We Zanibû?
Çira Nava Ordiya Dawid Padşada Kesên Xerîb jî Hebûn?
NAVA eskerên Dawidda gelek kesên ji miletên dîn jî hebûn, mesele Tselekê Ammonî, Ûriyayê Hîttî û Îtmayê Mowabî a (1 Dîrok 11:39, 41, 46). Nava ordiya wîda eskerên Kerêtiya, Peletiya û Gatî jî hebûn (2 Samûyêl 15:18). Dibêjin ku eskerên Kerêtî û Peletî, merivên Filistiyaye nêzîk bûn (Hezeqêl 25:16). Gatî jî bi esilê xwe ji bajarê Filistî, Gazayê bûn (Yêşû 13:2, 3; 1 Samûyêl 6:17, 18).
Gelo Dawid çira îzin dabû, ku kesên xerîb bikevine nava ordiya wî? Çimkî ew bawer bû, ku ewana him wîra û him ji Yehowara amin in. Mesele, ferhengekêda derheqa Kerêtî û Peletiya usa tê gotinê: “Rojên herî çetinda wedê serwêrtiya Dawid, ewana wîra amin man” (The New Interpreter’s Dictionary of the Bible). Gelo çi cûreyî? Gava hemû mêrên Îsraêlê pişta xwe dane Dawid Padşa û pey mêrekî xirab, bi navê Şeba çûn, Kerêtî û Peletî alî Dawid kirin, ku ew serkeve (2 Samûyêl 20:1, 2, 7). Lê carekê jî, gava kurê Dawid, Adoniya, xwest textê bavê xwe zeftî xwe ke, Kerêtî û Peletî Dawidra amin man. Bi alîkariya wana, Silêman, yê ku bijartiyê Yehowa bû, paşî Dawid bû padşa (1 Padşatî 1:24-27, 38, 39).
Îttayê Gatî jî xerîb bû, ew jî Dawidra amin ma. Gava Abşalom bi alîkariya çend mêrên Îsraêlê himberî bavê xwe Dawid derket, Îttay û 600 eskerên wî, piştgiriya Dawid Padşa kirin. Sêrîda, Dawid Îttayra got, ku ew xerîb e, lema jî nelazim e ku bona wî şer bike. Lê Îttay got: “Xweyê min padşa, bi navê Xudanê Jîndar û bi serê xweyê xwe padşa sond dixwin, sax yan mirî, tu li ku bî ez xulamê te jî, ezê li wir bim” (2 Samûyêl 15:6, 18-21, ÎM).
Rast e, Kerêtî, Peletî û Gatî xerîb bûn, lê wana hesab dikir ku Yehowa Xwedêyê rast e û bawer dikirin, wekî Yehowa Dawid ça padşa bijartibû. Bê şik, Dawid razî bû, ku kêleka wî merivên usa amin hebûn.
a Kitêba Qanûna Ducarî 23:3-6-da, Qanûna Xwedê qedexe kiribû, ku Ammonî û Mowabî bikevine nava civata Îsraêlê. Ça kifş e ev yek dihate hesabê, ku îzina wan tunebû bi qanûnî bibine para civata Îsraêliya, lê îzina wan hebû tevî cimeta Xwedê xeber din û nava wanda bijîn (Binihêre Femkirina Nivîsarê, Para 1, rûp. 80).