Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 2

KILAM 19 Şîva Xudan

Gelo Tu ji bo Roja Herî Muhîm a Salê Hazir î?

Gelo Tu ji bo Roja Herî Muhîm a Salê Hazir î?

“Vê yekê ji bo bîranîna min bikin” (LÛQA 22:19).

EMÊ ÇI HÎN BIBIN?

Emê hîn bibin ku Bîranîna Mirina Îsa Mesîh çima ew qas muhîm e û em çawa dikarin hem xwe ji bo wê rojê hazir bikin hem jî alî kesên din bikin ku ew jî werin Bîranînê.

1. Bîranîn çima roja herî muhîm a salê ye? (Lûqa 22:19, 20)

 JI BO xizmetkarên Yehowa, Bîranîna Mirina Îsa Mesîh roja herî muhîm a temamiya salê ye. Îsa Mesîh ji şagirtên xwe re tenê ji bo vê roja xisûsî got ku bila ew vê rojê pîroz bikin (Lûqa 22:19, 20 bixwîne). Em bi çar çavan li benda roja Bîranînê ne. Gelo çima? Ka em li çend sebeban binêrin.

2. Em çima li benda Bîranînê ne?

2 Bîranîn alî me dike ku em li ser qîmeta fîdyeyê kûr bifikirin û şikirdariya xwe ya ji bo qurbanbûna Îsa Mesîh nîşan bidin (2. Korîntî 5:14, 15). Wekî din, Bîranîn fersendeke baş e ku em hevdû teşwîq bikin (Romayî 1:12). Her sal, gelek kesên neaktîf – yanî xwişk û birayên ku êdî nayên civînan û bi civatê re xizmetê nakin – dîsa jî tên Bîranînê. Bi saya dilgermiya civatê, hin ji wan qerar didin ku vegerin ba Yehowa. Gelek kesên eleqedar jî bi saya tiştên ku ew li Bîranînê dibihîzin û dibînin qerarê didin ku kursa Kitêba Pîroz bistînin. Ji ber van sebeban, Bîranîn ji bo me pir biqîmet e.

3. Bîranîn yekîtiya me çawa xurttir dike? (Li resim jî binêre.)

3 Wekî din, bîne ber çavê xwe ku Bîranîn yekîtiya me çawa xurttir dike. Wexta ku roj diçe ava, Şahidên Yehowa li seranserê dinyayê dor bi dor li hev top dibin. Em gişt guh didin gotareke li ser maneya fîdyeyê. Em bi hev re du kilaman dibêjin, nan û şerabê digerînin û di dawiya her çar duayan de bi dil û can dibêjin “amîn”. Di hundirê 24 saetan de, hemû civatên li seranserê dinyayê eynî bernameyê derbas dikin. Wexta ku em li Bîranînê bi hev re pesnê Yehowa û Îsa Mesîh didin, ew bêguman pir şa dibin!

Bîranîna Îsa Mesîh yekîtiya me xurttir dike (Li paragrafa 3yan binêre) e

4. Di vê meqaleyê de, emê çi hîn bibin?

4 Di vê meqaleyê de, emê cewabên van pirsan bistînin: Em çawa dikarin dilê xwe ji bo Bîranînê hazir bikin? Em çawa dikarin alî kesên din bikin ku ew jî feydeyê jê bistînin? Û em çawa dikarin destekê bidin kesên neaktîf? Cewabên van pirsan wê alî me bikin ku em ji bo vê roja pîroz hazir bin.

EM ÇAWA DIKARIN DILÊ XWE JI BO BÎRANÎNÊ HAZIR BIKIN?

5. (a) Çima gerek em li ser qîmeta fîdyeyê kûr bifikirin? (Zebûr 49:7, 8) (b) Tu ji vîdeoya Îsa Mesîh Çima Mir? çi hîn bûyî?

5 Ji bo ku em dilê xwe ji bo Bîranînê hazir bikin, tiştê herî muhîm ev e ku em li ser qîmeta fîdyeya Îsa Mesîh kûr bifikirin. Tenê bi saya fîdyeyê mirov dikare ji guneh û mirinê xelas bibe (Zebûr 49:7, 8; li vîdeoya Îsa Mesîh Çima Mir? a temaşe bike). Loma, Yehowa kurê xwe Îsa Mesîh şand dinyayê, da ku canê xwe ji bo me feda bike (Romayî 6:23). Her ku em li ser vê fedakariya mezin a Yehowa û Îsa Mesîh bifikirin, emê zêdetir qîmetê bidin fîdyeyê. Ji ber vê yekê, ka em bala xwe bidinê ku dayîna fîdyeyê ji bo Yehowa û Îsa Mesîh çima ew qas zor bû. Lê pêşî, emê bibînin ku maneya fîdyeyê çi ye û çima lazim bû ku Îsa Mesîh canê xwe qurban bike.

6. Maneya fîdyeyê çi ye?

6 Fîdye tê maneya berdêla tiştekî windabûyî. Wexta ku mirovê pêşîn Adem hat xuliqandin, ew bêqisûr bû. Gava wî guneh kir, wî hêviya jiyana herheyî winda kir – ne tenê ji bo xwe, lê ji bo hemû zarokên xwe jî. Îsa Mesîh hat û bû qurban, da ku vî tiştê windabûyî dîsa bikire. Wexta ku Îsa Mesîh li dinyayê bû, “wî qet guneh nekir û peyveke bi hîle ji devê wî derneket” (1. Petrûs 2:22). Ji ber ku Îsa Mesîh bêqisûr bû, qîmeta jiyana wî û qîmeta jiyana ku Adem winda kiribû, wek hev bûn (1. Korîntî 15:45; 1. Tîmotêyos 2:6).

7. Îsa Mesîh rastî çi ceribandinan hat?

7 Gava Îsa Mesîh li dinyayê bû, ew gelek caran hat ceribandin. Dîsa jî, wî her tim guh dida Bavê xweyî ezmanî. Wexta ku Îsa hê biçûk bû, ew her çi qas bêqisûr bû jî, wî her tim guh dida dê û bavê xweyî qisûrdar (Lûqa 2:51). Gava Îsa ciwan bû, dibe ku hin kesan zor li wî dikir ku ew guh nede Yehowa yan jî dê û bavê xwe. Lê ew tu caran nediket ber bayê wan. Û wexta ku ew bû mirovekî gihîştî, ew li hemberî ceribandinên Îblîs ji Yehowa re dilsoz ma û teklîfên Îblîs ku bêîtaetiyê bike, red kirin (Meta 4:1-11). Îblîs pir dixwest ku Îsa Mesîh guneh bike, da ku ew nikaribe fîdyeyê bide.

8. Lazim bû ku Îsa Mesîh li hemberî çi li ber xwe bide?

8 Gava Îsa Mesîh li dinyayê bû, ew rastî gelek tengasiyên din jî hat. Mesela, dijminên wî zilm û zordarî lê dikir û dixwest wî bikujin (Lûqa 4:28, 29; 13:31). Lazim bû ku ew li hemberî kêmasiyên şagirtên xwe sebir bike (Marqos 9:33, 34). Wexta ku ew li ber mehkemeyê disekinî, mirovan îşkence li wî kir û qerfên xwe pê kirin. Paşê, ew wek sûcdarekî xerab bi awayekî pir zalim hat kuştin (Îbranî 12:1-3). Dawiya dawî, lazim bû ku ew xwe bi xwe – yanî bêyî ku Yehowa wî biparêze – li ber xwe bide b (Meta 27:46).

9. Tu li ser qurbanbûna Îsa Mesîh çi difikirî? (1. Petrûs 1:8)

9 Xuya ye ku ji bo Îsa Mesîh qet ne hêsan bû ku fîdyeyê bide. Madem ku wî di oxira me de fedakariyeke ew qas mezin kir, ma ew hêjayî hezkirina me nîne? (1. Petrûs 1:8 bixwîne).

10. Ji bo ku fîdye bê dayîn, Yehowa çi fedakarî kir?

10 Ji bo ku Îsa Mesîh bikaribe fîdyeyê bide, gelo Yehowa bi dilxwazî çi fedakarî kir? Tu bav û kur bi qasî Yehowa û Îsa Mesîh ji hevdû hez nakin (Methelokên Silêman 8:30). Îcar bifikire: Wexta ku Îsa Mesîh rastî zilm û zordariyê dihat, gelo Yehowa çi hîs dikir? Gava Xwedê didît ku kurê wî çi qas êşê dikişîne, dilê wî bêguman pir şewitî.

11. Wexta ku Îsa Mesîh hat kuştin, Yehowa bêguman çi hîs kir? Mîsalekê bide.

11 Mirina zarokekî ji bo dê û bavan êşeke giran e. Em helbet baweriya xwe bi rabûna miriyan tînin, lê ev yek nayê maneya ku gava hezkiriyekî me dimire, em êşê nakişînin. Mîna vê, gava Kurê wî yê ezîz di bihara sala 33yan a P.M. de îşkence kişand û mir, Yehowa bêguman pir êş kişand (Meta 3:17).

12. Heta roja Bîranînê, em dikarin çi bikin?

12 Heta roja Bîranînê, fersenda me heye ku em di lêkolîna şexsî de yan di Îbadeta Malbatê de li ser fîdyeyê zêdetir lêkolînê bikin. Mesela, vê mijarê bi alîkariya Rêberiya Lêkolînê ya Şahidên Yehowa (eger bi zimanê te hebe) yan weşanên din ên li ser Kitêba Pîroz hûr û kûr keşf bike. c Wekî din, bernameya xwendina Kitêba Pîroz a ji bo Bîranînê, ya ku li Bernameya Civînê tê nîşandayîn, bişopîne. Di roja Bîranînê de, li bernameya xisûsî ya Îbadeta Sibehê temaşe bike. Eger em dilê xwe ji bo Bîranînê hazir bikin, emê bi hêsanî bikaribin alî kesên din bikin ku ew jî feydeyê jê bistînin (Esra 7:10).

ALÎ KESÊN DIN BIKE KU EW JÎ FEYDEYÊ BISTÎNIN

13. Ji bo ku kesên din feydeyê ji Bîranînê bistînin, gava pêşîn çi ye?

13 Em çawa dikarin alî kesên din bikin ku ew jî feydeyê ji Bîranînê bistînin? A yekê, gerek em wan dawet bikin. Em helbet kesên ku em di xizmetê de rastî wan tên gazî Bîranînê dikin. Lê ji xeynî wan, wê baş be ku em nasên xwe jî gazî Bîranînê bikin, mesela cîran û merivên me, hevalkar û hevaldersên me û kesên din. Ji bo vê, bila em ji xwe re lîsteyekê çêkin. Eger dawetnameyên çapkirî têra me nakin, em dikarin lînka înternetê ji mirovan re bişînin. Kî dizane ku bi saya dawetnameyan çi qas mirov wê werin Bîranînê! (Waiz 11:6).

14. Mîsaleke di heqê tesîra dawetên şexsî de bide.

14 Carekê, zilamê xwişkeke me, yê ku ne Şahidê Yehowa ye, bi serbilindî ji pîreka xwe re got ku ewê bi wê re here Bîranînê. Xwişka me hem kêfxweş bû hem jî ecêbmayî ma, çimkî berê jî, wê ew gelek caran dawet kiribû, lê ew tu caran nehatibû. Îcar ferq çi bû? Rîspiyekî ku wî nas dikir ew bi şexsî gazî Bîranînê kiribû. Ji ber vê yekê, zilam hem wê salê hem paşê jî bi gelek salan diçû Bîranînê. Belê, tesîra daweteke şexsî kêm nebîne!

15. Wexta ku em mirovan ji bo Bîranînê dawet dikin, em dikarin çi bikin?

15 Dibe ku pirsên kesên ku em ji bo Bîranînê dawet dikin, hebin – bi xisûsî eger ew cara pêşîn tên civîneke me. Bila em ji berê ve bifikirin ku ew dikarin çi bipirsin û xwe li gor vê hazir bikin (Kolosî 4:6). Mesela, hin kes dipirsin: “Li wê derê çi çêdibe? Civîn wê çi qas bikişîne? Gelo lazim e ku ez kincên xisûsî li xwe bikim? Gelo pere tê topkirin?” Wexta ku em kesekî gazî Bîranînê dikin, em dikarin ji wî bipirsin: “Gelo pirsên te hene?” Paşê, em dikarin cewaban bidin û bi alîkariya vîdeoyên Bîranîna Mirina Îsa Mesîh û Li Salona Îbadetê Em Çi Dikin? nîşanî wî bidin ku civînên me çawa derbas dibin. Wekî din, di dersa 28an a kitêba Heta Bi Hetayê Dilşad Be! de çend fikrên xweş hene, yên ku em dikarin bi kesên eleqedar re parve bikin.

16. Dibe ku çi pirsên din ên mêvanên Bîranînê hebin?

16 Piştî Bîranînê, dibe ku hê jî zêdetir pirsên wan hebin. Mesela, ewê belkî meraq bikin ka çima kesên ku nan xwar û şerab vexwar ew qas hindik bûn (yan qet tune bûn). Wekî din, ewê belkî meraq bikin ka civînên din jî bi eynî şeklî tên derbaskirin yan na. Gelek tişt helbet di gotara Bîranînê de tên zelalkirin, lê dîsa jî, wê belkî lazim be ku em zêdetir melûmatê bidin kesên eleqedar. Meqaleya “Şahidên Yehowa Şîva Xudan Çawa Derbas Dikin?” a li ser jw.org dikare alî me bike ku em cewabên hin pirsên wan bidin. Çi ji destê me tê bila em vêya bikin ku em alî kesên ku ‘dilê wan ji bo jiyana herheyî hazir e’ bikin ku ew feydeyê ji Bîranîna Mirina Îsa Mesîh bistînin (Karên Şandiyan 13:48).

ALÎ KESÊN NEAKTÎF BIKE

17. Rîspî çawa dikarin alî xwişk û birayên ku êdî nayên civînan, bikin? (Hêzekîêl 34:12, 16)

17 Rîspîno, di demsala Bîranînê de hûn çawa dikarin alî xwişk û birayên neaktîf bikin? Nîşanî wan bidin ku hûn ji wan hez dikin (Hêzekîêl 34:12, 16 bixwîne). Berî Bîranînê, heta ku ji destê we tê xwe bigihînin wan. Ji wan re bibêjin ku hûn xema wan dixwin û dixwazin alî wan bikin. Wan gazî Bîranînê bikin. Eger ew werin, bi dilgermî bixêrhatina wan bikin. Piştî Bîranînê, îrtibata bi wan re winda nekin û ji aliyê ruhî ve destekê bidin wan, da ku ew vegerin ba Yehowa (1. Petrûs 2:25).

18. Em gişt çawa dikarin alî kesên neaktîf bikin? (Romayî 12:10)

18 Em gişt dikarin alî xwişk û birayên neaktîf, ên ku tên Bîranînê, bikin. Gelo çawa? Bila em li hemberî wan dilgerm û nazik bin û qedrê wan bigirin (Romayî 12:10 bixwîne). Gerek em ji bîr nekin ku ji bo hin kesan zehmet e ku werin civînê. Belkî ew ditirsin yan difikirin ku hatina wan wê li xwişk û birayan xweş neyê. d Loma, bila em dilê wan bi pirs yan gotinên xwe neêşînin û nebin sebeb ku ew fedî bikin (1. Selanîkî 5:11). Belê, ew xwişk û birayên me ne, û em pir razî ne ku em dîsa dikarin li Bîranînê bi wan re îbadetê bikin (Zebûr 119:176; Karên Şandiyan 20:35).

19. Bîranîna mirina Îsa Mesîh çima bifeyde ye?

19 Em şikirdar in ku Îsa Mesîh emir daye ku em Bîranîna mirina wî sal bi sal pîroz bikin. Em fehm dikin ku Bîranîn hem ji bo me hem ji bo kesên din çi qas bifeyde ye (Îşaya 48:17, 18). Wexta ku em diçin Bîranînê, em şikirdariya xwe ya ji bo fedakariya Yehowa û Îsa Mesîh nîşan didin, û hezkirina me ya li hemberî wan mezintir dibe. Wekî din, yekîtiya me ya bi xwişk û birayan re xurttir dibe. Û em dikarin alî kesên din bikin ku ew jî feydeyê ji fîdyeyê bistînin. Loma, çi ji destê me tê bila em bikin ku em ji bo Bîranîna îsal – yanî ji bo roja herî muhîm a temamiya salê – hazir bin!

EM ÇAWA DIKARIN …

  • dilê xwe ji bo Bîranînê hazir bikin?

  • alî kesên din bikin ku ew jî feydeyê ji Bîranînê bistînin?

  • destekê bidin xwişk û birayên neaktîf?

KILAM 18 Em ji bo Fîdyeyê Spasdar in

a Li ser jw.org, tu dikarî meqale û vîdeoyên ku ev meqale behsa wan dike bi alîkariya fonksiyona lêgerînê bibînî.

b Li meqaleya “Pirsên Xwendevanan” (Birca Çavdêriyê, Nîsan 2021) binêre.

c Li çarçoveya “ Tewsiyeyên ji bo Lêgerînê” binêre.

d Li resiman û li çarçoveya “ Civatê Çi Kir?” binêre. Birayekî neaktîf pêşî ditirse ku bikeve Salona Îbadetê, lê paşê cesareta xwe top dike û dikevê. Xwişk û bira bi dilgermî bixêrhatina wî dikin, û ew pir dilxweş dibe.

e RESIM: Dema ku xwişk û bira li hin welatan Bîranînê pîroz dikin, xwişk û birayên li welatên din ji bo vê civîna xisûsî haziriyê dikin.