Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 6

KILAMA 10 Rûmet kin Yehowa, Xwedayê Me!

Pesinê Navê Yehowa Bidin

Pesinê Navê Yehowa Bidin

“Pesinê Xudan bidin, gelî xulamên Wî, pesinê navê Xudan bidin!” (ZEBÛR 113:1)

VÊ GOTARÊDA

Emê pêbihesin ku em çawa dikarin her mecalekê bidine xebatê, ku pesinê navê Yehowa bidin.

1-2. Çi dikare alî me bike ku fem bikin, wekî Yehowa çi ser xwe texmîn kir gava navê wî hate xirabkirinê?

 BIDE ber çevê xwe ku hevalekî te derheqa te tiştekî xirab gotiye. Tu zanî ku ev yek derew e, lê hine kes vê yekê bawer dikin. Hê xirab ew e, ku ew kes jî vê derewiyê hê zêde bela dikin, û gelekên din jî vê yekê bawer dikin. Gelo tuyê eciz nebî ji bo wê yekê, ku navê te hatiye xirabkirinê û meriv derheqa te xirab difikirin? (Metelok 22:1)

2 Ev mesele alî me dike em fem bikin, ku gava navê Yehowa hate xirabkirinê, ewî çi ser xwe texmîn kir. Melekekî Hêwayêra, jina pêşinra, derheqa Xwedê tiştê derew got, û ewê jî wî bawer kir. Ji bo vê derewê, Adem û Hêwa miqabilî Xwedê derketin. Usa gune û mirin derbazî ser hemû meriva bûn (Destpêbûn 3:1-6; Romayî 5:12). Belê, ji bo derewiya Mîrê-cina, şer, mirin û hemû kul-derd dinyayêda bela bûne. Bê şik, seva vê yekê dilê Yehowa gelek dêşe. Lê dîsa jî, dilê wî bi hêrs û kînê tije nebûye, çimkî ew timê “Xwedayê xwezilî” ye (1 Tîmotêyo 1:11).

3. Em çawa dikarin îzbat kin, wekî giliyê Mîrê-cina derew in?

3 Seva ku em jî îzbat kin, wekî Mîrê-cina buxdan avîtiye Yehowa, gerekê em guh bidine vê temiyê: “Pesinê navê Xudan bidin” (Zebûr 113:1). Gava em derheqa Xwedê rastiyê dibêjin, em pesinê navê wî didin. Tu jî dixwazî pesinê navê Yehowa bidî? Were em dîna xwe bidine sê tiştên ferz, yên ku dikarin alî me bikin ku em bi dil û can pesinê navê Yehowa bidin.

GAVA EM PESINÊ NAVÊ YEHOWA DIDIN, EM DILÊ WÎ ŞA DIKIN

4. Gava em pesinê navê Yehowa didin, çima dilê wî şa dibe? Meselê bîne. (Binihêre usa jî şikil.)

4 Gava em pesinê navê Yehowa didin, em dilê wî şa dikin (Zebûr 119:108). Merivên gunekar dixwazin, wekî kesên din pesinê wan bidin, çimkî ewana ji vê yekê mêrxasiyê distînin. Gelo Xwedê jî mîna wan hewcê pesina ye? Hilbet na. Hela derheqa vê meselê bifikire: Keçikeke biçûk diçe bal bavê xwe, wî hemêz dike û dibêje: “Temamiya dinyayêda, tu bavekî lapî baş î!” Bav gelek şa dibe. Çira? Gelo ew bav hewcê pesinê qîza xwe ye? Na. Dîsa jî, dilê wî şa dibe, çimkî ew divîne ku qîza wî jê hez dike, qedirê wî digire, û ji wî razî ye. Usa jî bav zane ku hunurên usa, ça hezkirin û şêkirdarî wê alî qîza wî bikin, ku ew çaxê mezin be jî bextewar be. Mîna vê yekê, Yehowa Bavê meyî herî baş, gelek şa dibe gava em pesinê wî didin.

Gava zar bavê xwera dibêje ku ew wî hez dike, dilê bav şa dibe. Mîna vê yekê, gava em pesinê navê Yehowa didin, dilê wî jî şa dibe (Binihêre abzasa 4)


5. Gava em pesinê Yehowa didin, em kîjan derewa Mîrê-cina eşkere dikin?

5 Gava em pesinê Bavê xweyî ezmana didin, em îzbat dikin ku Mîrê-cina derewîn e. Mîrê-cina dibêje ku hergê em bikevine tengasiyê, emê Xwedêra amin nemînin. Xêncî vê yekê, ew dibêje ku em tenê bona kara xwe Yehowara xizmet dikin (Îbo 1:9-11; 2:4). Lê Îbo amin ma Yehowara û îzbat kir, ku Mîrê-cina derewîn e. Tu jî dixwazî Yehowara amin bimînî? Em gişk jî dikarin bi kirên xwe navê Xwedê pîroz kin, bi aminî wîra xizmet kin û usa dilê wî şa kin (Metelok 27:11). Qedirekî çiqas mezin e!

6. Em çawa dikarin çev bidine Dawid Padşa û Lêwiya? (Nehemiya 9:5)

6 Ewên ku Yehowa hez dikin, bi dil û can dixwazin pesinê navê wî bidin. Dawid Padşa usa gotiye: “Ey canê min, Xudan pîroz ke! Pesinê navê wî yê pîroz bide, ey hemû hebûna min!” (Zebûr 103:1, ÎM) Dawid zanibû ku gava meriv pesinê navê Yehowa dide, ew bi rastî pesinê Yehowa dide. Çaxê em navê Yehowa dibihên, hingê xeyset, hunur û kirên wî têne ber çevê me. Dawid dixwest bi “hemû hebûna” xwe, dêmek bi temamiya dilê xwe pesinê navê Xwedê bide û wî pîroz ke. Bona Lêwiya jî pîrozkirina navê Yehowa tiştekî zef ferz bû. Wana bi milûktî fem dikir, ku wê nikaribin tenê pê giliya bi temamî pesinê navê Yehowa bidin (Bixûne Nehemiya 9:5). Bê şik, dilê Yehowa gelek şa dibû, gava wana bi dil-can û milûktî pesin didane wî.

7. Em çawa dikarin jîyîn û xizmetiya xweda pesinê Yehowa bidin?

7 Çaxê em xeberdanêda merivara didine kifşê, ku em çiqas Yehowa hez dikin û wîra şêkirdar in, usa em dilê wî şa dikin. Gava em xizmet dikin, nêta meye sereke ew e, ku em alî meriva bikin, wekî ewana jî nêzîkî Yehowa bin (Aqûb 4:8). Em gelek hez dikin pê Kitêba Pîroz merivara eyan kin, ku Yehowa yekî çawa ye, û em wanra derheqa hezkirin, heqî, bîlanî û qewata wî gilî dikin. Usa jî, em hingê pesinê Yehowa didin û dilê wî şa dikin, gava çev didine wî (Efesî 5:1). Çaxê em usa dikin, meriv divînin, wekî em ji merivên vê dinya xirab, cude dibin (Metta 5:14-16). Çaxê em jîyîna herrojîda tevî meriva xeber didin, em dikarin wanra zelal kin, ku em çima li gora Kitêba Pîroz dijîn. Ev yek dikare alî merivên dilsax bike, ku nêzîkî Yehowa bin. Gava em vî cûreyî pesinê Yehowa didin, dilê wî şa dibe (1 Tîmotêyo 2:3, 4).

GAVA EM PESINÊ NAVÊ YEHOWA DIDIN, EM DILÊ ÎSA ŞA DIKIN

8. Îsa çawa pesinê navê Yehowa daye?

8 Ser erdê û ezmana, kesê ku gelek baş Yehowa nas dike, ev Kurê wî ye (Metta 11:27). Ew Bavê xwe Yehowa hez dike, û ji hemûşka zêdetir ewî pesinê navê wî daye (Yûhenna 14:31). Şeva pêşiya mirina xwe, ewî duada Bavê xwera got, ku “navê” wî merivara da naskirinê (Yûhenna 17:26, ÎM). Ev çi tê hesabê?

9. Îsa bi saya metelokekê çawa dîna meriva kişande ser hunurên Xwedê?

9 Îsa ne tenê merivara digot, ku navê Xwedê çi ye, lê hê zêde. Cihûyên ku Îsa wana hîn dikir, zanibûn ku navê Xwedê Yehowa ye. Lê Îsa Ew wanra “da eyankirinê” (Yûhenna 1:17, 18). Mesele, Nivîsarên Pîroze Îbranî nîşan dikin, ku Yehowa yekî dilrem û dilşewat e (Derketin 34:5-7). Çaxê Îsa meteloka derheqa kurê undabûyî û bavê wî gilî kir, ewî dîna meriva kişande ser van hunurên Xwedê. Metelokêda, gava bav kurê xweyî ku tobe kir “hê dûrva” dît, berbi wî bezî, ew hemêz kir û ji dil baxşande wî. Ev metelok nîşanî me dike, ku dilremî û dilşewatiya Yehowa çiqas mezin e (Lûqa 15:11-32). Belê, Îsa zelal nîşan kiriye ku Bavê wî bi rastî yekî çawa ye.

10. (a) Em ji ku zanin ku Îsa navê Bavê xwe dida xebatê û dixwest meriv jî usa bikin? (Markos 5:19) (Binihêre usa jî şikil.) (b) Îsa dixwaze ku em çi bikin?

10 Gelo Îsa dixwest ku meriv navê Bavê wî bidine xebatê? Belê. Çaxê Îsa ser erdê bû, hine serwêrên rêlîgî diqewime difikirîn ku navê Xwedê gelek pîroz e, lema jî meriv gerekê nedine xebatê. Lê Îsa tu car îzin nedida ku erf-edetên usa, yên ku miqabilî Nivîsarên Pîroz in, bibine sebeb ku ew navê Bavê xwe pîroz neke. Bîne bîra xwe, gava Îsa li herêma cimeta Girasînî mêrekî cinaketî qenc kir, çi qewimî. Merivên herêmê tirsiyan, û dixwestin wekî Îsa ji wêderê here, û ew jî çû (Markos 5:16, 17). Lê yeke Îsa dixwest ku wêderê derheqa navê Yehowa pêbihesin. Lema jî ewî vî mêrê qencbûyîra got, wekî ew xelqêra bêje ku Yehowa ji bo wî çi kir, ne ku got Îsa çi kir (Bixûne Markos 5:19) a. Îsa dixwaze ku em jî usa bikin, dêmek wekî em ser temamiya dinyayê navê Bavê wî bidine naskirinê! (Metta 24:14; 28:19, 20) Gava em usa dikin, em dilê Padşê xwe, Îsa, şa dikin.

Îsa gote mêrê ku berê cinaketî bû, wekî bira ew xelqêra gilî ke ku Yehowa çawa alî wî kir (Binihêre abzasa 10)


11. Îsa şagirtên xwera got ku bona çi dua bikin, û ev yek çima ferz e? (Hezeqêl 36:23)

11 Îsa zanibû ku qirara Yehowa ev e, wekî navê xwe pîroz ke û ji hemû leke û derewa paqij ke. Lema jî Axayê me, dêmek Îsa, şagirtên xwe hîn kir ku usa dua bikin: “Bavê meyî ezmana, bira navê te pîroz be” (Metta 6:9). Îsa rind fem dikir ku pîrozkirina navê Xwedê, pirsa here mezin e, ku hemû efrîna dikeve (Bixûne Hezeqêl 36:23). Îsa ji her kesî zêdetir xîret kiriye ku navê Yehowa pîroz ke. Dîsa jî, gava dijmina ew girtin, wana buxdan avîtine wî ku ew kifiriya Xwedê dike. Bê şik, Îsa bêhurmetkirina navê Xwedêyî pîroz hesab dikir gunê herî mezin. Lema ew gelek eciz û dilteng dibû, çimkî ew wê bona vê yekê bihata sûcdarkirinê. Diqewime hema ev bû sebeba sereke, ku çira Îsa pêşiya girtina xwe usa dilteng bû (Lûqa 22:41-44).

12. Îsa ça nava tengasiyada jî navê Bavê xwe pîroz kir?

12 Îsa seva ku navê Bavê xwe pîroz ke, ber cefa, bêhurmetkirinê û buxdana teyax kir. Ewî her tiştîda guh da Bavê xwe û qe gune nekir, lema jî ewî “şerm ber tiştekî hesab nekir” (Îbranî 12:2). Usa jî, ewî fem dikir ku wan sihetên reş û terîda, Şeytan raste-rast hicûmî ser wî dike (Lûqa 22:2-4; 23:33, 34). Bê şik, Şeytan dixwest aminiya Îsa bişkênanda, lê ewî da der. Îsa îzbat kir ku Mîrê-cina derewîn e, û ku xizmetkarên Yehowaye amin hene, yên ku nava tengasiyên giranda jî aminiya xwe xwey dikin.

13. Tu çawa dikarî dilê Îsa şa kî?

13 Hergê tu dixwazî dilê Padşê xwe Îsa şa kî, pesinê navê Yehowa bide û alî meriva bike, wekî ewana jî Xwedayê me rind nas kin. Gava tu usa dikî, tu pêgeha Îsada diçî (1 Petrûs 2:21). Û tu mîna Îsa, dilê Yehowa şa dikî û îzbat dikî, ku dijminê Wî Mîrê-cina, derewînekî bêîsaf e!

GAVA EM PESINÊ NAVÊ YEHOWA DIDIN, EM ALÎ MERIVA DIKIN KU XILAZ BIN

14-15. Çima gelek ferz e, ku em derheqa Yehowa meriva hîn kin?

14 Gava em pesinê navê Yehowa didin, em alî meriva dikin ku ewana xilaz bin. Lê çawa? Mîrê-cina “şevereşa kora aniye ser femê nebawera” (2 Korintî 4:4). Lema jî gelek meriv bi derewên wî hatine xapandinê û bawer dikin, ku Xwedê tune ye, ew ji me dûr e, qe bona me xem nake, yan jî ew bêrem e û gunekara cenimêda heta-hetayê diçerçirîne. Nêta van derewa ev e, wekî navê Yehowa xirab kin, seva meriv nexwazbin bibine dostên wî. Lê gava em mizgîniyê bela dikin, em riya Mîrê-cina digirin, wekî nêta wî neyê sêrî. Em rastiya derheqa Bavê me Yehowa meriva hîn dikin, û pesinê navê wîyî pîroz didin. Gelo kara keda me çi ye?

15 Qewata rastiyên Kitêba Pîroz gelek mezin e. Gava em merivara derheqa Yehowa û hunurên wî gilî dikin, em divînin ku hukumê derewên Mîrê-cina çiqas diçe sist dibe, û çevên meriva vedibin. Ewana hêdî-hêdî fem dikin ku Bavê meyî dilovan yekî çawa ye, û ewana ji qewata wîye bêsînor heyran-hujmekar dimînin (Îşaya 40:26). Û ewana îtbariya xwe heqiya wîye bêqisûr tînin (Qanûna Ducarî 32:4). Ewana ji bîlaniya wîye mezin gelek tişt hîn dibin (Îşaya 55:9; Romayî 11:33). Û gava ewana pêdihesin ku Xwedê hezkirin e, dilê wan rihet dibe (1 Yûhenna 4:8). Ewana çiqas hê nêzîkî Yehowa dibin, haqas hêviya jîyîna heta-hetayê dilê wan digire. Qedirekî çiqas mezin e, ku em dikarin alî meriva bikin, wekî ewana nêzîkî Bavê xweyî ezmana bin! Gava em vî şixulî dikin, Yehowa me ça hevalkarên xwe hesab dike (1 Korintî 3:5, 9).

16. Çaxê hine kes derheqa navê Xwedê pêhesiyane, ev yek ça ser wan hukum bûye? Meselê bîne.

16 Pêşiyê, em merivara dibêjin ku navê Xwedê Yehowa ye. Ev yek dikare ser kesên dilsax gelek hukum bike. Mesele, were dîna xwe bide serhatiya jinikeke cahil, navê kîjanê ye Aliyah b. Ew malbeteke usada mezin bibû, ku hînkirina rêlîgiya wan ne ser hîmê Kitêba Pîroz bû. Ewê xwe nêzîkî Xwedê texmîn nedikir û rêlîgiya xwera razî nîbû. Lê paşî vê yekê ku ewê tevî Şedên Yehowa hînbûna Kitêba Pîroz destpêkir, her tişt hate guhastinê, û ewê îda Xwedê ça Dostê xwe hesab dikir. Gava ewê dît ku navê Xwedê ji gelek welgerandinên Kitêba Pîroz hatiye derxistinê û xeberên ça “Xudan” yan “Reb” dewsa vî navî hatine xebitandinê, ew ecêbmayî ma. Çaxê ew pêhesiya ku navê Xwedê Yehowa ye, ew gelek şa bû û emirê wê hate guhastinê. Ewê got: “Navê Dostê minî herî baş heye!” Ev yek ser wê çawa hukum bû? Ew dibêje: “Edilayî ketiye dilê min. Bona min qedirekî mezin e ku ez navê Xwedê zanim”. Sazbendekî bi navê Stîv, malbeteke usada mezin bû, kîjanî qayîm qedirê rêlîgiya xweye Cihûdî digirtin. Lê ji bo vê yekê ku ewî rêlîgiyayêda durûtî dît, nedixwest biketa nav tu rêlîgiyekê. Lê paşî mirina diya wî, carekê gava hevalekî wî tevî Şedên Yehowa hînbûna Kitêba Pîroz derbaz dibû, ew jî tevî wan rûnişt. Çaxê Stîv navê Xwedê bihîst, ewê yekê gelek dilê wî girt. Ew dibêje: “Min navê Xwedê qe nebihîstibû. Hingê cara pêşin bû ku min têderxist, wekî Xwedê kesê rêalî ye! Min fem kir ku min xwera Dostek qazanc kir”.

17. Tu çima dixwazî her gav pesinê navê Yehowa bidî? (Binihêre usa jî şikil.)

17 Gava tu mizgîniyê bela dikî û meriva hîn dikî, gelo tu wanra dibêjî, ku navê Xwedê Yehowa ye? Gelo tu wanra dibêjî ku Xwedayê me bi rastî yekî çawa ye? Hergê tu usa dikî, tu pesinê navê Xwedê didî. Alî meriva bike ku ewana hê baş Yehowa nas bikin û riya jîyînê bivînin. Bi vî cûreyî, tu dikarî çev bidî Padşê xwe Îsa Mesîh û dilê Bavê xweyî hezkirî Yehowa şa kî. Belê, were em heta-hetayê şikiriyê bidine navê wî! (Zebûr 145:2)

Gava em merivara dibêjin ku navê Xwedê Yehowa ye û ew yekî çawa ye, em pesinê navê wî didin (Binihêre abzasa 17)

GAVA EM PESINÊ NAVÊ XWEDÊ DIDIN . . .

  • dilê Yehowa çima şa dibe?

  • dilê Îsa çima şa dibe?

  • em çawa dikarin jîyîna meriva xilaz kin?

KILAMA 2 Navê Te Yehowa ye

a Menî hene ku bawer kin, wekî Markos navê Xwedê da xebatê, gava ev giliyên Îsa nivîsî. Lema jî navê Xwedê Welgerandina Dinya Teze ya Nivîsarên Pîrozda, hatiye nivîsarê.

b Hine nav hatine guhastinê.