Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 26

KILAMA 8 Yehowa Sitara Me ye

Bira Yehowa Zinarê Te Be

Bira Yehowa Zinarê Te Be

“Zinarekî weke Xwedayê me tuneye” (1 SAMÛYÊL 2:2, ÎM).

VÊ GOTARÊDA

Emê bivînin, ku çira Yehowa çawa zinar tê navkirinê. Usa jî emê pêbihesin, ku em ça dikarin çev bidine hine hunurên wî.

1. Zebûr 18:46-da, Dawid Yehowa beramberî çi dike?

 HINE tiştên ku tên serê me, dikarin nişkêva jîyîna me tevlihev kin. Ça baş e, ku em dikarin ji Yehowa Xwedê alîkariyê bixwazin! Gotara pêşiya vêda, em pêhesiyan, ku Yehowa Xwedayê sax e û timê hazir e alî me bike. Çaxê em divînin, ku Ew çawa alî me dike, em diha îzbat dibin wekî “Xudan sax e” (Bixûne Zebûr 18:46). Lê paşî van giliya, Dawid Xwedêra got “Qeyayê min”. Gelo ewî çira usa got?

2. Vê gotarêda emê çi şêwir kin?

2 Vê gotarêda emê bivînin, ku Yehowa çira tê navkirinê Zinar yan jî Qeya, û ev yek derheqa wî çi me hîn dike. Usa jî, emê pêbihesin, ku em ça dikarin îtbariya xwe Yehowa bînin, Wî çawa Zinar seva xwe hesab kin û çev bidine hunurên wî.

YEHOWA ÇIRA TÊ NAVKIRINÊ ZINAR?

3. Kitêba Pîrozda xebera “zinar”, gelek car ça tê xebitandinê? (Binihêre jûrnalê.)

3 Hine rêzên Kitêba Pîrozda, Yehowa tê navkirinê “zinar”. Gelek car, çaxê xizmetkarên Yehowa pesinê wî didan, wana wî nav dikir ça zinar. Cara pêşin Qanûna Ducarî 32:4-da tê gotinê, wekî Yehowa Xwedê mîna “Zinar” e. Hanna diya Samûyêl jî duayên xweda got, ku “zinarekî wekî Xwedayê me tuneye” (1 Samûyêl 2:2, ÎM). Hebaqûq jî ser Yehowa got “Zinar” (Hebaqûq 1:12). Yehowa xwexa jî, xwe beramberî zinarekî kir (Îşaya 44:8). Gelo Yehowa çira tê navkirinê zinar? Were em sê meniya şêwir kin û bivînin ku em ça dikarin Yehowa çawa Zinarê xwe hesab kin (Qanûna Ducarî 32:31).

Yehowa bona xizmetkarên xwe ça Zinarekî qewî ye (Binihêre abzasa 3)


4. Yehowa çi cûreyî sitara me ye? (Zebûr 94:22)

4 Yehowa sitara me ye. Mîna zinarekî mezin, ku wedê firtonê merivara dibe sitar, Yehowa jî wedê çetinaya me diparêze (Bixûne Zebûr 94:22). Ew alî me dike, wekî em dostiya xwe tevî wî qewî xwey kin û usa jî soz dide, ku axiriyêda ewê me ji hemû kul-derda xilaz ke (Hezeqêl 34:25, 26).

5. Yehowa ça dikare bona me bibe sitar?

5 Em dikarin bi saya dua xwe bispêrin Yehowa. Gava em dua dikin, em “edilayiya Xwedê” distînin, ya ku hiş û dilê me diparêze (Fîlîpî 4:6, 7). Were em dîna xwe bidine serhatiya birê me Artyom, yê ku ji bo baweriya xwe kete kelê. Merivê ku şixulê wî lêkolîn dikir, yekî sert bû û ewî Artyom bêhurmet dikir û dida tirsandinê. Artyom dibêje: “Gava ewî gazî min dikir, ez diketime strêsê. . . . Min her car Yehowara dua dikir. Min ji wî bîlanî û edilaya dil dixwest. Paşê vê yekê, dilê min îda rihet bû û kirên wî merivî ser min hukum nedikirin. . . . Bi alîkariya Yehowa, min xwe usa texmîn dikir, ku tê bêjî dîwarekî qewî min diparast”.

6. Em çira dikarin îtbariya xwe Yehowa bînin? (Îşaya 26:3, 4)

6 Yehowa bi îtbar e. Mîna zinar yan çiyakî, ku tu car ji ciyê xwe naleqe, em zanin ku Yehowa jî hazir e timê alî me bike. Em dikarin baweriya xwe wî bînin, çimkî ew “Zinarê herheyî ye” (Bixûne Îşaya 26:3, 4). Ew timê hazir e sozên xwe bîne sêrî, guh bide duayên me û alî me bike. Usa jî, Yehowa xizmetkarên xwera amin e (2 Samûyêl 22:26). Ew cefê me tu car bîr nake û wê eseyî me xelat ke (Îbranî 6:10; 11:6).

7. Hergê em îtbariya xwe Yehowa bînin, emê çi karê bistînin? (Binihêre usa jî şikil.)

7 Gava em îtbariya xwe Yehowa tînin, em nîşan dikin, ku em wî ça Zinarê xwe hesab dikin. Em bawer in, ku gava em çetinayada jî guh didine Wî, ev yek timê bona kara me ye (Îşaya 48:17, 18). Çaxê em divînin, ku Yehowa ça alî me dike, baweriya me diha qewî dibe, û ev yek alî me dike himberî çetinayên mezin jî sebir kin. Gelek car, gava em rastî problêmên mezin tên û tu kes nikare alî me bike, em fem dikin, wekî em hewcê alîkariya Yehowa ne. Birê me Vladîmîr dibêje: “Gava ez kelêda bûm, ev yek mecaleke lape baş bû, ku îtbariya xwe Yehowa bînim, çimkî ez tik-tenê bûm û tenê Xwedê dikaribû alî min bike van çetinayada teyax kim”.

Gava em bi temamî îtbariya xwe Yehowa tînin, em nîşan dikin, ku Ew bona me ça Zinar e (Binihêre abzasa 7)


8. (a) Em çira dikarin bêjin, ku Yehowa nayê guhastinê? (b) Em çi karê distînin ji vê yekê, ku Xwedê Zinarê me ye? (Zebûr 62:6, 7)

8 Yehowa nayê guhastinê. Yehowa mîna zinar e, lema jî xeyset-hunurên wî tu car nayêne guhastinê (Malaxî 3:6). Mesele, paşî miqabilîbûna baxçê Êdênêda, Yehowa qirara xwe bona însanetê neguhast. Pawlosê şandî nivîsî, ku Yehowa “nikare xwe înkar ke” (2 Tîmotêyo 2:13). Ev tê hesabê, wekî tu tişt û tu kes nikare ser hunur, nêt yan jî prînsîpên Wî hukum ke. Yehowa nayê guhastinê, lema jî em bawer in, ku Ewê me xilaz ke û çetinayada alî me bike (Bixûne Zebûr 62:6, 7).

9. Tu ji serhatiya Tatyanayê çi hîn bûyî?

9 Çaxê em derheqa nêt û hunurên Yehowa kûr difikirin, ev yek dikare alî me bike baweriya xwe wî bînin û Wî bikine Zinarê xwe. Hergê em usa bikin, edilayî wê bikeve dilê me û emê bikaribin çetinayada jî Yehowara amin bimînin (Zebûr 16:8). Xûşkeke bi navê Tatyana, ya ku ji bo baweriyê kiribûne girtiya malê, usa dibêje: “Ez tik-tenê bûm. Sêrîda, halê min gelek çetin bû. Ez gelek dilteng bibûm”. Lê gava ewê fem kir, ku çetinaya wê, Yehowa û nêta wîva girêdayî ye, ewê qewat stand. Tatyana dibêje: “Çaxê ez difikirîm, ku çira ez wî halîda nim, ev yek alî min dikir fem kim, wekî ez bona navê Yehowa vê derecêda nim. Evê yekê alî min dikir derheqa çetinaya xwe dişirmîş nebim”.

10. Yehowa ça îda niha dikare bona me bibe Zinar?

10 Zûtirekê emê rastî çetinayên diha mezin bên. Hingê wê lazim be, ku em diha zêde xwe bispêrin Yehowa. Lema jî em gerekê îda nihada baweriya xwe qewî kin, ku Yehowa wê alî me bike, wekî em jêra amin bimînin. Gelo tu ça dikarî vê yekê bikî? Mesele, Kitêba Pîrozda derheqa serhatiyên xizmetkarên Xwedê bixûne. Serhatiyên xûşk-bira jî dikarin baweriya te diha qewî kin. Bivîne ku Xwedê bona xizmetkarên xwe ça bûye zinar. Derheqa van serhatiya kûr bifikire. Ev yek wê alî te bike, ku Yehowa bibe Zinarê te.

ÇEV BIDINE HUNURÊN YEHOWA

11. Em çira dixwazin çev bidine hunurên Yehowa? (Usa jî binihêrin çargoşe bi navê “Nêt bona Birên Cahil”.)

11 Me derheqa hunurên Yehowa şêwir kir, kîjan didine kifşê, ku ew çawa zinar e. Niha emê bivînin, ku em ça dikarin çev bidine hunurên Wî. Ev yek wê alî me bike, diha zêde alî xûşk-bira bikin. Mesele, Îsa şagirtê xwe Şimhûn, nav kir “Kîfas”, (çi ku tê welgerandinê “Petrûs”), ku tê hesabê Zinar yan jî Qeya (Yûhenna 1:42). Bi vê yekê Îsa da kifşê, ku Petrûs wê berdiliyê û qewatê bide civatê. Rûspiyên civatê beramberî “siya zinarê bilind, ÎM” dibin. Ev yek dide kifşê, ku ewana civatê diparêzin (Îşaya 32:2). Hemikî, ne ku tenê rûspî, lê usa jî her kes ji me dikare çev bide wan hunurên Yehowa (Efesî 5:1).

12. Em ça dikarin bona xûşk-bira bibine sitar?

12 Bona xûşk-bira bibe sitar. Cara em dikarin bona xûşk-birên xwe, raste-rast bibine sitar, mesele vî çaxî, gava ewana ji bo teşqelên tebiyetê, yan jî ji bo şer malên xwe unda dikin, yan jî mecbûr dibin malên xwe bihêlin. Rojên paşin çiqas çetin dibin, haqas hê zêde mecal dikeve destê me alîkariyê bidine hevdu (2 Tîmotêyo 3:1). Usa jî em dikarin berdiliyê bidine xûşk-bira û hezkirina xwe wanra bidine kifşê. Mesele, em dikarin Oda Civatêda tevî wan xeber din û her tiştî bikin, wekî civat bona her kesî ev cî be, kîderê ku em dikarin hêlanê bidine hev. Em dinyake sar, sert û çetinda dijîn. Lema jî gava xûşk-birên me têne civatê, em dixwazin çi ji destê me tê bikin, wekî ewana xwe rihet û xweykirî texmîn kin.

13. Rûspî ça dikarin bona xûşk-bira bibine sitar? (Binihêre usa jî şikil.)

13 Gava xûşk-birên me rastî çetinaya tên, rûspî dikarin bona wan bibine sitar. Mesele, wedê teşqelên tebiyetê, yan jî gava bi lez alîkariya mêdîsînayê lazim e, rûspî alîkariyê didine xûşk-bira. Usa jî rûspî bi saya Kitêba Pîroz rêberiyê û hêlanê didine wan. Hergê rûspî rind guh bide xûşk-bira, dilovan be û halê wan fem bike, xûşk-bira wê hêsa dilê xwe wîra vekin, çimkî ewana wê texmîn kin, ku ev rûspî wana qîmet dike. Axiriyêda, ewana wê bi dil û can şîretên vî rûspî qebûl kin (1 Têsalonîkî 2:7, 8, 11).

Gava xûşk-bira rastî firtonên rêalî û sîmbolîk tên, rûspî bona wan dibine sitargeh (Binihêre abzasa 13) a


14. Em ça dikarin nîşan kin, ku em merivne bi îtbar in?

14 Bi îtbar be. Em dixwazin, ku kesên din îtbariya xwe me bînin, îlahî wan rojên çetinda (Metelok 17:17). Seva ku kesên din me ça merivne bi îtbar hesab kin, gelo em çawa dikarin çev bidine hunurên Xwedê? Mesele, em gerekê xweyê sozên xwe bin û her tiştî wededa bikin (Metta 5:37). Usa jî em dikarin alî wan meriva bikin, yên ku hewcê alîkariyê ne. Xêncî vê yekê, em gerekê cabdariyên xwe li gora rêberiya ku em distînin, bînin sêrî.

15. Rûspiyên bi îtbar çawa karê civatêra tînin?

15 Rûspiyên bi îtbar bona civatê keremeke gelek mezin in. Gelo çawa? Gava xûşk-bira zanin, ku ewana dikarin hêsa nêzîkî rûspiya bin, yan jî tevî wan têklî bin, ev yek dilbîniyê dide wan. Xûşk-bira xwe xweykirî texmîn dikin, gava rûspî bona wan xem dikin û hazir in alî wan bikin. Usa jî, hergê rûspî ne li gora fikirên xwe, lê ser hîmê Kitêba Pîroz û edebyetên teşkîletê rêberiyê bidin, xûşk-bira wê baweriya xwe wan bînin. Xêncî vê yekê, ewana baweriya xwe rûspiyên bi îtbar tînin, yên ku înformasiya wane şexsî tu kesîra navêjin û xweyê sozên xwe ne.

16. Em çi karê distînin, gava vê yekê dikin, çi ku ber çevê Yehowa rast e?

16 Timê vê yekê bikin, çi ku ber çevê Yehowa rast e. Hergê em qewî ser riya rastiyê bisekinin û li gora prînsîpên Kitêba Pîroz safîkirina bikin, ev yek dikare ser kesên din jî baş hukum ke. Bawerî û zanebûna me çiqas zêde be, haqas hê qewî emê ser riya rastiyê bisekinin û nekevine ber bayê hînkirin û fikirên vê dinyayê (Efesî 4:14; Aqûb 1:6-8). Gava em elametiyên nebaş distînin, baweriya me hindava Yehowa û sozên wî alî me dike, wekî em tevlihev nebin (Zebûr 112:7, 8). Usa jî em hazir in alîkariyê bidine kesên ku tengasiyêda nin (1 Têsalonîkî 3:2, 3).

17. Rûspî ça dikarin alî xûşk-bira bikin?

17 Kitêba Pîroz dibêje, ku rûspî gerekê xwegirtî, aqilda giran, maqûl û berbihêr bin. Ewana alî xûşk-bira dikin dilrihet bin û Yehowara amin bimînin bi vê yekê, ku xwe li “gotina amin” qewî digirin (Tîto 1:9; 1 Tîmotêyo 3:1-3). Him bi mesela xwe, him jî bi saya şivantiyê, rûspî dikarin alî xûşk-bira bikin, wekî ewana lêkolîna şexsî, belakirina mizgîniyê û civîna bernedin. Gava xûşk-birên me rastî çetinaya tên, rûspî dikarin alî wan bikin, wekî ewana gumana xwe Yehowa bînin û derheqa sozên Wî bîr nekin.

18. Em çira dixwazin rûmetê bidine Yehowa û diha nêzîkî wî bin? (Usa jî binihêrin çargoşe bi navê “Diha Nêzîkî Yehowa be”.)

18 Gava em derheqa hunurên Yehowa difikirin, em jî mîna Dawid Padşa dikarin bêjin: “Şikir ji Xudanra, qeyayê min” (Zebûr 144:1). Belê, em timê dikarin îtbariya xwe Yehowa Xwedê bînin. Em çiqas emirda mezin bin jî, em bawer in, ku Yehowa wê berdewam ke alî me bike ruhanîda qewî bimînin. Lema jî were em jî bi dil û can bêjin: “Ew qeyayê min e” (Zebûr 92:14, 15).

KILAMA 150 Xwe li Xwedê Bigire, ku Xilaz bî

a ŞIROVEKIRINA ŞIKILA: Oda Civatêda, xûşkek bi azayî diçe bal du rûspiya.