Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 2

KILAMA 19 Şîva Xudan

Tu bona Roja Lape Ferz Salêda, Hazir î?

Tu bona Roja Lape Ferz Salêda, Hazir î?

“Vê yekê bona bîranîna min bikin” (LÛQA 22:19).

VÊ GOTARÊDA

Emê Pêbihesin, ku Bîranîna Mirina Îsa Mesîh çira usa ferz e û em ça dikarin him xwe bona wê rojê hazir kin, him jî alî kesên din bikin, ku ewana jî bêne ser Bîranînê.

1. Nava salêda Bîranîna mirina Îsa çira roja lape ferz e? (Lûqa 22:19, 20)

 BONA xizmetkarên Yehowa, Bîranîna Mirina Îsa roja lape ferz e, ya temamiya salê. Îsa temî da şagirtên xwe, ku tenê vê roja mexsûs kifş kin (Bixûne Lûqa 22:19, 20). Em gelek hîviya Êvara Bîranînê ne. Gelo çira? Were em dîna xwe bidine çend meniya.

2. Em çira hîviya Êvara Bîranînê ne?

2 Êvara Bîranînê alî me dike, wekî em derheqa qîmeta qurbana Îsa kûr bifikirin û razîbûna xwe bona vê yekê bidine kifşê (2 Korintî 5:14, 15). Usa jî, Bîranîn mecaleke baş e, ku “em dil bidin ber hev” (Romayî 1:12). Her sal gelek xûşk-birên neaktîf, dêmek yên ku îda nayêne civîna û tevî civatê xizmet nakin, têne ser Êvara Bîranînê. Bi saya dilgermiya civatê, hineka ji wan safî kirine vegerin bal Yehowa. Ser gelek merivên ku têne ser Êvara Bîranînê, hukum dike ev yek, çi ku ewana wêderê divînin û dibihên, û lema jî safî dikin Kitêba Pîroz hîn bin. Bê şik, Êvara Bîranînê bona me gelek mexsûs e û şabûneke mezin mera tîne!

3. Êvara Bîranînê yektiya me ça diha qewî dike? (Binihêre usa jî şikil.)

3 Usa jî bifikirin, ku Êvara Bîranînê ça yektiya me diha qewî dike. Çaxê ro diçe ava, Şedên Yehowa ser temamiya dinyayê tevayî top dibin. Em guh didine gotara derheqa ferzbûna qurbana Îsa. Em tevayî du kilama distirên, nan û şeravê derbazî hev dikin û xilaziya her çar dua, bi dil û can dibêjin “amîn”. Nava 24 sihetada, hemû civatên ser temamiya dinyayê xût vê bernamê derbaz dikin. Bidine ber çevê xwe, ku Yehowa û Îsa çiqas şa dibin, gava em ser Êvara Bîranînê tevayî pesinê wan didin!

Êvara Bîranînê yektiya me diha qewî dike (Binihêre abzasa 3) f


4. Vê gotarêda emê çi şêwir kin?

4 Vê gotarêda, emê cabên van pirsa pêbihesin: Em ça dikarin dilê xwe bona Êvara Bîranînê hazir kin? Em ça dikarin alî kesên din bikin, wekî ewana jî karê bistînin? Û em ça dikarin alî xûşk-birên neaktîf bikin? Cabên van pirsa wê alî me bikin, wekî em bona vê roja pîroz hazir bin.

EM ÇA DIKARIN DILÊ XWE BONA ÊVARA BÎRANÎNÊ HAZIR KIN?

5. (a) Çira em gerekê derheqa qîmeta kirînê kûr bifikirin? (Zebûr 49:7, 8) (b) Tu çi hîn bûyî ji vîdêoya Çima Îsa Mir?

5 Seva ku em dilê xwe bona Êvara Bîranînê hazir kin, ya lape ferz ev e, ku derheqa qîmeta qurbana Îsa kûr bifikirin. Tenê bi saya kirînê meriv dikarin ji gune û mirinê xilaz bin (Bixûne Zebûr 49:7, 8; usa jî binihêre vîdêo Çima Îsa Mir?). a Lema jî, Yehowa kurê xwe Îsa şande ser erdê, wekî ew emirê xwe bona me berva bide (Romayî 6:23). Em çiqas derheqa vê qurbana qîmet bifikirin, haqas hê zêde emê vê yekê qîmet kin. Lema jî emê dîna xwe bidinê, ku çira bona Yehowa û Îsa hêsa nîbû vê qurbanê bidin. Paşê, emê bivînin ku çira lazim bû, wekî Îsa emirê xwe ça qurban berva bide.

6. Kirîn çi tê hesabê?

6 Kirîn ev heye qîmet, kîjan ku tê dayînê, wekî tiştekî paşda vegerînin. Çaxê merivê pêşin Adem hate efirandinê, ew bêqisûr bû. Gava ewî gune kir, ewî mecala jîyîna heta-hetayê unda kir, ne tenê bona xwe, lê bona hemû zarên xwe jî. Îsa Mesîh hate ser erdê û emirê xwe ça qurban berva da, wekî tiştê undabûyî dîsa bikire. Çaxê Îsa ser erdê bû, “ewî gune nekir û zarê wîda hilekarî tunebû” (1 Petrûs 2:22). Îsa bêqisûr bû, lema jî qîmeta emirê wî û qîmeta emirê ku Adem unda kiribû, wek hev bûn (1 Korintî 15:45; 1 Tîmotêyo 2:6).

7. Îsa rastî çi cêribandina hat?

7 Gava Îsa ser erdê bû, ew gelek cara hate cêribandinê. Dîsa jî, ewî hertim guh dida Bavê xweyî ezmana. Rast e Îsa bêqisûr bû, lê dîsa jî çaxê ew biçûk bû, ewî hertim guh dida dê-bavê xweyî qisûrdar (Lûqa 2:51). Gava Îsa cahil bû, dibeke hine meriva zorê wî dikirin, wekî ew Yehowara amin nemîne, yan jî gura dê-bavê xwe neke. Lê ew tu car nediket ber bayê wan. Û çaxê ew bû merivekî gihîştî û rastî cêribandinên Mîrê-cina hat, ew Yehowara amin ma (Metta 4:1-11). Mîrê-cina gelek dixwest wekî Îsa gune bike, ku nikaribe emirê xwe ça qurban berva bide.

8. Lazim bû ku Îsa himberî çi sebir ke?

8 Gava Îsa ser erdê bû, ew rastî gelek çetinayên din jî hat. Mesele, dijminên wî pey wî diketin û dixwestin wî bikujin (Lûqa 4:28, 29; 13:31). Ewî gerekê himberî kêmasiyên şagirtên xwe sebir kira (Markos 9:33, 34). Çaxê ew ber dîwanê disekinî, meriva buxdan davîtinê û qerfên xwe wî dikirin. Paşê ew ça merivekî neheq, bi zulmî hate kuştinê (Îbranî 12:1-3). Axiriyêda lazim bû wekî ew xwexa, dêmek bêyî alîkariya Yehowa, sebir ke b (Metta 27:46).

9. Tu derheqa qurbanbûna Îsa çi difikirî? (1 Petrûs 1:8)

9 Eşkere ye, wekî bona Îsa hêsa nîbû emirê xwe ça qurban berva bide. Gelo ji bo vê yekê ku Îsa qurbaneke usa mezin bona me da, hêja nîne ku em hezkirina mezin hindava wîda bidine kifşê? (Bixûne 1 Petrûs 1:8)

10. Çira bona Yehowa hêsa nîbû kurê xwe bike qurban?

10 Seva ku Îsa emirê xwe berva bida, gelo Yehowa hazir bû çi bike? Tu bav û kur mîna Yehowa û Îsa hevdu hez nakin (Metelok 8:30). Hela bifikire: Çaxê Îsa ser erdê rastî çetinaya dihat, gelo Yehowa çi texmîn dikir? Gava Xwedê didît kurê wî çiqas êşê dikişîne, dilê wî gelek dişewitî.

11. Çaxê Îsa hate kuştinê, Yehowa çi texmîn kir? Meselekê bîne.

11 Mirina zarê bona dê-bava êşeke gelek giran e. Hemikî em baweriya xwe rabûna miriya tînin, lê ev yek nayê hesabê, ku gava merivê meyî hezkirî dimire, em êşê nakişînin. Mîna vê yekê, Yehowa gelek êş kişand, gava Kurê wîyî ezîz bihara sala 33 D.M.-da, cefa kişand û mir c (Metta 3:17).

12. Pêşiya Êvara Bîranînê em dikarin çi bikin?

12 Pêşiya Êvara Bîranînê mecala me heye wedê hînbûna şexsî yan jî Qulixkirina Tevî Malbetê, diha zêde derheqa qurbanê lêkolîn bikin. Mesele, bi saya Rêberiya Lêkolînkirinê bona Şedên Yehowa (hergê ser zimanê we heye) yan edebyetên dine ser hîmê Kitêba Pîroz, kûr derheqa qurbanê lêkolîn bikin. d Usa jî Kitêba Pîroz bixûnin, li gora bernama Xwendina Kitêba Pîroz pêşiya û paşî Bîranînê, ya ku hatiye dayînê li Bernama Civînê Mîna Îsa Mesîh Bijîn û Xizmet kin. Roja Bîranînê, Şêwirkirina Kitêba Pîroze Şebeqê temaşe bikin. Hergê em dilê xwe bona Bîranînê hazir kin, emê bikaribin alî kesên din bikin, ku ewana jî karê ji vê yekê bistînin (Ezra 7:10).

ALÎ KESÊN DIN BIKE KU EWANA JÎ KARÊ BISTÎNIN

13. Seva ku kesên din karê ji Bîranînê bistînin, berî pêşin em gerekê çi bikin?

13 Em ça dikarin alî kesên din bikin, ku ewana jî karê ji Êvara Bîranînê bistînin? Berî pêşin em gerekê wana teglîf kin. Hemikî em wan meriva gazî ser Bîranînê dikin, rastî kîjana ku xizmetiyêda tên. Lê xêncî wan, wê baş be ku em nasên xwe jî gazî ser Bîranînê bikin, mesele cînar û merivên xwe, hevalxebatçî û hevaldersxanên xwe û kesên din. Wê baş be, em vê yekê xwera binivîsin. Hergê belgên teglîfkirinê yên neşirkirî têra me nakin, em dikarin lînka vê teglîfkirinê merivara bişînin. Dibeke em gelek ecêbmayî bimînin, ku çiqas meriv wê bixwazin bêne ser Êvara Bîranînê! (Waîz 11:6)

14. Meselekê derheqa hukumê teglîfkirina şexsî bîne.

14 Carekê, mêrê xûşkeke me, yê ku ne Şedê Yehowa ye, jina xwera got, ku ewê tevî wê here ser Êvara Bîranînê. Xûşka me him şa bû him jî ecêbmayî ma, çimkî berê jî, ewê gelek cara wî teglîf kiribû, lê ew qe carek jî qayîl nebû. Lê îjar çi qewimî? Rûspîkî ku wî nas dikir lê teglîfî ser Bîranînê kiribû. Lema jî, mêrê xûşkê him wê salê, him jî paşê gelek sal diçû ser Bîranînê. Belê, hukumê teglîfkirina şexsî gelek qewî ye!

15. Çaxê em meriva teglîfî ser Bîranînê dikin, em dikarin çi bikin?

15 Dibeke pirsên kesên ku em teglîfî ser Bîranînê dikin, hebin, îlahî hergê ewana cara pêşin têne ser civîneke me. Were em pêşda bifikirin, ku ewana dikarin çi bipirsin û xwe li gora vê yekê hazir kin (Kolosî 4:6). Mesele, hine meriv dipirsin: “Wêderê wê çi biqewime? Civîn wê çiqas bikişîne? Gelo lazim e ku ez kincên mexsûs li xwe kim? Gelo pere tê topkirinê?” Çaxê em kesekî gazî ser Bîranînê dikin, em dikarin ji wî bipirsin: “Qe pirsên te hene?” Paşê em dikarin caba wî bidin û bi alîkariya van vîdêoyên bi navê Mirina Îsa, Bîra Xweda Xwey kin û Çi Diqewime Oda Civatêda?, nîşanî wî kin, ku civînên me ça derbaz dibin. Usa jî, kitêba Şa be Jîyînêra Heta-Hetayê! dersa 28-da, çend fikirên xweş hene, yên ku em dikarin nîşanî wan meriva bikin, hewasa kîjana ku pêşda bê.

16. Dibeke hine merivên ku bêne ser Bîranînê çi pirsa bidine me?

16 Paşî Bîranînê, dibeke diha zêde pirsên wan hebin. Mesele, diqewime ewana ber xwe kevin, wekî çira tenê hine meriv ji sîmbola xwarin, yan jî qe tu kesî nexwar. Usa jî, ewana diqewime bixwazin pêbihesin, hela hemû civînên Şedên Yehowa bi vî cûreyî têne derbazkirinê, yan na. Hemikî gelek tişt wedê gotara Êvara Bîranînê têne zelalkirinê, lê dîsa jî dibeke lazim be, wekî em diha zêde înformasiyayê bidine wan meriva, hewasa kîjana ku pêşda bê. Gotara ser jw.org Çira Şedên Yehowa Êvara Bîranînê Usa Derbaz Nakin, Çawa Rêlîgiyên Din?, dikare alî me bike, ku em caba hine pirsên wan bidin. Were em çi ji destê me tê, bikin, ku alî wan meriva bikin, dilê kîjana bona jîyîna heta-hetayê hazir e, wekî ewana jî ji Êvara Bîranîna Mirina Îsa karê bistînin (Karên Şandiya 13:48).

ALÎ KESÊN NEAKTÎF BIKE

17. Rûspî çawa dikarin alî wan xûşk-bira bikin, yên ku nayêne civîna? (Hezeqêl 34:1216)

17 Rûspîno, wedê Êvara Bîranînê hûn ça dikarin alî xûşk-birên neaktîf bikin? Nîşanî wan kin, wekî hûn wan hez dikin (Bixûne Hezeqêl 34:12, 16). Pêşiya Bîranînê, her tiştî bikin ku tevî wan têklî bin. Wanra bêjin ku hûn bona wan xem dikin û dixwazin alî wan bikin. Wana teglîfî ser Bîranînê bikin. Hergê ewana bên, bi dilgermî wana silav kin. Paşî Bîranînê, berdewam kin tevî wan têklî bin û ruhanîda alî wan bikin, wekî ewana vegerine bal Yehowa (1 Petrûs 2:25).

18. Em gişk ça dikarin alî kesên neaktîf bikin? (Romayî 12:10)

18 Em gişk dikarin alî xûşk-birên neaktîf bikin, yên ku têne ser Bîranînê. Gelo çawa? Em gerekê hindava wanda dilgerm û rem bin û qedirê wan bigirin (Bixûne Romayî 12:10). Gerekê em bîr nekin, wekî bona hine meriva hêsa nîne bêne ser civata. Diqewime ewana ditirsin yan jî difikirin, wekî hatina wan wê xûşk-bira xweş neyê. e Lema jî, were em dilê wan bi pirs yan gotinên xwe neêşînin û nebin sebeb ku ewana şerm bikin (1 Têsalonîkî 5:11). Belê, ewana xûşk-birên me ne, û em gelek razî ne, wekî em dîsa dikarin ser Bîranînê tevî wan top bin (Zebûr 119:176; Karên Şandiya 20:35).

19. Kara Bîranîna mirina Îsa çi ye?

19 Em şêkirdar in ku Îsa temî daye me, wekî em her sal Bîranîna mirina wî derbaz kin û em zanin ku ev yek çira usa ferz e. Em fem dikin, ku Êvara Bîranînê him bona me him jî bona kesên din çiqas kêrhatî ye (Îşaya 48:17, 18). Çaxê em diçin ser Êvara Bîranînê, em Yehowa û Îsara razîbûna xwe bona qurbanê didine kifşê, û hezkirina me hindava wan diha mezin dibe. Usa jî, yektiya me tevî xûşk-bira diha qewî dibe. Û em dikarin alî kesên din bikin, wekî ewana jî ji qurbanê karê bistînin. Lema jî, were em çi ji destê me tê bikin, ku bona Bîranîna îsal, dêmek bona roja here ferz ya temamiya salê, hazir bin!

EM ÇA DIKARIN . . .

  • dilê xwe bona Bîranînê hazir kin?

  • alî kesên din bikin, ku ewana jî ji Bîranînê karê bistînin?

  • alî xûşk-birên neaktîf bikin?

KILAMA 18 Bona Qurbanê Razî ne

a Seva ku gotar û vîdêoyên ji vê gotarê bivînin, ser jw.org, lêgerînêda binivîsin navê gotarê yan vîdêoyê.

b Binihêre gotara bi navê “Pirsên Xwendevana” ji Birca Qerewiliyê, ya meha Nîsanê, sala 2021.

d Binihêre çargoşe “ Pirsên bona Lêkolînê”.

e Binihêrin şikil û çargoşe bi navê “ Civatê Çi Kir?” Birakî neaktîf pêşiyê şerm dike bikeve Oda civatê, lê paşê mêrxasiya xwe top dike û diçe. Xûşk-bira bi dilgermî wî silav dikin û ew yek dilê wî rihet û şa dike.

f ŞIROVEKIRINA ŞIKILA: Çaxê xûşk-bira hine welatada Êvara Bîranînê derbaz dikin, xûşk-birên welatên dinda bona vê Êvara mexsûs xwe hazir dikin.