Here Naverokê

Here naverokê

Gelo Tu Wek Yehowa Qîmetê Didî Jinan?

Gelo Tu Wek Yehowa Qîmetê Didî Jinan?

JI BO me şerefeke mezin e ku em dikarin bi xwişkên jîr û jêhatî re xizmetê bikin! Em ji wan hez dikin û qîmetê didin wan. a Pir muhîm e ku em rûmetê bidin wan û ji wan re nazik bin. Lê ji ber ku em qisûrdar in, belkî carinan ji me re ne hêsan e ku em vê yekê bikin. Wekî din, hin ji me rastî zehmetiyeke din jî tên.

Hin ji me li kulturên ku qedrê jinan nagirin mezin bûne. Mesela, li Bolîvyayê, çavdêrekî herêmê yê bi navê Hans dibêje: “Hin mêr wisa mezin bûne ku ew difikirin ku ew ji jinan mezintir in. Û ew qedrê jinan nagirin.” Li Taywanê, rîspiyekî bi navê Shengxian dibêje: “Li cihê ku ez lê dimînim, gelek kes difikirin ku gerek jin aqil nedin mêrên xwe. Gava mêrek fikra jina xwe distîne, kesên din difikirin ku ew ne mêr e.” Hin mêr jî nêrîna xwe ya li ser jinan bi awayekî din nîşan didin. Mesela, ew jinan bi henekên nebaş nizm dikin.

Lê belê, em di kultureke çawa de mezin bûne jî, em dikarin biguherin û hîn bibin ku li ber çavê Xwedê, qîmeta jin û mêran wek hev e (Efesî 4:22-24). Mîsala Yehowa wê alî me bike ku em bi ser bikevin. Di vê meqaleyê de, emê bielimin ku Yehowa çawa qedrê jinan digire, çawa bira dikarin wek Yehowa qîmetê bidin jinan û rîspî çawa dikarin di vî warî de bibin emsalên baş.

YEHOWA ÇAWA QEDRÊ JINAN DIGIRE?

Yehowa bi awayekî bêqisûr nîşanî me daye ku gerek em çawa qîmetê bidin jinan. Wek Bavekî dilovan, ew ji hemû zarokên xwe pir hez dike (Yûhena 3:16). Ew xwişkên dilsoz wek keçên xwe yên giranbiha dibîne. Ka bala xwe bidê ku Yehowa Xwedê çawa qedrê jinan digire.

Yehowa cihêtiyê naxe nav jin û mêran. Yehowa hem jin û hem mêr di sûretê xwe de afirandin (1. Mûsa 1:27). Ew ne zêdetir aqil ne jî zêdetir huner dane mêran (2. Dîrokan 19:7). Wî jin û mêr wisa xuliqandin ku ew dikarin rastiyên Kitêba Pîroz bi eynî awayî fehm bikin û Xwedê ji xwe re bikin emsal. Yehowa îmana jin û mêran wek hev xelat dike. Hin ji wan wê heta bi hetayê li rûyê erdê bijîn, û hin ji wan wê wek kahîn û padîşah li ezmanan hukim bajon. Belê, Yehowa jinan kêm nabîne.

Ew li wan guhdarî dike. Yehowa bi hîs û xemên jinan eleqedar dibe. Mesela, wî guh da duayên Rahêl û Hannayê û cewaba duayên wan da (1. Mûsa 30:22; 1. Samûyêl 1:10, 11, 19, 20). Wekî din, di Kitêba Pîroz de serpêhatiyên mêrên ku guh dida jinan derbas dibin. Mesela, Birahîm carekê li gor daxwaza Yehowa guh da xanima xwe Sarayê (1. Mûsa 21:12-14). Dawid Padîşah jî guh da Abîgaîlê. Belê, Dawid fehm kir ku Abîgaîl ji aliyê Yehowa ve hatibû şandin ku bi wî re xeber bide (1. Samûyêl 25:32-35). Îsa Mesîh wek Bavê xwe bêqisûr bû, lê dîsa jî, wî guh dida diya xwe Meryemê (Yûhena 2:3-10). Ev mîsal nîşan didin ku Yehowa qîmetê dide jinan û li wan guhdarî dike.

Ew baweriya xwe bi wan tîne. Mesela, Yehowa îşê xwedîkirina temamiya erdê dabû destê Adam û Hewayê jî (1. Mûsa 1:28). Ev yek nîşan dide ku Yehowa Hewa ji Adem kêmtir nedidît, lê wek hevalkara wî didît. Wekî din, Yehowa baweriya xwe bi pêxemberên xwe Debora û Hûldayê dianî, yên ku rêberiya xizmetkarên wî dikir. Heta, wan şîret da hakimekî û padîşahekî jî (Serweran 4:4-9; 2. Qiralan 22:14-20). Yehowa îro jî jinan di îşê xwe de dixebitîne. Ev xwişkên me yên dilsoz wek mizgînvan, pêşeng û mizgînvanên wezîfedar xizmet dikin. Ew alîkariyê didin projeyên avakirin û paqijkirina salonên Îbadetê û avahiyên Beytelê. Hin ji wan li Beytelê xizmet dikin; hin ji wan jî di ofîsa wergerandinê de dixebitin. Ev xwişkên me ordiyeke mezin in, a ku daxwaza Yehowa pêk tîne (Zebûr 68:11). Belê, Yehowa jinan zeîf û bêkêr nabîne.

BIRA ÇAWA DIKARIN WEK YEHOWA QÎMETÊ BIDIN JINAN?

Gelo tu wek Yehowa qîmetê didî xwişkan? Ji bo ku tu vê yekê fehm bikî, fikir û kirinên xwe baş lêkolîn bike. Ji bo vê, helbet alîkarî lazim e. Çawa ku cîhaza rontgenê dikare nexweşiya dil nîşan bide, dostekî te yan Kitêba Pîroz dikare nîşanî te bide ka di dilê te de li hemberî jinan pêşhukim hene yan na. Gelo tu çawa dikarî vê alîkariyê bistînî?

Ji dostekî xwe bipirse (Methelokên Silêman 18:17). Ka ji dostekî pêbawer, nazik û maqûl bipirse: “Bi dîtina te, gelo ez qîmetê didim xwişkan? Gelo ew hîs dikin ku ez qedrê wan digirim? Gelo lazim e ku ez hal û hereketên xwe serrast bikim?” Eger dostê te bala te bikişîne ser hin şaşiyên te, îtiraz neke, lê hazir be ku xwe serrast bikî.

Kitêba Pîroz lêkolîn bike. Ji bo ku tu fehm bikî ka tu bi rastî qîmetê didî xwişkan yan na, rêya herî baş ev e ku tu Kitêba Pîroz lêkolîn bikî (Îbranî 4:12). Bi vî awayî, tuyê bibînî ku hin mêran çawa qîmet dida jinan û hinekan jî qîmet nedida wan. Paşê, hal û hereketên wan bi yên xwe bide ber hev. Wekî din, ji bo ku tu gotinên hin ayetan şaş fehm nekî û li ser jinan bi awayekî nerast nefikirî, lazim e ku tu ayetên Kitêba Pîroz bidî ber hev. Mesela, 1. Petrûs 3:7 dibêje ku jin ji mêr “naziktir e”. Gelo ev yek tê maneya ku aqil û hunerên jinan ne bi qasî yên mêran in? Helbet na! Gotinên Petrûs bi gotinên Galatî 3:26-29 bide ber hev. Ev ayet nîşan didin ku Yehowa hem mêr hem jin hilbijartine ku bi Îsa Mesîh re li ezmanan bibin hukimdar. Tiştên ku tu ji Kitêba Pîroz hîn dibî û tiştên ku dostên te ji te re dibêjin dikarin alî te bikin ku tu zêdetir qedrê xwişkan bigirî.

RÎSPÎ ÇAWA QEDRÊ XWIŞKAN DIGIRIN?

Mîsala rîspiyên dilovan dikare nîşanî birayên din bike ku gerek ew ji xwişkan re çawa bin. Gelo rîspî çawa qedrê xwişkan digirin? Ka bala xwe bide van nuqteyan:

Rîspî pesnê xwişkan didin. Pawlosê şandî ji rîspiyan re mîsaleke baş hişt. Mesela, li nameya xwe ya ji Romayiyan re, wî pesnê çend xwişkan da (Romayî 16:12). Bîne ber çavê xwe ku gava nameya wî ji civatê re hat xwendin, ew xwişk çi qas kêfxweş bûn! Îro jî, rîspî gelek caran pesnê xwişkên jîr û jêhatî didin. Gotinên rîspiyan nîşanî xwişkan didin ku civat qedrê wan digire û alî wan dikin ku ew xizmeta xwe bi dilsozî dewam bikin (Methelokên Silêman 15:23).

Pesnan bide

Gava rîspî pesnê xwişkan didin, ew ji dil xeber didin û behsa hin nuqteyên xisûsî dikin. Gelo çima? Xwişkeke bi navê Jessica dibêje: “Gava birayek tîne zimên ku ew me teqdîr dike, em helbet şa dibin. Lê gava birayek ji bo nuqteyeke xisûsî pesnê me dide – mesela ji ber ku em zarokên xwe hîn dikin ku ew li civînan bêdeng rûnin yan jî ji bo ku em diçin cihên dûr ku xwendekarên xwe bibin civînan – em hê jî kêfxweştir dibin.” Belê, wexta ku rîspî ji bo nuqteyeke xisûsî pesnê xwişkekê dide, ew dibîne ku civat bi rastî jî qîmetê dide wê.

Rîspî li xwişkan guhdarî dikin. Rîspiyên dilnizm qebûl dikin ku fikrên baş ne tenê ji wan tên. Ji ber vê yekê, ew fikrên xwişkan dipirsin û gava ew xeber didin, bidîqat li wan guhdarî dikin. Bi vî awayî, rîspî dilê xwişkan ava dikin û bi xwe jî feydeyê dibînin. Çawa? Rîspiyekî bi navê Gerardo, yê ku li Beytelê xizmet dike, dibêje: “Fikrên xwişkan alî min dikin ku ez wezîfeyên xwe bi awayekî baştir bînim cih. Tecrûbeya gelek xwişkan ji ya birayan zêdetir e.” Li civatan, gelek xwişk pêşeng in, loma ew xelkê herêmê rind nas dikin. Rîspiyekî bi navê Bryan dibêje: “Xwişkên me ji bo teşkîlatê pir bifeyde ne. Loma ji tecrûbeya wan hîn bibe!”

Guhdarî bike

Rîspiyên bihîkmet tewsiyeyên xwişkan zû bi zû pişt guhê xwe navêjin. Gelo çima? Rîspiyekî bi navê Edward dibêje: “Nêrîn û tecrûbeya xwişkekê dikare alî birayekî bike ku ew meseleyekê baştir bibîne û ji halê mirovan baştir fehm bike” (Methelokên Silêman 1:5). Heta eger rîspiyekî tewsiyeya xwişkekê nikare bi kar bîne, ew dîsa jî dikare jê re spas bike.

Rîspî xwişkan perwerde dikin. Rîspiyên aqilmend li fersendan digerin ku xwişkan perwerde bikin. Mesela, ew dikarin rêyî xwişkan bidin ku eger bira tune bin, ew çawa dikarin civînên xizmetê îdare bikin. Wekî din, ew dikarin wan hîn bikin ku makîne û hacetên cur bi cur bi kar bînin, da ku ew bikaribin di projeyên tamîr û avakirina avahiyên teşkîlatê de bixebitin. Li Beytelan, çavdêr gelek wezîfeyên cuda didin xwişkan, mesela îşê tamîrkirinê, firotin û kirîn, muhasebe, nivîsandinê programên kompîturê û îşên din. Gava rîspî xwişkan perwerde dikin, ew nîşan dikin ku ew baweriya xwe bi wan û bi hunerên wan tînin.

Perwerde bike

Gelek xwişk perwerdeya ku wan ji rîspiyan standiye ji bo xêra kesên din bi kar tînin. Mesela, bi saya perwerdeya avakirinê, hin xwişk dikarin piştî felaketan alî xwişk û birayan bikin ku xaniyên xwe ji nû ve ava bikin. Hin xwişk jî hunerên xizmeta umûmî bi kar tînin ku xwişkên din di vî warî de perwerde bikin. Gelo xwişk li rîspiyên ku wan perwerde dikin, çawa dinêrin? Xwişkeke bi navê Jennifer dibêje: “Wexta ku ez li projeya avakirina Salona Îbadetê dixebitîm, çavdêrekî wext veqetand ku min perwerde bike. Wî li karê ku min dikir, nêrî û pesnê min da. Min ji karkirina bi wî re pir kêf distand, çimkî wî pir qîmet dida min, û wî baweriya xwe bi min dianî.”

XWIŞKAN WEK FERDÊN MALBATA XWE BIBÎNE

Wek Yehowa, em jî ji xwişkên xwe yên dilsoz pir hez dikin. Loma, em wan wek ferdên malbata xwe dibînin (1. Tîmotêyos 5:1, 2). Em serbilind in ku em dikarin bi wan re xizmet bikin. Û em dixwazin ku ew hezkirin û desteka me hîs bikin. Xwişkeke bi navê Vanessa dibêje: “Di teşkîlata Yehowa de, gelek bira hene, yên ku dilê min xurt dikin, û ez şa me ku ez aîdî vê teşkîlatê me.” Xwişkeke li Taywanê dibêje: “Ez spasdar im ku Yehowa û teşkîlata wî ew qas qîmetê didin jinan û hîsên wan. Ev yek îmana min xurttir dike û nîşanî min dide ku îmtiyazeke çi qas mezin e ku ez di teşkîlata Yehowa de me.”

Yehowa bêguman pir serbilind e ku birayên dilsoz xîret dikin ku mîna wî qîmetê bidin jinan (Methelokên Silêman 27:11). Li Skoçyayê, rîspiyekî bi navê Benjamin dibêje: “Li dinyayê, gelek mêr hurmetê nadin jinan. Loma gava jinek tê Salona Îbadetê, em dixwazin ku ew ferqa rêya rastiyê bibîne.” Bila em gişt xîret bikin ku wek Yehowa ji xwişkên hêja re dilovan bin û qedrê wan bigirin! (Romayî 12:10).

a Di vê meqaleyê de, peyva “xwişk” tê maneya jinên ku şagirtên Îsa Mesîh in, ne qîzên dê û bavekî.