Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Du Endemên Teze yên Koma Rêberiyê

Du Endemên Teze yên Koma Rêberiyê

ROJA Çarşemê, 18 Çileyê, sala 2023, ser jw.org elametiya mexsûs hate derxistinê. Elametî ev bû, ku birên me Gêyc Flîgil û Cêfrî Wîndêr ça endemên Koma Rêberiyêye Şedên Yehowa hatine kifşkirinê. Her du bira jî gelek sala bi aminî Yehowara xizmet dikin.

Gêyc Flîgil û jina wî Nadîa

Birê Gêyc Pensîlvanyayêda (Dewletên Yekbûyî), malbeteke Şedên Yehowada mezin bûye. Gava ew cahil bû, malbeta wî derbazî bajarekî biçûk bû, kîderê hewcetiya mizgînvana hebû. Demeke kin paşî vê yekê, 20 Mijdarê, sala 1988, ew hate nixumandinê.

Dê-bavê wî timê bona xizmetiya hertim wî hêlan dikirin. Wana gelek car berpirsiyarên mihalê û Beytelvan teglîfî mala xwe dikirin, û birê Gêyc didît ku ewana çiqas bextewar in. Birê Gêyc wexteke kin paşî nixumandina xwe, 1 Îlonê, sala 1989 bû pêşengê hertim. Du sal şûnda, meha Cotmehê, sala 1991, ewî destpêkir Beytelêda xizmet ke û bi vî awayî gihîşte nêteke xwe, kîjan ku 12 saliya xweda dabû pêşiya xwe.

Beytelêda, birê me 8 sala îdara pêçandina kitêbada xebitî. Paşê, ew derbazî Îdara Xizmetiyê bû. Wê demê, ewî çend sala civateke bi zimanê Ûrisîda xizmet kir. Sala 2006-da, ewî xûşkeke bi navê Nadîa stand, û her du jî Beytelêda xizmet dikirin. Wana tevayî him li deşta Portûgalî him jî 10 sala zêdetir li deşta Îspanîda xizmet kirine. Paşî ku birê Gêyc gelek sal Îdara Xizmetiyêda bû, ew hate kifşkirinê Ofîsa Komîtêya Hînkirinêda û paşê jî Ofîsa Komîtêya Xizmetiyêda. Sala 2022, meha Adarê, ew ça alîkarçiyê Komîtêya Xizmetiyê ya Koma Rêberiyê hate kifşkirinê.

Cêfrî Wîndêr û jina wî Ancêla

Birê me Cêfrî Wîndêr bajarê Mûrryêtayêda (Kalîfornya, Dewletên Yekbûyî) mezin bûye. Dê-bavê wî Şedên Yehowa bûn, û 29 Adarê, sala 1986 ew hate nixumandinê. Mehek şûnda, ew bû pêşengê komekdar. Ewî ji vê xizmetiyê haqas şabûn distand ku dixwest berdewam ke. Ewî çend meha ça pêşengê komekdar xizmet kir, û paşê 1 Cotmehê, sala 1986 bû pêşengê hertim.

Rojekê, gava birê Cêfrî hê cahil bû, ew çû teseliya du birên xweyî mezin bike, yên ku hingê Beytelêda xizmet dikirin. Bi saya vê teseliyê, ewî îda xwera kire nêt, wekî Beytelêda xizmet ke. Sala 1990, meha Gulanê, bona xizmetiya li Beytela Wolkîlê hate teglîfkirinê.

Beytelêda, ew gelek îdarada dixebitî, mesele Îdara Temizkirinêda, Îdara Karxanêda û Biyûroya Beytelêda. Sala 1997, ewî xûşkeke bi navê Ancêla stand, û heta îro ewana tevayî Beytelêda xizmet dikin. Sala 2014, ewana derbazî Worwîkê bûn. Wêderê, birê Cêfrî şixulê avakirina ofîsa serekeda xebitî. Sala 2016, ewana çûn Patêrsonê, kîderê mektebên teşkîleta me derbaz dibin. Wêderê, birê me xizmet dikir Îdara Aûdîo/Vîdêoyêda. Çar sal şûnda, ewana dîsa derbazî Worwîkê bûn, û birê me hate kifşkirinê Ofîsa Komîtêya Kifşkirina Endemada. Sala 2022, meha Adarê, ew ça alîkarçiyê Komîtêya Kifşkirina Endema ya Koma Rêberiyê hate kifşkirinê.

Bira Yehowa kerema xwe bide van birên hêja, yên ku bi dil û can şixulê Padşatiya Xwedêda dixebitin û bona me ça “pêşkêş” in ji Xwedê (Efesî 4:8).