Here Naverokê

Here naverokê

Bi Dilxweşî û Sebir li Benda Yehowa Bimîne

Bi Dilxweşî û Sebir li Benda Yehowa Bimîne

BÊ GUMAN tu bi hesret li bendê yî ku Yehowa hemû xerabiyê tune bike û her tiştî nû bike (Peyxam 21:1-5). Lê belê, ji ber ku em rastî çetinahiyan tên, carinan ne hêsan e ku em bi sebir li benda Yehowa bimînin. Hêviya ku zû nayê cih dikare dilê me teng bike (Methelokên Silêman 13:12).

Dîsa jî, Yehowa dixwaze ku em bi sebir li bendê bimînin heta ku ew di wexta rast de bikeve hereketê. Gelo ew vê yekê çima ji me dixwaze? Çi dikare alî me bike ku em bi dilxweşî li benda Yehowa bimînin?

YEHOWA ÇIMA DIXWAZE KU EM LI BENDÊ BIMÎNIN?

Kitêba Pîroz dibêje: “Xudan disekine ku kerema xwe nîşanî we bide. Dîsa jî radibe ku rehma xwe nîşanî we bide. Çimkî Xudan, Xwedayê edaletê ye. Xwezî bi her kesê ku li benda wî ye” (Îşaya 30:18, Mizgînî). Ev gotinên Îşaya bi eslê xwe ji bo Cihûyên serhişk bûn (Îşaya 30:1). Lê di nav Cihûyan de, kesên dilsoz jî hebûn, û van gotinan hêvî dida wan. Ev gotin îro jî hêviyê didin xizmetkarên Yehowa yên dilsoz.

Madem ku Yehowa sebir dike, gerek em jî sebir bikin. Wî ji helakkirina vê sîstema xerab rojek tayîn kiriye, û ew li benda wê roj û saetê ye (Meta 24:36). Wê çaxê, derewên Îblîs, ên ku ew li ser Yehowa û xizmetkarên wî belav dike, wê bi temamî eşkere bibin. Yehowa wê Îblîs û alîgirên wî ji holê rake û “rehma xwe nîşanî [me] bide”.

Heta wê demê, Yehowa her zehmetiyê ji me dûr naxe, lê ew dibêje ku em dikarin bi dilxweşî li benda wî bimînin. Wek Îşaya Pêxember gotibû, wexta ku em bi hesret li benda tiştekî xweş dimînin, em dikarin dilxweş bin (Îşaya 30:18, Mizgînî). a Gelo em çawa dikarin dilxweş bimînin? Çar gav dikarin alî me bikin.

EM ÇAWA DIKARIN DILXWEŞ BIMÎNIN?

Bala xwe bide tiştên xweş. Dawid Padîşah di jiyana xwe de gelek tiştên xerab dîtibûn (Zebûr 37:35). Dîsa jî, wî got: “Li pêşiya XUDAN bi aramî hêvî bike û bi sebir bisekine!” (Zebûr 37:7, KP). Dawid bi xwe li gor vê şîretê hereket dikir û bala xwe dida hêviya xelasiyê. Wekî din, ew ji bo her qenciya ku wî ji Yehowa standibû şikirdar bû (Zebûr 40:5). Mîna wî, eger em bi zêdeyî bala xwe nedin problemên xwe, lê bala xwe bidin tiştên qenc, wê ji me re hêsantir be ku em li benda Yehowa bisekinin.

Her tim pesnê Yehowa bide. Nivîskarê Zebûr 71 – ê ku bi îhtimaleke mezin Dawid bû – ji Yehowa re wisa gotibû: “Belê ez hergav hêvîdar im, ji bo te pesindar û spasdar im” (Zebûr 71:14). Belê, Dawid dixwest ji kesên din re behsa Yehowa bike û bi kilaman pesnê Yehowa bide (Zebûr 71:16, 23). Wek Dawid, em jî dikarin bi dilxweşî li hêviya Yehowa bimînin. Gava em mizgîniyê belav dikin, ji heval û malbata xwe re behsa wî dikin û di civînan de kilaman dibêjin, em pesnê wî didin. Gava tu careke din kilameke me bibêjî, ka bala xwe bide peyvên kilamê û bifikire ka ew te çawa kêfxweş dikin.

Ji xwişk û birayan teşwîqê bistîne. Gava Dawid rastî tengasiyê hat, wî ji Yehowa re got: “Li pêş evdên te yên dilsoz, bi navê te hêvîdar im” (Zebûr 52:9). Em ne tenê li xizmetê yan li civînan, lê gava em bi hev re wextê derbas dikin jî ji hevdû teşwîqê distînin (Romayî 1:11, 12).

Hêviya xwe xurt bike. Zebûr 62:5 dibêje: “Ey canê min, tu tenê bi aramî Xwedê bipê, çimkî hêviya min ew e.” Bi xisûsî, eger dawiya vê sîstema xerab li wexta ku em dixwazin hê nehatibe, gerek em bawerî û hêviya xwe hê jî xurttir bikin. Em çi qas li bendê bin jî, gerek em emîn bin ku sozên Yehowa wê bên cih. Em dikarin hêviya xwe bi destê lêkolîna Kitêba Pîroz xurttir bikin. Mesela, em dikarin li ser vê bifikirin ku Yehowa ji berê ve çi gotibû û gotinên wî çawa hatin cih. Yan jî, em dikarin bala xwe bidinê ku gotinên nivîskarên Kitêba Pîroz çawa hev digirin û Yehowa di heqê xwe de çi eşkere kiriye (Zebûr 1:2, 3). Wekî din, gerek em bi dewamî “bi Ruhê Pîroz dua bikin”, da ku em dostaniya xwe ya bi Yehowa re qewî bikin heta ku soza wî ya li ser jiyana herheyî bê cih (Cihûda 20, 21).

Mîna Dawid Padîşah, Yehowa kesên ku li benda wî ne dibîne û ji wan hez dike (Zebûr 33:18, 22). Loma, her gav bala xwe bide tiştên xweş, pesnê Yehowa bide, ji xwişk û birayan teşwîqê bistîne û hêviya xwe xurt bike. Bi vî awayî tu dikarî bi sebir li benda Yehowa bisekinî.

a Peyva Îbranî, ya ku wek “disekine” hatiye tercûmekirin, dikare bê maneya “bi hesret e yan li bendê ye ku tiştek biqewime”. Ev yek nîşan dide ku normal e ku em bi hesreta wê rojê ne ku Yehowa me ji kul û derdan xelas bike.