Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 19

KILAMA 22 Bira Padşatiya Te Bê!

Em Derheqa Dîwanên Yehowaye Axiriyê Çi Zanin?

Em Derheqa Dîwanên Yehowaye Axiriyê Çi Zanin?

[Yehowa, DT] . . . naxwaze tu kes unda be” (2 PETRÛS 3:9).

VÊ GOTARÊDA

Emê bivînin ku çira em dikarin bawer bin, wekî dîwana ku Yehowa wê zûtirekê bike, wê rast û heq be.

1. Çira em dikarin bêjin, wekî em rojên mexsûsda dijîn?

 TIŞTÊN ku Kitêba Pîrozda hatibûn pêxembertîkirinê, îro ber çevê me têne sêrî. Mesele, em divînin wekî “Padşê Bakur” û “Padşê Başûr” ça bona serwêrtiya dinê hevra dikevine lecê (Daniyêl 11:40). Em divînin wekî mizgîniya derheqa Padşatiya Xwedê ser temamiya dinyayê tê belakirinê û bi mîlyona meriv wê yekê qebûl dikin (Îşaya 60:22; Metta 24:14). Usa jî, em “wededa” têr û tije xwarina ruhanî distînin (Metta 24:45-47).

2. Em dikarin çida bawer bin, lê em gerekê çi fem bikin?

2 Yehowa alî me dike, wekî em tiştên ku wê zûtirekê biqewimin, gav bi gav diha baş fem bikin (Metelok 4:18; Daniyêl 2:28). Em dikarin bawer bin, ku gava tengasiya mezin destpêbe, emê her tiştî bizanibin, çi ku wê mera lazim be, wekî teyax kin, amin bimînin û yektiyê xwey kin. Lê em gerekê fem bikin, ku em derheqa axiriyê hine tişta nizanin. Vê gotarêda, pêşiyê emê bivînin, ku çira me hine nihêrandinên xwe derheqa rojên axiriyê guhastiye. Paşê emê van tişta şêwir kin, çi ku em îda derheqa axiriyê zanin û usa jî derheqa vê yekê ku Yehowa wê çi bike.

TIŞTÊN KU EM NIZANIN

3. Berê me digot, wekî kengê wê îda mecala tu kesî tune be, ku bibe xizmetkarê Yehowa, û em çira usa difikirîn?

3 Berê me digot, wekî paşî destpêka tengasiya mezin, merivên ku Yehowara xizmet nakin, wê îda nikaribin bibine xizmetkarên Wî û Harmegedonêda sax bimînin. Gelo çira? Menî ev bû, ku em difikirîn wekî her tiştên ku wedê Tofanê qewimîn, wê rojên meda jî hema usa be. Mesele, em dişirmîş dibûn, ku hergê Yehowa pêşiya Tofanê derê gemiyê dada û îda îzin neda, wekî kesek bikeve hundur, paşî destpêka tengasiya mezin jî tu kes wê îda nikaribe bibe xizmetkarê Yehowa û xilaz be (Metta 24:37-39).

4. Em çira îda nabêjin, wekî tiştên ku wedê Nuhda qewimîbûn, siya rojên axiriyê ne?

4 Gelo her tiştên ku wedê Tofanê qewimîn, wê axiriyêda jî biqewimin? Na. Kitêba Pîroz usa nabêje a. Rast e Îsa got, ku wedê hazirbûna wî, wê mîna ‘rojên Nuh’ be, lê ewî negot wekî her tiştên ku hingê qewimîn, siya rojên axiriyê bû, besa xeberê çaxê Yehowa derê gemiyê dada. Lê dîsa jî, em dikarin ji serhatiya Nuh û Tofanê dersa hîn bin.

5. (a) Pêşiya Tofanê Nuh çi kir? (Îbranî 11:7; 1 Petrûs 3:20) (b) Ji aliyê belakirina Xebera Xwedê, dereca me çawa mîna rojên Nuh ye?

5 Gava Nuh fermana Yehowa bihîst, ewî baweriya xwe Wî anî û destpêkir gemiyê çêke (Bixûne Îbranî 11:7; 1 Petrûs 3:20). Îro jî, kesên ku mizgîniya derheqa Padşatiya Xwedê dibihên, gerekê baweriya xwe vê bînin û li gora vê yekê bijîn (Karên Şandiya 3:17-20). Petrûsê şandî derheqa Nuh got, wekî ewî “rastî dannasîn dikir” (2 Petrûs 2:5). Lê çawa me gotara pêşiya vêda şêwir kir, em nizanin Nuh fermana Xwedê gîhande her kesî, yan na. Îro em jî xebera Xwedê bi dil û can ser temamiya dinê bela dikin. Lê em çiqas xîret bikin jî, emê nikaribin pêşiya xilaziya vê dinya xirab, mizgîniyê bigihînin her kesî. Gelo çira?

6-7. Pêşiya xilaziya vê dinya xirab, gelo emê bikaribin mizgîniyê bigihînin her kesî? Şiroveke.

6 Were em dîna xwe bidinê, ku Îsa derheqa belakirina mizgîniyê çi gotibû. Ewî pêxembertî kir, wekî mizgînî wê “ser temamiya dinyayê bê belakirinê, ku hemû miletara bibe şedetî” (Metta 24:14). Rojên meda, ev giliyên Îsa bi cûrê mexsûs têne sêrî. Mizgîniya derheqa Padşatiya Xwedê ser 1 000 zimana zêdetir tê belakirinê, û bi saya malpera jw.org, gelek meriv ser temamiya dinyayê dikarin mizgîniyê bibihên.

7 Lê Îsa şagirtên xwera gotibû, wekî heta hatina wî ewana wê “pêra negihînin” mizgîniyê bigihînin her kesî (Metta 10:23; 25:31-33). Rojên meda jî wê usa be. Belakirina mizgîniyê hine welatada hatiye qedexekirinê, û bi mîlyona meriv xût welatên usada dijîn. Serda jî, her deqe bi seda zar têne bûyînê. Em her tiştî dikin, wekî mizgîniyê bigihînin merivên ji “hemû mileta, bereka, zimana û cimeta” (Eyantî 14:6). Dîsa jî, pêşiya xilaziya vê dinya xirab, emê nikaribin mizgîniyê bigihînine her kesî.

8. Kîjan pirs pêşda tên derheqa vê yekê, ku axiriyêda Yehowa wê ça dîwana meriva bike? (Binihêre usa jî şikil.)

8 Lema jî pirs pêşda tên: Halê wan meriva wê çawa be, mecala kîjana ku tune be, wekî pêşiya tengasiya mezin mizgîniyê bibihên? Gelo Yehowa Xwedê û Kurê wî, yê ku Ewî ça hakim kifş kiriye, wê ça dîwana meriva bikin? (Yûhenna 5:19, 22, 27; Karên Şandiya 17:31) Rêza sereke ya vê gotarê dibêje, wekî Yehowa “naxwaze tu kes unda be, lê dixwaze wekî hemû ji gunekirinê vegerin” (2 Petrûs 3:9; 1 Tîmotêyo 2:4). Usa jî Yehowa hela hê mera eşkere nekiriye, ku Ewê ça dîwana wan meriva bike, yên ku mizgînî nebihîstine. Hemikî ew borcdar nîne wekî her tiştî, çi ku ewî kiriye û wê bike, mera bêje.

Gelo Yehowa wê çi bîne serê wan meriva, mecala kîjana ku tune bû pêşiya tengasiya mezin mizgîniyê bibihên? (Binihêre abzasa 8) c


9. Bi saya Kitêba Pîroz Yehowa çi mera eşkere kiriye?

9 Bi saya Kitêba Pîroz Yehowa hine tiştên ku ewê bike, mera eşkere kiriye. Mesele, Kitêba Pîroz dibêje, wekî Yehowa wê merivên “nerast” ji mirinê rake, mecala kîjana ku tune bû, wekî mizgîniyê qebûl kin û xwe rast kin (Karên Şandiya 24:15; Lûqa 23:42, 43). Ev yek pirsên din jî pêşda tîne.

10. Dîsa kîjan pirs pêşda tên?

10 Gelo hêviya wan meriva wê tune be, ku ji mirinê bêne rakirinê, yên ku wedê tengasiya mezin bimirin? Kitêba Pîroz eşkere dibêje, wekî ev dijminên ku Yehowa û ordiya wîye ezmanî Harmegedonêda qir kin, wê ji mirinê ranebin (2 Têsalonîkî 1:6-10). Lê halê kesên din wê ça be? Mesele, hergê kesek ji bo nexweşî, kalbûn-pîrbûnê û qeziya bimire, yan jî ji destê merivekî din bê kuştinê, halê wan meriva wê çawa be? (Waîz 9:11; Zekerya 14:13) Gelo dinya tezeda ev meriv wê bêne hesabê ça kesên “nerast”, yên ku wê ji mirinê bêne rakirinê? Em nizanin.

TIŞTÊN KU EM ZANIN

11. Harmegedonêda meriv wê ser hîmê çi bêne dîwankirinê?

11 Derheqa axiriyê em tenê hine tişta zanin. Mesele, em zanin, wekî Harmegedonêda meriv wê li gora vê yekê bêne dîwankirinê, ku wana bona birên Îsa çi kiriye (Metta 25:40). Merivên ku piştgiriya Îsa û kesên bi ruh kifşkirî kiribûn, wê ça berx bêne hesabê. Em usa jî zanin, ku paşî destpêka tengasiya mezin, hine birên Mesîh wê hê ser erdê bin, û wê hema pêşiya Harmegedonê herine ser ezmana. Heta ku birên Mesîh ser erdê bin, mecala merivên dilsax wê hebe, ku piştgiriya wan û şixulê wan bikin (Metta 25:31, 32; Eyantî 12:17). Gelo ev yek çi tê hesabê?

12-13. Paşî kutakirina “Babîlona Mezin”, hine meriv dibeke çi bikin? (Binihêre usa jî şikil.)

12 Paşî destpêka tengasiya mezin jî, hine kesên ku kutakirina “Babîlona Mezin” bivînin, dibeke bînin bîra xwe, ku Şedên Yehowa derheqa vê qewimandinê digotin. Gelo dibeke hine merivên ku van qewimandina bivînin, nihêrandina xwe biguhêzin û baweriya xwe Yehowa bînin? (Eyantî 17:5; Hezeqêl 33:33)

13 Tiştekî usa wedê Mûsada jî qewimîbû. Gava cimeta Îsraêlê ji Misirê derket, “tevî wan elaleteke giran ji gelek mileta jî” çûn. Dibeke gava wana didît, ku giliyên Mûsa derheqa Deh Bela çawa dihatine sêrî, wana baweriya xwe Yehowa anî (Derketin 12:38). Hergê paşî kutakirina Babîlona Mezin jî tiştekî usa biqewime, gelo emê xemgîn bin, gava hine meriv wedekî kinda pêşiya xilaziya vê dinya xirab tevî me xilaz bin? Hemikî na! Em gerekê çev bidine xeyset-hunurên Bavê xweyî ezmana. Kitêba Pîroz derheqa Wî dibêje: “Xwedêyê rem û keremê, sebir-sikanê, bi hub û aminîyêda xinêyo b” (Derketin 34:6).

Paşî kutakirina “Babîlona Mezin”, hine meriv wê bînin bîra xwe, ku Şedên Yehowa derheqa vê yekê digotin (Binihêre abzasa 12-13) d


14-15. Gelo axiriya herheyî ya meriva vê yekêva girêdayî ye, ku ewana kengê dimirin yan kîderê dijîn? Şiroveke. (Zebûr 33:4, 5)

14 Cara, hine xûşk-bira usa dibêjin: “Xwezî merivên min pêşiya tengasiya mezin bimirin, wekî gumana wan hebe, ku ji mirinê bêne rakirinê”. Hemikî nêta van xûşk-bira nexirab e, lê bi rastî axiriya meriva vê yekêva girêdayî nîne, ku ewana wê kengê bimirin. Yehowa Hakimê kamil e, û safîkirinên wî rast û heq in (Bixûne Zebûr 33:4, 5). Belê, em dikarin bawer bin, ku Hakimê temamiya dinyayê wê ya rast bike (Destpêbûn 18:25).

15 Usa jî, axiriya meriva ya her-heyî vê yekêva girêdayî nîne, ku ewana kîderê dijîn. Hine welatada, bi mîlyona meriv mizgînî nebihîstine. Ev yek naqewime, ku Yehowa van meriva derbêra ça “bizina” hesab ke (Metta 25:46). Hakimê heq yê temamiya dinyayê, ji me zêdetir bona wan xem dike. Em nizanin ku wedê tengasiya mezin, Yehowa wê çi bike. Dibeke gava Yehowa ber hemûya navê xwe pîroz ke, mecala hine ji wan meriva hebe, ku Yehowa nas bikin û baweriya xwe wî bînin (Hezeqêl 38:16).

Çaxê tengasiya mezin destpêbe, hine meriv gava vê yekê bivînin, gelo wê nihêrandina xwe biguhêzin?

16. Em derheqa Yehowa çi zanin? (Binihêre usa jî şikil.)

16 Ji Kitêba Pîroz em zanin, wekî Yehowa çiqas emirê meriva qîmet dike. Ewî emirê Kurê xwe kire qurban, wekî em gumana emirê heta-hetayê bistînin (Yûhenna 3:16). Me hemûya rem û hezkirina Yehowa ser xwe texmîn kiriye (Îşaya 49:15). Ew her kesî ji me rind nas dike. Hergê em bimirin jî, ew dikare dîsa bi xeyset-hunurên meye berê, me vegerîne jîyînê (Metta 10:29-31). Belê, em dikarin bawer bin, ku Bavê meyî ezmana wê dîwana her kesî bi remtî, heqî û dilşewatiyê bike (Aqûb 2:13).

Em dikarin bawer bin, ku Yehowa wê dîwana her kesî bi heqî û rema xweye mezin bike (Binihêre abzasa 16)


17. Gotara dinda emê çi şêwir kin?

17 Ev femkirina teze hê zêde nîşan dike, wekî belakirina mizgîniyê şixulekî gelek ferz e, ya ku gerekê paş nekeve. Gelo çira? Û çi me hêlan dike, wekî em ji belakirina mizgîniyê newestin? Gotara dinda emê caba van pirsa bistînin.

KILAMA 76 Gelo Tu Şa Nabî?

a Şirovekirina vê yekê, ku çira ev guhastin hatiye kirinê, binihêrin vê gotarêda “Aha li Te Xweş Hat”, ji Birca Qerewiliyê, ya 1 Adarê, sala 2015, rûp. 7-11.

b Paşî qirkirina Babîlona Mezin, hemû xizmetkarên Yehowa wedê hicûmkirina Gog ji Magogê, wê bêne cêribandinê. Merivên ku paşî qirkirina Babîlona Mezin aliyê xizmetkarên Xwedê bigirin jî, wê bêne cêribandinê.

c ŞIROVEKIRINA ŞIKILA: Ev sê derece didine kifşê, ku mizgînî çira nagihîje hine meriva: (1) Jinikek welatekî usada dijî, kîderê ku ji bo rêlîgiya vî welatî bona Şedên Yehowa bêxof nîne mizgîniyê bela kin, (2) jin-mêrek welatekî usada dijîn, kîderê ku ji aliyê polîtîkî belakirina mizgîniyê qedexekirî ye û bona mizgînvana xof e, (3) mêrek cîkî usa dûr dijî, ku mizgînvanara çetin e bigihîjine wî cîyî.

d ŞIROVEKIRINA ŞIKILA: Jinikeke cahil, ya ku ji rastiyê derketibû, tîne bîra xwe, ku ew derheqa qirkirina “Babîlona Mezin” çi hîn bibû. Ew nihêrandina xwe diguhêze û vedigere bal dê-bavê xwe, yên ku Şedên Yehowa ne. Hergê tiştên usa biqewimin, em gerekê çev bidine rem û dilovaniya Bavê xweyî ezmana û şa bin ku gunekarek vegeriya.