Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Tu Mîna Yehowa Kulfeta Qîmet Dikî?

Tu Mîna Yehowa Kulfeta Qîmet Dikî?

BONA me qedirekî gelek mezin e, ku em dikarin tevî xûşkên a xîret û amin xizmet kin! Em wan hez dikin û qîmet dikin. Gelek ferz e, ku em qedirê wan bigirin û hindava wanda rem û dilovan bin. Lê çimkî em qisûrdar in, diqewime carna mera hêsa nîbe vê yekê bikin. Hinek ji me rastî çetinayên din jî tên.

Hine mêr kûltûrên usada mezin bûne, ku qedirê jina nagirin. Mesele, Bolîvyayêda, berpirsiyarekî mihalê bi navê Hans, dibêje: “Hine mêr usa mezin bûne, ku ewana difikirin, wekî ji kulfeta qîmettir in. Lema jî ewana qedirê jina nagirin”. Li Teywanê, rûspîkî bi navê Şengşyan, dibêje: “Kîderê ku ez dimînim, gelek kes difikirin, wekî kulfet gerekê fikir û nihêrandina xwe malxê xwera nebêje. Gava mêrek nihêrandina kulfeta xwe hildide hesab, kesên din dikarin bêjin, ku ew mêr nîne”. Hine mêr jî nihêrandina xwe hindava jina bi cûrekî din nîşan dikin. Mesele, ewana pê henekên nebaş jina nimiz dikin.

Firqî tune em çi cûre kûltûrada mezin bûne, dîsa jî em dikarin nihêrandina xwe biguhêzin û qebûl kin, ku mêr ji kulfeta çêtir nînin (Efesî 4:22-24). Vê yekêda nihêrandina Yehowa wê alî me bike. Vê gotarêda, emê pêbihesin ku Yehowa çawa qedirê jina digire, ça bira dikarin çev bidine Yehowa û ça rûspî dikarin meseleke baş bin, vê yekêda ku qedirê xûşka bigirin.

YEHOWA ÇA QEDRÊ JINA DIGIRE?

Yehowa meseleke bêqisûr e wê yekêda, ku ça gerekê qedirê kulfeta bigirin. Ça Bavekî dilovan, ew hemû zarên xwe gelek hez dike (Yûhenna 3:16). Yehowa xûşkên amin ça qîzên xweye qîmet hesab dike. Dîna xwe bidine çend dereca, ku Yehowa Xwedê ça qedirê kulfeta digire.

Yehowa firqiyê nake orta kulfet û mêra. Yehowa him mêr him jî jin, dilqê xweda efirandine (Destpêbûn 1:27). Dêmek, Ewî aqil û fereset diha zêde nedaye mêra û him jî mêra ji jina çêtir hesab nake (2 Dîrok 19:7). Ewî jin û mêr usa efirandine, ku ewana dikarin rastiyên Kitêba Pîroz mîna hev fem bikin û çev bidine Xwedê. Yehowa wan jin û mêra, yên ku baweriya xwe wî tînin, weke hev qîmet dike. Hinek ji wan wê heta-hetayê ser erdê bijîn, lê hine ji wan jî wê ça kahîn û padşa ser ezmana serwêrtiyê bikin (2 Pet. 1:1). Belê, Yehowa kulfeta nimiz hesab nake.

Ew guh dide wan. Yehowa hest û xemên kulfeta hildide hesab. Mesele, ewî guh da duayên Rahêlê û Hannayê û caba duayên wan da (Destpêbûn 30:22; 1 Samûyêl 1:10, 11, 19, 20). Kitêba Pîrozda usa jî derheqa serhatiyên wan mêra hatiye nivîsarê, yên ku guhê xwe didane jina. Mesele, Birahîm carekê li gora xwestina Yehowa guh da jina xwe Serayê (Destpêbûn 21:12-14). Dawid Padşa jî guh da Abîgaîlê. Bi rastî, Dawid fem kir, wekî Yehowa Abîgaîl şandiye, ku wîra xeber de (1 Samûyêl 25:32-35). Îsa mîna Bavê xwe bêqisûr bû, lê dîsa jî ewî guh dida diya xwe Meryemê (Yûhenna 2:3-10). Ev mesele nîşan dikin, ku Yehowa kulfeta qîmet dike û guh dide wan.

Ew îtbariya xwe wan tîne. Mesele, Yehowa şixulê xweykirina temamiya erdê dabû ne tenê destê Adem, lê Hêwayê jî (Destpêbûn 1:28). Ev yek nîşan dike, ku Yehowa Hêwa ji Adem kêmtir hesab nedikir, lê ça hevalkara wî hesab dikir. Usa jî, Yehowa baweriya xwe pêxemberên xwe Debora û Hûldayê dianî, kulfetên ku rêberiya xizmetkarên wî dikirin. Wana hela hê şîret dane hakim û padşa jî (Hakimtî 4:4-9; 2 Padşatî 22:14-20). Yehowa îro jî şixulê xwe tesmîlî kulfetên Mesîhî dike. Ev xûşkên meye amin ça mizgînvan, pêşeng û mîsyonêr xizmet dikin. Ewana alîkariyê didine proêktên avakirinê, paqijkirina Odên Civatê û avayên Beytelê. Hinek ji wan Beytelêda xizmet dikin, hinek jî şixulê welgerandinêda kar dikin. Ev xûşkên me ordîke mezin in, yên ku xwestina Yehowa pêk tînin (Zebûr 68:11). Belê, Yehowa jina sist û bêkêr hesab nake.

BIRA ÇAWA DIKARIN MÎNA YEHOWA JINA QÎMET KIN?

Birano, gelo em mîna Yehowa xûşka qîmet dikin? Seva ku em vê yekê têderxin, em gerekê fikir û kirên xwe rind lêkolîn bikin. Bona vê yekê, alîkarî mera lazim e. Çawa ku rêntgên dikare nexweşiya dil nîşan ke, usa jî hevalekî me û Kitêba Pîroz, dikare nîşanî me bike hela dilê xweda em hindava kulfeta çawa nin. Gelo em ça dikarin vê alîkariyê bistînin?

Ji hevalekî xwe bipirse (Metelok 18:17). Ji hevalekî xweye bi îtbar, qenc û xîret bipirse: “Tu ça difikirî, ez xûşka qîmet dikim? Gelo xûşk têderdixin ku ez qedirê wan digirim? Gelo lazim e ku ez hine tiştada bême guhastinê?” Hergê hevalê te dîna te bikişîne ser hine şaşiyên te, nexeyde, lê hazir be ser xwe bixebitî û xwe rast kî.

Kitêba Pîroz lêkolîn ke. Seva ku tu fem kî hela tu bi rastî xûşka qîmet dikî yan na, mecala lape baş ev e, ku Kitêba Pîroz lêkolîn kî (Îbranî 4:12). Usa tuyê bivînî, ku berê hine mêra kulfet qîmet dikirin, lê hineka na. Paşê kirên wan beramberî kirên xwe bike. Usa jî, seva ku tu giliyên ji hine rêza şaş fem nekî û derheqa jina bi cûrê nerast nefikirî, lazim e rêzên Kitêba Pîroz beramberî hev kî. Mesele, 1 Petrûs 3:7-da tê gotinê, ku gerekê qedirê jina bigirin, çimkî ewana “qisimê sist” in. b Gelo ev yek tê hesabê ku aqil û feresetên jina qasî aqil û feresetên mêra nîne? Hemikî na! Giliyên Petrûs beramberî Galatî 3:26-29 bike. Ev rêz nîşan dikin, ku Yehowa him mêr him jî jin bijartine, wekî tevî Îsa ser ezmana serwêrtiyê bikin. Çi ku tu ji Kitêba Pîroz hîn dibî û tiştên ku hevalên te tera dibêjin, dikarin alî te bikin wekî tu hê zêde qedirê xûşka bigirî.

RÛSPÎ ÇA QEDIRÊ XÛŞKA DIGIRIN?

Mesela rûspiyên dilovan dikare alî birên din bike, ku ewana hindava xûşkada gerekê çawa bin. Gelo rûspî ça qedirê xûşka digirin? Were em dîna xwe bidine van çend dereca.

Rûspî payê xûşka didin. Pawlosê şandî rûspiyara meseleke baş hîşt. Mesele, çaxê ewî Romayara nema nivîsî, ewî payê çend xûşka da (Romayî 16:12). Bide ber çevê xwe ku çaxê nema wî civatêra hate xwendinê, ew xûşk çiqas şa bûn! Îro jî, rûspî gelek car payê xûşka didin, bona hunurên wane baş û xîreta wan xizmetiyêda. Ev giliyên wan nîşanî xûşka dikin, ku civat qedirê wan digire. Payîdayîna rûspiyaye bi dilgermî dikare xût ev yek be, çida xûşk hewce ne, û ev wana hêlan dike berdewam kin bi aminî Yehowara xizmet kin (Metelok 15:23).

Paya bide

Gava rûspî payê xûşka didin, ewana ji dil û bi nermî vê yekê dikin. Gelo çira? Xûşkeke bi navê Cêsîka dibêje: “Belê, hewas e gava bira payê xûşka didin û dibêjin ‘eferim’, ev yek gelek dilê me şa dike. Lê gava bira bona tiştên konkrêt payê me didin, mesele ku em zarên xwe hîn dikin, wekî ewana aqil ser civata rûnên, yan jî seva ku em diçin ciyên dûr, wekî xwendekarên xwe bînin ser civatê, em diha zêde şabûnê distînin”. Çaxê rûspî bona tiştên konkrêt payê xûşka didin, ewana texmîn dikin, ku xûşk-birên civatê bi rastî jî wana qîmet dikin.

Rûspî guh didine xûşka. Rûspiyên milûk tînin ser xwe, wekî fikir û nihêrandinên baş ne tenê têne hişê wan. Lema jî, ewana fikirên xûşka dipirsin û rind guh didine wan. Bi vî cûreyî, rûspî dilê xûşka qewî dikin û xwexa jî karê distînin. Gelo ça? Rûspîkî bi navê Gêrardo, yê ku Beytelêda xizmet dike, dibêje: “Fikirên xûşka alî min dikin, ku ez diha baş cabdariyên xwe bînim sêrî. Gelek car hine xûşk diha zêde wext filan şixulî dikin, ne ku bira”. Civatada, gelek xûşk pêşeng in, lema jî ewana diha zêde haş ji merivên deşta xizmetiyê hene. Rûspîkî bi navê Brayan, dibêje: “Xûşkên me teşkîletêra kareke mezin tînin, çimkî gelek hunur û feresetên wane baş hene. Lema jî çev bidine xîreta wan!”

Guh bide

Rûspiyên bîlan nihêrandina xûşka derbêra pişt guhê xweva navêjin. Gelo çira? Rûspîkî bi navê Êdward, dibêje: “Nihêrandina xûşkeke cêribandî dikare alî birakî bike, ku ew cabdariya xwe diha baş bîne sêrî û halê meriva diha baş fem bike” (Metelok 1:5). Lê hergê rûspî nihêrandina xûşkekê nikare hilde hesab, dîsa jî ew dikare razîbûna xwe xûşkêra bide kifşê.

Rûspî xûşka hîn dikin. Rûspiyên bîlan mecala digerin, wekî xûşka hîn kin. Mesele, hergê birên nixumandî tune bin, rûspî dikarin xûşka hîn kin, ku çawa civînên bona xizmetiyê derbaz kin. Usa jî, ewana dikarin xûşka hîn kin, ku mekîne û cûre-cûre haceta bidine xebatê, wekî bikaribin ser proêktên avayên teşkîletê kar bikin. Beytelada, berpirsiyar gelek cabdariyên cude didine xûşka, mesele, şixulê lênêrîna têknîkî, kirînê, hesabdariyê, komputerê û şixulên din. Gava rûspî xûşka hîn dikin, ewana bi vê yekê nîşan dikin, ku xûşk bi îtbar û zên in.

Hîn ke

Gelek xûşk çi ku ji rûspiya hîn dibin, bona kara kesên din didine xebatê. Mesele, bi saya vê yekê ku xûşk ji bira pêşên avakirinê hîn dibin, hine xûşk dikarin paşî teşqelên tebiyetê alî xûşk-bira bikin, ku malên wana tezeda ava kin. Hine xûşk hîn bûne li wan ciya xizmet kin, kîderê gelek meriv in û ewana bi xîret xûşkên din jî, vê yekê hîn dikin. Gelo xûşk xwe ça texmîn dikin, gava rûspî wana hîn dikin? Xûşkeke bi navê Cênîfêr, dibêje: “Çaxê ez ser proêkta avakirina Oda Civatê dixebitîm, berpirsiyarekî wede dît ku min hîn ke. Ewî şixulê min dît û payê min dida. Min ji hevkariya tevî wî şabûn distand, çimkî ewî ez qîmet dikirim û îtbariya xwe min dianî”.

XÛŞKA HESAB KIN ÇA NEFERÊN MALA XWE

Em jî mîna Yehowa xûşkên xweye amin gelek hez dikin! Lema jî, em wan ça neferên mala xwe hesab dikin (1 Tîmotêyo 5:1, 2). Bona me qedirekî mezin e, ku em dikarin tevî wan xizmet kin. Û em dixwazin wekî ewana bivînin ku em wana hez dikin û piştgiriya wan dikin. Xûşkeke bi navê Vanêsa, dibêje: “Teşkîleta Yehowada, gelek bira hene, yên ku dilê min qewî dikin, û ez şa me, ku ez para vê teşkîletê me”. Xûşkeke ji Teywanê, dibêje: “Ez razî me ku Yehowa û teşkîleta wî, kulfeta û hestên wan gelek qîmet dikin. Ev yek baweriya min diha qewî dike û nîşanî min dike, wekî qedirekî çiqas mezin e, ku ez teşkîleta Yehowada me”.

Bê şik, Yehowa gelek serfiniyaz e, ku birên amin bi xîret mîna wî qedirê kulfeta digirin! (Metelok 27:11) Skotlendayêda, rûspîkî bi navê Bênjamîn, dibêje: “Vê dinêda gelek mêr qedirê jina nagirin. Lema jî gava kulfet têne Oda Civatê, em dixwazin, wekî ewana bivînin ku em çiqas qedirê kulfeta digirin û wana qîmet dikin”. Were em gişk jî çev bidine Yehowa û hindava xûşkada dilovan bin û qedirê wan bigirin! (Romayî 12:10)

a Vê gotarêda, xebera “xûşk” hindava kulfetên Mesîhî hatiye xebitandinê, ne ku xûşkên helal.

b Seva ku hê zêde pêbihesin ku çi tê hesabê xebera “qisimê sist”, binihêrin gotar bi navê “Qîmeta ‘Qismê sist’” ji Birca Qerewiliyê ya 15 Gulanê, sala 2006, û “Rêberiya Bîlan bona Cotên Zewicî” ji Birca Qerewiliyê ya 1 Adarê, sala 2005.