Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Bi Şabûn û Sebir Hîviya Yehowa be

Bi Şabûn û Sebir Hîviya Yehowa be

BÊ ŞIK tu bi hizret hîviyê yî, ku Yehowa hemû xirabiyê bide hildanê û her tiştî tezeda bike (Eyantî 21:1-5). Lê çimkî em rastî çetinaya tên, carna hêsa nîne wekî bi sebir hîviya Yehowa bin. Gumana ku zû nayê sêrî, dikare me dilteng ke (Metelok 13:12).

Dîsa jî, Yehowa dixwaze ku em bi sebir hîviyê bin, heta ku Ew wedê kifşkirîda her tiştî rast ke. Gelo Yehowa çira dixwaze em bi sebir hîviya wî bin? Çi dikare alî me bike, ku em bi şabûn hîviya Yehowa bin?

YEHOWA ÇIRA DIXWAZE, WEKÎ EM HÎVIYÊ BIN?

Kitêba Pîroz dibêje: “Xudan disekine ku kerema xwe nîşanî we bide. Dîsa jî radibe ku rema xwe nîşanî we bide. Çimkî Xudan, Xwedayê edaletê [heqiyê] ye. Xwezî bi her kesê ku li benda [hîviya] wî ye” (Îşaya 30:18, ÎM). Ev gotinên Îşaya pêşiyê bona Cihûyên serhişk bûn (Îşaya 30:1). Lê nav wan Cihûyada, yên amin jî hebûn, û van gotina guman dida wan. Ev gotin îro jî gumanê didine xizmetkarên Yehowaye amin.

Belê, em gerekê bi sebir hîviyê bin, çimkî Yehowa xwexa jî bi sebir hîviyê ye. Ewî bona qirkirina vê dinya xirab roj kifş kiriye, û ew hîviya vê roj û sihetê ye (Metta 24:36). Wî çaxî, wê bi temamî eşkere be, wekî buxdanên Mîrê-cina, ku ewî avîte Yehowa û xizmetkarên wî, derew bûn. Yehowa wê Mîrê-cina û piştgirên wî qir ke û “rema xwe nîşanî [me] bide”.

Heta wê demê, Yehowa hemû tengasiya ji me dûr naxe, lê ew dibêje ku em dikarin bi şabûn hîviya wî bin. Çawa Îşaya pêxember gotibû, gava em bi hizret hîviya tiştekî baş in, em dikarin bextewar bin (Îşaya 30:18, ÎM) a. Gelo em çawa dikarin vê şabûnê bistînin? Vê yekêda çar gav dikarin alî me bikin.

EM ÇAWA DIKARIN BEXTEWAR BIMÎNIN?

Dîna xwe bide tiştên baş. Dawid Padşa jîyîna xweda gelek tiştên xirab dîtibûn (Zebûr 37:35). Dîsa jî, ewî got: “Li ber Xudan berbihêr be û hîvîya Wî be, bîna xwe wî merivî teng neke ku jêra li hev tê û wî merivê ku digihîje meremê xirab” (Zebûr 37:7). Dawid xwexa li gora vê şîretê dijît û gumana xwe unda nedikir ku Xwedê wê wî xilaz ke. Usa jî, ew bona her qenciya ku ewî ji Yehowa standibû, razî bû (Zebûr 40:5). Hergê em jî mîna wî zef dîna xwe nedin problêmên xwe, lê dîna xwe bidin tiştên baş, wê mera diha hêsa be hîviya Yehowa bin.

Her tim pesinê Yehowa bide. Nivîskarê Zebûra 71, yê ku diqewime Dawid bû, Yehowara usa gotibû: “Gumana minê timê Tu bî, ezê pesindarî û şikirdarîyê Te zêde kim” (Zebûr 71:14). Belê, Dawid dixwest merivara derheqa Yehowa gilî ke û bi kilama pesinê Yehowa bide (Zebûr 71:16, 23). Em jî mîna Dawid, dikarin bi şabûn hîviya Yehowa bin. Gava em xizmet dikin, heval û neferên xwera derheqa wî gilî dikin û civatêda kilama distirên, em pesinê wî didin. Çaxê tu careke din kilameke me bistirêyî, dîna xwe bide xeberên kilamê û bifikire hela ew ça hêlanê didine te.

Ji xûşk-bira hêlanê bistîne. Gava Dawid tengasiyada bû, ewî Yehowara got: “Ber aminên Te bikim dengî navê Te” (Zebûr 52:9). Em ne tenê wedê xizmetiyê yan civata, lê gava em tevayî wede derbaz dikin jî ji hevdu hêlanê distînin (Romayî 1:11, 12).

Gumana xwe qewî ke. Zebûr 62:5 dibêje: “Ez tenê ker û lal hîvîya Xwedê me, çimkî gumana min ji Wî ye”. Gerekê em bawerî û hêviya xwe hê diha qewî kin, îlahî hergê xilaziya vê dinya xirab usa zû nayê ça em dixwazin. Em çiqas hîviyê bin jî, gerekê em dudilî nebin, ku sozên Yehowa wê bêne sêrî. Em dikarin gumana xwe bi saya lêkolîna Kitêba Pîroz diha qewî kin. Mesele, em dikarin ser vê yekê bifikirin, ku Yehowa berêda çi gotibû û gotinên wî çawa hatine sêrî. Yan jî, em dikarin dîna xwe bidinê ku gotinên nivîskarên Kitêba Pîroz çawa hev digirin û Yehowa derheqa xwe çi eşkere kiriye (Zebûr 1:2, 3). Usa jî, gerekê em berdewam kin “bi ruhê pîroz dua bikin”, wekî em dostiya xwe tevî Yehowa qewî kin, heta ku sozê wî derheqa jîyîna heta-hetayê bê sêrî (Cihûda 20, 21).

Mîna Dawid Padşa, dudilî nebe ku Yehowa wan meriva divîne û hez dike, yên ku hîviya wî ne (Zebûr 33:18, 22). Lema jî her gav dîna xwe bide tiştên baş, pesinê Yehowa bide, ji xûşk û bira hêlanê bistîne û hêviya xweye qîmet qewî ke. Bi vî awayî, tu dikarî bi sebir hîviya Yehowa bî.

a Xebera Îbranî, ya ku hatiye welgerandinê “hîviyê bûn”, dikare usa jî bê hesabê “bi hizret hîviya tiştekî bin”. Ev yek nîşan dike wekî normal e, ku em hizreta vê rojê ne, kengê Yehowa me ji kul-derda xilaz ke.