Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 16

KILAMA 64 Eşq û Şa Kar Bikin Şixulê Nandirûnêda

Em Ça Dikarin ji Xizmetiyê Diha Zêde Şabûnê Bistînin?

Em Ça Dikarin ji Xizmetiyê Diha Zêde Şabûnê Bistînin?

“Bi şabûnê Xudan bihebînin” (ZEBÛR 100:2).

VÊ GOTARÊDA

Wê bê şêwirkirinê, ku em ça dikarin xizmetiyêda şabûna xwe zêde kin.

1. Hine xizmetkarara çira çetin e herin xizmetiyê? (Binihêre usa jî şikil.)

 ÇA XIZMETKARÊN Yehowa, em mizgîniyê bela dikin, çimkî em Yehowa hez dikin û dixwazin alî meriva bikin, wekî ewana jî wî nas kin. Gelek mizgînvan bi rastî şixulê belakirina mizgîniyê hez dikin. Lê hine kes haqas ji vê yekê şabûnê nastînin. Gelo çira? Hine meriv gelek şermoke ne û difikirin ku ewana nikarin baş hîn kin. Hine kes jî xwe nerihet texmîn dikin, gava diçine mal bi mal. Hinek naxwazin meriva eciz bikin. Hinek jî naxwazin, ku ji bo mizgîniyê kesên din nerihet xwe texmîn kin. Hemikî xûşk-birên me gelekî Yehowa hez dikin, lê dîsa jî bona wan hêsa nîne, ku tevî merivên nenas derheqa mizgîniyê xeber din. Lê ewana zanin, ku ev şixulekî ferz e, lema jî timê xizmet dikin. Bê şik, ev yek dilê Yehowa gelek şa dike!

Gelo tu ji belakirina mizgîniyê şabûnê distînî? (Binihêre abzasa 1)


2. Hergê tu carna ji xizmetiyê şabûnê nastînî, çira tu gerekê ber xwe nekevî?

2 Hergê tu carna ji xizmetiyê şabûnê nastînî, ber xwe nekeve. Diqewime menî ev e, ku tu yekî milûk î û naxwazî bi zêdeyî dîna kesên din bikişînî ser xwe. Usa jî, diqewime tu naxwazî kesên din dilteng kî, yan jî meriva eciz kî. Bavê teyî ezmana hestên te rind fem dike û dixwaze alî te bike (Îşaya 41:13). Vê gotarêda, emê dîna xwe bidine pênc dereca, ku ça hestên usa alt kin û xizmetiyêda şabûnê bistînin.

JI KITÊBA PÎROZ QEWATÊ BISTÎNE

3. Çi alî Yêremya pêxember dikir xebera Xwedê bela ke?

3 Berê jî, Xebera Xwedê qewat dida xizmetkarên wî, wekî ewana bikaribin cabdariyên xwe bînin sêrî. Mesele, Yêremya pêxember bide ber çevê xwe. Gava Yehowa wîra got, ku ew gerekê şedetiyê bide, ew tirsiya. Yêremya got: “Ez nizanim gotin bêjim; ji ber ku cahil im!” (Yêremya 1:6). Lê giliyên Yehowa wî qewî kirin. Ewî got: “Dilê minda bû mîna agirekî vêketî, . . . û ez ji bo xwegirtinê westiyam” (Yêremya 20:8, 9). Cabdariya Yêremya çiqas zor bû jî, giliyên Yehowa qewat didane wî, ku ew cabdariya xwe bîne sêrî.

4. Çira lazim e, ku em Kitêba Pîroz bixûnin û ser vê kûr bifikirin? (Kolosî 1:9, 10)

4 Em jî ji Xebera Xwedê qewatê distînin. Pawlosê şandî xûşk-birên ji bajarê Kolosîra nivîsî, ku ewana “zanebûna ruhanîva tijî bin”, çi ku wê alî wan bikira, usa bijîn “çawa layîqî Xudan e” û “qencîkirinêda xweyîber bin” (Bixûne Kolosî 1:9, 10). Belakirina mizgîniyê yek ji van şixulên qenc e. Lema jî, gava em Kitêba Pîroz dixûnin û ser vê kûr difikirin, baweriya me hindava Yehowa diha qewî dibe, û em diha baş fem dikin, ku Mizgîniya derheqa belakirina Padşatiya Xwedê çiqas ferz e.

5. Em ça dikarin ji xwendin û lêkolîna Kitêba Pîroz bi temamî karê bistînin?

5 Seva ku em ji Kitêba Pîroz bi temamî karê bistînin, em gerekê lez nekevin û bi hemdê xwe bixûnin, lêkolîn kin û kûr bifikirin. Hergê tera çetin be rêzekê fem bikî, vê rêzê sera-bera nexûne. Bi saya Îndêksa Edebiyeta Birca Qerewiliyê yan jî bi saya Rêberiya Lêkolînkirinê bona Şedên Yehowa, înformasiyayê derheqa vê rêzê bigere. Çiqas tu hûr bi hûr lêkolîna bikî, haqas tuyê îtbariya xwe rastiya ji Kitêba Pîroz bînî (1 Têsalonîkî 5:21). Û çiqas tu îtbariya xwe vê yekê bînî, haqas tuyê bi şabûnê derheqa vê yekê kesên dinra jî gilî kî.

XWE BONA XIZMETIYÊ HAZIR KE

6. Çira lazim e, ku em xwe bona xizmetiyê hazir kin?

6 Hergê tu xwe bona xizmetiyê hazir kî, tuyê îda netirsî ku tevî meriva xeber dî. Pêşiya ku Îsa şagirtên xwe şande xizmetiyê, ewî alî wan kir, ku ewana xwe bona vê yekê hazir kin (Lûqa 10:1-11). Wana li gora rêberiya wî hereket dikir û xwe bona xizmetiyê hazir dikirin, ewana pêşdaçûyî bûn û ji vê yekê şabûn distandin (Lûqa 10:17).

7. Em ça dikarin xwe bona xizmetiyê hazir kin? (Binihêre usa jî şikil.)

7 Gelo em ça dikarin xwe bona xizmetiyê hazir kin? Mesele, em dikarin pêşda bifikirin, ku ça mizgîniyê bi giliyên hêsa û tebiyetî bela kin. Usa jî em dikarin pêşda bifikirin, ku meriv wê çi bêjin, û çend caba bona vê yekê hazir kin. Paşê, çaxê em rastî meriva bên, em dikarin çawa heval, rihet û bi beşera xweş tevî wan xeber din.

Xwe bona xizmetiyê rind hazir ke (Binihêre abzasa 7)


8. Xizmetkarên Xwedê ça mîna derdanên herî ne?

8 Pawlosê şandî usa got: “Ev xizne nava me derdanên herîda heye” (2 Korintî 4:7). Şixulê belakirina derheqa Padşatiya Xwedê bi rastî jî xizne ye, çimkî bi saya vê yekê, meriv dikarin riya jîyînê bivînin (2 Korintî 4:1). Derdanên herî xizmetkarên Xwedê ne, yên ku mizgîniyê bela dikin. Rojên Pawlosda, hine tiştên qîmet, mesele xwarin, şerav û pere derdanên herîda cîguhastî dikirin. Mîna vê yekê, Yehowa mizgîniya qîmet tesmîlî me kiriye. Ew qewatê dide me, wekî em bikaribin vê mizgîniyê bi aminî bela kin.

JI YEHOWA MÊRXASIYÊ BIXWAZE

9. Seva ku em ji meriva netirsin, em gerekê çi bikin? (Binihêre usa jî şikil.)

9 Carna tirsa ber meriva ser me hukum dike. Gelo em ça dikarin evê tirsê ji dilê xwe derxin? Qirna yekêda, gava şandiyara hate gotinê, ku mizgîniyê bela nekin, ewana netirsiyan û şixulê belakirina mizgîniyê nedane sekinandinê, lê dewsê ji Yehowa alîkarî xwestin, wekî bi mêrxasî mizgîniyê bela kin. Yehowa derbêra caba duayê wan da (Karên Şandiya 4:18, 29, 31). Hergê em carna ji meriva bitirsin, em jî gerekê dua bikin. Em gerekê ji Yehowa alîkariyê bixwazin, ku em meriva hez bikin û bi mêrxasî mizgîniyê bela kin.

Ji Yehowa mêrxasiyê bixwaze (Binihêre abzasa 9)


10. Yehowa ça alî me dike? (Îşaya 43:10-12)

10 Yehowa me ça Şedên xwe bijartiye û soz daye, ku ewê alî me bike mêrxas bin (Bixûne Îşaya 43:10-12). Mesele, ew bi saya van çar tişta alî me dike: Ya yekê, firqî tune em mizgîniyê kîderê bela dikin, Îsa timê tevî me ye (Metta 28:18-20). Ya duda, Yehowa bi saya meleka alî me dike (Eyantî 14:6). Ya sisiya, Yehowa bi saya ruhê pîroz alî me dike, ku em van tişta bînin bîra xwe, çi ku em hîn bûne (Yûhenna 14:25, 26). Ya çara, Yehowa gelek xûşk-bira daye me. Belê, bi alîkariya Yehowa û xûşk-birên delal, emê bikaribin mêrxas bin û berdewam kin mizgîniyê bela kin.

BIKEVE HEYRA MERIVA Û NIHÊRANDINA POZÎTÎV XWEY KE

11. Em ça dikarin xizmetiyêda diha zêde meriva bivînin? (Binihêre usa jî şikil.)

11 Gava tu diçî xizmetiyê, lê gelek meriv malda nînin, gelo tu xemgîn dibî? Ji xwe bipirse: “Gelo meriv niha kîderê ne?” (Karên Şandiya 16:13). “Gelo ewana çûne xebatê yan jî çûne dikanê?” Derecên usada, gelo tu dikarî kûçêda xizmet kî, ku bikaribî diha zêde meriva bivînî? Birakî bi navê Coşûa dibêje: “Ez bazarada û li ciyên ku gelek meriv diçin tên, mecala divînim, ku mizgîniyê bela kim”. Usa jî, wedê xizmetiya mal bi mal, Coşûa û jina wî Brîcît, berê êvarê û Ledê nîvro diha zêde meriva divînin (Efesî 5:15, 16).

Mizgîniyê cûre-cûre wede û ciya bela ke (Binihêre abzasa 11)


12. Em ça dikarin têderxin hela çi merivara hewas e, yan jî ewana baweriya xwe çi tînin?

12 Hergê sêrîda hewasa meriv nayê guh bide mizgîniyê, têderxe hela çi wanra hewas e yan jî ewana baweriya xwe çi tînin. Coşûa û Brîcît bi alîkariya pirsên ser rûyê belavoka, xeberdanê destpêdikin. Mesele, çaxê ewana belavoka bi navê Çi Hûn Derheqa Kitêba Pîroz Dişirmîş Dibin? didine xebatê, ewana usa dibêjin: “Hine meriv hesab dikin wekî Kitêba Pîroz ji Xwedê ye, lê hinek jî na. Lê hûn ça difikirin?” Bi vê mêtodê, gelek car xeberdana hewas pêşda tê.

13. Hergê meriv guh nedine me, çira em dîsa jî digihîjine nêta xwe? (Metelok 27:11)

13 Hergê xizmetiyêda meriv guh nedine me, dîsa jî em digihîjine nêta xwe. Gelo çi cûreyî? Em xwestina Yehowa û Îsa tînin sêrî (Karên Şandiya 10:42). Hergê heçî zef meriv malê nîbin jî, yan jî mizgîniyê înkar kin, yeke em gerekê şabûna xwe unda nekin, çimkî em zanin, wekî Bavê meyî ezmana ji me razî ye (Bixûne Metelok 27:11).

14. Gava mizgînvanek tevî kesekî hînbûna Kitêba Pîroz destpêdike, çira em gişk şa dibin?

14 Usa jî, gava mizgînvanek tevî kesekî hînbûna Kitêba Pîroz destpêdike, em gişk jî şa dibin. Carekê, Birca Qerewiliyêda şixulê me hatibû beramberkirinê tevî vê yekê, gava zara undabûyî digerin. Gelek meriv hemû ciya zarê digerin. Gava zar tê dîtinê, ne tenê ev merivê ku wî dîtiye, lê her kes şa dibe. Mîna vê yekê, belakirina mizgîniyêda gelek meriv kar dikin. Seva ku mizgînî hemû ciya bê belakirinê, cefê her kesî gelek qîmet û kêrhatî ye, û gava kesek teze tê civîna, her kes şa dibe.

DÎNA XWE BIDÊ KU TU ÇIQAS YEHOWA Û MERIVA HEZ DIKÎ

15. Ça giliyên ji Metta 22:37-39 dikarin alî me bikin, ku em ji xizmetiyê diha zêde şabûnê bistînin? (Binihêre usa jî şikil.)

15 Seva ku em ji belakirina mizgîniyê diha zêde şabûnê bistînin, em gerekê dîna xwe bidinê, hela em çiqas Yehowa û meriva hez dikin (Bixûne Metta 22:37-39). Bide ber çevê xwe ku gava em mizgîniyê bela dikin Yehowa çiqas şa dibe. Usa jî gava meriv destpêdikin Kitêba Pîroz hîn bin, ewana jî gelek şa dibin. Merivên ku guh didine me û safî dikin Yehowara xizmet kin, dikarin heta-hetayê bijîn (Yûhenna 6:40; 1 Tîmotêyo 4:16).

Seva ku tu ji xizmetiyê diha zêde şabûnê bistînin, dîna xwe bidê, hela tu çiqas Yehowa û meriva hez dikî (Binihêre abzasa 15)


16. Hergê em nikarin ji malê derkevin, dîsa jî em ça dikarin ji xizmetiyê şabûnê bistînin?

16 Hergê menî heye ku tu nikarî ji malê derkevî, tu dîsa jî dikarî bidî kifşê, wekî tu Yehowa û meriva hez dikî. Were em dîna xwe bidine serhatiya Samûêl û Danîyayê. Wedê pandemiya COVID-19, ewana nikaribûn ji malê derketana. Lê wana berdewam dikir pê têlê xizmet kin, neme dinivîsîn û bi saya programa Zûmê hînbûnên Kitêba Pîroz derbaz dikirin. Usa jî Samûêl nexweşxanêda şedetî dida, kîderê ku wî ji kanserê qenc dikirin. Ew dibêje: “Ji bo çetinaya, meriv dikare fîzîkî, êmosiyalî û ruhanîda sist be. Lema jî em gerekê şabûnê bistînin, gava em Yehowara xizmet dikin”. Rojekê Danîya erdê ket û sê meha nikaribû rabe ser piya. Paşê jî, ew şeş meha kursiya seqetada bû. Danîya dibêje: “Çi ji destê min dihat, min dikir. Mesele, min şedetî dida alîkarçiya doxdirê, ku dihate bal min û wan merivara, yên ku tişt dianîne mala min. Usa jî min tevî jinikekê xeber da, ya ku ji kompaniya mêdîsînayê bû”. Belê, çiqas jî derece îzin nedida ku Samûêl û Danîya haqas xizmet kin, çiqas ku dixwazin, yeke wan çi destê wan dihat, dikirin. Û ji vê yekê wana şabûneke mezin distand.

17. Em ça dikarin bi temamî ji vê gotarê karê bistînin?

17 Seva ku em ji vê gotarê bi temamî karê bistînin, were em wan pênc şîreta bidine xebatê. Mesele, xwarin bi saya çend tişta tê çêkirinê. Seva ku xwarin tem be, lazim e ku hemû tişt têda hebe. Mîna vê yekê, hergê em hemû şîreta bidine xebatê, emê diha zêde xizmetiyê hez bikin û ji vê şabûnê bistînin.

SEVA KU TU JI XIZMETIYÊ ŞABÛNÊ BISTÎNÎ, ÇIRA FERZ E KU TU . . .

  • xwe rind hazir kî?

  • ji Yehowa mêrxasiyê bixwazî?

  • dîna xwe bidî vê yekê, hela tu çiqas Yehowa û meriva hez dikî?

KILAMA 80 Were cem Yehowa û Rema Wî Bivîne