Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 21

KILAM 107 Hezkirina Xwedê ji Me re Emsal e

Tu Çawa Dikarî ji Xwe re Hevalekî ji bo Zewacê Bibînî?

Tu Çawa Dikarî ji Xwe re Hevalekî ji bo Zewacê Bibînî?

“Kî dikare ji xwe re jineke jîr û jêhatî bibîne? Qîmeta wê ji ya mircanan zêdetir e” (METHELOKÊN SILÊMAN 31:10, NWT).

EMÊ ÇI HÎN BIBIN?

Emê hin prensîpên Kitêba Pîroz bibînin, ên ku ji bo kesên ku dixwazin bizewicin, bifeyde ne. Wekî din, emê bibînin ku xwişk û birayên din çawa dikarin alî wan bikin.

1-2. (a) Berî ku kesek bizewice, gerek ew li ser çi bifikire? (b) Di vê meqaleyê de, gotina hevaltiya bi niyeta zewacê tê çi maneyê? (Li Notê binêre.)

 GELO niyeta te heye ku tu bizewicî? Rast e, ji bo ku mirov dilxweş be, zewac şert nîne. Dîsa jî, gelek xwişk û birayên ciwan û mezin dixwazin bizewicin. Helbet, berî hevdûnaskirinê lazim e ku dostaniya te ya bi Yehowa re xurt be. Wekî din, gerek tu xwe rind nas bikî û hazir bî ku debara malê bikî a (1. Korîntî 7:36). Ji bo zewaceke bextewar, ev yek pir muhîm e.

2 Carinan ne hêsan e ku kesên ku dixwazin bizewicin ji xwe re hevalekî minasib bibînin (Methelokên Silêman 31:10). Û eger ew kesekî biecibînin jî, carinan ne ew qas hêsan e ku ew pê re dest bi hevaltiyê bikin. b Di vê meqaleyê de, emê bibînin ku kesên ku dixwazin bizewicin çawa dikarin ji xwe re hevalekî li gor dilê xwe bibînin. Wekî din, emê bibînin ku xwişk û birayên din çawa dikarin destekê bidin kesên ku dixwazin bizewicin.

TU ÇAWA DIKARÎ JI XWE RE HEVALEKÎ MINASIB BIBÎNÎ?

3. Kesên azib gerek bala xwe bidin çi?

3 Berî ku tu bi niyeta zewacê bi kesekî c re hevaltiyê bikî, gerek tu bizanî ku tu li kesekî çawa digerî. Eger tu wisa nekî, îhtimal heye ku tu kesekî minasib, ê ku li ber çavê te ye, nebînî. Yan jî, dibe ku tu bi kesekî neminasib re hevaltiyê bikî. Helbet lazim e ku kesê ku tu pê re hevaltiyê bikî xwişk yan birayekî vaftîzbûyî be (1. Korîntî 7:39). Lê belê, ev yek ji bo zewaceke bextewar ne bes e. Loma, ji xwe bipirse: “Hedefên min çi ne? Gerek hevalê min xwediyê kîjan xisûsiyetan be? Gelo tiştên ku ez dixwazim maqûl in?”

4. Hin kesan ji bo çi dua kiriye?

4 Eger niyeta te heye ku tu bizewicî, te bê şik dua kiriye ku tu ji xwe re hevalekî minasib bibînî (Filîpî 4:6). Rast e, Yehowa soz nade ku ewê hevalekî ji bo zewacê bide te, lê ew bi hîs û hewcedariyên te eleqedar dibe. Loma, gava tu li hevalekî minasib digerî, ew dikare alîkariya te bike. Ji ber vê yekê, jê re bi dewamî behsa hîs û daxwazên xwe bike (Zebûr 62:8). Rica bike ku ew sebir û hîkmetê bide te (Aqûb 1:5). Birayekî azib ê bi navê John d, ê ku li Amerîkayê dijî, dibêje ku ew çawa dua dike: “Ez ji Yehowa re dibêjim ku ez dixwazim ji xwe re hevaleke çawa bibînim. Ez dua dikim ku ez xwişkeke minasib nas bikim. Wekî din, ez ji Yehowa alîkariyê dixwazim ku ez sifetên baş bînim meydanê, da ku ez bibim mêrekî baş.” Xwişkeke bi navê Tanya, ya ku li Srî Lankayê dijî, wisa dibêje: “Ez ji Yehowa alîkariyê dixwazim ku ez dilsoz û dilxweş bimînim heta ku ez ji xwe re hevalekî minasib bibînim.” Eger ne ew qas hêsan be ku tu ji xwe re hevalekî li gor dilê xwe bibînî, emîn be ku heta wê demê, Yehowa wê bi dilovanî li te xwedî derkeve (Zebûr 55:22).

5. Xwişk û birayên azib çawa dikarin ji xwe re hevalekî minasib bibînin? (1. Korîntî 15:58) (Li resim jî binêre.)

5 Kitêba Pîroz ji me re dibêje ku bila em “di karê Xudan de herdem xîretkêş bin” (1. Korîntî 15:58 bixwîne). Her ku tu bi xizmeta Yehowa mijûl bî û bi xwişk û birayan re wext derbas bikî, fersend wê çêbin ku tu kesên azib nas bikî, yên ku wek te bi dil û can ji Yehowa re xizmet dikin. Wekî din, her ku tu xîret bikî ku daxwaza Yehowa bînî cih, tuyê dilxweş bî.

Eger tu bi xizmeta Yehowa mijûl bî û bi xwişk û birayan re wextê derbas bikî, dibe ku tu kesên ku dixwazin bizewicin, nas bikî (Li paragrafa 5an binêre)


6. Xwişk û birayên azib gerek çi ji bîr nekin?

6 Dîsa jî, dîqat bike ku gerîna li hevalekî minasib di jiyana te de nebe tiştê herî muhîm (Filîpî 1:10). Tiştê ku me bi rastî dilxweş dike dostaniya me ya bi Yehowa re ye, ne ev e ku em zewicî bin yan na (Meta 5:3). Bi ser de, heta ku tu azib î, ji bo xizmetê zêdetir wext û fersenda te heye (1. Korîntî 7:32, 33). Loma, wexta xwe bi awayekî baş bi kar bîne. Ka bala xwe bide mîsala xwişkeke bi navê Jessica, ya ku li Amerîkayê dijî. Gava ew zewicî, ew nêzîkî 40 salî bû. Ew dibêje: “Min dixwest bizewicim, lê ji ber ku ez bi xizmetê mijûl dibûm, ez bi halê xwe razî bûm.”

ECELE NEKE

7. Berî ku tu ji kesekî re hevaltiyê teklîf bikî, gerek tu çi bikî? (Methelokên Silêman 13:16)

7 Belkî tu kesekî diecibînî û difikirî ku ew ji bo te minasib e. Gelo wê baş be ku tu hemen jê re teklîf bikî ku hûn hevdû nas bikin? Kitêba Pîroz dibêje ku kesekî bihîkmet pêşî difikire û paşê hereket dike (Methelokên Silêman 13:16 ji wergera Mizgînî bixwîne). Loma, berî ku tu ji kesekî re teklîf bikî ku hûn hevdû nas bikin, ji dûr ve rind bala xwe bide rabûn û rûniştina wî. Birayekî bi navê Aschwin, ê ku li Holendayê dijî, wisa dibêje: “Mirov dikare îro kesekî biecibîne û sibê ji bîr bike. Ji ber vê yekê, bi ecele dest bi hevdûnaskirinê neke.” Bi zeman re, dibe ku tu pê derxî ku kesê ku te dieciband ne li gor te ye.

8. Kesekî azib çawa dikare bala xwe bide kesekî ku ew dixwaze nas bike? (Li resim jî binêre.)

8 Gelo tu çawa dikarî ji dûr ve bala xwe bidî rabûn û rûniştina kesekî? Mesela, li civînan yan gava xwişk û bira bi hev re wextê derbas dikin, bala xwe bide hal û hereketên wî. Gelo ew ji Xwedê çi qas hez dike? Gelo ew bi kê re hevaltiyê dike, û sohbetên wî li ser çi ne? (Lûqa 6:45). Gelo hedefên we hev digirin? Tu dikarî ji rîspiyên civata wî yan ji xwişk û birayên bitecrûbe, yên ku wî rind nas dikin, li ser wî hin pirsan bipirsî (Methelokên Silêman 20:18). Mesela, tu dikarî bipirsî ka ew yekî çawa ye û sifetên wî çi ne (Rût 2:11). Lê belê, gava tu ji dûr ve lê dinêrî, wî aciz neke. Qedrê hîsên wî û jiyana wî ya xisûsî bigire.

Berî ku tu ji kesekî re teklîf bikî ku hûn hevdû nas bikin, ji bo demekê ji dûr ve lê binêre (Li paragrafên 7 û 8an binêre)


9. Berî ku tu ji kesekî re teklîf bikî ku hûn hevdû nas bikin, gerek tu ji çi emîn bî?

9 Berî ku tu ji kesekî re teklîf bikî ku hûn hevdû nas bikin, gerek tu çi qas wext lê binêrî? Eger tu zû teklîf bikî, ewê belkî bifikire ku tu rind nafikirî berî ku tu qeraran didî (Methelokên Silêman 29:20). Ji aliyê din ve, eger tu meseleyê dirêj bikî – bi xisûsî eger ew êdî pê hesiyaye ku çavê te lê ye – ewê belkî bifikire ku tu nizanî ku tu çi dixwazî (Waiz 11:4). Ji bîr neke ku eger tu ji kesekî re teklîf bikî ku hûn hevdû nas bikin jî, ev yek nayê maneya ku tu mecbûr î ku pê re bizewicî. Dîsa jî, gerek tu emîn bî ku tu ji bo zewacê hazir î û ku ew kes dikare ji bo te bibe hevalekî baş.

10. Eger tu pê bihesî ku kesek dixwaze te nas bike, lê tu naxwazî, gerek tu çi bikî?

10 Eger tu pê bihesî ku kesek dixwaze te nas bike, gerek tu çi bikî? Eger niyeta te tune ye ku pê re bizewicî, vêya bi hal û hereketên xwe nîşan bide. Bila ew nefikire ku belkî şansa wî heye (1. Korîntî 10:24; Efesî 4:25).

11. Berî ku tu kesekî bizewicînî, gerek tu bala xwe bidî çi?

11 Li hin welatan, ciwan ji aliyê dê û bavê xwe ve yan ji aliyê kesên din ve tên zewicandin. Li hin deran jî, kesên azib hevdû bi alîkariya meriv yan hevalên xwe nas dikin. Paşê, ew xwe bi xwe qerarê didin ku bi hev re hevaltiyê bikin yan na. Eger ji te re bê gotin ku bila tu kesekî bizewicînî yan bidî naskirin, bîne ber çavê xwe ku daxwaz û hewcedariyên her diduyan çi ne. Piştî ku te kesekî minasib dîtiye, pê derxe ka şexsiyet û sifetên wî çi ne û dostaniya wî ya bi Yehowa re çawa ye. Qîmeta dostaniya bi Yehowa re ji qîmeta mal û milk, perwerde û rewşa civakî qat bi qat zêde ye. Wekî din, ji bîr neke ku qerara dawîn ku bizewice yan na aîdî kesê azib e (Galatî 6:5).

DESTPÊKIRINA HEVDÛNASKIRINÊ

12. Eger tu dixwazî bi niyeta zewacê bi kesekî re hevaltiyê bikî, tu çawa dikarî vêya bibêjî?

12 Eger tu dixwazî bi niyeta zewacê bi kesekî re hevaltiyê bikî, gelo tu çawa dikarî vêya bînî zimên? e Mesela, tu dikarî li derve yan bi telefonê pê re sohbetê bikî. Niyeta xwe bi eşkereyî bibêje (1. Korîntî 14:9). Eger lazim be, fersendê bidê ku ew li ser teklîfa te bifikire (Methelokên Silêman 15:28). Û eger ew naxwaze, zorê lê nede.

13. Eger kesek dixwaze bi niyeta zewacê bi te re hevaltiyê bike, gerek tu çi bikî? (Kolosî 4:6)

13 Eger kesek ji te re bibêje ku ew te diecibîne, gerek tu çi bikî? Belkî ji wî kesî re ne hêsan bû ku vêya ji te re bibêje, loma cewaba xwe bi nezaket bibêje (Kolosî 4:6 bixwîne). Eger ji te re wext lazim be ku tu qerara xwe bidî, vêya bibêje. Lê belê, bi zêdeyî dereng nekeve (Methelokên Silêman 13:12). Eger tu naxwazî pê re hevaltiyê bikî, vêya bi nezaket û bi eşkereyî bîne zimên. Ka binêre ku birayekî bi navê Hans, ê ku li Awistiryayê dijî, çawa cewab da xwişkeke ku dixwest pê re hevaltiyê bike: “Min qerara xwe bi nezaket, lê bi eşkereyî jê re got. Ji ber ku min nedixwest hêviyê bidim wê, min qerara xwe hemen jê re got. Piştî vê, min rind bala xwe dida gotin û hereketên xwe, da ku ew nefikire ku min qerara xwe guhertiye.” Ji aliyê din ve, eger tu jî dixwazî pê re hevaltiyê bikî, pê re xeber bide ku hûnê çi bikin û çawa bikin. Ji ber kultura we yan faktorên din, dibe ku hin fikir û daxwazên we ji hev cuda bin.

KESÊN DIN ÇAWA DIKARIN DESTEKÊ BIDIN XWIŞK Û BIRAYÊN AZIB?

14. Em çawa dikarin bi gotinên xwe destekê bidin xwişk û birayên azib?

14 Gelo em çawa dikarin destekê bidin xwişk û birayên ku dixwazin bizewicin? Tiştekî muhîm ev e ku em hay ji gotinên xwe hebin (Efesî 4:29). Ka ji xwe bipirse: “Gelo ez henekên xwe bi kesên azib dikim? Gava ez dibînim ku xwişkeke azib bi birayekî azib re sohbetê dike, gelo ez hemen difikirim ku di nav wan de tiştek heye?” (1. Tîmotêyos 5:13). Wekî din, gerek em nebin sebeb ku xwişk û birayên azib xwe bêqîmet hîs bikin. Birayê me Hans wisa dibêje: “Hin xwişk û bira dipirsin: ‘Tu çima nazewicî? Tu êdî kal bûyî.’ Gotinên wisa dikarin bibin sebeb ku kesên azib xwe bêqîmet hîs bikin û xwe mecbûr hîs bikin ku bizewicin.” Ma ne baştir be ku em li fersendan bigerin ku pesnê xwişk û birayên azib bidin? (1. Selanîkî 5:11).

15. (a) Berî ku em alî kesekî bikin ku ew ji xwe re hevalekî ji bo zewacê bibîne, gerek em li ser çi bifikirin? (Romayî 15:2) (Li resim jî binêre.) (b) Di vîdeoyê de, kîjan nuqteyan bala te kişand? (Li jêrenotê binêre.)

15 Eger em difikirin ku xwişkek û birayek tam li gor hev in, gerek em çi bikin? Gelek kesên azib naxwazin ku kesekî din wan bizewicîne, û gerek em qedrê daxwaza wan bigirin (Romayî 15:2 bixwîne; 2. Selanîkî 3:11). Hin kes bi alîkariya kesên din razî ne, lê dîsa jî, gerek em bê îzin pozê xwe nexin îşê wan f (Methelokên Silêman 3:27). Hin kesên azib naxwazin ku kesekî din wan rasterast bide naskirin. Xwişkeke azib a bi navê Lydia, ya ku li Almanyayê dijî, dibêje: “Wexta ku tu gazî xwişk û birayan dikî, tu dikarî gazî kesên azib jî bikî. Bes e ku tu fersendê çêkî ku ew hevdû bibînin. Paşê, bihêle ku ew xwe bi xwe qerarê bidin.”

Gava xwişk û bira bi hev re wextê derbas dikin, fersenda kesên azib heye ku hevdû bibînin (Li paragrafa 15an binêre)


16. Gerek xwişk û birayên azib çi ji bîr nekin?

16 Ferq nake ku em azib bin yan zewicî bin, em gişt dikarin dilxweş bin (Zebûr 128:1). Loma, eger tu dixwazî bizewicî, lê heta niha te ji xwe re hevalekî minasib nedîtiye, bala xwe bide xizmeta ji Yehowa re. Xwişkeke bi navê Sîn Yî, ya ku li Makaoyê dijî, dibêje: “Li cenetê, tuyê bikarî heta bi hetayê bi hevserê xwe re bijî. Îcar, wexta azibbûnê bi rastî jî kin e. Qîmetê bide vê wextê, û wê bi awayekî baş bi kar bîne.” Lê eger te êdî ji xwe re hevalekî ji bo zewacê dîtiye û dest bi hevdûnaskirinê kiriye, gerek tu çi bikî? Meqaleya din wê cewaba vê pirsê bide.

KILAM 137 Xwişkên Dilsoz

a Ji bo ku tu fehm bikî ka tu ji bo zewacê hazir î yan na, li ser jw.org li meqaleya “Hevnaskirin—Para 1: Ez bona Hevnaskirinê Hazir im?” (bi Kurmanciya Qafkasyayê) binêre.

b NOT: Ev meqale û meqaleya din behsa wê demê dikin ku kesên azib bi niyeteke cidî bi hev re hevaltiyê dikin, da ku ew fehm bikin ka ew li gor hev in yan na. Gava ew ji hevdû re eşkere dikin ku niyeta wan cidî ye, hevaltiya bi niyeta zewacê dest pê dike. Ev hevaltî dewam dike heta ku ew qerarê bidin ku bizewicin yan jî dev ji hevaltiyê berdin.

c Ji bo xatirê hêsanbûna cimleyan, meqale forma nêr bi kar tîne. Lê belê, prensîpên nîşandayî helbet hem ji bo xwişkan hem jî ji bo birayan bifeyde ne.

d Hin navên di vê meqaleyê de hatine guhertin.

e Li hin kulturan, bi gelemperî bira gava pêşîn davêje ku bi xwişkekê re hevaltiyê bike. Lê belê, ev yek ne şert e. Xwişk jî dikare gava pêşîn bavêje (Rût 3:1-13).