Here Naverokê

Here naverokê

SERPÊHATÎ

Kêmasiyên Min Qeweta Xwedê Xuya Kiriye

Kêmasiyên Min Qeweta Xwedê Xuya Kiriye

GAVA ez û jina min di sala 1985an de derbasî Kolombiyayê bûn, welat bi zordariyê ve tije bû. Hukûmetê li bajaran li hemberî kartelên narkotîkan û li ser çiyayan li hemberî gerîlayan şer dikir. Li derdora Medellínê, yanî li cihê ku me paşê xizmet dikir, li her derê xortên çekdar li kolanan digeriyan. Wan narkotîk difirotin, ji mirovan xerac distand û ji bo pere mirov dikuştin. Piraniya wan xortan zû dimirin. Me xwe wisa hîs dikir qey em li dinyayeke din dijîn.

Gelo em çima ji Fînlendayê çûn Amerîkaya Başûr? Bi salan, min çi ders standine?

CIWANIYA MIN LI FÎNLENDAYÊ

Ez di sala 1955an de hatim dinyayê. Du birayên min hene, û yê herî biçûk ez im. Ez li Fînlendaya başûr li ber behrê mezin bûm. Ev cih îro bajarê Vantaayê ye.

Çend sal berî ku ez hatim dinyayê, diya min wek Şahideke Yehowa vaftîz bû. Bavê min li hemberî rastiyê muxalefet dikir û îzin nedida ku diya min bi min û birayên min re Kitêba Pîroz lêkolîn bike û me bibe civînan. Ji ber vê yekê, gava bavê min ne li malê bû, wê hîndariyên esasî yên Kitêba Pîroz hînî me dikirin.

Di heft saliya xwe de min ji bo heqîqetê micadele dikir

Ji zaroktiya xwe ve, min guh dida Yehowa. Mesela, gava ez heft salî bûm, mamosteya min carekê ser min pir hêrs ket, çimkî min nexwest verilättyjä (krepa Fînî, ya ku bi xwînê tê çêkirin) bixwim. Bi destekî xwe, wê devê min bi zorê vekir, û bi destê din, wê hewl da ku parçeyekî krepê bike devê min, lê min çetel ji destê wê avêt.

Gava ez 12 salî bûm, bavê min wefat kir. Piştî mirina wî, ez êdî çûm civînan. Xwişk û birayên li civatê bi min eleqedar bûn, û vê yekê alî min kir ku ez nêzîktirî Yehowa bibim. Min Kitêba Pîroz her roj dixwend û weşanên me yên li ser Kitêba Pîroz bi xîret lêkolîn dikirin. Ji ber van adetên baş, di 8ê Tebaxa sala 1969an de, gava ez 14 salî bûm, ez hazir bûm ku vaftîz bibim.

Piştî xelasbûna mektebê, pir wext derbas nebû ku ez bûm pêşeng. Piştî çend hefteyan, min mala xwe bar kir û ez çûm bajarê Pielavesiyê, nêzîkî merkeza Fînlendayê, çimkî li wê derê mizgînvan kêm bûn.

Li Pielavesiyê, min keçikeke bi navê Sirkka nas kir. Min jê hez kir, çimkî ew dilnizm bû û ji Yehowa hez dikir. Wê bala kesên din nedikişand ser xwe, û ew nediket pey mal û milk. Me her duyan dixwest çi ji destê me tê bikin ku ji Yehowa re xizmet bikin, û em hazir bûn ku her îşê ku ji me re bê dayîn bikin. Di 23yê Adara sala 1974an de, em zewicîn. Piştî dawetê, li şûna ku em herin tatîlê, em çûn bajarê Karttulayê, çimkî li wê derê mizgînvanên Padîşahiyê hê jî kêmtir bûn.

Mala ku me li Kurttulayê (Fînlenda) bi kirê girtibû

YEHOWA LI ME XWEDÎ DERDIKET

Erebeya ku birayê min dabû me

Ji destpêka zewaca me ve, Yehowa nîşanî me da ku eger em ji her tiştî zêdetir li Hukimdariya wî bigerin, ewê li me xwedî derkeve (Meta 6:33). Mesela, li Karttulayê, erebeya me tune bû, û em bi bisîkletê diçûn û dihatin. Lê belê, li wê derê zivistan gelekî sar bû. Ji ber vê yekê, ji bo xizmetê ji me re erebeyek lazim bû, lê pereyê me tune bû ku em erebeyekê bikirin.

Rojekê, birayê minî mezin hat mala me, û wî erebeya xwe pêşkêşî me kir. Mesrefa sîgortayê jixwe hatibû dayîn. Tenê lazim bû ku em benzînê bikirin. Ji wê rojê û pê ve, em êdî xwediyê erebeyekê bûn.

Madem ku Yehowa ji aliyê madî ve ew qas li me xwedî derdiket, me fehm kir ku gerek em jî mesûliyeta xwe bînin cih û ji her tiştî zêdetir bala xwe bidin karê Hukimdariya wî.

MEKTEBA GÎLEADÊ

1978: Kursa Xizmeta Pêşengiyê

Di sala 1978an de, gava em li Kursa Xizmeta Pêşengiyê bûn, mamosteyê me Raimo Kuokkanen a em teşwîq kirin ku em herin Mekteba Gîleadê. Loma me dest pê kir ku zimanê Îngilîzî hîn bibin. Lê di sala 1980î de, berî ku me forma ji bo Mekteba Gîleadê tije bikira, em hatin dawetkirin Beytela Fînlendayê. Wê demê îzin tune bû ku Beytelvan herin Mekteba Gîleadê. Lê me dixwest, ne li cihekî ku li me xweş tê, lê li cihê ku Yehowa minasib dibîne, xizmet bikin. Loma em çûn Beytelê. Dîsa jî me dev ji hînbûna zimanê Îngilîzî berneda, da ku eger fersend derkeve ku em herin Gîleadê, em hazir bin.

Çend sal bi şûn de, Koma Rêberiyê îzin da ku Beytelvan jî herin Mekteba Gîleadê. Me hemen formên xwe tije kirin, lê ne ji ber ku Beytel li me xweş nedihat. Niyeta me ew bû ku em perwerdeyê bistînin û herin cihê ku zêdetir alîkarî lazim e. Em ji bo Mekteba Gîleadê hatin qebûlkirin, û di sala 1985an de, em ji sinifa 79an mezûn bûn. Paşê, em hatin şandin Kolombiyayê.

PIŞTÎ MEKTEBA GÎLEADÊ: TAYÎNA ME YA PÊŞÎN

Li Kolombiyayê, tayîna me ya pêşîn li Beytelê bû. Çi ji destê min dihat min dikir, lê piştî salekê, em hebekî aciz bûn. Loma, em cara pêşîn û dawîn wezîfeyeke din xwest. Şûn ve, em wek mizgînvanên wezîfedar hatin şandin bajarê Neivayê.

Kêfa min her tim ji xizmetê re tê. Li Fînlendayê, gava ez hê ne zewicî bûm, ez wek pêşeng ji sibehê zû heta êvarê di xizmetê de bûm. Gava ez bi Sirkkayê re zewicîm, me bi hev re jî tam roj xizmet dikir. Gava em ji bo xizmetê diçûn cihên dûr, em carinan di erebeya xwe de radiketin. Bi saya vê, me wext qezenc dikir û dikaribû roja din zû dest bi xizmetê bikin.

Wek mizgînvanên wezîfedar, me dîsa wek berê ji xizmetê kêf distand. Civata me her ku diçû mezintir dibû, û xwişk û birayên li Kolombiyayê gelek dilovan û şikirdar bûn.

QEWETA DUAYÊ

Li hin bajarên li derdora bajarê Neivayê Şahidên Yehowa tune bûn. Min pir meraq dikir ka mizgînî wê çawa bigihîje wan deran. Lê belê, ji ber ku li wê derê gerîlayan şer dikir, ev herêm ji bo xerîban bitalûke bû. Loma min dua dikir ku kesekî ji vê herêmê bibe Şahidê Yehowa. Ez difikirîm ku ancax kesekî ku li bajarê Neivayê dijî dikare rastiyê hîn bibe. Wekî din, min dua kir ku ew kes piştî vaftîzbûnê ji aliyê ruhî ve bi pêş ve here û dîsa vegere bajarê xwe ku mizgîniyê belav bike. Lê gerek min texmîn bikira ku ba Yehowa planeke baştir hebû.

Pir wext derbas nebû ku min bi xortekî bi navê Fernando González dest bi lêkolîna Kitêba Pîroz kir. Ew li bajarê Algecirasê dijiya. Li wê derê Şahidên Yehowa tune bûn. Fernando li Neivayê kar dikir, lê mala wî zêdetirî 50 kîlometre ji wê derê dûr bû. Wî xwe ji bo lêkolînê rind hazir dikir û hemen dest pê kir ku here hemû civînan. Ji hefteya ku wî dest bi kursa Kitêba Pîroz kir ve, wî li bajarê xwe kesên din top dikirin û tiştên ku ew hîn bûbû ji wan re digotin.

1993: Bi Fernando re

Meha yekê ya sala 1990î, piştî ku wî şeş meh lêkolîn kiribû, ew vaftîz bû. Dû re ew bû pêşengê daîmî. Ji ber ku êdî di bajarê Algecirasê de Şahidekî Yehowa hebû, êdî ne ew qas bitalûke bû ku pêşengên xisûsî bên şandin wê derê. Di sala 1992yan de, li wî bajarî civatek ava bû.

Gelo Fernando mizgînî tenê di bajarê xwe de belav dikir? Helbet na! Piştî zewaca xwe, ew û jina wî derbasî bajarê San Vicente del Caguán bûn. Li wê derê Şahidên Yehowa tune bûn. Fernando û xanima wî destek da ku li vî bajarî jî civatek ava bibe. Di sala 2002yan de, Fernando wek çavdêrê herêmê hat tayînkirin. Heta îro, ew û xanima wî Olga vê wezîfeyê pêk tînin.

Ji vê serpêhatiyê ez hîn bûm ku gerek ez di duayên xwe de tiştên ku bi wezîfeya me ve girêdayî ne, hûr û kûr bînim zimên. Yehowa xwediyê dirûnê ye, û eger tiştek ji destê me nayê jî, em dikarin bawer bin ku çi lazim be, Yehowa wê bike (Meta 9:38).

YEHOWA HEM DAXWAZ HEM JÎ QEWETÊ DIDE

Di sala 1990î de, ez bûm çavdêrê herêmê. Tayîna me li paytexta Kolombiyayê bû. Em ditirsiyan ku emê nikaribin wezîfeya xwe baş pêk bînin, çimkî ez û xanima min, em mirovên sade ne û em hînî jiyana li bajarekî mezin nebûbûn. Lê wek Yehowa soz dabû, wî hem daxwaza me zêde kir hem jî qewet da me ku em wezîfeya xwe bînin cih (Filîpî 2:13, NWT).

Paşê me li herêma Medellínê tayîneke nû stand. Mirovên li wê derê di nav zilm û zordariyê de mezin bûbûn û ji ber van tiştan êdî şaş nediman. Mesela, carekê gava min bi kesekî re kursa Kitêba Pîroz derbas dikir, ji derve dengê sîlehan hat. Min dixwest xwe bavêta erdê, lê xwendekarê min bi xwendinê dewam kir, qey ne xema wî bû. Gava wî xwendina paragrafê xelas kir, wî îzin xwest û çû derve. Piştî demekê ew bi du zarokên biçûk vegeriya û bi dilekî rihet got: “Min efû bike, lê zarokên min hê li derve bûn.”

Careke din, gava me mal bi mal xizmet dikir, xanima min bazda û hat cem min, û xwîn di rûyê wê de nemabû. Wê got ku zilamekî çekdar gule avêtibû ser wê. Ez şaş mam. Lê şûn ve, me fehm kir ku hedefa wî zilamî ne Sirkka bû, lê zilamekî ku ji kêleka wê derbas dibû.

Bi zeman re, em êdî ji ber zilm û zordariya li herêmê ew qas dilteng nedibûn. Xwişk û birayên li wê derê rastî van tiştan û tiştên hê jî xerabtir dihatin, û wan cesaret dida me. Me fehm kir ku madem ku Yehowa alî wan dike, ewê alî me jî bike. Me her tim guh dida şîretên rîspiyan, xwe ji berê ve ji bo halên acîl hazir dikir û her tişt dihişt destê Yehowa.

Helbet hin hal ne ew qas bitalûke bûn. Carekê, gava em li xizmetê bûn, me dengê minaqeşeya di nav du jinan de bihîst. Min bi rastî meraq nedikir ku mesele çi ye, lê xwediyê malê xwest ku ez herim hewşa wî û binêrim. Gava ez çûm, min dît ku tu kesî bi hev re minaqeşe nedikir – tenê du papaxanan teqlîdî cîranan dikir.

WEZÎFE Û ZEHMETIYÊN NÛ

Di sala 1997an de, ez wek mamosteyê Kursa Perwerdeya Xizmetê b hatim tayînkirin. Min her tim ji perwerdeya van kursan kêf standibû, lê min qet xeyal nekiribû ku rojekê, ezê bibim mamoste.

Paşê min wek çavdêrê deverê xizmet dikir. Gava ev wezîfe hat îbtalkirin, ez dîsa bûm çavdêrê herêmê. Zêdetirî 30 sal e ku ez wek mamoste û çavdêrê herêmê xizmet dikim. Bi saya van wezîfeyan, min gelek bereket standine. Lê belê, jiyan her tim ne hêsan bû.

Ev yek ku ez bi xwe bawer im di dema zehmetiyan de pir bifeyde ye. Lê carinan, gava min dixwest meseleyên civatan serrast bikim, min hedê xwe nedizanibû. Mesela, min hin kes bi sertî tembîh kirin ku gerek ew ji xwişk û birayan re ne sert bin, lê dilovan û maqûl bin. Lê bi eslê xwe, ez hewceyî vê şîretê bûm (Romayî 7:21-23).

Ji bo van xisûsiyetên min ên nebaş, min xwe carinan gelek xerab hîs dikir (Romayî 7:24). Dawiya dawîn min di duayê de ji Yehowa re got ku ya baş ev e ku ez dev ji wezîfeya xwe berdim û vegerim welatê xwe. Wê êvarê ez çûm îbadetê. Fikrên ku min di wê civînê de bihîstin ez îqna kirim ku gerek ez dev ji wezîfeya xwe bernedim, lê xîret bikim ku kêmasiyên xwe serrast bikim. Heta îro jî, ez li ser vê difikirim ku Yehowa çawa cewaba duaya min da. Wekî din, ez pir şikirdar im ku wî alî min kiriye ku ez kêmasiyên xwe serrast bikim.

EZ BI DILEKÎ RIHET LI PÊŞÊROJÊ DINÊRIM

Ez û Sirkka, em ji Yehowa re minetdar in, çimkî me jiyana xwe herî zêde di xizmeta tamrojî de derbas kiriye. Û şikir ji Yehowa re ku wî xanimeke ew qas şîrîn, dilovan û dilsoz daye min!

Emrê min nêzîkî 70 salî bûye. Ji ber vê yekê, di demeke nêzîk de ezê êdî nikaribim wek mamoste û çavdêrê herêmê xizmet bikim. Lê belê ez ne xemgîn im, çimkî ez emîn im ku gava em bi dilnizmî, bi şikirdarî û bi dilekî pak ji Yehowa re xizmet dikin, ew ji me razî ye (Mîka 6:8; Marqos 12:32-34). Ji bo ku em pesnê Yehowa bidin, ne şert e ku îmtiyazên me yên mezin hebin.

Gava ez li ser wezîfe û îmtiyazên xwe difikirim, ez digihîjim vê netîceyê: Min ew ne ji ber hunerên xwe ne jî ji ber ku ez ji kesên din baştir im, standin. Na, min ew ji ber rehma Yehowa Xwedê standin. Her çi qas kêmasiyên min hebin jî, wî ez layîqî van îmtiyazan dîtime. Ez dizanim ku min tenê bi saya alîkariya Xwedê dikaribû wezîfeyên xwe pêk bînim. Bi vî awayî, kêmasiyên min qeweta Xwedê xuya kiriye (2. Korîntî 12:9).

a Serpêhatiya Raimo Kuokkanen li kovara The Watchtower (bi zimanê Îngilîzî), 1 Nîsan 2006, hatibû weşandin.

b Ev kurs niha wek Kursa Mizgînvanên Padîşahiyê tê binavkirin.