Te Ev Yek Dizanibû?
Kitêba Pîroz çima hin gotinên xwe dubare dike?
NIVÎSKARÊN Kitêba Pîroz hin gotin peyv bi peyv dubare dikirin. Gelo çima? Ka bala xwe bide van sê sebebên muhtemel:
Kengê hat nivîsandin? Di demên berê de, destnivîsên Qanûna Mûsa di destê gelek Îsraîliyan de tune bûn. Wexta ku milet li ber konê îbadetê top dibû, Qanûn dihat xwendin, û piraniya mirovan gotinên Qanûnê ancax wê demê dibihîstin (5. Mûsa 31:10-12). Gava ew di nav xelkê de bi saetan li ser piyan disekinîn, belkî ji wan re ne hêsan bû ku ew rind guh bidin (Nehemya 8:2, 3, 7). Di wextên wisa de, dubarekirina fikrên muhîm alî guhdaran dikir ku ew ayetan di bîra xwe de xwedî bikin û li gor wan hereket bikin. Dubarekirina hin peyvan alî wan dikir ku ew qanûnên Yehowa ji bîr nekin (3. Mûsa 18:4-22; 5. Mûsa 5:1).
Çawa hat nivîsandin? Hin qismên Kitêba Pîroz wek kilam hatine nivîsandin, mesela Zebûr, Helbesta Helbestan û Lawijên Yêremya. Di hin kilaman de dîsgotin hene, yên ku fikrên sereke dubare dikin û alî guhdaran dikin ku ew gotinên kilamê ezber bikin. Mesela, bala xwe bide gotinên Zebûr 115:9-11: “Ey Îsraêl, bi Xudan ewle be, ew alîkar û mertalê we ye! Ey mala Harûn, bi Xudan ewle bin, ew e, alîkar û mertalê we! Ey yên ku ji Xudan ditirsin, bi Xudan ewle bin, ew e, alîkar û mertalê we!” Bi saya dubarekirina hin gotinan, fikrên kilamê bi hêsanî digihîştin hiş û dilê kilambêjan.
Çima hat nivîsandin? Nivîskarên Kitêba Pîroz carinan gotinên muhîm dubare dikirin. Mesela, Yehowa ji Îsraîliyan re got ku gerek ew xwînê nexwin, û wî sebebên vê qanûnê bi navgîniya Mûsa çend caran dubare kirin. Yehowa dixwest ku xelk rind fehm bike ku xwîn jiyanê temsîl dike (3. Mûsa 17:11, 14). Çend sedsal bi şûn de, gava şandiyên Îsa Mesîh û rîspiyên li Orşelîmê behsa tiştên ku li Xwedê xweş nayên kirin, wan dîsa got ku gerek em xwe ji xwînê dûr bigirin (Karên Şandiyan 15:20, 29).
Lê belê, Yehowa nedixwest ku dubarekirina hin ayet û gotinan bibe adetek. Mesela, Îsa Mesîh got: “Di duayên xwe de eynî peyvan dîsa û dîsa dubare nekin” (Meta 6:7, NWT). Paşê, wî zelal kir ku em dikarin ji bo çi dua bikin (Meta 6:9-13). Loma, gerek em di duayên xwe de her gav eynî peyvan bi kar neynin, lê em helbet dikarin behsa eynî mijaran bikin (Meta 7:7-11).
Sebebên baş hene ku di Kitêba Pîroz de hin gotin tên dubarekirin. Yehowa bi vî awayî rêberiya me dike, û ev her tim ji bo feydeya me ye (Îşaya 48:17, 18).