Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 48

Di Rojên Zehmet de, Xwedê bi Me re ye

Di Rojên Zehmet de, Xwedê bi Me re ye

“Xurt bibe, … ez bi we re me, gotina XUDANÊ artêşan [ev e]” (HAGAY 2:4, 5).

KILAM 118 “Baweriya Me Zêde Bike”

PÊŞGOTIN a

1-2. (a) Rewşa me çawa dişibe rewşa Cihûyên ku vegeriyan Orşelîmê? (b) Cihû rastî kîjan zor û zehmetiyan dihatin? (Li çarçoveya “ Rojên Hagay, Zekerya û Esra” binêre.)

 GELO TU carinan ji pêşerojê ditirsî? Dibe ku te karê xwe winda kiriye û ji bo debara mala xwe xeman dixwî. Ji ber xerabbûna rewşa siyasî, zilm û zordariyê yan jî muxalefeta li dijî karê mizgînê, dibe ku tu ji bo saxî û selametiya malbata xwe jî xeman dixwî. Eger tu derdekî wisa dikişînî, ka bala xwe bidê ku di demên berê de, Yehowa çawa alî Îsraîliyan dikir. Ew jî rastî pirsgirêkên bi vî rengî dihatin.

2 Ji bo Cihûyên ku temamiya jiyana xwe li Babîlê dijiyan baweriyeke xurt lazim bû ku dev ji vê jiyana rihet berdin û herin welatekî xerîb. Piştî ku ew gihîştin Orşelîmê, ew rastî zor û zehmetiyan dihatin. Her ku diçû debara jiyanê zehmettir dibû û rewşa siyasî xerabtir dibû û ew rastî muxalefetê jî dihatin. Ji ber van sebeban, ji hinekan re zor dihat ku bala xwe bidin avakirina îbadetgeha Yehowa. Loma berî mîladê di sala 520an de, ji bo ku xîreta wan zindî bike, Yehowa Hagay û Zekerya pêxember ji wan re şandin (Hagay 1:1; Zekerya 1:1). Wek emê bibînin, bi teşwîqa van pêxemberan dilê wan gelek xurt bû. Piştî nêzîkî 50 salî, Cihûyên ku vegeriyan welatê xwe dîsa sist bûn. Dû re Esra, yê ku katibekî jêhatî yê Qanûnê bû, ji Babîlê hat Orşelîmê. Ji bo ku xizmetkarên Xwedê berî her tiştî bala xwe bidin îbadeta rast, Esra ew teşwîq kirin (Esra 7:1, 6).

3. Emê bala xwe bidin kîjan pirsan? (Methelokên Silêman 22:19)

3 Gotinên Hagay û Zekerya alî xizmetkarên Xwedê dikir ku ew di dema muxalefetê de her tim xwe bispêrin Yehowa. Îro jî, gotinên wan dikarin alî me bikin ku em li hemberî zehmetiyên jiyanê xwe bispêrin Yehowa (Methelokên Silêman 22:19 bixwîne). Emê niha bibînin ku Xwedê bi destê Hagay û Zekerya çi xeber şandin û li ser serpêhatiya Esra lêkolîn bikin. Di vê meqaleyê de, emê cewaba van pirsan bistînin: Cihûyên ku vegeriyabûn welatê xwe rastî kîjan zehmetiyên jiyanê dihatin? Di rojên zor de, çima gerek em berî her tiştî bala xwe bidin daxwaza Xwedê? Di demên dijwar de, em çawa dikarin hê zêdetir xwe bispêrin Yehowa?

ZEHMETIYÊN JIYANÊ LI SER XELKÊ XWEDÊ ÇAWA TESÎR DIKIR?

4-5. Çi bû sebeb ku xizmetkarên Xwedê xîreta xwe winda kir?

4 Dema ku xizmetkarên Xwedê gihîştin Orşelîmê, gelek kar û bar li benda wan bû. Wan bi ecele qurbangeha Yehowa ji nû ve ava kir û bingeha mala Xwedê danîn (Esra 3:1-3, 10). Lê wan xîreta xwe zû winda kir. Gelo çima? Ji xeynî karê avakirina îbadetgehê, ew mecbûr bûn ku xaniyan ji xwe re ava bikin, erd cot bikin û debara mala xwe bikin (Esra 2:68, 70). Wekî din, dijminan plan çêdikir ku karê avakirina îbadetgehê bidin sekinandin (Esra 4:1-5).

5 Rewşa aborî û siyasî jî li ser kesên ku ji sirgûnê vegeriyabûn tesîr dikir. Êdî welatê wan aîdî Împaratoriya Farisan bû. Piştî ku Padîşahê Farisan Koreş berî mîladê di sala 530yî de mir, fermandarê wî Kambîses, ê ku li şûna wî bû padîşah, derket şerê Misrê. Ji bo rêya Misrê, leşkerên wî ji Îsraîliyan av, nan û stargeh dixwest. Ji ber van sebeban, jiyana wan hê zortir bû. Piştî ku padîşahê nû Daryûsê Yekem dest bi hukimdariyê kir, serhildan û pirsgirêkên siyasî derketin meydanê. Ji ber van sebeban, bê guman Îsraîliyan ji bo saxî û selametiya malbatên xwe xem dixwar. Ji ber ku ew rastî van tengasiyan dihatin, ew difikirîn ku ji bo avakirina îbadetgeha Yehowa niha ne wexta rast e (Hagay 1:2).

6. Li gor Zekerya 4:6, 7, xelkê Xwedê li hemberî çi li ber xwe dida, û Zekerya ew çawa biqewet kirin?

6 Zekerya 4:6, 7 bixwîne. Ji xeynî pirsgirêkên aborî û siyasî, Cihûyan li hemberî zilm û zordariyê jî li ber xwe dida. Berî mîladê di sala 522yan de, dijminan hukimdarê Farisê qanih kir ku avakirina mala Yehowa qedexe bike. Lê Zekerya ji xelkê re got ku Yehowa wê bi qeweta ruhê pîroz hemû astengan ji holê rake. Berî mîladê di sala 520an de, Daryûs Padîşah qedexeya li ser karê îbadetgehê rakir û ji bo avakirina mala Xwedê pere da wan û emir da memûran ku destekê bide wan (Esra 6:1, 6-10).

7. Cihûyên ku daxwaza Xwedê di jiyana xwe de dikirin cihê pêşîn, çi bereket standin?

 7 Bi destê Hagay û Zekerya, Yehowa ev soz da xizmetkarên xwe: Eger ew berî her tiştî bala xwe bidin avakirina îbadetgehê, ewê bi wan re be (Hagay 1:8, 13, 14; Zekerya 1:3, 16). Van gotinên pêxemberan qewet dida xizmetkarên Xwedê. Wan berî mîladê di sala 520an de dîsa dest bi avakirina îbadetgehê kir û ev kar teqrîben di pênc salan de xelas kir. Ji ber ku wan li hemberî zehmetiyan daxwaza Xwedê di jiyana xwe de dikirin cihê pêşîn, Yehowa hem ji aliyê madî hem jî ji aliyê ruhî ve alî wan dikir. Ji ber vê yekê, wan bi dilxweşî ji Yehowa re îbadet dikir (Esra 6:14-16, 22).

BERÎ HER TIŞTÎ BALA XWE BIDE DAXWAZA YEHOWA

8. Gotinên ji Hagay 2:4, 5 çawa alî me dikin ku em bala xwe bidin daxwaza Xwedê? (Li jêrenotê jî binêre.)

8 Ji ber ku tengasiya mezin nêzîk dibe, pir muhîm e ku em guh bidin emrê belavkirina xebera xêrê (Marqos 13:10). Lê eger em ji bo problemên madî xeman dixwin yan jî eger em ji bo karê belavkirina mizgînê rastî muxalefetê tên, belkî ne hêsan e ku em bala xwe bidin xizmetê. Çi dikare alî me bike ku em berî her tiştî bala xwe bidin şixulê Yehowa. Qet ji bîr neke ku “XUDANÊ artêşan” b bi me re ye. Eger em şixulê Yehowa di jiyana xwe de bikin tiştê herî muhîm, ewê alî me bike. Loma qet ne hewce ye ku em bitirsin (Hagay 2:4, 5 bixwîne).

9-10. Jin û mêrekî çawa dît ku gotinên Îsa Mesîh ên ji Meta 6:33 rast in?

9 Ka bala xwe bide serpêhatiya Olêg û Îrînayê c. Wan wek pêşeng xizmet dikir. Piştî ku ew ji bo alîkariyê derbasî civateke li herêma xwe bûn, wan ji ber rewşa aborî karên xwe winda kirin. Her çi qas wan bi qasî salekê karekî daîmî nedidît jî, wan fehm dikir ku Yehowa piştgiriya wan dike, û carinan wan ji xwişk û birayan alîkarî distand. Di vê tengasiyê de, çi alî wan dikir? Birayê me Olêg, ê ku di destpêkê de dilteng dibû, wisa dibêje: “Heta ku ji destê me dihat em diçûn xizmetê. Bi vî awayî, me di jiyana xwe de bala xwe dida tiştê herî muhîm.” Dema ku ew û xanima wî li karekî nû digeriyan, ew dîsa jî bi xizmeta Yehowa re mijûl dibûn.

10 Rojekê gava ew ji xizmetê vedigeriyan malê, dostekî wan 160 kîlometre rêwîtî kir ku ji wan re du torbe xwarinê bîne. Olêg dibêje: “Di wê rojê de, me dîsa dît ku Yehowa û civata me li me xwedî derdikeve. Em bawer in ku halê xizmetkarên Yehowa çi qas bê çare xuya bike jî, Yehowa tu caran wan ji bîr nake” (Meta 6:33).

11. Eger em berî her tiştî bala xwe bidin daxwaza Xwedê, ewê ji bo me çi bike?

11 Yehowa dixwaze ku em bala xwe bidin xizmeta ku dikare jiyana mirovan xelas bike. Wek di  paragrafa 7an de hat gotin, Hagay xizmetkarên Yehowa teşwîq dikirin ku ji nû ve dest bi avakirina mala Xwedê bikin. Yehowa soz da ku ewê “bereketê bide” wan (Hagay 2:18, 19). Belê, eger em berî her tiştî bala xwe bidin şixulê ku Yehowa daye me, ewê xîreta me bibereket bike.

EM ÇAWA DIKARIN HÊ ZÊDETIR XWE BISPÊRIN YEHOWA?

12. Çima ji Esra û Cihûyên din re baweriyeke xurt lazim bû?

12 Berî mîladê di sala 468an de, Esra bi koma diduyan a Cihûyan ji Babîlê çû Orşelîmê. Ji bo vê rêya bitalûke, baweriyeke xurt ji wan re lazim bû. Wan gelek zêr û zîv bi xwe re birin, ên ku ji bo îbadetgehê hatibûn bexşkirin. Rêbiran dikaribû ew bi hêsanî talan bikirana (Esra 7:12-16; 8:31). Ji xeynî vê, wan zû fehm kir ku wê çaxê Orşelîm bajarekî bitalûke bû. Çimkî li wî bajarî gelek mirov nedijiyan û lazim bû ku sûr û dergehên bajêr bên tamîrkirin. Wek Esra, em çawa dikarin hê zêdetir xwe bispêrin Yehowa?

13. Baweriya Esra ya bi Yehowa çawa xurttir bû? (Li jêrenotê jî binêre.)

13 Esra didît ku Yehowa çawa alî xizmetkarên xwe dike. Berî mîladê di sala 484an de, Padîşah Ahaşveroş li temamiya Împaratoriya Farisan fermana kuştina hemû Cihûyan derxist. Wê çaxê, Esra li Babîlê dijiya (Ester 3:7, 13-15). Jiyana Esra û hemû Cihûyan di talûkeyê de bû! Li her herêma ku Cihû bi vê fermanê hesiyan, wan rojî girtin, ketin nav şîneke mezin û bi destê duayê ji Yehowa alîkarî dixwest (Ester 4:3). Kesên ku dixwest wan bikujin bi xwe hatin kuştin. Îcar bîne ber çavê xwe ku Esra û Cihûyan çi hîs dikir! (Ester 9:1, 2). Bê guman vê serpêhatiyê Esra ji bo ceribandinên di pêşerojê de hazir kir û baweriya wî xurt kir ku Yehowa dikare xizmetkarên xwe biparêze. d

14. Gava xwişkekê dît ku Yehowa alî wê dike, wê çi fehm kir?

14 Gava em di rojên zor de dibînin ku Yehowa çawa alî me dike, baweriya me ya bi wî xurttir dibe. Ka bala xwe bide mîsala Anastasia, ya ku li Ewropayê dijî. Ji bo ku ew di warê siyasî de teref negire, wê dev ji karê xwe berda. Ew dibêje: “Ev cara pêşîn bû ku ez bê pere mabûm.” Dû re wê got: “Lê min ev mesele berda destê Yehowa û dît ku ew çawa alî min dike. Eger ez rojekê dîsa bê îş bimînim, ezê netirsim. Madem ku Bavê min yê li ezmanan îro li min xwedî derdikeve, ewê sibe û dusibe jî li min xwedî derkeve.”

15. Çi alî Esra dikir ku ew her tim xwe bispêre Yehowa? (Esra 7:27, 28)

15 Esra fehm kir ku destê Yehowa li ser wî ye. Gava ew difikirî ku Xwedê berê çawa hatibû hawara wî, bê guman wî xwe hê zêdetir dispart Yehowa. Esra wisa got: “Bi saya destê Xwedayê min Xudan ku li ser min bû, ez hêzdar bûm” (Esra 7:27, 28 ji wergera Mizgînî bixwîne). Esra gotinên bi vî rengî çend caran nivîsandine (Esra 7:6, 9; 8:18, 22, 31).

Di kîjan rewşan de, em dikarin bi zelalî bibînin ku destê Xwedê li ser me ye? (Li paragrafa 16an binêre) e

16. Dibe ku em di kîjan rewşan de bi zelalî bibînin ku destê Xwedê li ser me ye? (Li resim jî binêre.)

16 Gava em rastî rewşeke zehmet tên, Yehowa dikare alî me bike. Mesela, gava em ji bo çûyîna komcivînê îzna tatîlê ji serkarê xwe dixwazin, yan jî gava em xîret dikin ku saetên karê xwe li gor dema civînan eyar bikin, em fersendê çêdikin ku destê Yehowa di jiyana xwe de bibînin. Dibe ku em ecêbmayî bimînin ku ev mesele çi qas baş hat safîkirin. Serpêhatiyên wisa alî me dikin ku em hê zêdetir xwe bispêrin Yehowa.

Esra di îbadetgehê de ji bo gunehên xelkê digirî û dua dike. Xelk jî digirî. Paşê Şekanya bi van gotinan dilê Esra xurt dike: “Niha bona Îsraêlê hêvî heye. … Em bi te re ne” (Esra 10:2, 4) (Li paragrafa 17an binêre)

17. Di demên zor de, Esra çawa nîşan dida ku ew dilnizm e? (Li resmê li rûyê kovarê binêre.)

17 Esra bi dilnizmî ji Yehowa alîkarî dixwest. Her cara ku li wî zor dihat ku mesûliyetên xwe bîne cih, Esra bi dilnizmî ji Yehowa re dua dikir (Esra 8:21-23; 9:3-5). Ji ber ku Esra xwe dispart Yehowa, kesên din jî bi dil û can destek dida wî û baweriya wî ji xwe re dikirin emsal (Esra 10:1-4). Gava em ji bo hewcedariyên madî û ji bo saxî û selametiya malbata xwe xeman dixwin, gerek em bi destê duayê ji Yehowa alîkariyê bixwazin û bawer bin ku ewê piştgiriya me bike.

18. Çi dikare alî me bike ku em baweriya xwe ya bi Yehowa mezintir bikin?

18 Eger em bi dilnizmî ji Yehowa alîkariyê bixwazin û desteka xwişk û birayan qebûl bikin, baweriya me ya bi Xwedê wê mezintir bibe. Xwişka me Erika, ya ku dayika sê zarokan e, di rojên giran de jî xwe dispart Yehowa. Di demeke kin de, zilamê wê û zaroka wê ya nebûyî mirin. Piştî van bûyeran, ew dibêje: “Em ji berê ve nizanin ku Yehowa wê çawa alî me bike. Alîkarî dikare bi gelek awayan bigihîje me. Ez hîn bûme ku Xwedê cewaba gelek duayên min bi destê gotin û kirinên dostên min daye. Gava ez dilê xwe ji dostên xwe re vedikim, ew dikarin hê hêsantir alî min bikin.”

HETA DAWIYÊ BI YEHOWA BAWER BE

19-20. Ji Îsraîliyên ku nikaribû vegerin Orşelîmê, em dikarin çi bielimin?

19 Wekî din, em dikarin derseke biqîmet ji Îsraîliyên ku nikaribû vegerin Orşelîmê bielimin. Ji ber emrê mezin, nexweşiyeke giran yan jî mesûliyetên malbatî, îmkanên hinekan sînordar bûn. Lê wan bi dilxwazî malzemeyên ku ji bo avakirina îbadetgehê lazim bûn, bexş kirin (Esra 1:5, 6). Nêzîkî 19 salan piştî ku koma pêşîn ji sirgûnê vegeriyabû, kesên ku li Babîlê mabûn hê jî diyarî dişandin Orşelîmê (Zekerya 6:10).

20 Eger di xizmeta Yehowa de îmkanên me kêm bin jî, em dikarin emîn bin ku Yehowa qîmetê dide her tiştê ku em ji bo wî dikin. Em vê yekê ji ku dizanin? Di rojên Zekerya de, Yehowa emir da pêxemberê xwe ku ji zêr û zîvê ku ji Babîlê hatibû, tacekê çêke (Zekerya 6:11). Ev tac ji bo bîranîna Cihûyên ku li Babîlê mabûn û bexş şandibûn, hatibû çêkirin (Zekerya 6:14). Em dikarin bi vê yekê bawer bin: Yehowa wê qet ji bîr neke ku em di rojên dijwar de bixîret ji wî re xizmetê dikin (Îbranî 6:10).

21. Çi wê alî me bike ku em bi dilekî rihet li pêşerojê binêrin?

21 Di van rojên dawîn de, bê guman emê rastî zor û zehmetiyan bên û rewşa dinyayê her ku diçe wê xerabtir bibe (2. Tîmotêyos 3:1, 13). Lê ne lazim e ku em bitirsin. Ji bîr neke ku Yehowa bi destê Hagay pêxember çi gotibû: “Ez bi we re me; … metirsin!” (Hagay 2:4, 5). Eger em heta ku ji destê me tê daxwaza Xwedê pêk bînin, Yehowa wê bi me re be. Eger em li gor tiştên ku em ji gotinên Hagay û Zekerya û serpêhatiya Esra hîn bûn, hereket bikin, di pêşerojê de çi bê serê me jî, baweriya me ya bi Yehowa wê her tim xurt bimîne.

KILAM 122 Sebat Bike

a Di vê meqaleyê de, emê hîn bibin ku gava debara jiyanê zehmettir dibe, rewşa siyasî xerabtir dibe yan jî em ji bo karê belavkirina mizgînê rastî muxalefetê tên, em çawa dikarin hê zêdetir xwe bispêrin Yehowa.

b Gotina “XUDANÊ artêşan” 14 caran di kitêba Hagay de derbas dibe. Vê gotinê dianî bîra Cihûyan û tîne bîra me jî ku qudreta Yehowa bêsînor e û ordîgehên mezin ên melekan di bin emrê wî de ne (Zebûr 103:20, 21).

c Hin navên di vê meqaleyê de hatine guhertin.

d Esrayê ku katibekî bihuner ê Qanûna Xwedê bû, berî ku here Orşelîmê, wî baweriya xwe ya bi soz û wehdên Xwedê xurttir dikir (2. Dîrokan 36:22, 23; Esra 7:6, 9, 10; Yêremya 29:14).

e RESIM: Birayek ji bo çûyîna komcivînê ji serkarê xwe tatîlê dixwaze, lê serkar red dike. Gava ew xwe hazir dike ku dîsa bi serkarê xwe re bipeyive, ew bi destê duayê ji Yehowa rêberî û alîkariyê dixwaze. Ew dawetnameya komcivînê nîşanî serkarê xwe dide û qîmeta perwerdeya ji Kitêba Pîroz şîrove dike. Kêfa serkar ji vê yekê re tê û ew qerara xwe diguherîne.