Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 1

KILAM 38 Ewê Me Xurt Bike

Xwe Bispêre Yehowa û ji Tirsên Xwe Xelas Bibe

Xwe Bispêre Yehowa û ji Tirsên Xwe Xelas Bibe

AYETA JI BO SALA 2024AN: “Roja ku ez ditirsim, ez xwe dispêrim te” (ZEBÛR 56:3, NWT).

EMÊ ÇI HÎN BIBIN?

Emê hîn bibin ku em çawa dikarin xwe zêdetir bispêrin Yehowa û li hemberî tirsên xwe dilrihet bimînin.

1. Carinan çima tirs dikare bikeve dilê me?

 CARINAN tirs dikare bikeve dilê her kesî. Bi saya lêkolîna Kitêba Pîroz, em helbet ji tirsa miriyan, ji tirsa cinan û ji tirsa pêşerojê xelas bûn. Lê ji ber ku em di rojên zehmet de dijîn, şer, sûc û nexweşî dîsa jî dikarin me bitirsînin (Lûqa 21:11). Wekî din, em belkî ji muxalefeta dewlet an malbatê ditirsin. Hin kes jî ditirsin ku ew nikarin li hemberî tengasiyên îro yan li hemberî tengasiyên pêşerojê tehemul bikin.

2. Gava Dawid li bajarê Gatê bû, çi çêbû?

2 Dawid jî carinan ditirsiya. Mesela, ji bo ku ji destê Saûl Padîşah bifilite, Dawid reviya bajarekî Filîstiyan ê bi navê Gat. Lê piştî wexteke kin, padîşahê Gatê Axîş bihîst ku şervanê ku “bi deh hezaran” Filîstî kuştibûn, ew e. Loma, Dawid “ji Axîşê Padîşahê Gatê gelekî tirsiya” (1. Samûyêl 21:10-12, Mizgînî). Ew ditirsiya ku Axîş wê wî bikuje. Îcar çi alî Dawid kir ku ew ji vê tirsê xelas bibe?

3. Li gor Zebûr 56:1-3, 11, Dawid ji tirsa xwe çawa xelas bû?

3 Zebûr 56 nîşanî me dide ku dema ku Dawid li bajarê Gatê bû, wî çi hîs kiribû. Di vê zebûrê de, Dawid hem behsa tirsên xwe kir hem jî anî zimên ku ew çawa ji tirsên xwe xelas bû. Em dibînin ku gava tirs diket dilê Dawid, wî xwe dispart Yehowa (Zebûr 56:1-3, 11 bixwîne). Baweriya wî vala derneket. Bi alîkariya Yehowa, Dawid stratejiyeke balkêş bi kar anî: Wî xwe li dewsa dînan danî. Loma Axîş Dawid nekuşt, lê xwest ku Dawid ji wê derê here. Bi vî awayî, Dawid ji mirinê xelas bû (1. Samûyêl 21:13–22:1).

4. Em çawa dikarin xwe hê zêdetir bispêrin Yehowa? Mîsalekê bide.

4 Eger em dixwazin ji tirsên xwe xelas bibin, lazim e ku em xwe hê zêdetir bispêrin Yehowa. Lê em çawa dikarin vê yekê bikin? Ka bala xwe bide vê mîsalê: Gava kesek pê dihese ku nexweşiyeke wî heye, belkî ew di serî de pir ditirse. Lê paşê, ew dibihîze ku doktorekî baş heye, ê ku gelek kes ji vê nexweşiyê qenc kirine. Îcar kesê nexweş diçe ba wî û behsa derdê xwe dike. Doktor baş guhdarî dike û dermanekî ku alî gelek kesan kiriye, dide wî. Kesê nexweş xwe dispêre vî doktorî, û tirsên wî kêmtir dibin. Bi eynî awayî, ji bo ku em xwe hê zêdetir bispêrin Yehowa, gerek em bînin bîra xwe ku wî berê çi kiribû, niha çi dike û di pêşerojê de wê çi bike. Dawid jî wisa kir. Niha, ka em bala xwe bidin hin ayetên ji Zebûra 56an û bibînin ku em çawa dikarin xwe hê zêdetir bispêrin Yehowa û ji tirsên xwe xelas bibin.

YEHOWA BERÊ ÇI KIRIBÛ?

5. Ji bo ku Dawid ji tirsên xwe xelas bibe, ew li ser çi kûr difikirî? (Zebûr 56:12, 13)

5 Gava canê Dawid ket talûkeyê, wî anî bîra xwe ku Yehowa berê çi kiribû (Zebûr 56:12, 13 bixwîne). Di emrê xwe de, Dawid her tim wisa dikir. Mesela, Dawid carinan li ser tebîetê kûr difikirî. Vê yekê dianî bîra wî ku qudreta Yehowa têra her tiştî dike û ew ji însanan çi qas hez dike (Zebûr 65:6-9). Wekî din, ew li ser tiştên ku Yehowa ji bo kesên din kiribûn, kûr difikirî (Zebûr 31:19; 37:25, 26). Û wî bi xisûsî dianî bîra xwe ku Yehowa çawa alî wî kiribû. Ji zaroktiya xwe ve, Dawid her gav destê Yehowa dîtibû (Zebûr 22:9, 10). Belê, fikirîna kûr alî Dawid dikir ku ew xwe her tim bispêre Yehowa!

Ji bo ku baweriya xwe xurttir bike, Dawid anî ber çavê xwe ku Yehowa berê çi kiribû, niha çi dike û di pêşerojê de wê çi bike (Li paragrafên 5, 8 û 12an binêre) c

6. Gava tirs dikeve dilê me, çi dikare alî me bike ku em xwe bispêrin Yehowa?

6 Gava tirs dikeve dilê te, li ser kirinên Yehowa bifikire. Bala xwe bide tebîetê, mesela çivîk û kulîlkan. Ew nikarin ji Yehowa re îbadetê bikin, lê dîsa jî, Yehowa li wan xwedî derdikeve. Madem ku Yehowa ew qas xema wan dixwe, ma baweriya te xurttir nabe ku ewê hê jî zêdetir li te xwedî derkeve? (Meta 6:25-32). Wekî din, bîne ber çavê xwe ku Yehowa ji bo xizmetkarên xwe çi kiriye. Mesela, serpêhatiyeke Kitêba Pîroz lêkolîn bike yan jî serpêhatiyên xwişk û birayan a bixwîne. Ji xeynî vê, bîne bîra xwe ku Yehowa heta niha çawa alî te kiriye. Mesela, wî çawa rêya rastiyê nîşanî te kiriye? (Yûhena 6:44). Wî çawa cewaba duayên te daye? (1. Yûhena 5:14). Roj bi roj, tu ji fîdyeya Îsa Mesîh çi feydeyê distînî? (Efesî 1:7; Îbranî 4:14-16).

Gava em bala xwe didin tiştên ku Yehowa berê kiribûn, tiştên ku ew niha dike û tiştên ku ewê di pêşerojê de bike, baweriya me ya bi Yehowa re xurttir dibe (Li paragrafên 6, 9 heta 10an û 13 û 14an binêre) d

7. Serpêhatiya Danîêl pêxember çawa alî Vanessayê kir ku ew ji tirsa xwe xelas bibe?

7 Li Haîtiyê, xwişkeke bi navê Vanessa b ket rewşeke bitalûke. Cîranekî wê her roj jê re telefon dikir û mesaj dişandin û bi israr dixwest pê re hevaltiyê bike. Vanessayê teklîfa wî red kir. Lê îcar, zilam hê jî zêdetir hêrs ket û got ku ewê zerarê bide wê. Vanessa dibêje: “Ziravê min qetiya.” Gelo Vanessa çawa ji tirsa xwe xelas bû? Ji bo ku xwe biparêze, çi ji destê wê hat wê kir. Rîspiyekî civatê alî wê kir ku ew ji polîsê alîkariyê bixwaze. Wekî din, wê dianî bîra xwe ku di demên berê de, Yehowa çawa alî xizmetkarên xwe kiribû. Vanessa wisa dibêje: “Danîêl pêxember hat bîra min. Her çi qas ew bêsûc bû jî, ew hat avêtin çala şêrên birçî. Dîsa jî, Yehowa ew parast. Min ji Yehowa rica kir ku bila ew meseleya min jî hel bike. Dû re tirsa min derbas bû, û dilê min rihet bû” (Danîêl 6:12-22).

YEHOWA NIHA ÇI DIKE?

8. Dawid ji çi emîn bû? (Zebûr 56:8)

8 Her çi qas canê Dawid li bajarê Gatê di talûkeyê de bû jî, ew di nav tirsên xwe de nefetisî. Li şûna vê, wî bala xwe da vê ku Yehowa niha ji bo wî çi dike. Dawid pê hesiya ku Yehowa rêberiya wî dike, wî diparêze û halê wî dizane (Zebûr 56:8 bixwîne). Wekî din, dostên wî hebûn, mesela Yonatan û Serokkahîn Ahîmelek, ên ku piştgiriya wî dikir (1. Samûyêl 20:41, 42; 21:6, 8, 9). Ji xeynî talûkeya ku li bajarê Gatê hebû, Saûl Padîşah jî dixwest Dawid bikuşta, lê dîsa jî, Dawid ji destê wî filitî. Ji ber vê yekê, ew emîn bû ku Yehowa her tiştî dibîne û ji derdê wî fehm dike.

9. Yehowa di heqê her kesî de çi dizane?

9 Gava tu ji ber halekî xerab ditirsî, ji bîr neke ku haya Yehowa ji tengasiya te heye, û ew dizane ku tu çi hîs dikî. Mesela, Yehowa didît ku Misiriyan çawa zilm û zordarî li Îsraîliyan dikirin, û wî “bi êşa wan” dizanibû (2. Mûsa 3:7, Mizgînî). Dawid di zebûrekê de anî zimên ku Yehowa halê wî û tengasiyên wî dibîne (Zebûr 31:7). Û gava xizmetkarên Xwedê ji ber sûcên xwe êş dikişand, dilê Yehowa dîsa jî bi wan dişewitî (Îşaya 63:9). Belê, Yehowa xem û derdên te fehm dike û ji dil dixwaze alî te bike ku tu ji tirsên xwe xelas bibî.

10. Tu çima emîn î ku Yehowa tengasiyên te dibîne û bi te re ye?

10 Gava tu dikevî halekî xerab, belkî tu bi zelalî nabînî ku Yehowa bi te re ye. Loma, dua bike ku tu bibînî ku ew çawa alî te dike (2. Qiralan 6:15-17). Bîne bîra xwe ku gotar yan cewabeke ku te li civînekê bihîstibû çawa qewet dabû te. Yan jî bîne ber çavê xwe ku vîdeo yan jî kilamekê dilê te çawa xweş kiribû. Wekî din, bifikire ku xwişk yan birayekî çawa bi gotinên xwe yan jî bi ayeteke xweş cesaret dabû te. Carinan, dibe ku em ji bîr bikin ku hezkirina xwişk û birayan û xwarina ruhî hediyeyên çi qas mezin in (Îşaya 65:13; Marqos 10:29, 30). Belê, hediyeyên wisa nîşan didin ku Yehowa ji me çi qas hez dike û ku em dikarin xwe bispêrin wî (Îşaya 49:14-16).

11. Çi alî Aidayê kir ku ew ji tirsên xwe xelas bibe?

11 Li Senegalê, xwişkeke bi navê Aida tîne bîra xwe ku di dema tengasiyê de, Yehowa çawa li wê xwedî derketibû. Di nav xwişk û birayên xwe de, ya herî mezin ew bû, loma dê û bavê wê li hêviyê bûn ku ew bişixule û nanê malê qezenc bike. Lê piştî ku ew bû pêşeng, ew êdî ne wek berê dişixulî. Ji ber vê yekê, ew qas pere nediket destê wê. Loma, malbata wê lê hêrs ket. Aida dibêje: “Ez ditirsiyam ku ezê nikaribim destekê bidim dê û bavê xwe, û her kes wê min red bike. Heta, min Yehowa sûcdar dikir ji ber ku ew îzin daye ku hal ew qas xerab bibe.” Lê paşê, tiştekî ku wê li civînê bihîst li ser wê tesîr kir: “Gotarvan anî bîra me ku Yehowa birînên dilê me rind dizane. Gav bi gav, bi alîkariya şîretên rîspiyan û xwişk û birayên din, min fehm kir ku Yehowa ji min hez dike. Loma, min dîsa bi bawerî ji Yehowa re dua kir. Gava min dît ku Yehowa duayên min dibihîze, hizûr ket dilê min.” Paşê, Aidayê ji xwe re îşekî baş dît, û wê êdî dikaribû hem pêşengiyê bike hem jî nanê malê qezenc bike. Xwişka me dibêje: “Ez hîn bûme ku gerek ez xwe bi temamî bispêrim Yehowa. Îro, piştî ku ez dua dikim, tirsên min gelek caran tune dibin.”

YEHOWA WÊ DI PÊŞEROJÊ DE ÇI BIKE?

12. Li gor Zebûr 56:9, Dawid ji çi emîn bû?

12 Zebûr 56:9 bixwîne. Ev ayet bala me dikişîne ser tiştekî din, ê ku alî Dawid kir ku ew ji tirsên xwe xelas bibe. Canê wî her çi qas hê di talûkeyê de bû jî, wî anî ber çavê xwe ku di pêşerojê de, Yehowa wê ji bo wî çi bike. Dawid dizanibû ku di wexta rast de, Yehowa wê wî xelas bike. Jixwe, Yehowa gotibû ku Dawid wê bibe padîşahê Îsraîlê (1. Samûyêl 16:1, 13). Dawid emîn bû ku her soza Yehowa wê bê cih.

13. Yehowa wê ji bo me çi bike?

13 Gelo Yehowa çi soz daye me? Em helbet dizanin ku îro, Yehowa hemû tengasiyan ji me dûr naxe. Lê belê, wî soz daye ku li dinyaya nû, ewê me ji wan hemûyan xelas bike (Îşaya 25:7-9). Em emîn in ku wê demê, Xwedê wê miriyan rake, me ji nexweşiyan qenc bike û muxalefetê ji holê rake (1. Yûhena 4:4).

14. Em dikarin li ser çi kûr bifikirin?

14 Gava tirs dikeve dilê te, kûr bifikire ku Yehowa wê di pêşerojê de çi bike: Îblîs û mirovên xerab wê êdî tune bin. Dinya wê bi kesên baş ve tije be, û emê gav bi gav nêzîktirî bêqisûriyê bibin. Ka bifikire ku emê çi qas şa bibin! Li komcivîna sêrojî ya sala 2014an, me dîtibû ku em çawa dikarin li ser hêviya xwe kûr bifikirin. Di temaşeyekê de, bavekî bi malbata xwe re li ser vê yekê sohbet kir ku eger 2. Tîmotêyos 3:1-5 li ser jiyana li Cenetê bihata nivîsîn, ayet wê çawa bûya: “Li dinyaya nû, wextên dilxweş wê bên. Çimkî mirov wê ji mirovên din hez bikin, ji xezîneyên ruhî hez bikin, bibin mirovên dilnizm, pesnê Xwedê bidin, guhdariya dê û bavê xwe bikin, bibin mirovên şikirdar û dilsoz, ji malbatên xwe pir hez bikin, bibin aştîhez, her tim di heqê kesên din de baş xeber bidin, nefsê xwe bigirin, bibin mirovên sernerm, xêrxwaz, pêbawer, maqûl û nefsbiçûk, ji kêfê zêdetir ji Xwedê hez bikin û ji dil ji Xwedê re xizmetê bikin; xwe nêzîkî mirovên wisa bigire.” Gava tu bi malbata xwe re yan bi xwişk û birayan re sohbetê dikî, gelo tu jî carinan li ser jiyana li dinyaya nû xeber didî?

15. Tanja her çi qas ditirsiya jî, çi alî wê kir ku ew ji tirsên xwe xelas bibe?

15 Xwişkeke bi navê Tanja, ya ku li Makedonyaya Bakur dijî, ji bo ku ji tirsên xwe xelas bibe, li ser bereketên dinyaya nû kûr difikirî. Dê û bavê wê qet nedixwest ku ew Kitêba Pîroz lêkolîn bike. Tanja dibêje: “Hin tiştên ku ez ditirsiyam ku ewê bên serê min bi rastî jî hatin serê min. Piştî her civînê, diya min li min dixist. Dê û bavê min digot ku eger ez bibim Şahideke Yehowa, ewê min bikujin.” Dawiya dawî, Tanja ji malê hat avêtin. Gelo wê çi kir? Ew dibêje: “Min bala xwe dida vê yekê ku ezê bi saya dilsoziya xwe çawa heta bi hetayê dilxweş bibim. Wekî din, min dianî ber çavê xwe ku eger ez hin tiştan winda bikim jî, li dinyaya nû Yehowa wê min xelat bike, û hemû tiştên xerab wê bên jibîrkirin.” Tanja dilsoz ma, û bi alîkariya Yehowa, wê ji xwe re hêlîneke nû dît. Îro, Tanja bi birayekî dilsoz re zewicî ye, û ew her du jî bi kêfxweşî wek xizmetkarên tamrojî xizmet dikin.

BAWERIYA XWE XURTTIR BIKE

16. Gava gotinên Lûqa 21:26-28 bên cih, çi wê alî me bike ku em cesareta xwe winda nekin?

16 Di tengasiya mezin de, gelek kes wê ji tirsan ji dil ve herin. Lê xizmetkarên Xwedê wê saxlem bisekinin û cesareta xwe winda nekin (Lûqa 21:26-28 ji wergera NWT bixwîne). Wê demê, emê çima bi zêdeyî netirsin? Çimkî wek berê, emê xwe bispêrin Yehowa. Tanja dibêje ku serpêhatiyên wê yên berê alî wê dikin ku ew li hemberî tengasiyên nû jî tehemul bike. Ew dibêje: “Min fehm kiriye ku hal her çi be jî, Yehowa dikare her tiştî ji bo xêra me bi kar bîne. Carinan wisa xuya dike qey her tişt di destê kesên din de ye, lê rastî ev e ku her tişt di destê Yehowa de ye. Tengasiyek çi qas giran be jî, ewê rojekê xelas bibe.”

17. Ayeta sala 2024an wê çawa alî me bike? (Li resmê li rûyê kovarê binêre.)

17 Normal e ku tirs carinan bikeve dilê me. Lê wek Dawid, em ji ber tirsên xwe ji dil ve naçin. Duaya Dawid wek ayeta sala 2024an hatiye hilbijartin: “Roja ku ez ditirsim, ez xwe dispêrim te” (Zebûr 56:3, NWT). Li gor çavkaniyeke li ser vê ayetê, Dawid “tirsên xwe di dilê xwe de mezin nedikirin û bala xwe nedida problemên xwe, lê li Xelaskarê xwe dinêrî.” Îsal, li ser ayeta salê bifikire, bi xisûsî gava tu rastî tengasiyan têyî. Bîne ber çavê xwe ku Yehowa berê çi kiribû, niha çi dike û di pêşerojê de wê çi bike. Wek Dawid, tu jî dikarî wisa bibêjî: “Ez bi wî ewle me, ez natirsim” (Zebûr 56:4).

Di dema felaketekê de, xwişkek li ser ayeta salê difikire (Li paragrafa 17an binêre)

JI BO KU TU JI TIRSÊN XWE XELAS BIBÎ, ÇIMA GEREK TU LI SER VAN TIŞTAN BIFIKIRÎ?

  • Tiştên ku Yehowa berê kiribûn

  • Tiştên ku Yehowa niha dike

  • Tiştên ku Yehowa wê di pêşerojê de bike

KILAM 33 Barê Xwe ji Yehowa re Bihêle

a Li ser jw.org, li “baweriya wan ji xwe re bikin mînak” yan li “serpêhatî” bigere. Li JW Library®, li rêzemeqaleyên bi navê “Baweriya Wan ji Xwe re Bikin Mînak” yan li “Serpêhatiyên Şahidên Yehowa” binêre.

b Hin navên di vê meqaleyê de hatine guhertin.

c RESIM: Dawid dianî ber çavê xwe ku Yehowa çawa alî wî kiribû ku ew hirçekî bikuje, ku ew çawa bi destê Ahîmelek alî wî dike û ku ewê wî bike padîşah.

d RESIM: Birayekî ku ji ber baweriya xwe ketiye hebsê tîne ber çavê xwe ku Yehowa çawa alî wî kiribû ku ew dev ji cixareyê berde, ku ew çawa bi destê nameyên hezkiriyên wî qewetê dide wî û ku ewê li Cenetê jiyana herheyî bide wî.