Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 1

KILAMA 38 Ew wê Te Qewî ke

Îtbariya Xwe Yehowa Bîne û Tirsa Xwe Alt ke

Îtbariya Xwe Yehowa Bîne û Tirsa Xwe Alt ke

RÊZA SALA 2024: “Gava ez tirsêda me, ez Teda guman im” (ZEBÛR 56:3).

VÊ GOTARÊDA

Emê pêbihesin, ku em ça dikarin hê zêde îtbariya xwe Yehowa bînin û tirsa xwe alt kin.

1. Carna çira tirs dikare bikeve dilê me?

 CARA tirs dikare bikeve dilê me her kesî. Lê bi saya lêkolîna Kitêba Pîroz, em ji tirsa ber miriya, ji tirsa ber cina û ji tirsa ku axiriyêda wê çi bê serê me, xilaz bûn. Em rojên çetinda dijîn, lema jî şer, qaçaxtî û nexweşî, dîsa jî dikarin me bitirsînin (Lûqa 21:11). Usa jî dibeke em peyketinên dewletê ditirsin yan jî ji malbeta xwe, yên ku miqabilî hebandina rast dertên. Hine meriv jî ditirsin, ku ewana nikarin himberî tengasiyên îro, yan himberî tengasiyên axiriyê teyax kin.

2. Çi qewimî gava Dawid bajarê Gatêda bû?

2 Dawid jî carna ditirsiya. Mesele, seva ku ji destê Şawûl Padşa xilaz be, ew reviya bajarekî Filîstiya bi navê Gat. Lê hine wext şûnda, padşê Gatê, Akîş, bihîst ku Dawid “bi deh hezara” Filistî kuştibûn. Lema jî, Dawid ji Akîşê, Padşê Gatê gelekî tirsiya (1 Samûyêl 21:10-12, ÎM). Ew ditirsiya ku Akîş wê wî bikuje. Lê çi alî Dawid kir ku netirse?

3. Li gora Zebûra 56:1-3, 11, Dawid ji tirsa xwe çawa xilaz bû?

3 Zebûra 56 nîşanî me dike, ku çaxê Dawid li bajarê Gatê bû, ewî çi texmîn kir. Vê zebûrêda, Dawid him besa tirsên xwe kir, him jî got ku ew ça ji tirsên xwe xilaz bû. Em divînin ku gava tirs dikete dilê Dawid, ewî xwe disparte Yehowa (Bixûne Zebûr 56:1-3, 11). Baweriya wî vala derneket. Bi alîkariya Yehowa, Dawid mecaleke baş da xebatê: Ewî xwe dewsa dîna danî! Lema jî Akîş Dawid nekuşt, lê xwest ku Dawid ji wêderê here. Usa Dawid ji mirinê xilaz bû (1 Samûyêl 21:13–22:1).

4. Em ça dikarin xwe hê zêde bispêrin Yehowa? Meselê bînin.

4 Hergê em dixwazin ji tirsên xwe xilaz bin, gerekê em hê zêde xwe bispêrin Yehowa. Lê em ça dikarin vê yekê bikin? Were em dîna xwe bidine meselekê. Gava kesek pêdihese ku nexweşîke wî heye, diqewime ew sêrîda gelek ditirse. Lê paşê, ew pêdihese ku doxdirekî baş heye, yê ku gelek meriv ji vê nexweşiyê qenc kiriye. Ew kesê nexweş diçe bal wî û besa derdê xwe dike. Doxdir rind guh dide wî û dermanekî, ku alî gelek meriva kiriye, dide wî. Ev merivê nexweş îtbariya xwe vî doxdirî tîne, û tirsên wî kêm dibin. Hema bi vî cûreyî, seva ku em hê zêde îtbariya xwe Yehowa bînin, em gerekê bînin bîra xwe, ku ewî berê çi kiribû, niha çi dike û axiriyêda wê çi bike. Dawid hema usa jî kir. Niha, were em dîna xwe bidine hine rêzên ji Zebûra 56 û bivînin ku em ça dikarin xwe hê zêde bispêrin Yehowa û ji tirsên xwe xilaz bin.

YEHOWA BERÊ ÇI KIRIBÛ?

5. Seva ku Dawid tirsên xwe alt ke, ew derheqa çi kûr difikirî? (Zebûr 56:12, 13)

5 Gava emirê Dawid kete bin xofê, ewî anî bîra xwe ku Yehowa berê çi kiribû (Bixûne Zebûr 56:12, 13). Dawid emirê xweda timê usa dikir. Mesele, Dawid cara derheqa efrîna kûr difikirî. Ev yek dianî bîra wî, ku Yehowa çiqas qewat e û çiqas meriva hez dike (Zebûr 65:6-9). Usa jî ew derheqa tiştên ku Yehowa bona kesên din kiribû, kûr difikirî (Zebûr 31:19; 37:25, 26). Û ewî îlahî dianî bîra xwe, ku Yehowa çawa alî wî kiribû. Ji zarotiyêda, Dawid her gav destê Yehowa didît (Zebûr 22:9, 10). Belê, fikirandina kûr alî Dawid dikir, wekî timê îtbariya xwe Yehowa bîne!

Seva ku baweriya xwe diha qewî ke, Dawid dide ber çevê xwe, ku Yehowa berê bona wî çi kiribû, niha çi dike û axiriyêda wê çi bike (Binihêre abzasa 5, 8, 12) d


6. Gava tirs dikeve dilê me, çi dikare alî me bike, wekî em îtbariya xwe Yehowa bînin?

6 Gava tirs dikeve dilê te, derheqa wan tişta bifikire, çi ku Yehowa îda kiriye. Dîna xwe bide efrîna, mesele çivîk û kulîrka. Ewana nikarin Yehowara xizmet kin, lê dîsa jî Yehowa bona wan xem dike. Ev yek ku Yehowa usa bona wan xem dike, gelo baweriya te diha qewî nake, ku Ewê bona te hê zêde xem bike? (Metta 6:25-32) Usa jî bide ber çevê xwe, ku Yehowa bona xizmetkarên xwe çi kiriye. Mesele, serhatîke Kitêba Pîroz lêkolîn ke, yan jî serhatiyên xûşk-bira bixûne. a Xêncî vê yekê, bîne bîra xwe ku Yehowa heta niha ça alî te kiriye. Besa xeberê, ewî ça riya rastiyê nîşanî te kiriye? (Yûhenna 6:44) Ewî ça caba duayên te daye? (1 Yûhenna 5:14) Tu ça her roj ji qurbana Îsa karê distînî? (Efesî 1:7; Îbranî 4:14-16)

Gava em dîna xwe didine tiştên ku Yehowa berê kiribûn, tiştên ku ew niha dike û tiştên ku ewê axiriyêda bike, baweriya me hindava Yehowa diha qewî dibe (Binihêre abzasa 6, 9-10, 13-14) e


7. Serhatiya Daniyêl pêxember ça alî Vanêsayê kir, wekî ew ji tirsa xwe xilaz be?

7 Haîtiyêda, xûşkeke bi navê Vanêsa b rastî dereceke xof hat. Nasekî wê her roj jêra têlê dixist û sms dişandin, ewî zorê lê dikir, wekî heleqetiya wê tevî wî hebe. Vanêsayê ev yek înkar dikir. Lê ev mêrik diha hêrs ket û got, ku ewê zirarê bide wê. Vanêsa dibêje: “Ziravê min qetiya”. Gelo Vanêsa ça ji tirsa xwe xilaz bû? Seva ku xwe biparêze, çi destê wê diket ewê kir. Rûspiyê civatê alî wê kir, wekî ew alîkariya polîs bixwaze. Usa jî ewê dianî bîra xwe, ku wedê berê Yehowa çawa alî xizmetkarên xwe dikir. Vanêsa dibêje: “Daniyêl pêxember kete bîra min. Rast e, ew neheq nîbû, dîsa jî wî avîtine çela şêrên birçî. Lê Yehowa ew parast. Min ji Yehowa reca kir, wekî Ew dereca min jî safî ke. Paşê tirsa min derbaz bû û dilê min rihet bû” (Daniyêl 6:12-22).

YEHOWA NIHA ÇI DIKE?

8. Dawid çida bawer bû? (Zebûr 56:8)

8 Rast e, Gatêda emirê Dawid bin xofêda bû, lê tirsê ew alt nekir. Dewsê, ewî dîna xwe da vê yekê, ku Yehowa niha bona wî çi dike. Dawid pêhesiya ku Yehowa rêberiya wî dike, wî diparêze û zane ku ew çi texmîn dike (Bixûne Zebûr 56:8). Usa jî dostên wî hebûn, mesele Yonatan û Kahînê Mezin Ahîmelek, yên ku piştgiriya wî dikirin (1 Samûyêl 20:41, 42; 21:6, 8, 9). Xêncî vê yekê, ku bajarê Gatêda emirê Dawid ketibû bin xofê, Şawûl Padşa jî dixwest wî bikuşta, lê dîsa jî, Dawid ji destê wî xilaz bû. Lema jî ew bawer bû, ku Yehowa her tiştî divîne û derdê wî fem dike.

9. Yehowa derheqa her kesî ji me çi zane?

9 Gava tu rastî çetinayîke usa têyî, ku xof dikeve dilê te, bîr neke ku Yehowa haş ji tengasiya te heye û zane ku tu çi texmîn dikî. Mesele, Yehowa didît ku Misiriya ça Îsraêlî diçerçirandin û Ew “haş ji tengasîya wan” hebû (Derketin 3:7). Dawid zebûrekêda got, ku Yehowa “merimîya” û “telî-tengîya” wî divîne (Zebûr 31:7). Û gava xizmetkarên Xwedê ji bo safîkirinên xweye nerast diçerçirîn, dilê Yehowa dîsa jî ser wan dişewitî (Îşaya 63:9). Belê, Yehowa xem û derdên te fem dike û ji dil dixwaze alî te bike, wekî tu ji tirsên xwe xilaz bî.

10. Tu çira bawer î, ku Yehowa tengasiyên te divîne û kêleka te ye?

10 Gava tu dikevî halekî xirab, diqewime tu zelal navînî, ku Yehowa tevî te ye. Lema jî dua bike wekî tu bivînî, ku ew çawa alî te dike (2 Padşatî 6:15-17). Bîne bîra xwe, wekî gotar yan jî cabeke ku te ser civînekê bihîstibû, çawa qewat dabû te. Yan jî bide ber çevê xwe, ku vîdêo yan jî kilamên me, ça dilê te şa kiribû. Usa jî bifikire, wekî xûşk yan birakî, çawa bi giliyên xwe, yan jî pê rêzeke xweş qewat dabû te. Carna, diqewime em bîr kin, ku hezkirina xûşk-bira û xwarina ruhanî pêşkêşên çiqas mezin in (Îşaya 65:13; Markos 10:29, 30). Belê, pêşkêşên usa nîşan dikin, wekî Yehowa me gelekî hez dike û ku em dikarin bi temamî îtbariya xwe wî bînin (Îşaya 49:14-16).

11. Çi alî Aîdayê kir, ku ew ji tirsên xwe aza be?

11 Senegalêda, xûşkeke bi navê Aîda tîne bîra xwe, ku tengasiyada, Yehowa çawa lê dibû xweyî. Nava xûşk-birên xweda, ya here mezin ew bû, lema jî dê-bavê wê hîviyê bûn ku ew bixebite û ebûra malbetê bike. Lê çaxê ew bû pêşeng, ew îda mîna berê nedixebitî. Lema jî, haqas pere nedikete destê wê. Ji bo vê yekê, malbeta wê hêrs ket. Aîda dibêje: “Ez ditirsiyam, ku ezê nikaribim alî dê-bavê xwe bikim, û her kes wê pişta xwe bide min. Min hela hê Yehowa jî sûcdar dikir, çimkî ewî îzin daye ku halê me usa xirab be”. Lê paşê, tiştek ku ewê ser civatê bihîst, ser wê hukum kir. Ew dibêje: “Gotarvan anî bîra me, wekî Yehowa birînên dilê me rind zane. Gav bi gav, bi alîkariya şîretên rûspiya û xûşk-birên din, min fem kir, wekî Yehowa min hez dike. Lema jî, min dîsa bi bawerî Yehowara dua kir. Gava min dît, wekî Yehowa duayên min dibihê, edilayî kete dilê min”. Paşê, Aîdayê xwera xebateke baş dît, û ewê îda dikaribû him ça pêşeng xizmet ke, him jî ebûra malbeta xwe bike. Ew dibêje: “Ez hîn bûme bi temamî xwe bispêrim Yehowa. Niha, paşî ku ez dua dikim, gelek car tirs ji dilê min dertê”.

YEHOWA WÊ AXIRIYÊDA ÇI BIKE?

12. Li gora Zebûr 56:9, Dawid çida bawer bû?

12 Bixûne Zebûr 56:9. Ev rêz dîna me dikişîne ser tişteke din, ya ku alî Dawid kir, ku ew ji tirsên xwe xilaz be. Rast e emirê wî bin xofêda bû, ewî dida ber çevê xwe ku axiriyêda, Yehowa wê bona wî çi bike. Dawid zanibû, wekî wexta rastda, Yehowa wê wî xilaz ke. Yehowa xwexa gotibû, wekî Dawid wê bibe padşê Îsraêlê (1 Samûyêl 16:1, 13). Dawid bawer bû, wekî her sozên Yehowa wê bêne sêrî.

13. Yehowa wê bona me çi bike?

13 Gelo Yehowa çi soz daye me? Hemikî em zanin, wekî îro Yehowa me ji hemû tengasiya xilaz nake. c Lê ewî soz daye, ku dinya tezeda ewê me ji hemû kul-derda xilaz ke (Îşaya 25:7-9). Em bawer in, ku Xwedê wê miriya rake, me ji nexweşiya qenc ke û ji dijmin-neyara xilaz ke (1 Yûhenna 4:4).

14. Em dikarin ser çi kûr bifikirin?

14 Gava tirs dikeve dilê te, kûr bifikire ku Yehowa wê axiriyêda çi bike. Mîrê-cina û merivên xirab wê îda tune bin. Dinê wê bi merivên baş tije be, û emê gav bi gav bibine merivne bêqisûr. De bide ber çevê xwe, ku emê çiqas şa bin! Ser civata sêrojî ya sala 2014, me dît ku em çawa dikarin derheqa hêviya xwe kûr bifikirin. Temaşekêda, bavekî tevî malbeta xwe derheqa vê yekê xeber da, ku hergê 2 Tîmotêyo 3:1-5 derheqa jîyîna Cinetêda bihata nivîsarê, rêz wê usa bûna: “Dinya tezeda, wedekî xweş wê bê. Çimkî meriv wê hevdu hez bikin, xizna ruhanî hez bikin, bibine merivên milûk, pesinê Xwedê bidin, gura dê-bavê xwe bikin, bibine merivên şêkirdar û amin, malbetên xwe hez bikin, bibine edilayîhez, hertim derheqa kesên din baş xeber din, xwegirtî bin, bibine merivên şkestî, xêrxwaz, amin, maqûl û milûk, diha zêde Xwedê hez bikin, ne ku rihetiyê û ji dil Xwedêra xizmet kin; xwe nêzîkî merivên usa bigire”. Gelo tu cara derheqa jîyîna dinya teze tevî malbeta xwe, yan tevî xûşk-bira xeber didî?

15. Rast e Tanya ditirsiya, lê dîsa jî çi alî wê kir ji tirsên xwe aza be?

15 Xûşkeke bi navê Tanya, ya ku li Makedonya Bakurê dijî, seva ku ji tirsên xwe aza be, ew derheqa keremên dinya teze kûr difikirî. Dê-bavê wê qe nedixwestin ku ew Kitêba Pîroz lêkolîn bike. Tanya dibêje: “Hine tiştên ku ez ditirsiyam, wekî wê bêne serê min, bi rastî jî hatin serê min. Paşî her civînê, diya min, min dixist. Dê-bavê min digotin, ku hergê ez bibime Şedê Yehowa, ewê min bikujin”. Axiriyêda, Tanya ji malê derxistin. Gelo ewê çi kir? Ew dibêje: “Min dîna xwe dida vê yekê, ku ezê bi saya aminiya xwe çawa heta-hetayê şa bim. Usa jî min dida ber çevê xwe, ku hergê ez hine tişta unda kim jî, dinya tezeda Yehowa wê min xelat ke, û hemû tiştên xirab wê bêne bîrkirinê”. Tanya amin ma, û bi alîkariya Yehowa, ewê xwera maleke teze dît. Îro, Tanya birakî amin standiye û her du jî bi şabûnê, ça xizmetkarên hertim xizmet dikin.

BAWERIYA XWE DIHA QEWÎ KE

16. Gava giliyên ji Lûqa 21:26-28 bêne sêrî, çi wê alî me bike ku em mêrxasiya xwe unda nekin?

16 Tengasiya mezinda, “dilê meriva jî ji tirsa wê bisekine”. Lê xizmetkarên Xwedê wê qewî bisekinin û mêrxasiya xwe unda nekin (Bixûne Lûqa 21:26-28). Gelo wê demê, emê çira bi zêdeyî netirsin? Çimkî ça her gav, emê bi temamî îtbariya xwe Yehowa bînin. Tanya dibêje, ku serhatiyên wêye berê alî wê dikin, ku ew ber tengasiyên teze jî sebir ke. Ew dibêje: “Min fem kir, ku çi jî biqewime, Yehowa dikare her tiştî bona kara me bide xebatê. Carna usa tê kifşê, ku meriv her tiştî kontrol dikin, lê bi rastî Yehowa her kesî qewattir e. Tengasiyên me çiqas giran bin jî, rojekê ewana wê xilaz bin”.

17. Rêza sala 2024 wê ça alî me bike? (Binihêre şikilê ser rûyê pêşin.)

17 Roja îroyîn normal e, ku tirs carna dikeve dilê me. Lê mîna Dawid, em îzinê nadin wekî tirs me alt ke. Duayê Dawid bona rêza sala 2024 hatiye bijartinê: “Gava ez tirsêda me, ez Teda guman im” (Zebûr 56:3). Li gora kanîkê derheqa vê rêzê tê gotinê, ku Dawid “tirs dilê xweda mezin nedikir û dîna xwe nedida problêmên xwe, lê dîna xwe dida Xilazkarê xwe”. Îsal, derheqa rêza salê bifikire, îlahî gava tu rastî tengasiya têyî. Bide ber çevê xwe, ku Yehowa berê çi kiribû, niha çi dike û axiriyêda wê çi bike. Mîna Dawid tu jî dikarî usa bêjî: “Ez Xwedêda guman im, ez natirsim” (Zebûr 56:4).

Wedê teşqelê, xûşkek derheqa rêza salê difikire (Binihêre abzasa 17)

SEVA KU TU JI TIRSÊN XWE AZA BÎ, ÇIRA GEREKÊ SER VAN TIŞTA BIFIKIRÎ?

  • Tiştên ku Yehowa berê kiribûn

  • Tiştên ku Yehowa niha dike

  • Tiştên ku Yehowa wê axiriyêda bike

KILAMA 33 Barê Xwe Bide ser Yehowa

a Ser jw.org, hûn dikarin hine gotar bivînin, yên ku dikarin baweriya we qewî kin. Bona vê yekê lêgerînêda binivîsin “çev bidine baweriya wan” yan jî “qewimandin”. Bi saya JW Library®, binihêrin rêza gotara bi navê “Çev Bidine Baweriya Wan” yan jî “Serhatiyên Şedên Yehowa”.

b Hine navên vê gotarêda hatine guhastinê.

c Binihêre kitêba bi navê Nêzîkî Yehowa bin, serê 7, abz. 13-22.

d ŞIROVEKIRINA ŞIKILA: Dawid dide ber çevê xwe, ku ça Yehowa qewat dabû wî, wekî hirç alt ke, bi saya Ahîmelek alî wî kir û ça paşê wê lê bike padşa.

e ŞIROVEKIRINA ŞIKILA: Birakî ku ji bo baweriya xwe ketiye kelê, dide ber çevê xwe, ku Yehowa ça alî wî kiribû wekî ew terka cixarê bide, ku ew çawa bi saya nemên merivên wîyî hezkirî qewatê dide wî û ku ewê Cinetêda emirê heta-hetayê bide wî.