Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 15

KILAMA 124 Timê Amin in

Îtbariya Xwe Teşkîleta Yehowa Bîne

Îtbariya Xwe Teşkîleta Yehowa Bîne

“Rêberên xwe bîr bînin, yên ku wera xebera Xwedê gotine” (ÎBRANÎ 13:7).

VÊ GOTARÊDA

Emê bivînin ku em gerekê çi bikin, wekî timê îtbariya xwe teşkîleta Yehowa bînin.

1. Qirna yekêda civat ça organîzekirî bû?

 GAVA Yehowa cabdariya dide xizmetkarên xwe, ew dixwaze ku ewana bi terbetî vê yekê bikin (1 Korintî 14:33). Mesele, xwestina Yehowa ev e, ku mizgînî ser temamiya dinyayê bê belakirinê (Metta 24:14). Yehowa ev şixul daye destê Îsa. Û Îsa dîna xwe didê, wekî ev şixul bi terbetî bê kirinê. Qirna yekêda, gelek bajarada civat dihatine sazkirinê û rûspî dihatine kifşkirinê, ku rêberiyê van civata bikin (Karên Şandiya 14:23). Orşelîmêda komeke rûspiya, yên ku şandî û mêrên emirda mezin bûn, tişt safî dikirin, û hemû civata gerekê xwe li van safîkirina bigirtana (Karên Şandiya 15:2; 16:4). Xûşk-bira guh didane vê rêberiyê, lema jî civat “baweriyêda dişidiyan û roj bi roj hesabê wan zêde dibû” (Karên Şandiya 16:5).

2. Ji sala 1919, Yehowa ça rêberiya cimeta xwe dike û xwarina ruhanî dide van?

2 Îro jî, Yehowa xizmetkarên xwe organîze dike. Ji sala 1919, Îsa komeke biçûk ji mêrên bi ruh kifşkirî saz kir, wekî rêberiya şixulê belakirina mizgîniyê bike û wededa xwarina ruhanî bide peyçûyên wî a (Lûqa 12:42). Eşkere ye wekî Yehowa şixulên wan kerem dike (Îşaya 60:22; 65:13, 14).

3-4. (a) Ev yek ku em organîzekirî ne, çira kêrhatî ye? Mesele bîne. (b) Vê gotarêda emê çi şêwir kin?

3 Hergê em organîzekirî nîbûna, meyê nikaribûya cabdariyên ku Îsa daye me bianiya sêrî (Metta 28:19, 20). Mesele, hergê bira mihal ser civata paravenekirana, wî çaxî her kes wê kîderê bixwesta wêderê xizmet kira. Usa mizgînvan wê timê mihalek bidana xebatê, lê mihalên dîn wê bimana. Çaxê em organîzekirî ne, gelo em dîsa çi karê distînin?

4 Gava Îsa ser erdê bû, ewî rêberiya şagirtên xwe dikir û îro jî ew berdewam dike rêberiyê dide me. Vê gotarêda emê dîna xwe bidine mesela ku Îsa mera hîştiye û bivînin ku teşkîleta me ça çev dide vê meselê. Usa jî emê bivînin, ku em çawa dikarin nîşan kin, wekî em teşkîleta Yehowa qîmet dikin.

TEŞKÎLETA ME ÇEV DIDE ÎSA

5. Em ça dikarin çev bidine Îsa? (Yûhenna 8:28)

5 Îsa ji Bavê xweyî ezmana hîn bibû, ku çi bike û çi bêje. Teşkîleta Yehowa çev dide Îsa û li gora Kitêba Pîroz hîn dike û rêberiya me dike (Bixûne Yûhenna 8:28; 2 Tîmotêyo 3:16, 17). Teşkîlet timê mera dibêje, ku em Kitêba Pîroz bixûnin û li gora vê yekê bijîn. Gelo çira em gerekê guh bidine vê şîretê?

6. Em çawa ji lêkolîna Kitêba Pîroz karê distînin?

6 Gava em Kitêba Pîroz bi alîkariya edebyetên teşkîleta me lêkolîn dikin, em karê distînin. Mesele, em dikarin hînkirinên Kitêba Pîroz beramberî van rêberiya bikin, yên ku em ji teşkîletê distînin. Çaxê em divînin ku rêberiya teşkîletê ser hîmê Kitêba Pîroz e, em diha zêde îtbariya xwe teşkîleta Yehowa tînin (Romayî 12:2).

7. Îsa çi dikir û teşkîleta Yehowa ça çev dide wî?

7 Îsa Mizgîniya derheqa Padşatiya Xwedê bela dikir (Lûqa 4:43, 44). Ewî usa jî şagirtên xwe dişand, wekî ewana vê Mizgîniyê bela kin (Lûqa 9:1, 2; 10:8, 9). Îro her kes, kê ku nava teşkîleta Yehowada ne, firqî tune çiqas cabdariyên wan hene û ewana kîderê dijîn, gişk jî mizgîniyê bela dikin.

8. Çi qedir mera hatiye dayînê?

8 Bona me qedirekî gelek mezin e, ku em dikarin kesên dinra derheqa Padşatiya Xwedê gilî kin. Ev qedir her kesîra nehatiye dayînê. Mesele, gava Îsa ser erdê bû, ewî îzin nedida, wekî cin derheqa wî xeber din (Lûqa 4:41). Îro, hergê kesek bixwaze tevî xizmetkarên Yehowa mizgîniyê bela ke, pêşiyê ew gerekê li gora prînsîpên Yehowa bijî û îzbat ke, ku ew bona vê yekê hazir e. Çaxê em hemû mecala didine xebatê, wekî mizgîniyê bela kin, bi vê yekê em didine kifşê, ku vî şixulî qîmet dikin. Mîna Îsa, nêta me ev e, ku toximên rastiyê dilê merivada biçînin û av din (Metta 13:3, 23; 1 Korintî 3:6).

9. Teşkîleta me ça navê Xwedê eyan dike?

9 Îsa navê Xwedê eyan dikir. Duayê xweda, Îsa usa got: “Min tu wanva dayî eyankirinê” (Yûhenna 17:26). Teşkîleta Yehowa çev dide Îsa û bi dil û can her tiştî dike, wekî meriv derheqa navê Xwedê pêbihesin. Sed heyf ku navê Xwedê ji gelek welgerandinên Kitêba Pîroz hatiye derxistinê. Lê Nivîsarên Pîroz Welgerandina Dinya Tezeda, navê Xwedê van hemû ciya hatiye nivîsarê, kîderê ku nivîsarên orîjînalêda hebû. Ev welgerandina Kitêba Pîroz yan hine parên wê, ser 270 zimana zêdetir hatiye derxistinê. Hûn dikarin broşûrêda bi navê Rêberî bona Hînbûna Kitêba Pîroz, ser rûpêlên 1-5 û 6-13 binihêrin, ku ça navê Xwedê Kitêba Pîrozda dîsa van ciya hatiye nivîsarê, ku orîjînalêda hebû. Nivîsarên Pîroz Welgerandina Dinya Tezeda ya bona Hînbûnê, binihêre Elametiya Zêde C, kîderêda gelek îzbatkirin hene, ku çira navê Xwedê, gerekê Nivîsarên Pîroze Yûnanîda 237 cara hebe.

10. Giliyê jinikeke ji Myanmarê çi dide kifşê?

10 Mîna Îsa, em jî dixwazin alî meriva bikin, wekî ewana navê Xwedê bizanibin. Myanmarêda, gava jinikeke 67 salî pêhesiya, ku navê Xwedê heye, kela wê tijî bû û ewê got: “Ez cara pêşin dibihêm, ku navê Xwedê Yehowa ye. . . . Ev tiştekî herî ferz e, çi ku min emirê xweda bihîstiye”. Belê, gava merivên dilsax derheqa navê Xwedê pêdihesin, ev yek dikare emirê wan biguhêze.

TIMÊ TEŞKÎLETA ME QÎMET KE

11. Rûspî ça dikarin bidine kifşê, wekî ewana teşkîleta Yehowa qîmet dikin? (Binihêre usa jî şikil.)

11 Rûspiyên civatê ça dikarin nîşan kin, wekî ewana teşkîleta Xwedê qîmet dikin? Gava rûspî rêberiyê distînin, ewana gerekê rind dîna xwe bidine vê rêberiyê û her tiştî bikin, wekî bînin sêrî. Mesele, ewana derheqa vê yekê rêberiyê distînin, ku gerekê çawa civîna derbaz kin, ça civatêda dua bikin û ça berxên Îsa bibine xweyî. Gava rûspî pey rêberiya teşkîletê diçin, xûşk-bira ser xwe texmîn dikin, ku Yehowa wana hez dike û bona wan xem dike.

Rûspî alî me dikin, ku em qedirê rêberiya teşkîleta Yehowa bigirin (Binihêre abzasa 11) b


12. (a) Çira em gerekê gura birên cabdar bikin? (Îbranî 13:7, 17) (b) Çira em gerekê dîna xwe bidine xeysetên baş, yên birên cabdar?

12 Çaxê em ji rûspiya rêberiyê distînin, em gerekê hazir bin, guh bidine wan. Usa em dikarin barê birên cabdar sivik kin. Kitêba Pîroz dibêje, ku em gerekê guhdariya wan bikin (Bixûne Îbranî 13:7, 17). Diqewime carna ev yek hêsa nîbe, çimkî ewana jî merivne qisûrdar in. Hergê em bi zêdeyî dîna xwe bidine kêmasiyên wan û hunurên wane baş texmîn nekin, emê dilê dijmina şa kin. Gelo çi cûreyî? Dijminên me dixwazin, wekî em îtbariya xwe rêberiya teşkîleta Xwedê neynin. Hergê em îtbariya xwe rûspiya neynin, wext şûnda emê îtbariya xwe teşkîleta Yehowa jî neynin. Gelo em ça dikarin derewên dijmina têderxin û înkar kin?

ÎTBARIYA XWE HINDAVA TEŞKÎLETÊ UNDA NEKE

13. Dijminên Xwedê çi dikin, wekî navê teşkîleta wî reş kin?

13 Dijminên Xwedê her tiştî dikin, wekî navê teşkîleta wî reş kin. Mesele, em ji Kitêba Pîroz zanin, wekî Yehowa dixwaze ku xizmetkarên wî temiz bin, ça aliyê nav-namûsiyêda usa jî ruhanîda. Ew dixwaze, wekî kesên ku xirabiyê dikin û tobe nakin, ji civatê bêne derxistinê (1 Korintî 5:11-13; 6:9, 10). Em guh didine vê rêberiya Kitêba Pîroz. Lema jî dijminên me dibêjin, ku em meriva hez nakin û wana înkar dikin, û ku em van meriva qebûl nakin, yên ku ji me cude dibin.

14. Kê derheqa teşkîleta Yehowa derewa bela dike?

14 Têderxin ku hicûmkirin ji kê tê. Mîrê-cina derheqa teşkîleta Yehowa derewa bela dike, çimkî ew “bavê derewa ye” (Yûhenna 8:44; Destpêbûn 3:1-5). Lema jî, em ecêbmayî namînin, ku Mîrê-cina bi saya piştgirên xwe derheqa teşkîleta Yehowa derewa bela dike. Qirna yekêda jî usa bû.

15. Serwêrên rêlîgî miqabilî Îsa û şagirtên wî çi dikirin?

15 Îsa merivekî bêqisûr bû û ewî gelek keremet dikirin. Dîsa jî, piştgirên Mîrê-cina derheqa wî gelek derew bela dikirin. Mesele, serwêrên rêlîgî merivara digotin, ku Îsa “cina bi saya serwêrê cina derdixe” (Markos 3:22). Gava Îsa ber dîwanê sekinî bû, serwêrên rêlîgî gotin, ku ew kifiriya dike, û wana meriv hêlan dikirin, wekî ewana mirina wî bixwazin (Metta 27:20). Paşê, gava şagirtên Îsa mizgînî bela dikirin, dijmina meriv himberî wan rakirin, wekî ewana zulmiyê li wan bikin (Karên Şandiya 14:2, 19). Derheqa Karên Şandiya 14:2, Birca Qerewiliyêda ya 1 Kanûna Pêşin, sala 1998, hatibû zelalkirinê, ku Cihûyên miqabil ne tenê xwexa mizgînî înkar kirin, lê usa jî kesên necihû hêlan dikirin, ku miqabilî Mesîhiya derên.

16. Hergê em derheqa teşkîletê derewa bibihên, em gerekê çi bînin bîra xwe?

16 Îro jî Mîrê-cina derewa dike û “temamiya dinê xalifandiye” (Eyantî 12:9). Hergê tu derheqa teşkîletê, yan derheqa birên cabdar derewa bibihêyî, bîne bîra xwe, ku qirna yekêda dijminên Xwedê ça hicûmî ser Îsa û şagirtên wî dikirin. Ça Kitêba Pîrozda hatibû pêxembertîkirinê, xizmetkarên Yehowa îro jî rastî zulmiyê û peyketina tên (Metta 5:11, 12). Hergê em fem bikin, ku derewî ji kê tê, emê neyêne xapandinê û bikaribin xwe biparêzin. Gelo çi cûreyî?

17. Em ça dikarin xwe ji derewa biparêzin? (2 Tîmotêyo 1:13) (Usa jî binihêrin çargoşe bi navê “ Nekeve ber Bayê Derewa”.)

17 Derewa înkar kin. Pawlosê şandî got, ku em gerekê çi bikin gava em derewa dibihên. Ewî got ku “guh nedine çilovîskiya” û xwe ji “çilovîskiyên . . . heram dûr xwey” kin (1 Tîmotêyo 1:3, 4; 4:7). Zar carna tiştên qirêj dikine devê xwe, lê mezin usa nakin, çimkî ewana zanin, ku ev yek xof e. Mîna vê yekê, em derewa înkar dikin, çimkî em zanin, ku ewana ji kuderê tên, û em xwe li “hînkirina saxlem” digirin (Bixûne 2 Tîmotêyo 1:13).

18. Em ça dikarin nîşan kin, ku em qedirê teşkîleta Yehowa digirin?

18 Vê gotarêda me dît, ku teşkîleta Yehowa ça sê tiştada çev dide Îsa Mesîh. Çaxê tu Kitêba Pîroz lêkolîn dikî, dîna xwe bidê, ku teşkîleta me çi aliyada çev dide Îsa. Alî xûşk-bira bike, wekî ewana jî qedirê teşkîletê bigirin. Bi aminî Yehowara xizmet ke û diha zêde îtbariya xwe teşkîleta wî bîne. Usa tuyê nîşan kî, wekî tu teşkîleta Wî qîmet dikî (Zebûr 37:28). Were em timê qîmet kin, ku mera qedirekî mezin hatiye dayînê, wekî em nava xizmetkarên Yehowada nin, yên ku amin û dilovan nin!

PIRSÊN DUBAREKIRINÊ

  • Xizmetkarên Xwedê ça çev didine Îsa?

  • Em ça dikarin nîşan kin, ku em qedirê teşkîleta Yehowa digirin?

  • Gava em derheqa teşkîleta Xwedê derewa bibihên, em gerekê çi bikin?

KILAMA 103 Şivanên Me Pêşkêş in

a Vê kitêbêda Hebandina Temiz Yehowara: Şikir Hate Vegerandin!, binihêre çargoşe “Çira Sala 1919?”, ser rûp. 102-103.

b ŞIROVEKIRINA ŞIKILA: Paşî ku rûspî safî dikin, ku çi rêberiyê bidine mizgînvana, bona xizmetiya li wan ciya kîderê gelek meriv in, serwêrê komê dibêje xizmetkara, ku ewana pişta xwe bidine dîwêr, gava ber stêndê disekinin.