Here Naverokê

Here naverokê

Du Endamên Nû yên Koma Rêberiyê

Du Endamên Nû yên Koma Rêberiyê

ROJA ÇARŞEMÊ, 18 Çile 2023, li ser jw.org îlaneke xisûsî hat weşandin. Li gor vê îlanê, birayên me Gage Fleegle û Jeffrey Winder wek endamên Koma Rêberiyê ya Şahidên Yehowa hatine tayînkirin. Her du birayan bi gelek salan bi dilsozî ji Yehowa re xizmet kiriye.

Gage Fleegle û xanima wî Nadia

Birayê Gage li eyaleta Pennsylvaniayê (DYA), di malbateke Şahidên Yehowa de mezin bûye. Gava ew ciwan bû, malbata wî mala xwe bar kir û çû bajarekî biçûk, ê ku hewceyî mizgînvanan bû. Demeke kin piştî vê, 20 Mijdar 1988, ew vaftîz bû.

Dê û bavê wî ew her tim ji bo xizmeta tamrojî teşwîq dikir. Wan gelek caran çavdêrên herêmê û Beytelvan li mala xwe dikirin mêvan, û birayê Gage didît ku ew mirovên çi qas dilxweş in. Wexteke kin piştî ku ew hatibû vaftîzkirin, 1 Îlon 1989 birayê Gage bû pêşengê daîmî. Du sal bi şûn de, meha Cotmehê ya sala 1991ê, wî dest bi xizmeta li Beytelê kir û bi vî awayî gihîşt hedefeke ku wî ji xwe re danîbû gava ew hê 12 salî bû.

Li Beytelê, birayê me 8 sal li Cîldxaneyê xebitî. Paşê, ew derbasî Departmana Xizmetê bû. Wê demê, wî çend sal li civateke bi zimanê Rûsî xizmet kir. Sala 2006an, ew bi xwişkeke bi navê Nadia zewicî, û ew jî ket Beytelê. Bi hev re, wan hem li deşta Portekîzî hem jî bi zêdetirî 10 salan li deşta Spanî xizmet kiriye. Piştî ku birayê Gage gelek sal li Departmana Xizmetê kar kiribû, ew hat şandin Ofîsa Komîteya Hînkirinê û paşê jî Ofîsa Komîteya Xizmetê. Sala 2022yan, meha Adarê, ew wek alîkarekî Komîteya Xizmetê ya Koma Rêberiyê hat tayînkirin.

Jeffrey Winder û xanima wî Angela

Birayê me Jeffrey Winder li bajarê Murrietayê (Kalîforniya, DYA) mezin bûye. Dê û bavê wî Şahidên Yehowa bûn, û 29 Adar 1986 ew vaftîz bû. Mehek bi şûn de, ew bû pêşengê alîkar. Wî ji vê xizmetê ew qas kêf distand ku wî dixwest dewam bike. Piştî ku wî çend meh wek pêşengê alîkar xizmet kiribû, ew di 1ê Cotmeha 1986an de bû pêşengê daîmî.

Rojekê, gava birayê Jeffrey hê ciwan bû, ew çû ziyareta du birayên xwe yên mezin, ên ku wê demê li Beytelê xizmet dikir. Bi saya vê ziyaretê, wî êdî ji xwe re kir hedef ku li Beytelê xizmet bike. Sala 1990yî, meha Gulanê, ew ji bo xizmeta li Beytela Wallkillê hat dawetkirin.

Li Beytelê, ew li gelek departmanan dixebitî, mesela li Departmana Paqijkirinê, Departmana Cotkariyê û Ofîsa Beytelê. Sala 1997an, ew bi xwişkeke bi navê Angela zewicî, û ji wê demê û pê ve, ew bi hev re li Beytelê xizmet dikin. Sala 2014an, ew derbasî Warwickê bûn. Li wê derê, birayê Jeffrey di karê avakirina merkeza cîhanî de xebitî. Sala 2016an, ew çûn Merkeza Perwerdekirinê ya li Pattersonê. Li wê derê, birayê me di Xizmetên Deng/Vîdeoyê de xebitî. Çar sal bi şûn de, ew dîsa derbasî Warwickê bûn, û birayê me hat şandin Ofîsa Komîteya Personelê. Sala 2022yan, meha Adarê, ew wek alîkarê Komîteya Personelê ya Koma Rêberiyê hat tayînkirin.

Bila Yehowa bereketa xwe bide van birayên hêja, yên ku bi dil û can di îşê Hukimdariya Xwedê de dixebitin û ji bo me wek ‘diyariyên’ ji Xwedê ne (Efesî 4:8).