Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

RÊBERÎ BONA LÊKOLÎNÊ

Xiznên Ruhanî Bivîne û ji Wana Karê Bistîne

Xiznên Ruhanî Bivîne û ji Wana Karê Bistîne

Gava tu Kitêba Pîroz dixûnî, xiznên ruhanî bigere. Gelo tu çawa dikarî ji vê lêgerînê hê zêde karê bistînî?

Kûr lêkolîn ke: Parekê ku tu dixûnî kûr lêkolîn bike. Mesele, binihêre hela kê ev par nivîsî, bona kê û kengê hatiye nivîsarê. Têderxe ku wê demê hal çawa bû û fem ke ku pêşiyê û paşê çi qewimî.

Dersa hîn be: Ser pirsên usa bifikire: “Çi ser xwe texmîn dikirin, van meriva derheqa kê jî ez dixûnim? Kîjan hunurên wan hebûn? Çima lazim e ku ez van hunura cem xwe pêşda bînim, yan jî xwe dûr bigirim?”

Van dersa bide xebatê: Tiştên ku tu hîn bûyî bide xebatê, mesele xizmetiyêda yan şixulên dinda. Gava tu usa dikî, tu nîşan dikî wekî bîlaniya Xwedê gihîştiye dilê te (Zebûr 107:43).

  • Şîret: Dîna xwe bidê ku para xiznên Kitêba Pîroz ya Fikirên Qîmet ji Xebera Xwedê çawa alî me dike, wekî em tiştên ku em hîn dibin, bidine xebatê. Vê parêda, gelek cara pirsên ku em dikarin ji xwe bipirsin, fikirên ku em dikarin ser wan kûr bifikirin û meselên ku em dikarin lêkolîn bikin hene.