Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

SERHATÎ

Kêmasiyên Min Qewata Xwedê Eyan Kirin

Kêmasiyên Min Qewata Xwedê Eyan Kirin

GAVA ez û jina min sala 1985-da derbazî Kolombyayê bûn, ew welat bi zordariyê tije bû. Serwêrên dewletê bajarada himberî bazirganên narkotîkaye neqanûnî û ser çiya himberî partîzana şer dikirin. Der-dora Mêdêlînê, dêmek ciyê ku me paşê xizmet dikir, her dera qaçaxên cahil, ça kom kûçada digeriyan. Wana narkotîk difirotin, ji meriva xerc distandin û bona pera meriv dikuştin. Heçî zef ji wan xorta zû dimirin. Me xwe usa texmîn dikir, qey tê bêjî em dinêke dinda bûn.

Gelo em çira ji Fînlandayê çûne Amêrîkaya Başûrê? Nava van salada, min çi ders stand?

CAHILTIYA MIN FÎNLANDAYÊDA

Ez sala 1955-da hatime bûyînê. Du birên min hene, û yê herî biçûk ez im. Ez başûra Fînlandayê li ber berê mezin bûme. Ev cî îro bajarê Vantaayê ye.

Çend sal pêşiya ku ez hatime bûyînê, diya min ça Şedê Yehowa hate nixumandinê. Bavê min miqabilî rastiyê bû û îzin nedida, ku diya min tevî min û birên min Kitêba Pîroz lêkolîn ke û me bive civata. Lema jî, gava bavê min malda nîbû, ewê hînkirinên sereke ji Kitêba Pîroz em hîn dikirin.

Çaxê ez heft salî bûm, min îda piştgiriya Yehowa dikir

Ji zarotiyêda min guh dida Yehowa. Mesele, gava ez heft salî bûm, dersdara min carekê ser min gelek hêrs ket, çimkî min nexwest xwarineke Fînyî bixwim, ya ku pê xûnê tê çêkirinê. Pê destekî xwe ewê devê min zorê vekir û bi destê din, dixwest kidorekî bike devê min, lê min destê xwe lêxist avît.

Gava ez 12 salî bûm, bavê min mir. Paşî mirina wî, ez îda çûme civata. Xûşk û birên civatê gelek guh didane min, û vê yekê alî min kir ku ez diha nêzîkî Yehowa bim. Min Kitêba Pîroz her roj dixwend û edebyetên meye ser hîmê Kitêba Pîroz bi xîret lêkolîn dikir. Bi saya vê yekê, 8 Tebaxê sala 1969-da, gava ez 14 salî bûm, ez hatime nixumandinê.

Paşî xilazbûna mektebê, hine wede derbaz bû û ez bûme pêşeng. Paşî çend heftiya, ez derbazî bajarê Pyêlavêsîyayê bûm, nêzîkî merkeza Fînlandayê, çimkî wêderê mizgînvan kêm bûn.

Li Pyêlavêsîyayê, min keçikeke bi navê Sîrka nas kir. Min lê hez kir, çimkî ew yeke milûk bû û Yehowa hez dikir. Ewê dîna kesên din nedikişande ser xwe û ew pey hebûkê nediket. Me dixwest çi ji destê me tê bikin, ku Yehowara xizmet kin, û em hazir bûn hemû xebata ku mera bê dayînê, bikin. Sala 1974, 23 Adarê, em zewicîn. Paşî zewacê, dewsa ku em herin hêsa bin, em çûne bajarê Kartûlayê, çimkî wêderê hewcetiya mizgînvana hebû.

Mala ku me Kartûlayêda li Fînlandayê kirê girtibû

YEHOWA BONA ME XEM DIKIR

Ereba ku birê min da me

Ji destpêka zewaca me Yehowa nîşanî me kir, wekî hergê em ji her tiştî zêdetir dîna xwe bidine şixulê Padşatiya wî, ewê me bibe xweyî (Metta 6:33). Mesele, Kartûlayêda, ereba me tune bû û em pê bîsîklêta diçûn-dihatin. Lê zivistana wêderê gelek sar bû. Lema jî bona xizmetiyê mera erebe lazim bû, lê perê me tune bû, ku em erebê xwera bikirin.

Rojekê birê minî mezin hate mala me û ewî ereba xwe pêşkêşî me kir. Xercên bona xweykirina erebê hatibûne dayînê. Tenê lazim bû, ku em bênzînê bikirin. Paşê vê yekê îda ereba me hebû.

Ev yek ku Yehowa ji aliyê matêriyalî haqas bona me xem dikir, me fem kir, ku gerekê em jî cabdariya xwe bînin sêrî û ji her tiştî zêdetir dîna xwe bidine şixulê Padşatiya wî.

MEKTEBA GÎLEDÊ

Mekteba bona Pêşenga, ya ku em sala 1978 derbaz bûn

Sala 1978-da, gava em Mekteba bona Pêşenga derbaz dibûn, dersdarê me Raîmo Kûokanên a em hêlan kirin, ku em herine Mekteba Gîledê. Lema jî me destpêkir zimanê Înglîzî hîn bin. Lê sala 1980-da, pêşiya ku me blanka bona Mekteba Gîledê tije kira, me teglîfî Beytela Fînlandayê kirin. Wî çaxî îzin tune bû, ku Beytelvan herin Mekteba Gîledê. Lê me dixwest, ne ku ciyê ku me xweş tê, lê ciyê ku Yehowa dixwaze, xizmet kin. Lema jî em çûne Beytelê. Dîsa jî me berdewam dikir zimanê Înglîzî hîn bin, wekî hergê mecal hebe em herin Gîledê, em îda bona vê yekê hazir bin.

Çend sal şûnda, Koma Rêberiyê îzin da, wekî Beytelvan jî herin Mekteba Gîledê. Me derbêra blank tije kir, lê ne ku bona vê yekê ku Beytel me xweş nedihat, lê çimkî nêta me ew bû, ku em hînbûnê bistînin û herin ciyê ku diha zêde alîkarî lazim e. Em bona Mekteba Gîledê hatine qebûlkirinê û sala 1985-da, em koma 79 derbaz bûn. Paşê em şandine Kolombyayê.

KIFŞKIRINA MEYE PÊŞIN PAŞÎ MEKTEBA GÎLEDÊ

Li Kolombyayê, pêşiyê me Beytelêda kifş kirin. Çi ji destê min dihat min dikir, lê paşî salekê, ez hevekî eciz bûm. Lema jî, me cara pêşin cabdarîke din xwest. Û paşê, me ça mîsyonêr şandine bajarê Nêyîvayê.

Ez timê ji xizmetiyê şabûnê distînim. Fînlandayêda, gava ez hê ne zewicî bûm, ez ça pêşeng ji sibehê zû heta êvarê xizmetiyêda bûm. Gava ez zewicîm, min tevî Sîrkayê temamiya rojê xizmet dikir. Çaxê em bona xizmetiyê diçûne ciyên dûr, carna em ereba xweda radizan. Bi saya vê yekê, me wedê xwe unda nedikir û dikaribû roja din zû xizmetiya xwe destpêkin.

Ça mizgînvanên mîsyonêr, me dîsa mîna berê ji xizmetiyê şabûn distand. Civata me çiqas diçû haqas mezin dibû, û xûşk-birên Kolombyayêda gelek dilovan û şêkirdar bûn.

QEWATA DUA

Der-dora Nêyîvayê, hine bajarada Şedên Yehowa tune bûn. Ez gelek ber xwe diketim, ku mizgînî wê ça bigihîje wêderê. Wêderê partîzana şer dikirin, ev herêm bona xerîba cîkî xof bû. Lema jî min dua dikir, ku hema kesek ji vê herêmê bibe Şedê Yehowa. Ez difikirîm wekî ancax kesek, ku bajarê Nêyîvayêda dijî, dikare derheqa rastiyê pêbihese. Usa jî min dua kir, ku ew kes paşî nixumandinê ruhanîda pêşda here û dîsa vegere bajarê xwe, ku mizgîniyê bela ke. Lê min gerekê bizanibûya, ku Yehowa tiştekî diha baş dikaribû bikira.

Gelek wext jî derbaz nebû, ku min tevî xortekî bi navê Fêrnando Gonzalêz hînbûna Kitêba Pîroz destpêkir. Ew bajarê Alcêzîrasêda dijît. Wêderê Şedên Yehowa tune bûn. Fêrnando li Nêyîvayê dixebitî, lê mala wî 50 kîlomêtrî zêdetir dûrî wêderê bû. Ewî bona hînbûnê xwe rind hazir dikir û derbêra destpêkir here hemû civîna. Ji heftiya ku ewî destpêkir Kitêba Pîroz hîn be, ewî bajarê xweda meriv top dikir û tiştên ku ew pêdihesiya, wanra gilî dikir.

Tevî Fêrnando, sala 1993

Meha Çileyê sala 1990-da, paşî ku Fêrnando şeş meha Kitêba Pîroz hîn dibû, ew hate nixumandinê. Paşê ew bû pêşengê hertim. Îda bajarê Alcêzîrasêda Şedekî Yehowa hebû, û haqas xof nîbû ku pêşengên mexsûs bişînin wêderê. Sala 1992-da, wî bajarîda civatek saz bû.

Gelo Fêrnando tenê mizgînî bajarê xweda bela dikir? Hemikî na! Paşî zewaca xwe, ew û jina wî derbazî bajarê San Vîsêntê dêl Kagûan bûn. Wêderê Şedên Yehowa tune bûn. Fêrnando û jina wî alîkarî dan, wekî vî bajarîda jî civatek saz be. Sala 2002-da, Fêrnando ça berpirsiyarê mihalê hate kifşkirinê. Heta roja îro, ew ça berpirsiyarê mihalê tevî jina xwe Olgayê xizmet dike.

Ji vê derecê ez hîn bûm, ku ez gerekê duayên xweda, her tiştên ku cabdariya meva girêdayî ne, hûr bi hûr Yehowara bêjim. Yehowa xweyê dirûnê ye, û hergê tiştek ji destê me nayê jî, em dikarin bawer bin, ku Yehowa çi lazim be wê bike (Metta 9:38).

YEHOWA HIM XWESTIN HIM JÎ QEWATÊ DIDE

Sala 1990-da, ez bûme berpirsiyarê rêvî. Me paytextê Kolombyayêda kifş kirin. Em ditirsiyan ku emê nikaribin cabdariya xwe ça lazim e bînin sêrî, çimkî ez û jina min, em merivne usa nin, ku hînî jîyîna bajarekî mezin nebûne. Lê ça Yehowa Fîlîpî 2:13-da soz daye, ewî him xwestina me zêde kir, him jî qewat da me, wekî em cabdariya xwe bînin sêrî.

Paşê me herêma Mêdêlînêda kifşkirineke teze stand. Merivên wêderê nava zulmiyê û çetinayada mezin bibûn û ji tiştên xirab îda ecêbmayî nediman. Mesele, carekê gava min tevî kesekî hînbûna Kitêba Pîroz derbaz dikir, derva dengê gulekirinê hat. Min dixwest xwe bavîta erdê, lê xwendekarê min berdewam kir bixûne û ne jî xema wî bû. Gava ewî xwendina abzasê xilaz kir, ewî îzin xwest û çû derva. Paşî ew tevî du zarên biçûk vegeriya û bi dilekî rihet got: “Bibaxşîne, min gerekê zarên xwe bianiya”.

Careke din, gava me mal bi mal xizmet dikir, jina min revî hate cem min û ew gelek tirsiya bû. Ewê got ku mêrekî pê çek gule aliyê wêda berdida. Ez gelek ecêbmayî mam. Lê paşê, me fem kir ku wî kesî ne ku dixwest Sîrkayê gule ke, lê mêrekî ku kêleka wê derbaz dibû.

Wext şûnda em îda ji zulim û zordariya ku vê herêmêda diqewimî, haqas dilteng nedibûn. Xûşk-birên wêderê rastî van tişta û tiştên diha xirab jî dihatin, û wana em qewî dikirin. Me fem kir, ku hergê Yehowa alî wan dike, ewê alî me jî bike. Me hertim guh dida şîretên rûspiya, xwe pêşda bona derecên xof hazir dikir û her tişt dida destê Yehowa.

Hemikî hine derece haqas xof nîbûn. Carekê gava em xizmetiyêda mala kesekîda bûn, me derva dengê du jina bihîst ku şer dikirin. Min nedixwest bizanibim ku wêderê çi diqewime, lê xweyê malê xwest ku ez herim hewşa wî û binihêrim. Gava ez çûm, min dît ku tu kesî hevra şer nedikir, lê du çivîkên tûtî zarî cînara dikirin.

CABDARÎ Û ÇETINAYÊN TEZE

Sala 1997-da, ez ça dersdarê Mekteba Başkirina Xizmetiyê b hatime kifşkirinê. Min hertim ji hînkirinên usa şabûn distand, lê min ne jî dida ber çevê xwe ku rojekê ezê jî bibime dersdar.

Paşê min ça berpirsiyarê nehiyê xizmet dikir. Gava ev cabdarî îda hate hildanê, ez dîsa bûme berpirsiyarê mihalê. Îda zêdetirî 30 sal e, ku ez ça dersdar û berpirsiyarê mihalê xizmet dikim. Bi saya van cabdariya, min gelek kerem standine. Lê jîyîn ne hertim hêsa bû.

Ez merivekî ser xwe bûm û evê yekê alî min dikir çetinayada qewî bimînim. Lê carna, gava min gerekê hine tişt bona civatê safî kira, minra diha zêde xîret lazim bû. Mesele, min sert temî dida hineka, ku ewana hindava kesên dinda dilovan û bi qedir bin. Lê bi rastî ez xwexa jî hewcê vê şîretê bûm (Romayî 7:21-23).

Bona xeysetên xweye nebaş, min carna xwe gelek xirab texmîn dikir (Romayî 7:24). Rojekê min duada Yehowara got, ku diha baş e ez vê cabdariya xwe bihêlim û vegerim welatê xwe. Wê êvarê ez çûme civatê. Fikirê ku min ser vê civatê bihîst, min dane bawerkirinê ku ez gerekê vê cabdariya xwe nehêlim, lê ser xwe bixebitim, wekî kêmasiyên xwe rast kim. Heta roja îro jî ez ser vê yekê difikirim, ku Yehowa ça caba duayê min da. Usa jî ez gelek şêkirdar im, ku ewî alî min kir, wekî ez kêmasiyên xwe rast kim.

EZ BI DILEKÎ RIHET SER AXIRIYÊ DINIHÊRIM

Ez û Sîrka em gelekî ji Yehowa razî ne, çimkî me heçî zef emirê xwe xizmetiya hertimda derbaz kiriye. Û şikir Yehowara, ku ewî kulfeteke haqas dilovan û amin daye min!

Emirê min nêzîkî 70 salî ye. Lema jî, demeke nêzîkda ezê îda nikaribim ça dersdar û berpirsiyarê mihalê xizmet kim. Lê ez ber xwe nakevim, çimkî ez bawer im ku gava em bi milûktî, bi razîbûnê û bi dil û can Yehowara xizmet dikin, ew ji me razî ye (Mîxa 6:8; Markos 12:32-34). Seva ku em pesinê Yehowa bidin, eseyî nîne, ku cabdariyên meye mezin hebin.

Gava ez ser cabdariyên xwe difikirim, ez fem dikim, wekî min ev yek standiye ne ku ji bo hunurên xweye baş, yan jî ku ez kesên din çêtir im, lê çimkî Yehowa rema xwe hindava minda da kifşê. Çiqas jî kêmasiyên min hebûn, Ewî ez layîqî van cabdariya hesab dikirim. Ez zanim ku min tenê bi saya alîkariya Xwedê dikaribû cabdariyên xwe bînim sêrî. Belê, bi vî cûreyî kêmasiyên min qewata Xwedê eyan kirin (2 Korintî 12:9).

a Serhatiya Raîmo Kûokanên hatiye neşirkirinê jûrnala Birca Qerewiliyêda, ya 1 Nîsanê, sala 2006.

b Niha ev tê navkirinê Mekteba bona Mizgînvanên Padşatiyê.