dike (Daniyêl 12:4). Lê carna dîsa jî ne hêsa ye ku em femkirina teze ya rastiyên Kitêba Pîroz bîra xweda xwey kin. Lê gelo kîderê em dikarin ew femkirinên teze û şirovekirina wan bivînin?

Îndêksa Edebiyeta Birca Qerewiliyêda,Zelalkirina Hînkirinên Kitêba Pîroz” heye, yên ku li gora sala hatine rêzkirinê. Seva ku têmên rêzkirî bivînin, lêgerîna Kitêbxaneya Birca Qerewiliyê û KITÊBXANEYA ONLAYN-da, bi neynûka binivîsin “Zelalkirina Hînkirinên Kitêba Pîroz”.

Rêberiya Lêkolînêda ya Şedên Yehowa, rêzkirineke kin li gora têma heye. Bikevine para bi navê “Şedên Yehowa”, paşê “Nihêrandin û Bawerî”, û peyra jî “Zelalkirina Hînkirinên Kitêba Pîroz”.

Wedê lêkolîna şexsî, wê baş be derheqa femkirineke lape teze lêkolîn kî. Bifikire ku li gora Kitêba Pîroz meniya vê guhastinê çi ye.