Here Naverokê

Here naverokê

TEWSIYEYÊN JI BO LÊKOLÎNÊ

Cewherên Ruhî Bibîne û ji Wan Feydeyê Bistîne

Cewherên Ruhî Bibîne û ji Wan Feydeyê Bistîne

Wexta ku tu Kitêba Pîroz dixwînî, li cewherên ruhî bigere. Gelo tu çawa dikarî ji vê lêgerînê zêdetir feydeyê bistînî?

Kûr bikole: Qismê ku tu dixwînî hûr û kûr lêkolîn bike. Mesela, binêre ka kê ev qisim nivîsand, ji bo kê û kengê. Pê derxe ku wê demê hal çawa bû û fehm bike ku berê û paşê çi qewimî.

Dersan bistîne: Li ser pirsên wisa bifikire: Kesên ku ev qisim behsa wan dike çi hîs dikir? Xisûsiyetên wan çi bûn? Çima lazim e ku ez xisûsiyetên wan ji xwe re bikim emsal yan ji wan birevim?

Bi kar bîne: Li gor tiştên ku tu hîn bûyî hereket bike, mesela li xizmetê yan di karên din de. Gava tu wisa dikî, tu nîşan didî ku hîkmeta Xwedê ketiye dilê te (Zebûr 107:43).

  • Tewsiye: Bala xwe bidê ku para Xezîneyên Kitêba Pîroz a Civîna Jiyan û Xizmetê çawa alî me dike ku em li gor tiştên ku em hîn dibin, hereket bikin. Di vê parê de, gelek caran pirsên ku em dikarin ji xwe bipirsin, nuqteyên ku em dikarin li ser wan kûr bifikirin û mîsalên ku em dikarin lêkolîn bikin hene.