Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 7

KILAMA 51 Me Xwe Tesmîlî Xwedê Kiriye!

Dersên ku Em ji Nezîra Hîn Dibin

Dersên ku Em ji Nezîra Hîn Dibin

“Hemû rojên wîye nezîrîyê bira ew Xudanra pîroz be” (JIMAR 6:8).

VÊ GOTARÊDA

Emê pêbihesin ku çawa mesela Nezîra dikare alî me bike, wekî em mêrxas bin û hazir bin bona Yehowa qurbana bikin.

1. Nava terîxiyêda xizmetkarên Yehowa çi qîmet dikirin?

 DOSTIYA me tevî Yehowa tiştekî gelek qîmet e, usa nîne? Bi hezara sala, bi mîlyona meriv jî gelek qîmet kirine ev dostî (Zebûr 104:33, 34). Gelek meriva ji aliyê xweda qurban kirine, seva ku Yehowara xizmet kin. Mesele, Nezîrên ku wedê berêda Îsraêlêda dijîtin, wana jî usa dikir. Gelo ewana kî bûn, û em çi dikarin ji mesela wan hîn bin?

2. (a) Nezîr kî bûn? (Jimar 6:1, 2) (b) Hine Îsraêliya çima sonda Nezîriyê dixwarin?

2 Xebera “Nezîr” ji xebereke Îbranî tê, ya ku tê hesabê “Yekî Cudekirî”, “Yekî Başqekirî”, yan “Yekî Tesmîlkirî”. Nezîra hine qurban ji aliyê xweda dikirin, seva ku bi cûrê mexsûs Yehowara xizmet kin. Li gora Qanûna Mûsa, ça jin usa jî mêr dikaribûn li ber Yehowa sond bixwarana, ku ser wextekê ça Nezîr bijîtana a (Bixûne Jimar 6:1, 2). Ji bo pêkanîna vê sondê, lazim bû ku wana xwe li hine qeyda bigirtana, yên ku bona Îsraêliyên din nîbûn. Gelo hine meriva çira dixwestin bibine Nezîr? Eyan e menî ev bû, ku wana Yehowa gelek hez dikir û dixwestin razîbûna xwe bona keremên wî nîşan kin (Qanûna Ducarî 6:5; 16:17).

3. Xizmetkarên Xwedê çawa mîna Nezîra ne?

3 Çaxê Qanûna Mûsa betal bû û qanûna Mesîh dewsa wê girt, Nezîrtî jî betal bû (Galatî 6:2; Romayî 10:4). Lê dîsa jî roja îroyîn, xizmetkarên Yehowa mîna Nezîra dixwazin bi temamiya dilê xwe, caniya xwe, hişê xwe û qewata xwe Wîra xizmet kin (Markos 12:30). Çaxê em xwe tesmîlî Yehowa dikin, em bi rezedilî sond dixwin ku emê usa bikin. Seva ku em sonda xwe bînin sêrî, em gerekê li gora qirara Yehowa bijîn û hine qurbana bikin. Were em binihêrin ku Nezîra çawa sonda xwe dianîne sêrî, û em çawa dikarin li gora sonda xwe bijîn b (Metta 16:24).

HAZIR BE QURBANA BIKÎ

4. Li gora Jimar 6:3, 4, Nezîra çi qurban dikirin?

4 Bixûne Jimar 6:3, 4. Nezîr gerekê xwe ji hemû cûre şerav û îçkê, usa jî ji tiriya û ji her tiştê ku ji tiriya çêkirî bû, xwe dûr bigirtana. Merivên din ji tiştên usa şabûn distandin, çimkî xwarin û vexwarina van tişta wanra qedexekirî nîbû. Kitêba Pîroz dibêje, şerava ku “şa dike dilê însên” pêşkêşeke ji Xwedê ye (Zebûr 104:14, 15). Lê belê, Nezîra bi rezedilî îzina xwe didane alîkî, ku wan tişta ne bixwin û ne jî vexwin. c

Gelo tu hazir î ku mîna Nezîra qurbana bikî? (Binihêre abzasa 4-6)


5. Madyan û Marsêlayê ji aliyê xweda çi qurban kirin, û çima?

5 Em jî mîna Nezîra, qurbana dikin, wekî bikaribin hê zêde Yehowara xizmet kin. Hela dîna xwe bidine mesela Madyan û Marsêlayê d. Jîyîna wan rihet bû, û bi saya pera ku Madyan ji xebata xwe qazanc dikir, wana dikaribû mala xweye mezin û başda bijîtana. Lê wana dixwest hê zêde xizmet kin. Lema jî wana safî kir, ku jîyîna xweda hine guhastina bikin. Ewana dibêjin: “Me xercên xwe kêm kirin, em derbazî maleke biçûk bûn û me ereba xwe firot”. Madyan û Marsêla mecbûr nîbûn ji aliyê xweda wan qurbana bikin. Wana xwexa safî kir van gava bavêjin, seva ku bikaribin hê zêde Yehowara xizmet kin. Lê ewana bona safîkirinên xwe qe poşman nebûne.

6. Çima Mesîhî îro qurbana dikin? (Binihêre usa jî şikil.)

6 Gelek Mesîhî qurbana dikin, wekî hê zêde xizmet kin (1 Korintî 9:3-6). Rast e Yehowa ji me dewa nake, ku em wan qurbana bikin, lê çi ku em dikin, nerast nîne. Mesele, hine meriv ji bo xizmetiya xwe safî dikin, ku xebateke baş qebûl nekin, maleke usada nejîn, kîjan ku bi dilê wan e, yan jî malda heywana xwey nekin. Gelek jî safî dikin ku zû nezewicin, yan jî derbêra pey zewacêra zara neynin. Hinek jî derbazî bajar yan welatên din dibin, dûrî merivên xweyî nêzîk dimînin, wekî xizmet kin wêderê, kîderê hewcetî heye. Belê, gelek xûşk-birên me bi rezedilî qurbana dikin, çimkî dixwazin ya here baş bidine Yehowa. Qurbanên ku tu dikî, seva ku Yehowara xizmet kî, firqî tune mezin in yan biçûk in, bawer be ku Yehowa gelek qîmet dike (Îbranî 6:10).

BI MÊRXASÎ JI KESÊN DIN CUDE BE

7. Çima diqewime Nezîrara çetin bû, ku xweyê sozê xwe bin? (Jimar 6:5) (Binihêre usa jî şikil.)

7 Bixûne Jimar 6:5. Nezîra sond dixwar ku porê xwe nebirin. Usa wana nîşan dikir, ku bi temamî xwe tesmîlî Yehowa kirine. Porê wan meriva, yên ku gelek wext Nezîr bûn, çiqas diçû diha dirêj dibû, û merivên din jî bi çevê xwe didîtin ku ewana Nezîr in. Lê yazix, ji terîxiya Îsraêlê tê kifşê, wekî meriva carna Nezîr qîmet nedikirin û piştgiriya wan nedikirin. Mesele, rojên Amos pêxemberda, Îsraêliyên ku ji Yehowa dûr ketibûn, şerav didane Nezîra ku vexwin, ça tê kifşê wekî ewana sonda xwe biteribînin (Amos 2:12). Eyan e ku carna bona Nezîra hêsa nîbû, wekî xweyê sozê xwe bin û ji kesên din cude bin.

Nezîrên ku xweyê sonda xwe bûn, hazir bûn ji kesên din cude bin (Binihêre abzasa 7)


8. Tu ji serhatiya Bênjamîn çi hîn bûyî?

8 Em çiqas şermoke bin jî, bi alîkariya Yehowa em dikarin mêrxas bin û ji kesên din cude bin. Were em dîna xwe bidine serhatiya Bênjamîn, zareke 10 salî, yê ku li Norwejê dijî. Mekteba wîda, bona piştgiriya Ûkraînayê bernameke mexsûs hate derbazkirinê. Zarara hate gotinê, wekî ewana kincên bi rengên beyraqa Ûkraînayê li xwe kin û stiranekê bêjin. Bênjamîn seva ku nekeve nav vê bernama nasyonalîstî, hevekî dûr sekinî. Lê dersdar ew dît û bi dengê bilind kire gazî: “De were! Em gişk hîviya te ne!” Bênjamîn bi mêrxasî nêzîkî dersdar bû û jêra got: “Ez tevî polîtîkê û tevî tu şixulê wê nabim. Îro gelek Şedên Yehowa kelêda nin, çimkî ewana naçine şer”. Dersdar Bênjamînra qayîl bû û îzin da wî, wekî ew tev nebe. Lê hine hevaldersxanên wî ji wî pirsîn hela ew çira tevî wan nabe. Bênjamîn usa berxwe ket, ku hindik mabû bigiriya, lê ewî dîsa jî tiştên ku dersdarra gotibû, bi mêrxasî ber hemû hevaldersxanên xwe wekiland. Paşê, Bênjamîn dê-bavê xwera gilî kir ku ewî texmîn kir wekî Yehowa alî wî kir ew baweriya xwe biparêze.

9. Em çawa dikarin dilê Yehowa şa kin?

9 Em ji merivên der-dorê xwe cude dibin, çimkî em gura Yehowa dikin. Mera mêrxasî lazim e, wekî em li ciyê xebatê yan mektebêda bêjin, ku em Şedên Yehowa ne. Fikir û kirên merivên ku Yehowa nas nakin, çiqas diçe diha xirab dibe, lema dibeke mera çetin be, wekî li gora prînsîpên Kitêba Pîroz bijîn û mizgîniyê bela kin (2 Tîmotêyo 1:8; 3:13). Lê bîr nekin, gava em natirsin ji wan meriva cude bin, yên ku Yehowara xizmet nakin, dilê Wî gelek şa dibe (Metelok 27:11; Malaxî 3:18).

BIRA YEHOWA EMIRÊ TEDA LI CIYÊ PÊŞIN BE

10. Çira pêkanîna dewakirina ji kitêba Jimar 6:6, 7, bona Nezîra dikaribû çetin bûya?

10 Bixûne Jimar 6:6, 7. Nezîr gerekê nêzîkî tu cinyazî nebûna. Alîkîva dikare bê kifşê, wekî ev yek aliyê wanda qurbaneke mezin nîbû. Lê gava merivê wanî nêzîk dimir, hingê ew yek bona wan dikaribû gelek çetin bûya. Wedê berê, gava kesek dimir, merivên wî li gora erf-edeta cinyazê wî bona çelkirinê hazir dikirin (Yûhenna 19:39, 40; Karên Şandiya 9:36-40). Lê Nezîra ji bo sonda xwe nikaribûn ew erf-edet baniyana sêrî. Belê, wedê şînê jî, Nezîr bi aminî xweyê sonda xwe bûn. Bê şik Yehowa qewat dida wan, wekî ewana bikaribin wedê çetinayên usa teyax kin.

11. Malbetêda, gerekê em ça Mesîhî çi bikin? (Binihêre usa jî şikil.)

11 Sonda tesmîlbûyîna me Yehowara, bona me gelek ferz e. Ev sond ser safîkirin û rabûn-rûniştina me malbetêda jî, hukum dike. Em hemikî cabdariyên xweye malbetê, ku li gora Kitêba Pîroz in, bi dil û can tînin sêrî, lê em tu car xwestinên neferên xwe ser dewakirinên Yehowara nagirin (Metta 10:35-37; 1 Tîmotêyo 5:8). Lema jî carna lazim e ku em safîkirinên usa bikin, kîjan ku dibeke merivên me xweş neyên, lê dilê Yehowa şa dikin.

Çiqas zor be jî, gelo tu hazir î qirara Yehowa bidî ciyê pêşin? (Binihêre abzasa 11) e


12. Gava malbeta Alêksandrda problêmek pêşda hat, ewî çi kir, lê çi nekir?

12 Were em dîna xwe bidine serhatiya Alêksandr û jina wî Dorînayê. Çaxê ev jin-mêr îda salekê Kitêba Pîroz hîn dibûn, Dorînayê safî kir hînbûnê bide sekinandinê, û dixwest Alêksandr jî vê yekê bike. Lê ewî bi nermî jina xwera got, wekî ew wê hînbûnê berdewam ke. Ev yek li Dorînayê xweş nehat, û ewê zorê mêrê xwe dikir, wekî hînbûnê bide sekinandinê. Alêksandr dixwest jina xwe fem bike ku ew çira usa dike, lê ew yek nehêsa bû. Çend cara, gava Dorînayê ew rezîl dikir û sert caba wî dida, hindik dima ku Alêksandr hînbûna Kitêba Pîroz bida sekinandinê. Lê dîsa jî, ewî Yehowa dida ciyê pêşin, him jî qedirê jina xwe digirt û hezkirina xwe jêra dida kifşê. Wext şûnda, Dorînayê bi saya rabûn-rûniştina wîye baş, hînbûna Kitêba Pîroz tezeda destpêkir, û axiriyêda hate nixumandinê.—Ser jw.org, vê parêda “Rastiya Xwedê Jîyîna Meriya Diguhêze”, binihêre vîdêo, Alêksandr û Dorîna Vêkar: “Hezkirin Sebir Dike û Qenc e”.

13. Em ça dikarin nîşan kin ku em him Yehowa him malbeta xwe hez dikin?

13 Malbeta pêşin Yehowa saz kiribû, û ew dixwaze malbeta me bextewar be (Efesî 3:14, 15). Hergê em bi rastî dixwazin bextewar bin, em gerekê van tişta bikin, çi ku Yehowa dixwaze em bikin. Lema gava tu bona malbeta xwe xem dikî û hindava wanda bi hezkirin û qedir î, dudilî nebe wekî Yehowa qîmet dike qurbanên te, ku tu dikî, wekî wîra xizmet kî (Romayî 12:10).

KESÊN DIN HÊLAN KE KU EWANA MÎNA NEZÎRA BIN

14. Îlahî lazim e ku em bi giliya kê bişidînin?

14 Hemû xizmetkarên Yehowa gerekê hazir bin ku ji hezkirinê qurbana bikin. Carna ev yek nehêsa ye. Lê em çawa dikarin vê yekêda alî hevdu bikin? Bona vê yekê, lazim e ku em bi giliya hevdu hêlan kin (Îbo 16:5). Gelo civata teda hine xûşk-bira xîret dikin, wekî jîyîna xwe hê hêsa kin, seva bikaribin hê zêde xizmet kin? Tu zar û cahilên usa nas dikî, yên ku mektebêda bi mêrxasî piştgiriya rastiyê dikin? Yan jî, gelo tu hine xwendekarên Kitêba Pîroz yan xûşk-bira nas dikî, yên ku Yehowara amin dimînin, çaxê neferên wan miqabilî wan dertên? Çiqas ji destê te tê, bi gotinên xwe wana bişidîne û wanra bêje ku tu çiqas qîmet dikî mêrxasî û qurbanên wan ku ewana dikin (Filîmon 4, 5, 7).

15. Hine kes çawa alîkariyê didine xizmetkarên hertim?

15 Carna dibeke mecal çêdibe ku em alîkariyê bidine xizmetkarên hertim (Metelok 19:17; Îbranî 13:16). Şrî Lankayêda, xûşkeke emirda mezin dixwest vê yekê bike. Gava pênsiya wê zêde bû, ewê xwest alî du pêşengên cahil bike, wekî ewana bikaribin nava çetinayên êkonomîkîda xizmetiya xwe Yehowara berdewam kin. Lema ewê safî kir her meh bona xercên têlê alîkariyê bide wan. Rastî jî ev xûşk bona kirê xwe hêjayî paya ye!

16. Em dikarin ji Nezîriyê çi hîn bin?

16 Em dikarin ji mesela van meriva, yên ku bi rezedilî dibûne Nezîr, gelek dersa hîn bin! Lê sonda Nezîriyê, derheqa Bavê meyî ezmana jî hine tişt me hîn dike. Yehowa bawer e ku em bi dil û can dixwazin dilê wî şa kin, û hazir in qurbana jî bikin, seva ku xweyê sonda xwe bin. Ew bi dilovanî mecalê dide me ku em îzbat bikin, wekî em wî hez dikin (Metelok 23:15, 16; Markos 10:28-30; 1 Yûhenna 4:19). Nezîrtî dide kifşê ku Yehowa qîmet dike van qurbana ku em dikin, wekî jêra xizmet kin. Lema jî were çiqas ji destê me tê, em bona Yehowa bikin û dilê xweda safî kin, wekî em tu car xizmetiya xwe nedine sekinandinê!

PIRSÊN DUBAREKIRINÊ

  • Nezîr çi qurban dikirin û çawa mêrxasî didane kifşê?

  • Em çawa dikarin kesên din hêlan kin, wekî ewana mîna Nezîra bin?

  • Nezîrtî derheqa Yehowa çi mera eyan dike?

KILAMA 124 Timê Amin in

a Hine Îsraêlî aliyê Xwedêva dihatine bijartinê ku bibine Nezîr. Lê gelek jî ça tê kifşê xwexa bi rezedilî safî dikirin, wekî wextekê Nezîr bin.—Binihêre çargoşe bi navê “ Nezîrên ku ji Aliyê Yehowava Hatibûn Bijartinê”.

b Hine edebyetên meda Nezîr beramberî xizmetkarên hertim dibûn. Lê vê gotarêda, emê bivînin ku hemû xizmetkarên Yehowa çawa dikarin mîna Nezîra bin.

c Usa tê femkirinê ku bona xweykirina sonda xwe, îda ne lazim bû, wekî Nezîra borcdariyên zêde baniyana sêrî.

d Ser jw.org vê parêda “Serhatiyên ji Jîyîna Şedên Yehowa”, binihêre gotar bi navê “Me Safî kir Jîyîna Xwe Sivik kin”.

e ŞIROVEKIRINA ŞIKILA: Ji banê xanî, Nezîrek ji dûrva ser cinyazê merivê xwe dinihêre. Ji bo sonda xwe, ew nikare nêzîkî cinyazê be.