Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 26

KILAM 8 Yehowa Stara Me ye

Bila Yehowa Zinarê Te Be

Bila Yehowa Zinarê Te Be

“Zinarekî wekî Xwedayê me tuneye” (1. SAMÛYÊL 2:2, Mizgînî).

EMÊ ÇI HÎN BIBIN?

Emê bibînin ku Yehowa çima wek zinar tê binavkirin. Wekî din, emê hîn bibin ku em çawa dikarin hin xisûsiyetên wî ji xwe re bikin emsal.

1. Zebûr 18:46 Yehowa dişibîne çi?

 HIN TIŞTÊN ku tên serê me dikarin jiyana me ji nişka ve tevlihev bikin. Çi baş e ku em dikarin ji Yehowa Xwedê alîkariyê bixwazin! Di meqaleya berê de, me dîtibû ku Yehowa Xwedayê zindî ye û her tim hazir e ku alî me bike. Wexta ku em desteka wî dibînin, em hê jî emîntir dibin ku “Xudan dijî” (Zebûr 18:46 bixwîne). Lê belê, piştî van gotinan, Dawid ji Xwedê re got “zinarê min”. Gelo wî çima wisa got?

2. Di vê meqaleyê de, emê çi hîn bibin?

2 Di vê meqaleyê de, emê bibînin ku Yehowa çima wek “zinar” tê binavkirin û ev yek di heqê wî de çi nîşan dide. Wekî din, emê hîn bibin ku em çawa dikarin Yehowa wek zinarê xwe bibînin û xisûsiyetên wî ji xwe re bikin emsal.

YEHOWA ÇIMA ZINAR E?

3. Di Kitêba Pîroz de, peyva “zinar” gelek caran çawa tê bikaranîn? (Li resim binêre.)

3 Di hin ayetên Kitêba Pîroz de, Yehowa wek “zinar” tê binavkirin. Gelek ji van ayetan pesnê wî didin û bala me dikişînin ser hin xisûsiyetên wî yên bêemsal. Ayeta pêşîn, a ku ji Yehowa Xwedê re dibêje “zinar”, 5. Mûsa 32:4 e. Çend sedsal bi şûn de, diya Samûyêl Hanna di duaya xwe de got ku “zinarekî wekî Xwedayê me tuneye” (1. Samûyêl 2:2, Mizgînî). Wekî din, Habaqûq jî ji Yehowa re got “zinar” (Habaqûq 1:12). Heta, Yehowa jî xwe şiband zinarekî (Îşaya 44:8). Gelo Yehowa çima wek zinar tê binavkirin? Ka em bala xwe bidin sê sebebên vê yekê û bibînin ku em çawa dikarin wî bikin zinarê xwe (5. Mûsa 32:31).

Ji bo xizmetkarên Yehowa, ew wek zinarekî saxlem e (Li paragrafa 3yan binêre)


4. Yehowa çima stara me ye? (Zebûr 94:22)

4 Yehowa stara me ye. Wek zinarekî mezin, yê ku di dema firtoneyekê de ji mirovan re dibe star, Yehowa me li hemberî tengasiyên jiyanê diparêze (Zebûr 94:22 bixwîne). Ew alî me dike ku dostaniya me ya bi wî re xurt bimîne û soz dide ku dawiya dawîn, ewê me ji hemû kul û derdan xelas bike (Hêzekîêl 34:25, 26).

5. Yehowa çawa dikare ji me re bibe star?

5 Bi destê duayê, em dikarin xwe bispêrin Yehowa. Gava em dua dikin, Yehowa hizûrê dixe hiş û dilê me (Filîpî 4:6, 7). Ka bala xwe bide serpêhatiya birayê me Artyom, ê ku ji ber baweriya xwe ket hebsê. Memûrê ku îfadeya wî distand yekî sert bû, û wî zor dida Artyom û ew nizm dixist. Artyom dibêje: “Gava wî gazî min dikir, ez diketim stresê. … Min her car ji Yehowa re dua dikir. Min ji wî hîkmet û hizûra dil dixwest. Di netîceyê de, taktîkên vî memûrî ser min tesîr nedikir. … Bi alîkariya Yehowa, min xwe wisa hîs dikir qey dîwarekî qewî min diparêze.”

6. Em çima dikarin baweriya xwe bi Yehowa bînin? (Îşaya 26:3, 4)

6 Yehowa pêbawer e. Wek zinarekî ku ji cihê xwe naleqe, Yehowa her tim bi me re ye. Em dikarin baweriya xwe bi wî bînin, çimkî ew “zinarê herheyî ye” (Îşaya 26:3, 4 ji wergera Mizgînî bixwîne). Ew tim hazir e ku sozên xwe pêk bîne, guh bide duayên me û alî me bike. Wekî din, Yehowa ji xizmetkarên xwe re dilsoz e (2. Samûyêl 22:26). Ew keda me tu caran ji bîr nake, û ewê me xelat bike (Îbranî 6:10; 11:6).

7. Eger em xwe bispêrin Yehowa, netîce wê bibe çi? (Li resim jî binêre.)

7 Gava em xwe dispêrin Yehowa, em nîşan didin ku em wî wek zinarê xwe dibînin. Em bawer in ku guhdayîna Xwedê her tim – di demên zor de jî – ji bo me bifeyde ye (Îşaya 48:17, 18). Her ku em dibînin ku Yehowa çawa destekê dide me, baweriya me xurttir dibe, û ev yek alî me dike ku em li hemberî tengasiyên giran jî sebir bikin. Gelek caran, gava em rastî problemên mezin tên û tu kes nikare alî me bike, em fehm dikin ku em hewceyî alîkariya Yehowa ne. Birayê me Vladîmîr dibêje: “Gava ez li merkeza binçavkirinê dimam, min xwe pir nêzîkî Xwedê hîs dikir. Ji ber ku ez bi tena serê xwe bûm û tu tişt ji destê min nedihat, ez hîn bûm ku xwe zêdetir bispêrim Yehowa.”

Gava em xwe bi temamî dispêrin Yehowa, em nîşan didin ku em wî wek zinarê xwe dibînin (Li paragrafa 7an binêre)


8. (a) Yehowa ji kîjan aliyan ve saxlem e? (b) Ji bo me çima xêr e ku Xwedê zinarê me ye? (Zebûr 62:6, 7)

8 Yehowa her tim saxlem disekine. Ji ber ku Yehowa wek zinar e, şexsiyeta wî saxlem e û tu car naguhere (Maleyaxî 3:6). Mesela, piştî serhildana li baxçeyê Adenê, Yehowa armanca xwe ya ji bo însanan neguhert. Wek Pawlosê şandî nivîsî, Yehowa ‘nikare xwe înkar bike’ (2. Tîmotêyos 2:13). Tu tişt û tu kes nikare ser sifet, armanc yan standardên wî tesîr bike. Ji ber ku Xwedê saxlem disekine û naguhere, em dikarin emîn bin ku ewê me xelas bike û di dema tengasiyê de destekê bide me (Zebûr 62:6, 7 bixwîne).

9. Tu ji serpêhatiya Tatyanayê çi dersan distînî?

9 Bi vê yekê ku em li ser armanc û sifetên Yehowa kûr bifikirin, em dikarin wî bikin zinarê xwe. Bi vî awayî, hizûr wê bikeve dilê me, û emê bikarin li hemberî tengasiyan ji Yehowa re dilsoz bimînin (Zebûr 16:8). Xwişkeke bi navê Tatyana, ya ku ji ber baweriya xwe ketibû hebsa malê, wisa dibêje: “Li cem min tu kes tune bû. Di serî de, halê min qet ne hêsan bû. Min cesareta xwe gelek car winda dikir.” Lê belê, gava wê fehm kir ku tengasiya wê çawa bi Yehowa û armanca wî ve girêdayî ye, wê ji nû ve qewet stand. Tatyana dibêje: “Min dianî bîra xwe ku ez ji bo xatirê Yehowa ketime vî halî. Vê yekê alî min dikir ku ez bi zêdeyî bala xwe nedim derdên xwe.”

10. Em çawa dikarin Yehowa wek zinarê xwe bibînin?

10 Di pêşerojê de, emê rastî tengasiyên hê mezintir werin. Hingê wê lazim be ku em xwe hê jî zêdetir bispêrin Yehowa. Ji ber vê yekê, gerek em baweriya xwe ji niha ve xurttir bikin ku ewê alî me bike, da ku em jê re dilsoz bimînin. Gelo tu çawa dikarî vêya bikî? Mesela, di Kitêba Pîroz de serpêhatiyên xizmetkarên Xwedê yên berê bixwîne. Wekî din, serpêhatiyên xwişk û birayan jî dikarin baweriya te xurttir bikin. Pê derxe ku Xwedê ji xizmetkarên xwe re çawa bûye zinar. Li ser van serpêhatiyan kûr bifikire. Ev yek dikare alî te bike ku tu Yehowa wek zinarê xwe bibînî.

XISÛSIYETÊN YEHOWA JI XWE RE BIKE EMSAL

11. Em çima dixwazin xisûsiyetên Yehowa ji xwe re bikin emsal? (Li çarçoveya “ Hedefeke ji bo Birayên Ciwan” jî binêre.)

11 Me dîtiye ku Yehowa çawa wek zinar e. Niha emê bibînin ku em çawa dikarin xisûsiyetên wî ji xwe re bikin emsal. Ev yek wê alî me bike ku em zêdetir destekê bidin xwişk û birayan. Mesela, Îsa Mesîh şagirtê xwe Şîmûn wek “Kîfas” (bi Yûnanî “Petrûs”) bi nav kir. Ev nav tê maneya “Zinar” (Yûhena 1:42). Bi vî awayî, Îsa Mesîh nîşan dabû ku Petrûs wê teselî û qewetê bide civatê. Rîspiyên civatê wek “siya zinarê bilind” tên tarîfkirin. Ev yek nîşan dide ku ew civatê çawa diparêzin (Îşaya 32:2, Mizgînî). Helbet lazim e ku ne tenê rîspî, lê em gişt van xisûsiyetên Yehowa ji xwe re bikin emsal (Efesî 5:1).

12. Em çawa dikarin ji xwişk û birayan re bibin star?

12 Ji xwişk û birayan re bibe star. Carinan, em belkî dikarin ji xwişk û birayên xwe re rasterast bibin star, mesela gava şer, serhildan yan felaketên tebîetê çêdibin. Her ku “rojên dawîn” xerabtir dibin, zêdetir fersendên me çêdibin ku em destekê bidin hevdû (2. Tîmotêyos 3:1). Wekî din, em dikarin xwişk û birayan teselî bikin û nîşan bidin ku em ji wan hez dikin. Mesela, em dikarin li Salona Îbadetê bi wan re sohbetê bikin û xîret bikin ku civat ji bo her kesî bibe hêlîneke germ. Dinya sar, sert û zehmet e. Loma, wexta ku xwişk û birayên me tên civînan, em dixwazin çi ji destê me tê bikin ku ew xwe rihet û di emniyetê de hîs bikin.

13. Rîspî çawa dikarin ji xwişk û birayan re bibin star? (Li resim jî binêre.)

13 Gava jiyana xwişk û birayan serûbin dibe, rîspî dikarin ji wan re bibin star. Mesela, wexta ku rewşên acîl çêdibin yan jî piştî felaketan, rîspî destekê didin xwişk û birayan. Wekî din, rîspî li ser esasê Kitêba Pîroz rêberî û teşwîqê didin wan. Eger rîspiyek rind guh bide xwişk û birayan, dilovan be û xîret bike ku ji halê wan fehm bike, xwişk û bira wê dilê xwe bi rihetî ji wî re vekin, çimkî ewê fehm bikin ku ev rîspî qîmetê dide wan. Di netîceyê de, ewê hazir bin ku şîretên vî rîspiyî jî qebûl bikin (1. Selanîkî 2:7, 8, 11).

Gava xwişk û bira rastî firtoneyên herfî û mecazî tên, rîspî ji wan re dibin star (Li paragrafa 13an binêre) a


14. Em çawa dikarin nîşan bidin ku em kesên pêbawer in?

14 Pêbawer be. Em dixwazin ku kesên din baweriya xwe bi me bînin, bi xisûsî di rojên zor de (Methelokên Silêman 17:17). Ji bo ku mirov me wek kesên pêbawer bibînin, gelo em çawa dikarin xisûsiyetên Xwedê ji xwe re bikin emsal? Mesela, gerek em li ser sozên xwe bisekinin û xîret bikin ku em her tiştî di wextê de bikin (Meta 5:37). Wekî din, em dikarin destekê bidin kesên ku hewceyî alîkariyê ne. Ji xeynî wê, gerek em wezîfeyên xwe li gor telîmatan pêk bînin.

15. Civat çawa ji rîspiyên pêbawer feydeyê dibîne?

15 Civat ji rîspiyên pêbawer pir feydeyê dibîne. Gelo çawa? Gava xwişk û bira dizanin ku ew dikarin bi serbestî bigihîjin rîspiyan, ev yek dilê wan rihet dike. Ji bo wan pir xweş e ku rîspî li wan xwedî derdikevin û amade ne ku alî wan bikin. Wekî din, eger rîspî ne li gor fikrên xwe, lê li ser esasê Kitêba Pîroz û weşanên teşkîlatê rêberiyê bidin, xwişk û bira wê baweriya xwe bi wan bînin. Ji xeynî vê, xwişk û bira baweriya xwe bi rîspiyên pêbawer tînin, ên ku meseleyên wan ên şexsî veşartî dihêlin û sozên xwe pêk tînin.

16. Ji bo me û kesên din çima bifeyde ye ku em saxlem bisekinin?

16 Saxlem bisekine. Eger em di riya rastiyê de saxlem bisekinin û qerarên xwe li gor prensîpên Kitêba Pîroz bidin, ev yek dikare ser kesên din jî baş tesîr bike. Her ku bawerî û zanîna me zêde dibe, em di riya rastiyê de hê jî saxlemtir disekinin, ji riya xwe şaş nabin û nakevin ber bayê hîndariyên sexte û fikrên dinyayê (Efesî 4:14; Aqûb 1:6-8). Gava em xeberên reş distînin, baweriya me ya bi Yehowa û sozên wî alî me dike ku em tevlihev nebin (Zebûr 112:7, 8). Wekî din, em hazir in ku destekê bidin kesên ku di tengasiyê de ne (1. Selanîkî 3:2, 3).

17. Rîspî çawa dikarin alî xwişk û birayan bikin?

17 Kitêba Pîroz dibêje ku gerek rîspî terazdar, sergiran, bi rêk û pêk û maqûl bin. Ev yek ku ew “bi peyva dilsoz ve girêdayî” dimînin, dikare hizûr û qewetê bide civatê (Tîtos 1:9; 1. Tîmotêyos 3:1-3). Hem bi mînaka xwe hem jî bi şivantiya xwe, rîspî dikarin alî xwişk û birayan bikin ku ew lêkolîna şexsî, belavkirina mizgîniyê û civînan îhmal nekin. Gava tiştên xerab tên serê xwişk û birayan, rîspî dikarin alî wan bikin ku ew bala xwe bidin Yehowa û wehdên wî.

18. Em çima dixwazin pesnê Yehowa bidin û her ku diçe nêzîktirî wî bibin? (Li çarçoveya “ Nêzîktirî Yehowa Bibe” jî binêre.)

18 Gava em xisûsiyetên Yehowa tînin ber çavê xwe, em jî wek Dawid Padîşah dibêjin: “Bila zinarê min, Xudan pîroz be” (Zebûr 144:1). Belê, em her tim dikarin xwe bispêrin Yehowa Xwedê. Jiyan çi qas zehmet be yan emrê me çi qas mezin be jî, ewê alî me bike ku em nêzîkî wî bimînin. Loma, bila em ji dil bibêjin: “Zinarê me ew e” (Zebûr 92:14, 15).

KILAM 150 Xwedê wê Me Xelas Bike

a RESIM: Li Salona Îbadetê, xwişkek bi rihetî diçe ba du rîspiyan.