Here Naverokê

Here naverokê

PROJEYA LÊKOLÎNÊ

Kesên ku Qîmetê Didin Nêrîna Yehowa Qerarên Baş Didin

Kesên ku Qîmetê Didin Nêrîna Yehowa Qerarên Baş Didin

1. Mûsa 25:29-34 bixwîne. Gelo qerarên Esaw û Aqûb qerarên baş bûn?

Ayetên berê û paşê bixwîne. Berê çi qewimîbû? (1. Mûsa 25:20-28). Paşê çi qewimî? (1. Mûsa 27:1-46).

Lêkolîn bike. Di demên berê de, îmtiyaz û wezîfeyên kurên pêşîn çi bûn? (1. Mûsa 18:18, 19; w10-E 5/1 13).

  • Ji bo ku kesek bibe yek ji kal û bavên Mesîh, gelo lazim bû ku ew kurê pêşîn be? (w17.12 14-15)

Tu dikarî çi dersan bistînî? Aqûb çima ji Esaw zêdetir qîmet dida heqê kurê pêşîn? (Îbranî 12:16, 17; w03-E 10/15 28-29). Yehowa li wan du birayan çawa dinêrî, û çima? (Maleyaxî 1:2, 3). Wê baştir bûya ku Esaw çi bikira?

  • Ji xwe bipirse: “Di jiyana min de, gelo ez çawa dikarim nîşan bidim ku ez qîmetê didim dostaniya bi Yehowa re? Mesela, ez çawa dikarim nîşan bidim ku îbadeta malbatê ji bo min muhîm e?”