Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 20

KILAM 67 “Peyva Xwedê Bide Bihîstin”

Mizgîniyê ji Hezkirinê Belav Bike

Mizgîniyê ji Hezkirinê Belav Bike

“Gerek pêşî mizgînî di nav hemû miletan de bê belavkirin” (MARQOS 13:10, NWT).

EMÊ ÇI HÎN BIBIN?

Emê bibînin ku hezkirin çawa alî me dike ku em mizgîniyê bi dil û can belav bikin.

1. Li civîna salane ya sala 2023yan, em çi hîn bûn?

 LI CIVÎNA salane ya sala 2023yan a, fehmkirina me ya li ser hin mijaran hat serrastkirin, û me di heqê xizmetê de hin melûmatên balkêş standin. Mesela, em hîn bûn ku piştî helakkirina Babîla Mezin jî, dibe ku fersenda hin kesan hebe ku aliyê xizmetkarên Yehowa bigirin. Wekî din, me îlanek bihîst ku ji Mijdara 2023yan û pê ve, êdî ne lazim e ku mizgînvanên Hukimdariya Xwedê di raporên xizmetê de hemû teferuatên xizmeta xwe binivîsin. Gelo ev yek tê maneya ku xizmeta me êdî ne ew qas acîl e? Helbet na!

2. Xizmeta me çima roj bi roj hê jî acîltir dibe? (Marqos 13:10)

2 Wext hindik maye, loma xizmeta me her ku diçe hê jî acîltir dibe. Îsa Mesîh wisa gotibû: “Gerek pêşî mizgînî di nav hemû miletan de bê belavkirin” (Marqos 13:10, NWT). Li gor kitêba Meta, Îsa Mesîh gotibû ku berî ku “dawî” bê, mizgînî wê li seranserê dinyayê bê belavkirin (Meta 24:14, NWT). Di vê ayetê de, “dawî” tê maneya dawiya vê dinyaya xerab, û Yehowa ‘roj û saeta’ vê dawiyê tayîn kiriye (Meta 24:36, NWT; 25:13; Karên Şandiyan 1:7). Roj bi roj, em nêzîktirî dawiyê dibin (Romayî 13:11). Heta wê demê, lazim e ku em mizgîniyê belav bikin.

3. Em mizgîniyê çima belav dikin?

3 Lê belê, gerek em li ser vê pirsa muhîm bifikirin: Gelo em mizgîniyê çima belav dikin? Sebebê herî muhîm ev e ku em ji mizgîniyê, ji însanan û – ya herî muhîm – ji Yehowa û navê wî hez dikin. Ka em yek bi yek li van nuqteyan binêrin.

EM JI MIZGÎNIYÊ HEZ DIKIN

4. Gava em xebereke xweş distînin, em çi dikin?

4 Gava mirov mizgîniya zarokekî yan mizgîniya îşekî nû distînin, ew bi gelemperî çi dikin? Piraniya mirovan mizgîniyên wisa zû digihînin hemû dost û hevalên xwe. Mîna vê, gava te mizgîniya Hukimdariya Xwedê, yanî mizgîniya herî xweş stand, ma te jî wisa nekir?

5. Gava te cara pêşîn di heqê rastiya Kitêba Pîroz de bihîst, te çi hîs kir? (Li resiman jî binêre.)

5 Ka bîne bîra xwe ku gava te cara pêşîn di heqê rastiya Kitêba Pîroz de bihîst, te çi hîs kir. Mesela, te fehm kir ku Bavê teyî ezmanî ji te hez dike û dixwaze ku tu di nav xizmetkarên wî de bî. Wekî din, tu hîn bûyî ku wî soz daye ku ewê kul û derdan ji holê rake û ku li dinyaya nû, hezkiriyên te wê ji mirinê bên rakirin (Marqos 10:29, 30; Yûhena 5:28, 29; Romayî 8:38, 39; Peyxam 21:3, 4). Tu bi van rastiyan pir dilxweş bûyî, ne wisa ye? (Lûqa 24:32). Te ji tiştên ku tu hîn dibûyî hez dikir, û te dixwest ji her kesî re behsa wan bikî (li Yêremya 20:9 jî binêre).

Gava me mizgînî cara pêşîn bihîst, me dixwest ji her kesî re behsa wê bikin (Li paragrafa 5an binêre)


6. Serpêhatiya Ernest û Rose’ê çi nîşanî me dide?

6 Gava birayekî me yê bi navê Ernest hê weke 10 salî bû, bavê wî wefat kir. Ernest dibêje: “Min meraq dikir ka ew çûye ezmanan yan heta bi heta tune bûye. Min xweziya xwe bi zarokên ku bavê wan hebû, dianî.” Li ber mezel, Ernest diçû ser çokan û dua dikir: “Rica dikim, Xwedê, ez dixwazim bizanim ka bavê min li ku derê ye.” Weke 17 sal piştî mirina bavê wî, ji Ernest re kursa Kitêba Pîroz hat teklîfkirin, û wî jî qebûl kir. Gava ew hîn bû ku li gor Kitêba Pîroz, mirî qey di xeweke giran de ne, bi tiştekî nizanin û rojekê ewê ji mirinê bên rakirin, ew pir dilxweş bû (Waiz 9:5, 10; Karên Şandiyan 24:15). Dawiya dawî, wî cewabên hemû pirsên xwe standin! Rastiyên Kitêba Pîroz, ên ku Ernest hîn dibû, dilê wî xweş dikir. Xanima wî Rose’ê jî dest bi kursa Kitêba Pîroz kir û mîna Ernest ji mizgîniya Hukimdariya Xwedê hez kir. Di sala 1978an de, her du jî vaftîz bûn. Wan bi dil û can ji dost û hevalên xwe re behsa mizgîniyê kir, û bi saya xîreta wan, bi zeman re zêdetirî 70 kes vaftîz bûn.

7. Gava hezkirina rastiya Kitêba Pîroz dikeve dilê me, netîce dibe çi? (Lûqa 6:45)

7 Belê, gava hezkirina rastiya Kitêba Pîroz dikeve dilê me, em dixwazin ku her kes wê bibihîze (Lûqa 6:45 ji wergera NWT bixwîne). Di sedsala yekê de, şagirtên Îsa Mesîh wisa gotibû: “Em nikarin tiştên ku me dîtine û bihîstine nebêjin” (Karên Şandiyan 4:20). Mîna wan, em jî ji rastiyê pir hez dikin û dixwazin ji her kesî re behsa wê bikin.

EM JI ÎNSANAN HEZ DIKIN

8. Em çima dixwazin mizgîniyê bigihînin her kesî? (Li çarçoveya  Ji Mirovan Hez Bikin – Wan Bikin Şagirt binêre.) (Li resim jî binerê.)

8 Wek Yehowa Xwedê û Îsa Mesîh, em ji însanan hez dikin (Methelokên Silêman 8:31; Yûhena 3:16). Dilê me bi kesên ku “bê hêvî û bê Xwedê” ne, dişewite (Efesî 2:12). Ew di bin derdên jiyanê de difetisin, lê di destê me de dermanê van derdan heye – mizgîniya Hukimdariya Xwedê. Ji ber ku em ji mirovan hez dikin û dilê me bi wan dişewite, em xîret dikin ku mizgîniyê bigihînin wan. Xebera xêrê hêviyê dide mirovan, alî wan dike ku jiyana wan baştir bibe û fersendê dide wan ku ew li dinyaya nû bigihîjin “jiyana rastîn” (1. Tîmotêyos 6:19).

Ji ber ku em ji însanan hez dikin û dilê me bi wan dişewite, em xîret dikin ku mizgîniyê bigihînin wan (Li paragrafa 8an binêre)


9. Em çi îlan dikin, û çima? (Hêzekîêl 33:7, 8)

9 Ji ber ku em ji însanan hez dikin, em dixwazin ku ew bizanin ku dawiya vê dinyaya xerab êdî nêzîk e (Hêzekîêl 33:7, 8 bixwîne). Gelek merivên me û kesên din Yehowa Xwedê nas nakin û nizanin ku di demeke nêzîk de “tengasiya mezin wê çêbe, ya ku ji destpêka dinyayê ve heta niha çênebûye û wê careke din çênebe” (Meta 24:21, NWT). Dilê me bi wan dişewite, û em dixwazin ku ew bizanin ku di dema hukim de çi wê çêbe: Dînê sexte wê bê wêrankirin, û li Harmegedonê, dinyaya xerab wê bi temamî bê helakkirin (Peyxam 16:14, 16; 17:16, 17; 19:11, 19, 20). Em hêvî dikin ku gelek kes guh bidin me û qerarê bidin ku bi me re ji Yehowa Xwedê re xizmet bikin. Lê halê merivên me û kesên din, ên ku niha guh nadin me, wê çi be?

10. Çima muhîm e ku em dev ji îlankirina xebera Xwedê bernedin?

10 Wek me di meqaleya berê de dîtibû, Yehowa Xwedê wê belkî fersenda xelasbûnê bide kesên ku piştî helakkirina Babîla Mezin fikra xwe biguherînin. Eger wisa be, bi rastî jî pir muhîm e ku em xebera Xwedê bê rawestin îlan bikin, çimkî tiştên ku em niha ji wan re dibêjin dikarin wê demê bên bîra wan (li Hêzekîêl 33:33 jî binêre). Dibe ku ew tiştên ku wan ji me bihîstibûn bînin bîra xwe û berî dawiyê qerarê bidin ku bi me re ji Yehowa re xizmet bikin. Çawa ku serokê zindana li bajarê Filîpyayê ancax piştî erdhejeke mezin fikra xwe guherand, dibe ku hin kesên ku niha guh nadin me ancax piştî helakkirina Babîla Mezin fikra xwe biguherînin (Karên Şandiyan 16:25-34).

EM JI YEHOWA Û NAVÊ WÎ HEZ DIKIN

11. Em çawa hurmet, rûmet û qudretê didin Yehowa? (Peyxam 4:11) (Li resiman jî binêre.)

11 Wekî din, em mizgîniyê belav dikin ji ber ku em ji Yehowa Xwedê û ji navê wî yê pîroz hez dikin, û ev yek sebebê herî muhîm e. Bi saya xizmetê, em dikarin pesnê Xwedê bidin (Peyxam 4:11 bixwîne). Yehowa Xwedê bi rastî jî hêjayî rûmet, hurmet û qudretê ye. Bi vê yekê ku em ji mirovan re îsbatan nîşan didin ku çavkaniya jiyanê ew e, em pesnê wî didin. Gava em wext û qeweta xwe ji bo xizmeta wî xerc dikin, em qudretê – yanî qudreta xwe – didin Yehowa Xwedê (Meta 6:33; Lûqa 13:24; Kolosî 3:23). Em ji Xwedê hez dikin û ji ber vê, em behsa wî dikin. Wekî din, em dixwazin ji kesên din re behsa nav û şexsiyeta wî bikin. Gelo çima?

Gava em çi qas ji destê me tê wext û qeweta xwe di xizmetê de xerc dikin, em qudreta xwe didin Yehowa (Li paragrafa 11an binêre)


12. Di xizmetê de, em navê Yehowa çawa pîroz dikin?

12 Ji ber ku em ji Yehowa hez dikin, em dixwazin navê wî pîroz bikin (Meta 6:9). Îblîs di heqê Yehowa de derew kiriye, û em dixwazin vê yekê nîşanî însanan bidin (1. Mûsa 3:1-5; Eyûb 2:4; Yûhena 8:44). Di xizmetê de, em piştgiriya Yehowa dikin û ji kesên guhvekirî re behsa rastiya di heqê wî de dikin. Em dixwazin ku her kes bizane ku Xwedê hezkirin e, ku serweriya wî rast û adil e û ku Hukimdariya wî wê di demeke nêzîk de hemû kul û derdan ji holê rake û aştî û dilxweşiyê bîne (Zebûr 37:10, 11, 29; 1. Yûhena 4:8). Gava em di xizmetê de li ser van tiştan sohbetê dikin, em navê wî bilind û pîroz dikin. Wekî din, em serbilind in ku em Şahidên Yehowa ne, û em xîret dikin ku layiqî vî navî bijîn. Gelo çawa?

13. Em çima pir serbilind in ku em wek Şahidên Yehowa tên binavkirin? (Îşaya 43:10-12)

13 Di Kitêba Pîroz de, Yehowa ji me re wisa dibêje: “Hûn şahidên min in, belê, xulamê min ê ku min hilbijartiye ku hûn min nas bikin û baweriya xwe bi min bînin û fehm bikin ku ez eynî me. Berî min tu Xweda tune bû, û piştî min jî wê tune be. Ez Yehowa me. Ji xeynî min xelaskar tune. Ê ku melûmat daye û xelas kiriye û daye bihîstin, ez im. Loma hûn şahidên min in, û ez Xwedê me” (Îşaya 43:10-12, NWT). Çend sal berê, di nameyeke ji Koma Rêberiyê de wisa hatibû gotin: “Em pir serbilind in ku em wek Şahidên Yehowa tên binavkirin.” Gelo çima? Vê mîsalê bîne ber çavan: Tu li ber mehkemeyê yî, û tu dixwazî ku kesek di heqê şexsiyeta te de şahidiyê bike. Gelo tuyê kesekî çawa hilbijêrî? Helbet tuyê ji bo vê yekê kesekî pêbawer û durist hilbijêrî. Bi eynî awayî, Yehowa em wek şahidên xwe hilbijartine ji ber ku ew me baş nas dike û baweriya xwe bi me tîne ku em li ber mirovan şahidiyê bikin ku Xwedayê rast tenê ew e. Em vê yekê wek îmtiyazeke mezin dibînin, loma em her fersendê bi kar tînin ku navê wî bidin naskirin, derewên ku hatine avêtin ser wî eşkere bikin û navê wî rast derxin. Bi vî awayî, em li gor navê ku li ser me ye hereket dikin û ji bo Yehowa şahidiyê dikin (Zebûr 83:18; Romayî 10:13-15).

EMÊ HETA DAWIYÊ DEV JI BELAVKIRINA MIZGÎNIYÊ BERNEDIN

14. Hêviya me çi ye?

14 Em bi çar çavan li benda pêşerojê ne! Em hêvîdar in ku bi alîkariya Yehowa, gelek kesên din berî destpêka tengasiya mezin werin ser rêya rastiyê. Wekî din, em bi îhtimala ku di dema tengasiya mezin de jî hin kes ji dinyaya Îblîs derkevin û bi me re pesnê Yehowa bidin, dilxweş in (Karên Şandiyan 13:48).

15-16. Gerek em çi bikin, û heta kengê?

15 Îşê me bi rastî jî pir e. Gerek em mizgîniya Hukimdariya Xwedê li seranserê dinyayê belav bikin. Wekî din, gerek em ji mirovan re bibêjin ku dawiya vê dinyaya xerab pir nêzîk e. Bi saya îşê ku em niha dikin, ewê li dema hukim bizanin ku xebera ku me îlan kiribû ji Yehowa Xwedê bû (Hêzekîêl 38:23). Loma, bila em heta dawiyê dev ji vî karê bêemsal bernedin!

16 Îcar lazim e ku em çi bikin? Heta ku Yehowa ji me re bibêje ku îşê belavkirina mizgîniyê êdî temam bûye, bila em ji mizgîniyê, ji însanan û – ya herî muhîm – ji Yehowa û navê wî hez bikin û mizgîniyê bi dil û can belav bikin!

KILAM 54 “Rê Ev e”

a Civîna salane di 7ê Cotmeha 2023yan de li Newburghê (New York, DYA), li Salona Komcivînan a Şahidên Yehowa hat derbaskirin. Bernameya vê civînê paşê li JW Broadcastingê hat weşandin – qismê pêşîn di Mijdara 2023yan de û qismê diduyan di Çileya 2024an de.