Here Naverokê

Here naverokê

Pirsên Xwendevanan

Pirsên Xwendevanan

Li gor Kitêba Pîroz, gelo Yehowa dizane ku di pêşerojê de çi wê biqewime?

Kitêba Pîroz dibêje ku qudreta Yehowa heye ku tiştên ku wê di pêşerojê de biqewimin ji berê ve bizane (Îşaya 45:21). Lê belê, Kitêba Pîroz nabêje ku ew vê qudretê kengê, çawa û çi qas bi kar tîne. Loma, em di heqê vê qudretê de her tiştî nizanin. Dîsa jî, ka van nuqteyan bîne ber çavê xwe:

Ji xeynî sînorên ku Yehowa ji xwe re datîne, sînorên qudreta wî tune ne. Bi saya hîkmeta wî ya bêhesab, helbet qudreta wî heye ku her tiştî ji berê ve bizane (Romayî 11:33). Lê ji ber ku Yehowa ji aliyê xwegirtinê ve bêqisûr e, ew dikare xwe bigire û qerarê bide ku hin tiştan nizanibe (li Îşaya 42:14 jî binêre).

Yehowa daxwaza xwe pêk tîne. Gelo ev yek çawa bi qudreta wî ve girêdayî ye ku pêşerojê ji berê ve bizane? Îşaya 46:10 wisa dibêje: “Yê ku dawiyê ji pêşiyê ve û tiştên ku hîn nebûne ji berê ve dighîne; bi gotina: Dê şîreta min bisekine û ez ê hemû miradê xwe bînim cih.”

Ji ber ku qudreta Yehowa heye ku daxwaza xwe pêk bîne, ew dikare bizane ku çi wê biqewime. Mirov carinan li dawiya fîlmekî temaşe dikin, da ku ji berê ve bibînin ku li dawiyê çi wê biqewime. Ne lazim e ku Yehowa wisa bike, da ku bizane ka di pêşerojê de çi wê biqewime. Ew dikare qerarê bide ku gerek tiştek di wexteke tayînkirî de biqewime, û gava wext tê, ew dikare vî tiştî pêk bîne (2. Mûsa 9:5, 6; Meta 24:36; Karên Şandiyan 17:31).

Ji ber vê yekê, Kitêba Pîroz bi gotinên wek “hazir kir”, “çêkir” û “ji xwe re kir armanc” nîşan dide ku Yehowa çawa li ser hin bûyerên pêşerojê tesîr dike (2. Qiralan 19:25, NWT; Îşaya 46:11, NWT). Ev gotin bi peyveke Îbranî ve, ya ku tê maneya “pîrot”, girêdayî ne (Yêremya 18:4). Çawa ku pîrotekî hunermend dikare şekil bide heriyê, da ku vazoyeke xweşik çêke, Yehowa jî dikare şekil bide bûyeran, da ku daxwaza wî pêk bîne (Efesî 1:11).

Yehowa qedrê îradeya azad digire. Ew qedera her kesî ji berê ve li ser eniya wan nanivîse. Wekî din, ew nabe sebeb ku kesên dilpak guneh bikin û bên helakkirin. Ew îznê dide ku her kes rêya xwe hilbijêre, lê ew ji wan rica dike ku bila ew rêya rast hilbijêrin.

Ka bala xwe bide van du mîsalan: Mîsala yekê di heqê xelkê Nînewayê de ye. Yehowa ji berê ve gotibû ku ji ber xerabiya wan, ewê vî bajarî wêran bike. Lê gava xelkê Nînewayê tobe kir, Yehowa “fikra xwe guhert“ û “tiştê ku soz dabû bîne serê wan, nekir” (Ûnis 3:1-10, Mizgînî). Belê, gava xelkê Nînewayê bi îradeya xwe ya azad guh da xebera Yehowa û tobe kir, Yehowa fikra xwe guhert û fermana xwe rakir.

Mîsala diduyan di heqê padîşahekî Farisan ê bi navê Koreş de ye. Kitêba Pîroz ji berê ve gotibû ku ewê Cihûyên sirgûnkirî serbest bihêle û emir bide ku ew îbadetgeha Yehowa ji nû ve ava bikin (Îşaya 44:26–45:4). Gotinên Yehowa bi destê Koreş Padîşah hatin cih (Esra 1:1-4). Lê dîsa jî, Koreş dest bi îbadeta Yehowa nekir. Rast e, Yehowa gotinên xwe bi destê Koreş anîn cih, lê wî li ser îradeya wî ya azad tesîr nekir, lê îzin da ku ew xwe bi xwe qerarê bide ku ji kê re îbadetê bike (Methelokên Silêman 21:1).

Faktorên ku Yehowa tîne ber çavê xwe gava ew ji berê ve dibêje ku çi wê biqewime, helbet ne tenê ev in. Lê belê, ji ber ku em tenê însan in, em nikarin fikir û kirinên Yehowa bi temamî fehm bikin (Îşaya 55:8, 9). Dîsa jî, tiştên ku Yehowa di Kitêba Pîroz de nîşanî me dane baweriya me xurttir dikin ku ewê her tim ya rast bike!