Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 15

KILAM 124 Tim Dilsoz Be

Îtibara Xwe bi Teşkîlata Yehowa Bîne

Îtibara Xwe bi Teşkîlata Yehowa Bîne

“Yên ku rêberiya we dikin û peyva Xwedê ji we re gotiye, bînin bîra xwe” (ÎBRANÎ 13:7, NWT).

EMÊ ÇI HÎN BIBIN?

Emê bibînin ku gerek em çi bikin, da ku em her tim îtibara xwe bi teşkîlata Yehowa bînin.

1. Di sedsala yekê de, xizmetkarên Yehowa çawa dihatin organîzekirin?

 GAVA Yehowa ji xizmetkarên xwe re wezîfeyekê dide, ew dixwaze ku ew wê bi awayekî rêk û pêk bînin cih (1. Korîntî 14:33). Mesela, daxwaza Yehowa ev e ku mizgînî li seranserê dinyayê bê belavkirin (Meta 24:14). Yehowa ev îş daye destê Îsa Mesîh. Û Îsa rêberiyê dike, da ku ev wezîfe bi awayekî rêk û pêk bê cih. Di sedsala yekê de, li gelek bajaran civat dihatin avakirin û rîspî dihatin tayînkirin ku rêberiyê bikin (Karên Şandiyan 14:23). Li Orşelîmê, komeke rîspî û şandiyan qerar didan, û lazim bû ku hemû civat li gor qerarên wan hereket bikin (Karên Şandiyan 15:2; 16:4). Ji ber ku xwişk û birayan guh dida vê rêberiyê, “civînên bawermendan di baweriyê de xurt dibûn û roj bi roj hejmara wan zêde dibû” (Karên Şandiyan 16:5).

2. Ji sala 1919an û pê ve, Yehowa çawa rêberî û xwarina ruhî dide xizmetkarên xwe?

2 Îro jî, Yehowa xizmetkarên xwe organîze dike. Ji sala 1919an û pê ve, Îsa Mesîh ji bo belavkirina mizgîniyê û ji bo tedarekkirina xwarina ruhî komeke biçûk a zilamên hilbijartî bi kar tîne a (Lûqa 12:42). Xuya ye ku Yehowa îşê wan bibereket dike (Îşaya 60:22; 65:13, 14).

3-4. (a) Ev yek ku em organîzekirî ne çima bifeyde ye? Mîsalan bide. (b) Di vê meqaleyê de, emê çi hîn bibin?

3 Eger em organîzekirî nebûna, meyê nikaribûya wezîfeya ku Îsa Mesîh daye me bianiya cih (Meta 28:19, 20). Mesela, teşkîlat ji me re dibêje ku gerek em mizgîniyê li ku derê belav bikin. Bi saya vê rêberiyê, mizgînî digihîje her derê, û hemû mizgînvan naçin eynî deran. Bi rastî jî, ev yek ku em organîzekirî ne ji gelek aliyan ve bifeyde ye.

4 Gava Îsa Mesîh li dinyayê bû, wî şagirtên xwe organîze dikirin, û îro jî, ew me organîze dike. Di vê meqaleyê de, emê bala xwe bidin mînaka Îsa Mesîh, û emê bibînin ku teşkîlata me çawa li pey vê mînakê diçe. Wekî din, emê bibînin ku em çawa dikarin nîşan bidin ku em qîmetê didin teşkîlata Yehowa.

TEŞKÎLATA ME LI PEY MÎNAKA ÎSA MESÎH DIÇE

5. Em çawa dikarin li pey mînaka Îsa Mesîh herin? (Yûhena 8:28)

5 Îsa Mesîh ji Bavê xweyî ezmanî hîn bûbû ku çi bike û çi bibêje. Li gor mînaka Îsa Mesîh, teşkîlata Yehowa jî me li gor Kitêba Pîroz hîn dike û rêberiya me dike (Yûhena 8:28 bixwîne; 2. Tîmotêyos 3:16, 17). Teşkîlat dîsa û dîsa ji me re dibêje ku bila em Kitêba Pîroz bixwînin û li gor Kitêba Pîroz bijîn. Gelo çima lazim e ku em guh bidin vê şîretê?

6. Em ji lêkolîna Kitêba Pîroz çawa feydeyê distînin?

6 Ji bo me pir bifeyde ye ku em Kitêba Pîroz bi alîkariya weşanên teşkîlata me lêkolîn bikin. Mesela, em dikarin hîndariyên Kitêba Pîroz bi rêberiya ku em ji teşkîlatê distînin, muqayese bikin. Gava em dibînin ku rêberiya teşkîlatê ji Kitêba Pîroz tê, em zêdetir îtibara xwe bi teşkîlata Yehowa tînin (Romayî 12:2).

7. Îsa Mesîh çi dikir, û teşkîlata Yehowa çawa li pey mînaka wî diçe?

7 Îsa Mesîh mizgîniya Hukimdariya Xwedê belav dikir (Lûqa 4:43, 44). Îsa Mesîh şagirtên xwe jî dişandin ku ew vê mizgîniyê belav bikin (Lûqa 9:1, 2; 10:8, 9). Îro, mesûliyetên kesên ku bi teşkîlatê ve girêdayî ne her çi bin jî û ew li ku derê bijîn jî, ew gişt mizgîniyê belav dikin.

8. Me çi îmtiyaz standiye?

8 Ji bo me îmtiyazeke mezin e ku em dikarin ji kesên din re behsa Hukimdariya Xwedê bikin. Ev îmtiyaz ji her kesî re nehatiye dayîn. Mesela, gava Îsa Mesîh li dinyayê bû, wî îzin nedida ku cin di heqê wî de xeber bidin (Lûqa 4:41). Îro, berî ku kesek dikare mizgîniyê tevî xizmetkarên Yehowa belav bike, gerek ew îsbat bike ku ew ji bo vê îmtiyazê hazir e. Ji ber ku em pir qîmetê didin vê îmtiyaza xwe, em her fersendê bi kar tînin ku behsa mizgîniyê bikin. Wek Îsa Mesîh, em dixwazin toximên rastiyê di dilê mirovan de biçînin û av bidin (Meta 13:3, 23; 1. Korîntî 3:6).

9. Teşkîlat navê Xwedê çawa dide zanîn?

9 Îsa Mesîh navê Xwedê dida zanîn. Di duayeke xwe de, Îsa Mesîh wisa got: “Min navê te … da zanîn” (Yûhena 17:26). Li gor mînaka Îsa Mesîh, teşkîlata Yehowa jî bi dil û can ji mirovan re behsa navê Xwedê dikin. Çi heyf e ku navê Xwedê ji gelek wergerên Kitêba Pîroz hatiye derxistin. Lê belê, di Wergera Dinyaya Nû ya Nivîsarên Pîroz de, navê Xwedê li hemû cihên ku ew di nivîsarên eslî de hebû, tê bikaranîn. Ev wergera Kitêba Pîroz yan hin qismên wê bi zêdetirî 270 zimanî hatiye weşandin. Di vê wergerê de, Pêvek A4 û A5 zelal dikin ku navê Xwedê di Kitêba Pîroz de çawa ji nû ve hatiye nivîsandin. Di çapa lêkolînê a Wergera Dinyaya Nû de, Pêvek C gelek îsbatan dide ku navê Xwedê çima gerek di Nivîsarên Pîroz ên bi zimanê Yûnanî de 237 caran hebe.

10. Gotinên jinikeke ku li Myanmarê dijî çi nîşanî me didin?

10 Wek Îsa Mesîh, em jî dixwazin alî mirovan bikin ku ew navê Xwedê bizanin. Li Myanmarê, gava jinikeke 67 salî hîn bû ku navê Xwedê heye, ew kelegirî bû û got: “Ez cara pêşîn dibihîzim ku navê Xwedê Yehowa ye. … We tiştê herî muhîm hînî min kiriye.” Belê, gava kesên dilpak navê Xwedê dibihîzin, ev yek dikare li ser dilê wan tesîr bike.

QÎMETA TEŞKÎLATA ME HER TIM BIZANE

11. Rîspî çawa dikarin nîşan bidin ku ew qîmeta teşkîlata Yehowa dizanin? (Li resim jî binêre.)

11 Rîspiyên civatê çawa dikarin nîşan bidin ku ew qîmeta teşkîlata Xwedê dizanin? Gava rîspî rêberiyê distînin, gerek ew wê rind bixwînin û çi ji destê wan tê bikin ku wê bînin cih. Mesela, ew li ser vê yekê rêberiyê distînin ku gerek ew civînan çawa îdare bikin, çawa li ber civatê dua bikin û çawa li miyên Îsa Mesîh xwedî derkevin. Gava rîspî li pey rêberiya teşkîlatê diçin, kesên ku di bin çavdêriya wan de ne hezkirin û eleqeya Yehowa hîs dikin.

Rîspî alî me dikin ku em qedrê rêberiya teşkîlata Yehowa bigirin (Li paragrafa 11an binêre) b


12. (a) Çima lazim e ku em bi birayên mesûl re hevkariyê bikin? (Îbranî 13:7, 17) (b) Çima lazim e ku em bala xwe bidin xisûsiyetên baş ên birayên mesûl?

12 Wexta ku em ji rîspiyan rêberiyê distînin, gerek em hazir bin ku guh bidin wan. Bi vî awayî, em dikarin barê birayên mesûl siviktir bikin. Kitêba Pîroz ji me re dibêje ku bila em bi ya wan bikin û ji gotina wan dernekevin (Îbranî 13:7, 17 bixwîne). Ev yek carinan belkî ne hêsan e, çimkî ew jî mirovên qisûrdar in. Eger em bi zêdeyî bala xwe bidin kêmasiyên wan û xisûsiyetên wan ên baş neynin ber çavê xwe, emê bi eslê xwe dilê dijminan şa bikin. Gelo çawa? Dijminên me dixwazin ku em îtibara xwe bi rêberiya teşkîlata Xwedê neynin. Eger em rîspiyan kêm bibînin, emê bi zeman re teşkîlatê jî kêm bibînin. Gelo em çawa dikarin derewên dijminan tesbît bikin û red bikin?

ÎTIBARA KU TU BI TEŞKÎLATÊ TÎNÎ, WINDA NEKE

13. Dijminên Xwedê çawa hewl didin ku teşkîlata Xwedê li ber çavê me reş bikin?

13 Dijminên Xwedê hewl didin ku tiştên baş ên teşkîlata Xwedê wek tiştên xerab nîşan bidin. Mesela, em ji Kitêba Pîroz hîn bûne ku Yehowa dixwaze ku xizmetkarên wî paqij bin, ji aliyê exlaqê ve pak bimînin û ji wî re bi awayê rast îbadetê bikin. Ew dixwaze ku kesên ku xerabiyê dikin û tobe nakin ji civatê bên derxistin (1. Korîntî 5:11-13; 6:9, 10). Em guh didin vî emrê Kitêba Pîroz. Lê ji ber vê yekê, dijminên me dibêjin ku em ji însanan hez nakin û wan mehkûm dikin û ku em kesên ku ji me cuda ne qebûl nakin.

14. Çavkaniya derewên di heqê teşkîlatê de kî ye?

14 Fehm bike ku hicûm ji aliyê kê ve tê. Çavkaniya derewên di heqê teşkîlatê de “bavê derewan” Îblîs e (Yûhena 8:44; 1. Mûsa 3:1-5). Loma, em ecêbmayî namînin ku Îblîs bi destê alîgirên xwe di heqê teşkîlata Yehowa de derewan belav dike. Di sedsala yekê de jî wisa bû.

15. Alimên dînî çawa li hemberî Îsa Mesîh û şagirtên wî muxalefet dikir?

15 Îsa Mesîh mirovekî bêqisûr bû, û wî gelek mucîze çêdikirin. Dîsa jî, alîgirên Îblîs di heqê wî de gelek derew belav dikirin. Mesela, alimên dînî ji xelkê re digot ku Îsa Mesîh “cinan bi destê serokê cinan derdixe” (Marqos 3:22, NWT). Gava Îsa Mesîh li ber mehkemeyê bû, alimên dînî got ku ew kufir dike, û wan mirov îqna kirin ku ew îdama wî bixwazin (Meta 27:20). Paşê, gava şagirtên Îsa Mesîh mizgînî belav dikir, dijminên wan dilê mirovan li hemberî wan reş kir, da ku ew zilmê li wan bikin (Karên Şandiyan 14:2, 19). Li ser Karên Şandiyan 14:2, kovareke me zelal kir ku muxalifên Cihû ne tenê mizgînî red kir, lê hewl da ku navê şagirtên Îsa Mesîh reş bikin, da ku kesên ji miletên din guh nedin wan (The Watchtower, 1 Kanûn 1998).

16. Eger em di heqê teşkîlatê de derewan bibihîzin, gerek em çi bînin bîra xwe?

16 Îro jî, Îblîs derewan dike û “hemû dinya xapandiye” (Peyxam 12:9). Eger tu di heqê teşkîlatê de yan di heqê birayên mesûl de derewan bibihîzî, bîne bîra xwe ku di sedsala yekê de, dijminên Xwedê çawa hicûmî Îsa Mesîh û şagirtên wî dikir. Wek Kitêba Pîroz ji berê ve gotibû, xizmetkarên Yehowa îro jî rastî zilm û îftirayan tên (Meta 5:11, 12). Eger em fehm bikin ku derew ji kê tên, emê neyên xapandin, û emê xwe biparêzin. Gelo çawa?

17. Em çawa dikarin xwe ji derewan biparêzin? (2. Tîmotêyos 1:13) (Li çarçoveya “ Nekeve ber Bayê Çîrokan” jî binêre.)

17 Derewan red bike. Pawlosê şandî gotibû ku gerek em “çîrokên nepak” red bikin (1. Tîmotêyos 1:3, 4; 4:7). Zarok carinan tiştên pîs dikin devê xwe, lê kesên gihîştî wisa nakin, çimkî ew dizanin ku ev yek bitalûke ye. Mîna vê, em derewan red dikin, çimkî em dizanin ku ew ji ku derê tên, û em xwe li “peyvên saxlem” ên heqîqetê digirin (2. Tîmotêyos 1:13 bixwîne).

18. Em çawa dikarin nîşan bidin ku em qedrê teşkîlata Yehowa digirin?

18 Di vê meqaleyê de, me dîtiye ku teşkîlata Yehowa çawa bi sê awayan li pey mînaka Îsa Mesîh diçe. Wexta ku tu Kitêba Pîroz lêkolîn dikî, bala xwe bidê ku teşkîlat Îsa Mesîh bi çi awayên din ji xwe re dike mînak. Alî xwişk û birayan bike ku ew jî qedrê teşkîlatê bigirin. Bi dilsozî ji Yehowa re xizmet bike û nêzîkî teşkîlata wî bimîne. Bi vî awayî, tu dikarî nîşan bidî ku tu qedrê teşkîlata Yehowa digirî (Zebûr 37:28). Xizmetkarên Yehowa dilsoz û dilovan in, û ji bo me îmtiyazeke mezin e ku em di nav wan de ne. Bila em tim qîmetê bidin vê îmtiyazê!

PIRSÊN DUBAREKIRINÊ

  • Xizmetkarên Xwedê çawa li pey mînaka Îsa Mesîh diçin?

  • Em çawa dikarin nîşan bidin ku em qedrê teşkîlata Yehowa digirin?

  • Gava em di heqê teşkîlata Xwedê de derewan dibihîzin, gerek em çi bikin?

KILAM 103 Şivanên Me Hediyeyên ji Xwedê ne

a Di kitêba Pure Worship of Jehovah—Restored at Last! (bi zimanê Îngilîzî) de, li çarcoveya “Why 1919?” binêre (rûp. 102-103).

b RESIM: Piştî ku rîspiyan qerar daye ku ji bo xizmeta umûmî çi rêberiyê bidin mizgînvanan, çavdêrê komê vê rêberiyê bi mizgînvanan re parve dike û ji wan re dibêje ku bila ew pişta xwe bidin dîwêr.