Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 5

KILAM 27 Xuyabûna Kurên Xwedê

“Ez Tu Caran Te Nahêlim!”

“Ez Tu Caran Te Nahêlim!”

Xwedê gotiye: ‘Ez tu caran te nahêlim, ez tu caran te bernadim’” (ÎBRANÎ 13:5b).

EMÊ ÇI HÎN BIBIN?

Emê hîn bibin ku gava hilbijartiyên dawîn herin ezmanan, Xwedê wê xizmetkarên xwe yên li dinyayê tenê nehêle.

1. Şagirtên hilbijartî wê kengê herin ezmanan?

 ÇEND sal berê, xizmetkarên Yehowa meraq dikir: “Gelo hilbijartiyên dawîn wê kengê bên birin ezmanan?” Wê demê, em difikirîn ku piştî şerê Harmegedonê jî, hin şagirtên hilbijartî wê heta wextekê li ceneta li rûyê erdê bimînin. Lê belê, kovara The Watchtower a 15 Tîrmeh 2013 zelal kir ku hemû hilbijartiyên ku hê li dinyayê ne wê berî Harmegedonê herin ezmanan (Meta 24:31).

2. Hin kes ji xwe çi dipirsin, û di vê meqaleyê de emê çi hîn bibin?

2 Dîsa jî, em belkî ji xwe dipirsin: Gelo halê “miyên din”, ên ku li dema “tengasiya mezin” bi dilsozî ji Yehowa re xizmet dikin, wê çawa be? (Yûhena 10:16; Meta 24:21, NWT). Hin kes endîşe dikin ku piştî çûyîna hilbijartiyan, ewê bêserî û bêrêberî bimînin. Belkî ew ji ber du serpêhatiyên ku di Kitêba Pîroz de derbas dibin, wisa difikirin. Niha emê li van serpêhatiyan binêrin û bibînin ku çima ne lazim e ku em endîşe bikin.

ÇI WÊ ÇÊNEBE?

3-4. Hin kes belkî ji xwe çi dipirsin, û çima?

3 Dema ku birayên hilbijartî yên Koma Rêberiyê wê êdî rêberiyê nekin, gelo “miyên din” wê ji rêya rastiyê derkevin? Hin serpêhatiyên ku di Kitêba Pîroz de derbas dibin dikarin bibin sebeb ku em bitirsin ku tiştekî wisa biqewime. Niha emê bala xwe bidin du serpêhatiyên wisa. A yekê, serpêhatiya Serokkahîn Yehoyada ye. Yehoyada bi dil û can ji Yehowa re xizmet dikir. Wî û xanima wî Yehoşabeat zarokekî bi navê Yoaş diparast û alî wî dikir ku ew bibe padîşahekî baş û dilsoz. Heta ku Yehoyada sax bû, Yoaş ji rêya rast derneket. Lê piştî mirina Yehoyada, Yoaş guh da serokên Cihûdayê û dev ji xizmeta Yehowa berda (2. Dîrokan 24:2, 15-19).

4 Mîsala din, serpêhatiya Mesîhiyên pêşîn e. Heta ku Yûhenayê şandî sax bû, wî alî gelek Mesîhiyan dikir ku ew bi dilsozî ji Yehowa re xizmet bikin (3. Yûhena 4). Wek şandiyên din, Yûhena jî xîret dikir ku civatê ji kesên ku fikrên şaş belav dikirin, biparêze (1. Yûhena 2:18; 2. Selanîkî 2:7). Lê piştî mirina Yûhena, gelek Mesîhî ketin ber bayê kesên ku li hemberî rastiyê serî hildida. Di hundirê çend salan de, civata Mesîhiyan xera bû.

5. Em dikarin ji çi emîn bin?

5 Gelo ev du serpêhatî nîşan didin ku piştî çûyîna hilbijartiyan, halê “miyên din” jî wê wisa be? Wê demê, gelo şagirtên Îsa Mesîh wê wek Yoaş ji rêya rast derkevin yan wek gelek Mesîhiyên di sedsala diduyan de bikevin ber bayê dijminên rastiyê? Na! Em dikarin emîn bin ku piştî çûyîna hilbijartiyan, “miyên din” wê li rêya rast bimînin, û Yehowa wê li wan xwedî derkeve. Gelo em çima dikarin ji vê emîn bin?

ÎBADETA PAK WÊ XERA NEBE

6. Niha emê bi kurtasî li kîjan sê deman binêrin?

6 Rojên pir çetin li ber me ne. Dîsa jî, em dikarin emîn bin ku îbadeta pak wê tu caran xera nebe. Gelo çima? Kitêba Pîroz nîşanî me dide ku rojên me ji rojên Îsraîliyan û ji rojên Mesîhiyên di sedsala diduyan de cuda ne. Ji bo vê, bila em bala xwe bidin xisûsiyetên (1) dema Îsraîla kevn, (2) dema piştî mirina şandiyan û (3) dema me, yanî dema ‘vegerandina hemû tiştan’ (Karên Şandiyan 3:21, KP).

7. Li Îsraîla kevn, gava milet û padîşah ji rêya Yehowa derdiketin, kesên dilsoz çima sist nediketin?

7 Dema Îsraîla kevn. Wexteke kin berî mirina xwe, Mûsa Pêxember ji Îsraîliyan re wisa gotibû: “Ez dizanim piştî mirina min hûnê bi tevahî dilxerab bibin û ji wê riya min li we emir kiriye averê bibin” (5. Mûsa 31:29, Mizgînî). Wekî din, Mûsa ji wan re got ku eger ew li hemberî Yehowa serî hildin, ewê bên sirgûnkirin (5. Mûsa 28:35, 36). Wisa jî derket. Bi sedsalan, gelek padîşahan xerabî dikir û xizmetkarên Xwedê ji rê derdixistin. Ji ber vê yekê, Yehowa ew ceza kirin û êdî îzin neda ku padîşahên Îsraîlî li ser wan hukim bajon (Hêzekîêl 21:25-27). Dîsa jî, pêkhatina gotinên Yehowa cesaret dida Îsraîliyan û alî wan dikir ku ew dev ji xizmeta Yehowa bernedin (Îşaya 55:10, 11).

8. Gelo xerabûna civata Mesîhiyên pêşîn tiştekî nehêvîkirî bû?

8 Dema piştî mirina şandiyan. Gelo xerabûna civata Mesîhiyên pêşîn tiştekî nehêvîkirî bû? Na. Îsa Mesîh jixwe gotibû ku gelek kes wê ji rêya rast derkevin (Meta 7:21-23; 13:24-30, 36-43). Ji nivîsên Pawlos, Petrûs û Yûhena em fehm dikin ku di sedsala yekê de, gotinên Îsa Mesîh hêdî hêdî dihatin cih (2. Selanîkî 2:3, 7; 2. Petrûs 2:1; 1. Yûhena 2:18). Di sedsala diduyan de, civata Mesîhiyan êdî xera bû. Mesîhiyên sexte derketin meydanê û bûn qismê sereke yê Babîla Mezin, yanî împaratoriya cîhanî ya dînê sexte. Bi vî awayî, gotinên îlhamkirî dîsa hatin cih.

9. Rojên me çawa ji dema Îsraîla kevn û ji dema civata Mesîhiyên pêşîn cuda ne?

9 Dema ‘vegerandina hemû tiştan’. Dema me ji dema Îsraîla kevn û ji dema xerabûna civata Mesîhiyên pêşîn cuda ye. Gelo dema me çawa tê binavkirin? Bi gelemperî, em van rojan wek “rojên dawîn” ên vê sîstema xerab bi nav dikin (2. Tîmotêyos 3:1). Lê Kitêba Pîroz nîşan dide ku ji xeynî vê, dewraneke muhîmtir û dirêjtir jî dest pê kiriye. Ev dewran wê dewam bike heta ku hemû însan bi alîkariya Hukimdariya Îsa Mesîh bigihîjin bêqisûriyê û dinya bibe cenet. Ev dewran wek dema ‘vegerandina hemû tiştan’ tê binavkirin (Karên Şandiyan 3:21). Vê dewranê di sala 1914an de dest pê kiriye. Wê çaxê, gelo çi hat vegerandin? A yekê, Îsa Mesîh li ezmanan bû Padîşah, yanî hukimdarekî ji mala Dawid Padîşah dîsa li ser textê Yehowa rûnişt. Piştî vê, pir wext derbas nebû ku nûkirina îbadeta pak jî dest pê kir (Îşaya 2:2-4; Hêzekîêl 11:17-20). Gelo îbadeta rast wê dîsa xera bibe?

10. (a) Kitêba Pîroz ji berê ve di heqê rojên me de çi gotibû? (Îşaya 54:17) (b) Gotinên wisa çima dilê me rihet dikin?

10 Îşaya 54:17 bixwîne. Ka bala xwe bide van gotinan: “Qet çekên ku li dijî te hatine çêkirin, dê ji tu karî re nebe.” Ev gotinên îlhamkirî îro tên cih. Wekî din, Kitêba Pîroz li ser rojên me wisa dibêje: “Dê hemû lawên te ji aliyê XUDAN ve hatibin hîn kirin û dê selameta lawên te zehf be. Tuyê bi rastiyê bizexm [bî]; … tuyê netirse û tuyê dûrî bêzarbûnê be, ji ber ku dê nêzîkî te nebe” (Îşaya 54:13, 14). “Xwedayê vê dinyayê” Îblîs jî nikare îşê perwerdekirinê, yê ku Şahidên Yehowa tînin cih, bide sekinandin (2. Korîntî 4:4). Îbadeta pak hatiye vegerandin, û ewê tu caran dîsa xera nebe. Ewê heta bi hetayê bimîne. Tu çekeke ku li dijî me tê çêkirin wê bi ser nekeve!

ÇI WÊ ÇÊBE?

11. Em ji ku dizanin ku gava kesên hilbijartî diçin ezmanan, “miyên din” wê bêserî nemînin?

11 Gava kesên hilbijartî bên birin ezmanan, gelo çi wê çêbe? Ji bîr neke ku Îsa Mesîh şivanê me û serê civatê ye. Wî bi eşkereyî wisa got: “Rêberê we yek e, Mesîh e” (Meta 23:10, NWT). Îsa Mesîh niha li ezmanan hukim dajo, û ewê her tim li şagirtên xwe xwedî derkeve. Madem ku ew bûye padîşah, ne lazim e ku em bitirsin. Em helbet hûr û kûr nizanin ku wê demê, Îsa Mesîh wê çawa rêberiya şagirtên xwe bike. Lê belê, bila em bala xwe bidin çend mîsalên Kitêba Pîroz, ên ku dilê me xurt dikin.

12. (a) Piştî mirina Mûsa Pêxember, Yehowa çawa li xizmetkarên xwe xwedî derket? (b) Piştî ku Yehowa wezîfeyeke nû dabû Îlyas Pêxember, wî çawa li xizmetkarên xwe xwedî derket? (Li resim jî binêre.)

12 Berî ku miletê Îsraîlê ket Welatê Sozdayî, Mûsa pêxember mir. Hingê halê milet çawa bû? Gelo ew êdî bêserî û bêrêberî man? Na. Heta ku ew dilsoz diman, Yehowa hewcedariyên wan tedarek dikirin. Berî mirina Mûsa, Yehowa ji wî re got ku bila ew Yêşû wek rêberê miletê Îsraîlê tayîn bike. Mûsa jixwe bi dehan salan Yêşû perwerde kiribû (2. Mûsa 33:11; 5. Mûsa 34:9). Wekî din, serokên hezaran, sedan, pênciyan û heta dehan hebûn, ên ku bi awayekî jîr û jêhatî rêberiya milet dikir (5. Mûsa 1:15). Belê, Xwedê li xizmetkarên xwe baş xwedî derdiket. Di dema Îlyas Pêxember de jî hal wisa bû. Pêxember bi dehan salan di rêya îbadeta pak de rêberiya Îsraîliyan kiribû. Lê paşê, Yehowa wezîfeyeke din da wî û ew şand welatê Cihûdayê (2. Qiralan 2:1; 2. Dîrokan 21:12). Gelo kesên dilsoz, ên ku li padîşahiya Îsraîlê dijiyan, bêrêberî man? Na. Îlyas Pêxember hevalê xwe Êlîşa bi dehan salan perwerde kiribû. Wekî din, li wê derê “lawên pêxamber” hebûn. Wisa tê fehmkirin ku ew jî hatibûn perwerdekirin (2. Qiralan 2:7). Loma, gelek kesên dilsoz hebûn, ên ku dikaribû rêberiya xizmetkarên Xwedê bikin. Belê, armanca Yehowa her ku diçû bi pêş ve diçû, û wî li xizmetkarên xwe yên dilsoz xwedî derdiket.

Hem Mûsa (resmê çepê) hem Îlyas (resmê rastê) li şûna xwe kesên din perwerde kirin ku rêberiya xizmetkarên Xwedê bikin (Li paragrafa 12an binêre)


13. Di Îbranî 13:5b de çi soz hatiye dayîn? (Li resim jî binêre.)

13 Madem ku wisa ye, gelo piştî çûyîna hilbijartiyan çi wê çêbe? Ne lazim e ku em endîşe bikin. Kitêba Pîroz soz dide ku Yehowa wê xizmetkarên xwe, yên ku li dinyayê dijîn, tu caran tenê nehêle (Îbranî 13:5b bixwîne). Wek Mûsa Pêxember û Îlyas Pêxember, kesên hilbijartî, yên ku îro rêberiyê dikin, dizanin ku çi qas muhîm e ku ew kesên din perwerde bikin. Bi dehan salan, birayên ji Koma Rêberiyê birayên ji “miyên din” perwerde dikin, da ku ew bikarin rêberiya xizmetkarên Xwedê bikin. Mesela, ew kursên ji bo rîspiyên civatê, çavdêrên herêmê, endamên Komîteyên Buroyan, çavdêrên li Beytelê û kesên din derbas dikin. Wekî din, Koma Rêberiyê alîkarên ji bo komîteyên Koma Rêberiyê rasterast perwerde dike. Ev alîkar niha gelek mesûliyetên giran bi dilsozî tînin cih, û ew hazir in ku di pêşerojê de jî li miyên Îsa Mesîh xwedî derkevin.

Koma Rêberiyê ji xwe re alîkaran perwerde dike û kursên ji bo rîspiyên civatê, çavdêrên herêmê, endamên Komîteyên Buroyan, çavdêrên li Beytelê û mizgînvanên wezîfedar derbas dike (Li paragrafa 13an binêre)


14. Di vê meqaleyê de em çi hîn bûne?

14 Bi destê vê meqaleyê, em hîn bûne ku gava hilbijartiyên dawîn nêzîkî dawiya tengasiya mezin bên birin ezmanan, xizmetkarên Xwedê yên din wê bi saya rêberiya Îsa Mesîh îbadeta pak wek berê dewam bikin. Rast e, wê demê Gogê ji Magogê – yanî koalîsyoneke miletan – wê hicûmî xizmetkarên Xwedê bike (Hêzekîêl 38:18-20). Lê ew hicûma kin wê bi ser nekeve û îbadeta pak nede sekinandin. Yehowa wê xizmetkarên xwe xelas bike. Di dîtiniyekê de, Yûhenayê şandî “elaleteke mezin” a “miyên din” ên Îsa Mesîh dîtibû. Ji wî re hat gotin ku ew ji “tengahiya mezin” hatine (Peyxam 7:9, 14). Belê, ewê bên parastin.

15-16. Li gor Peyxam 17:14, kesên hilbijartî wê li şerê Harmegedonê çi bikin, û ev yek çima cesaretê dide me?

15 Lê piştî ku kesên hilbijartî ji dinyayê hilkişiyan ezmanan, ewê çi bikin? Kitêba Pîroz nîşan dide ku hêzên siyasî “wê bi Berx re şer bikin”, lê “Berx wê li hember wan bi ser keve”. Gelo kî wê alî wî bikin? Li gor ayetê, “yên gazîkirî”, “hilbijartî” û “dilsoz” (Peyxam 17:14 bixwîne). Gelo ew kî ne? Kesên hilbijartî, yên ku ji mirinê hatine rakirin! Nêzîkî dawiya tengasiya mezin, piştî ku hilbijartiyên dawîn herin ezmanan, ewê li cem Îsa Mesîh şer bikin. Çi wezîfeyeke balkêş! Hin kesên hilbijartî berî ku bûn Şahidên Yehowa li dinyayê esker bûn û şer dikirin. Lê paşê, ew bûn şagirtên Îsa Mesîh, û ew ketin rêya aştiyê û dev ji şerkirinê berdan (Galatî 5:22; 2. Selanîkî 3:16). Lê belê, gava ew herin ezmanan, ewê di şerê dawîn de bi Îsa Mesîh û melekên wî re li hemberî dijminên Xwedê şer bikin.

16 Ka bîne ber çavê xwe: Hin kesên hilbijartî êdî kal û pîr bûne. Lê gava ewê wek ruhên nemir ji mirinê bên rakirin û herin ezmanan, ewê pir biqewet bin û bi Îsa Mesîh re li hemberî dijminan şer bikin. Piştî şerê Harmegedonê, ewê bi Îsa Mesîh re alî mirovan bikin ku ew bigihîjin bêqisûriyê. Gava ew hê li dinyayê bûn, wan jixwe ji bo xêra xwişk û birayan kar dikir, lê wexta ku ew êdî li ezmanan bin, ewê karên hê jî mezintir bikin.

17. Em ji ku dizanin ku li dema şerê Harmegedonê, hemû xizmetkarên Xwedê wê di emniyetê de bin?

17 Gelo tu yek ji “miyên din” î? Gava şerê Harmegedonê dest pê bike, wê lazim be ku tu çi bikî? Bes e ku tu xwe bispêrî Yehowa û guh bidî rêberiya wî. Mesela, Kitêba Pîroz wisa dibêje: “Bikeve odeyên xwe yên hundir û li pişt xwe deriyan bigire. Demeke kurt xwe veşêre, heta ku xezeb derbas bû” (Îşaya 26:20, Mizgînî). Wê demê, hemû xizmetkarên Xwedê – hem yên li ezmanan hem yên li dinyayê – wê di emniyetê de bin. Wek Pawlosê şandî, em emîn in ku ‘ne serwerî, ne tiştên niha heyî, ne tiştên ku bên dikarin me ji hezkirina Xwedê veqetînin’ (Romayî 8:38, 39). Tu caran ji bîr neke: Yehowa ji te hez dike, û ew te tu caran nahêle!

PIŞTÎ KU HILBIJARTIYÊN DAWÎN BÊN BIRIN EZMANAN …

  • çi wê çênebe?

  • em çima dikarin emîn bin ku îbadeta pak wê xera nebe?

  • em çima dikarin emîn bin ku Yehowa wê li xizmetkarên xwe xwedî derkeve?

KILAM 8 Yehowa Stara Me ye